Min 18 şaxên Mem û Zînê dan hev niha gelek şaxên din li ber destên min hene
/in HevpeyvînSALIHÊ
KEVIRBIRÎ
Michael Chyet! Ev camêrê hanê ji 20 saliya min û pêve leheng û mêrxasekî min e! Michael ji bo herkesê ku wî nas dike îdolekî zimanan e. Çima dibêjim zimanan? Ji ber ku ew bi 40 zimanan dizane. Hemû zimanên rojhilata navîn û zimanên sereke yên cîhanê pir baş dizane. Ji bilî îngilîzî, fransî, îspanyolî, almanî, rûsî, farisî, erebî, îbrankî û tirkî; bi çar zaravayên kurdî pir baş dizane. Bi salan bû gava di kar û barên ziman, nivîskarî û rojnamegeriyê de behsa vî camêrî dihate kirin, min xweziya xwe pê dianî ku rojekê li sohbet û civata wî biqesidim û bibim mêvanê wî. Me li ser tora civakî û medyayê hev nas dikir, lê bû qismet ku di nava hefteyekê de em sê caran hev bibînin û bi têra xwe biaxivin!
Li Washingtona paytextê Dewletên Yekbûyî Yên Amerîkayê, li mala kekê min ê hêja, ressam û bernameçêkerê Dengê Amerîkayê Lûqman Ehmed tevî Christopherê hevalê xwe serdana me kir. Gava hat du kitêbên pir hêja ji min re wekî diyarî anîbû. Çend roj paşê li pişt Kongreya Amerîkayê, li restoranteke pir xweş a meksîkiyan em kirin mêvan. Ew li Kitêbxaneya Kongreyê ya Amerîkayê ku mezintirîn û girîngtirîn kitêbxaneya dinyayê ye, di Beşê Zimanên Rojhilata Navîn de kar dike.
Ev gotûbêja hanê, li Kitêbxaneya Kongreyê ya Amerîkayê pêk hat. Di dema gotûbêjê de heval û dostê min ê hêja, şaîr û rojnameger Salih Demîcer jî amade bû. Fermo hûn û gotûbêja ligel Zimanzan Michael Chyet…
…
Mamoste Michael Chyet, beriya her tiştî spasî û malavahiyê li cenabê te dikim ku te ji bo vê gotûbêjê wiha mecaleke wiha da min. Beriya her tiştî dixwazim em hinekî li ser zaravayên kurdî biaxivin. Gelo standardkirina herdu zaravayên kurmancî û soranî çiqas mimkûn e? Li ser vê yekê fikir û ramana cenabê te bi çi awayî ye?
Salihê hêja ez gelekî spasiya te dikim ku te ev derfet da min. Beriya her tiştî divê ez diyar bikim ku tevahiya gotinên min ên ku ezê niha bikim, dîtinên min ên şexsî ne, ne yên Kitêbxaneya Kongreyê ne.
Ji bo standardkirina herdu zaravayên sereke yên zimanê kurdî, min metodolojiyek peyda kiriye ku ez hewl didim bi kurdan re parve bikim. Li gorî vê metodolojî di zaravayekê de gelekî şekil û şêwaz hene. Gava em yekê ji wan hilbijêrin, divê em li zaravayên binêrin û bibînin ka li cem wan çi heye ango di wê zaravayê de ew çawa ye? Ev yek wê riyekê nîşanê me bide. Mesela ezê mînakekê bi kurmancî, mînakekê jî bi soranî bidim. Di kurmancî de gelek peyv hene ji bo peyva ku bi tirkî dibêjin ‘süpürge’, bi erebî dibêjin ‘miknasa’ û bi farisî dibêjin ‘carûb.’ Ji bo vê peyvê di kurmancî de ‘gêzî’ heye, ‘gezik’ heye, ‘melkes’ heye, ‘hevlik’ heye, ‘şicing’ heye, ‘sivnik’ heye…
Kinoşik heye…
Belê ‘kinoşik’ heye, ‘kinoşe’ heye û gelek peyvên din hene. Wisa diyar e ku tevliheviyeke mezin heye. Lê emê çi bikin? Bi soranî ‘gesik’ yan ‘gisik’ heye. Bi zazakî jî bawer im ‘gezî’ heye. Bi hewramî jî ‘gizî’ ye. Vêca peyva ‘gêzî-gezik’ bi kurmancî û ‘gesik’ bi soranî ye û kifş e. Ne hewce ye em xwe biêşînin. Lê divê ku mirov kitêban veke û lêkolînan bike da ku bizanibe. Nabe ku em rojekê ji xewê rabin û bibêjin: “Me îro biryar daye ku êdî emê wisa bikin!” (Li vir dibişire û bi henekî dibêje) Di wextê xwe de kesên wisa hebûn di ‘Dengê Amerîkayê’ de! Lê bi rastî divê mirov lêkolînan bike ku bizanibe mesele çi ye û çareseriya meselê çi ye. Ev mînakek bû ji kurmancî.
