(Vîdeo: Rojda Zal – Axaftina Azad Zal a li ser gora Mehmet Ûzûn)

(Foto: Rojda Zal – Dîmenên li ser gora Mehmet Ûzûn)

Ji bo bîranînan Mihemed Ûzûn ku 18 sal berê wefat kiribû, li ser gora wî, li Amedê goristana Derê Mêrdînê bi hevpariya PENa Kurd, Şaredariya Bajarê Mezin, Komeleya Wêjekarên Kurd, Yekîtiya Weşangerên Kurd (YEWKURD) û gelek sazî û dezgehên Kurdî merasîma yadkirinê hat lidarxistin.

Bi hêsankariya Seroka Daîreya Çand û Turîzmê Zeynep Yaş xanim, di destpêkê de birayê Mehmet Ûzûn Mustafa Ûzûn axaftineke kir, şûn de hevjîna wî Zozan Ûzûn axaftin kir.
Li ser navê PENa Kurd Sekreterê Gişî yê PENa Kurd Azad Zal axaftineke kurt kir, bal kişande ser nivîskarî û rewşenbîriya Mehmet Ûzûn û di pêşxistin û bilindkirina zimanê Kurdî û wêjeya Kurdî de rista wî anî ziman. Piştî axaftina kurt Zal, peyama hevserokên PENa Kurd Rojvîn Perîşan û Dr. Mîran Abraham xwend. Peyam bi zaravayê Kurdî | Kurmancî û Kurdî | Soranî bû. Di peyama hevserokên PENa Kurd de di demên herî zor û zehmetî de, di demên ku tarîtiyeke tund li ser ziman û wêjeya Kurdî hebû Mehmet Ûzûn dest avête pênûsa Kurdî û berz kir. Pênûsa Mehmet Ûzûn ew ê her bijî û bi yadkirinê peyam bi encam bû.
Piştî peyama PENa Kurd li ser navê Komeleya Wêjekarên Kurd hevserok Hacî Ozkal axaftineke bi Kurdî|Zazakî kir, bi xebat û xizmetên wêjeya Kurdî Mehmet Ûzûn bi bîr anî. Şûn de jî li ser navê Yekîtiya Weşangerên Kurd hevserok Haqî Boltan axaftin kir.

Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatûn jî axatin kir û got ku; wekî şaredarî ji bo parastin û pêşvebirina ziman û wêjeya Kurdî çi ji destê wan bê ew ê bikin.

Şûn de jî heval û hogirên Mehmet Ûzûn bi bîranîn û serpêhatiyan wî bi bîr anîn û merasîm bi dawî bû.
Bernameya bîranîna Mehmet Ûzûn ew ê bi paneleke li ser Mehmet Ûzûn û tiyatroya bi navê “Sirgûn” ya Ayhan Erkem ew ê bê nîşandin.

Peyamên li ser gora Mehmet Ûzûn bi giştî bi Kurdî bûn. Kurdî|Kurmancî, Kurdî | Soranî, Kurdî | Zazakî bûn. Ev jî ciyê dilxweşiyê bû ku şîn û şahiyên me, bîranînên me tev bi Kurdî pêk tên û xala yekhev a netewîtiyê ya bingehîn ku ziman e her diçe zerwer dibe.

11 Kewçêr|Cotmeh 2025 / Amed
Navenda Nûçeyan a PENa Kurd