Niha jî em berê xwe bidin soranî. Bi kurmancî dibêjin ‘gotin’, bi soranî li hinek deveran dibêjin ‘wûtin’, li hinek deveran dibêjin ‘kutin’ û li hinek deveran jî dibêjin ‘gotin’ yan jî ‘gutin’, bi taybetî peyva dawî li Hewlêrê tê gotin. Vêca heger em ‘gotin’ bikin standard, ev hem bi kurmancî, hem jî bi soranî yek e û ji bo xwendekar û xwendevanan jî hêsantir e.
Mînakeke din bi kurmancî bidim. Di dema niha de dibêjin ‘ez dibînim’, ‘ez dibêjim’, ‘ez dixwazim.’ Bi soranî li hinek deveran dibêjin ‘ebînim’ yan jî dibêjin ‘debînim.’ Wekî diyar dibe, ‘debînim’ ji ‘ebînim’ nêziktirê ‘dibînim’a kurmancî ye. Di rastiyê de gelek kes wisa jî dikin. Yanî di zimanê nivîskî de gelek caran xelkê Silêmaniyê ‘ebînim’ dibêjin, lê ‘dibînim’ dinivîsin.
Te çendek berê di sohbeta me de behsa daxwaz û xewna xwe kir ku ew jî bi vê mijarê ve girêdahî bû; perwerdekirina zarokan. Ji kerema xwe hinekî jî din behsa vê yekê bike…
Belê, sihetxweş! Bi rastî jî xewna min ew e ku hemû zarokên kurdan li çar perçeyên welat û seranserê dinyayê, bi herdu zaravayên sereke û bi du alfabeyan bêne perwerdekirin. Gava zarok bi herdu alfabeyan mezin bibin, wê bi hêsanî bikaribin bi herdu alfabeyan bixwînin. Herkes dizane ku îro dîwarek di navbera kurdên bakur û kurdên perçeyên din de heye. Hewce nake ji bo herifandin û rûxandina vî dîwarî em ji hikûmetekê izin û destûrê wergirin! Kurd bixwqe dikarin bi riya perwerdekirinê wî dîwarî birûxînin. Gelek kurdên bakurî ku tenê bi alfabeya latînî dizanin, negeriyane yan jî neçûne naverasta Kurdistanê ku gelek kes dibêjin Başûr yan rojhilat yan jî rojavayê welêt. Bi tenê devera xwe dizanin. Ew baş fêhm nakin ku bi kêmasî nîvê Kurdistanê tîpên erebî bi kar tînin, dixwînin û dinivîsin. Nabe ku mirov bi tenê ji bo xwe, gund û herêma xwe bifikire. Em naxwazin gundekî damezirînin. Ez bixwe bi kêmasî vê yekê naxwazim! Xewna min ew e ku welatekî mezin were damezirandin. Hewce ye rêz û hurmeta me ji hemû zarava û kêmaniyên me re hebe.
Dibe ku ez nikaribim bi tîpên erebî bixwînim û binivîsim, lê divê ez bizanibim û fêhm bikim ku bi milyonan kurd hene bi wê alfabeyê dixwînin û dinivîsin. Ez nikarim fikrên xwe li ser wan ferz bikim. Divê hurmeta min ji ferqên di navbera me û wan de hebe.
Her wiha divê em ji bîr nekin ku temenê bikaranîna alfabeya latînî bi kurmancî sed sal e. Sed sal beriya niha her tişt bi tîpên erebî dihatin nivîsandin. Heger em bixwazin belgeyên kevin, kitêbên kevin û nivîsên kevin bixwînin, divê em bikaribin wê alfabeyê jî bixwînin. Heger kesek bixwaze li ser kurdan lêkolîneke têr û tije, rêkûpêk û kamil bike, mecbûr e ne tenê alfabeya latînî û erebî, divê alfabeya kîrîlî jî bizanibe…
Belkî divê alfabeyên ermenkî û gurckî jî bizanibe. Ji ber ku bi van herdu alfabeyan, li Ermenistan û Gurcistanê gelek kitêb çap bûne…
Rast e, xebera te ye. Lê li herdu welatan jî alfabeya kîrîlî baş dihat zanîn û niha jî bi têra xwe dizanin. Her wiha divê bibêjim ku ez bi tenê behsa alfabeyan nakim, ez behsa rênivîsan jî dikim. Sîstemek heye. Yanî di navbera rênivîsa ortografî, rênivîsa standard a kurmancî ya bi tîpên erebî û tîpên latînî de; ji bo her tîpê, tîpeke beramber heye. Mirov dikare kompîterekê jî bername bike, programê lê siwar bike ji bo xebata di navbera herdu alfabeyan de. Lê ne bi awayeke elebazarkî û ketûber!
Mesela me heşt dengdêr hene. Her yekî ji wan bi awayekî tê nivîsandin. Gelek kes hene ku ‘a’ û ‘e’ tevlihev dikin. Em ne îngilîz û fransiz in. Em yan hûn kurd in! (Dikene) Di dilê xwe de ez jî kurd im! Çima min behsa van herdu zimanên biyanî kir? Bandora zimanê biyanî heye. Ev ziman dikarin li ser ziman erênî û baş bin, dikarin rûxîner jî bin. Ji ber vê yekê ez sîstemekê bikar tînim. Divê sîstemeke perwerdekirinê hebe ku li çar perçeyên welêt were bikaranîn.
Beriya her tiştî divê em kadroyeke mamosteyan amade û perwerde bikin. Lê divê ev amadekirin û perwerdekirin jî ne ketûber û elebazarkî be! Divê sîstemek hebe ku heman kitêban bikar bînin.
Ez bawer nakim ku hikûmetên heyî bihêlin an bixwazin ku zarokên kurdan bi zimanê xwe bixwînin û perwerde bibin. Lê radyo, televizyon, kovar, rojname û kompîtûr hene. Em ne mecbûr in li benda destûra wan bimînin. Em dikarin ji niha ve bernameyên standardkirî biafirînin û çêkin. Mixabin ev ne cara pêşî ye û wê ne cara dawî be ku ez behsa vê yekê dikim
Gelo tu dixwazî Hikûmeta Kurdistana Federe gazî û bangawaziyekê li te bike û di vî warî de ji fikir û ramanên te sûd wergire yan bi kêmasî guhdariya te bike? Ji bo dibistanan, ji bo standardkirina ziman û mijarên mîna van mijaran…
Helbet dixwazim! Lê wisa diyar e li cem wan ev mijar zêde ne girîng e! Belkî ew dixwazin ku her tişt bi ingilîzî be baştir e. Bi gotineke din ez dibînim ku bi qedrê zimanê xwe nizanin.
Ezbenî ez ê dîsa vegerim ser meseleya alfabeyan. Paşê heke li ser axavtinên berê, gotinên te mabin, dikarî berdewam bikî. Mesela kurdekî ji bakur gava rabe here başûr, heger bi alfabeya erebî nizanibe, ez di wê baweriyê de me ku wê li kûçe û kolanan winda bibe! Çimkî bi tenê bi latînî dizane û li her derê nivîsandin bi tîpên erebî ne. Heger li ser lewhe û dîwaran, rênîşandanên sikak, gund û bajaran bi tîpên erebî û latînî bin, ev poblem çareser dibe. Em dibînin ku ev jî nayê kirin…
Hewce nake tu min qane bikî ku ez wan qane bikim!
Gelo ma ev yek hebe, çareserî nêzîktir nabe? Ez tenê dipirsim ezbenî. Mexseda min ji pirsa min ev e; gelo yekkirina alfabeyê ji yek kirina zaravayan ne zehmetir e?
Di rastî de îro du alfabeyên sereke hene ku kurd pê dinivîsin: Erebî û latînî. Jixwe du alfabe bes in û têrê dikin. Jixwe îro li Ermenistanê kurd alfabeya latînî bi kar tînin. Demek e dirêj e ku rewş wiha ye…
Rast e! Rojnameya Riya Teze jî nêzî 20 sal in ku ji kîrîlî derbasî latînî bûye…
Belê! Her cara em tiştekî li ser dîwaran dinivîsin, hewce ye em hinek kesan perwerde bikin. Ji ber vê yekê bi dîtina min divê her tişt bi herdu alfabeyan bêne nivîsandin.
Mamoste Michael du mijarên girîng hene ku dixwazim em li ser wan biaxivin. Yek jê li ser 18 şaxên ‘Mem û Zînê’ ku tez û xebata te ye. Mijara din jî li ser çapa duyem a ferhenga te ye. Kerem bike, gelo em ji kîjanê dest pê bikin? Mesela xebata berhevkirina şaxên Mem û Zînê çawa dest pê kir? Ev xebat li kîjan herêman pêk hatin? Zehmetiyên derketin pêşiya te çawa bûn? Kes li pêşiya te bû asteng yan na? Tê kîjan salê dest bi vê xebatê kir?
Min teza xwe sala 1991-ê qedand…
Bibexşîne ezbenî gotina te dibirim! Lê tu ji min re navê tezê jî bibêje ji kerema xwe…
Tu dizanî di hemû şaxên Mem û Zînê de Beko dikeve nav beden û laşê herduyan. Di saxiya wan de jî, di mirina wan de jî. Destan jî jixwe wiha diqede. Loma min navê teza xwe wiha danî: “Mem û Zîn: Diriyek di navbera wan de şîn bûye.” Wekî min got, ev tez sala 1991-ê qediya. Para bêhtir ev 18 şax û guherto yan jî versiyonên Mem û Zînê jixwe berê hatibûn weşandin û çap bibûn. Min ew berhev kirin. Dîsa para bêhtir ji wan bi zaravayê kurmancî bûn. 3 heb ji van şaxan bi sûryankî bûn, yek jê bi zaravayê soranî, bi devoka Mûkriyanî. Çend heb ji wan jî bi ermenkî bûn. Hinek ji wan di kitêban de, hinek ji wan di kovaran de bûn. Min yek bi yek ew peyda kirin û cara pêşî min ew kirin ingilîzî. Paşê min li ser vê xebatê analîz û tehlîleke folklorî û zargotinî kir. Ji nivîsandina vê analîzê armanca min ew bû ku ez ê rojekê vê xebatê wekî kitêb çap bikim. Ji bo ku xelk bibêje: “Nivîsîna têzê hincetek e ji bo nivîsîna kitêbê.”
Lê wan salan, sala 1991-1992-yê weşanxaneyên Amerîkî û Ewropî xwe nedan ber mijareke zargotina kurdan ku çap bikin. Lê îro rewş gelekî guherî ye, ne wek berê ye…
Mixabin hê jî wekî kitêb çap nebûye ne wisa?
Belê heyf û mixabin ku hê jî wekî kitêb çap nebûye. Lê îro haya min ji 20 şax û guhertoyên din jî heye. Divê ez wan jî wergerînim îngilîzî. Lê ez îro nikarim karê xwe yê berê bidim çapkirin. Çima? Çimkî divê ez ji nû ve li ser kar bikim. Lê mixabin di rojekê de bi tenê 24 saet hene. Zêde wextê min tune ye ku ez hem karê xwe yê li Kitêbxaneya Kongreyê û karên xwe yên din bikim. Lê wekî plan û proje ez hez dikim wê jî bikim. Lê her cara ez şax û guhertoyeke Mem û Zînê dibînim û li ser wê kar dikim, ez yeka din peyda dikim! Yanî ev xebat naqede.
Heke îro li bakur, li başûr yan li Stenbolê weşanxaneyek derkeve û bibêje; “Em dixwazin çap bikin” wê fikra te çi be. Tê bidî wan yan na? Bawer im tê me ji xebateke wiha mehrûm nekî…
Helbet dixwazim çap bibe, çawa nexwazim? Lê xebateke baş jê re divê, divê li ser kar bikim. Tiştekî din jî ji birayê xwe re bibêjim; helbet bila bi kurdî çap bibe, lê min ew şax û versiyon kirine ingilîzî. Dixwazim bi ingilîzî çap bibe pêşî. Çimkî ez dixwazim hemû dinya ji vê xebat û efsaneya kurdan haydar be û bizanibe. Wekî min got bila bi kurmancî jî çap bibe. Lê gava bi ingilîzî be, li seranserê dinyayê rêjeyeke mezin bi vî zimanî dizane, lê gava tenê bi kurdî be, wê tenê beşeke ji kurdan bixwînin.
Gelo di wan şax û guhertoyan de, şax hebûn ku te bixwe guhdariya dengbêjekî, goyendeyekî yan çîrokbêjekî kir û nivîsand?
Belê yek heye! Min li Wanê bandek ango kasetek peyda kir. Min ew guhdarî kir û nivîsand. Ez bawer im ew şaxa herî nû bû di nav tevahiya şaxên min peyda kiribûn de. Ne şaş bim sala 1988-ê bû dema min ew band peyda kir, guhdarî kir û nivîsand. Baş tê bîra min, dema bombekirina Helebceyê bû, ez wan rojan li Wanê bûm.
Ezbenî bi hêviya ku ev xebat di demeke nêz de bikeve ber destên me! Ez bêm ser çapa duyem a ferhenga te ya bi navê “Kurdish-English Dictionary / Ferhenga Kurmancî-Ingilîzî.” Hinek behsa pêvajoya çapa yekê jî bikî baş e…
Çapa yekê ya ferhenga min sala 2003-yê çap bû. ez 16 salan li ser vê ferhengê xebitîm. Gava çap bû jî min baş zanibû ku kurmancî ne tenê ev e, gelek peyvên din hene. Vêca çend sal berê min ji weşanxaneyê xwest ku ew çapeke din jî bikin. Mixabin gotin ku ew hewce nabînin çapeke nû bikin. Ew çi zanin, ew çi ji kurdî fêhm dikin ku wisa dibêjin? Piştre min xebata xwe berdewam kir. min gelek peyvên din peyda kirin û lê zêde kirin. Niha ferheng gelekî çêtir bûye…
Ezê dîsa gotina te bibirim! Gelo di çapa yekê de çend hezar peyv hebûn, niha ev ferheng gihîştiye çend hezar peyvan?
Bi rastî wextê min nebûye ku ez bihejmêrim çiqas peyv hene! Lê ez dikarim bibêjim ji çend rûpelan pêk tê. Çapa yekê kêm zêde ji 875 rûpelan pêk tê. Lê wê çapa duyem ji sê bergan ango ji sê cildan pêk were. Du cild kurdî-îngilîzî, cildek jî ingilîzî-kurmancî. Ez li weşanxaneyeke nû digeriyam. Çend meh berê min weşanxaneyek dît. Hêviya min ew e ku sala pêşiya me, ev ferheng bê çapkirin.
Ez bixwe jî pir meraq dikim. Bawer im gelek kesên ku navê te bihîstine meraq dikin. Hevnasî û meraqa Michael Chyet a li ser zimanê kurdî çawa destpê kir? Rast e ku tu bi dehan zimanên cîhanê û Rojhilata Navîn dizanî, lê tê li ser meraqa xwe ya kurdî çi ji me re bibêjî? Mesela di malbatê de kes hebûn ku bala wan li ser kurdî hebe…
Ez gelekî ji govendên gelêrî hez dikim! Gava min li zanîngehê dixwend, meyla min li ser van govendan zêdetir bû. Bi taybetî jî ji govendên Balkanan hez dikim. Yanî bulgarî, yewnanî, romanî, sirbî, makedonî û gelên mayîn ên wê herêmê. Gava em berê xwe didin Tirkiyê, gelek kes hemû govendên li Tirkiyê, wekî govendên tirkan dizanin û çawa ku govendên tirkan bin behsa wan dikin. Tê bîra min gava ez 19-20 salî bûm. Min li ser govendekê dixwend. Nivîs wiha bû: “Ev govend, govenda kêmneteweya kurdan e li rojhilatê Tirkiyê.” Her wiha ez ji def û zirnê gelekî hez dikim. Ew govendên hanê bi def û zirne bûn. Me wisa dizanî ku ew govendên tirkan in. Helbet di nav tirkan de jî govendên wiha hene. Lê ew govend, govenda kurdan bû. Vêca piştî wê nivîsê, çavên min vebûn! Hingê min fêhm kir ku ew awaz û govendên ku pir bi dilê min bûn, awaz û govendên kurdan in. Piştî wê yekê rabûm çûm kitêbxaneya zanîngehê û li kitêbên hînbûna zimanê kurdî geriyam…
Li ku? Kîjan bajar, kîjan zanîngeh?
Li Zanîngeha Californiyayê, li bajarê Los Angelesê. Li wir 2-3 kitêb hebûn lê bi fransî bûn. Baş e ku min bi fransî jî zanibû. Lê ew kitêb ne li ser fêrbûna zimên bûn. Bi giştî li ser nasandina zimanê kurdî bû. Ya ku bi ingilîzî ‘references gramer’ dibêjin. Kitêbek tunebû ku tê de dersên zimên hebin.
Niha min kitêbeke wisa nivîsiye hem bi soranî hem jî bi soranî ye. Ez pê dersên kurdî didim bi riya bernameya Skypê. Her wiha ez ji kitêbên xwe yên ku hê nehatine çapkirin jî dersan didim. Ez wisa bawer dikim ku bi van xebatên xwe min riya nifşên nû hêsantir kiriye.
Ev meseleya awaz û govendên kurdan, zimanê wan bû sedem ku tu hê di ciwaniya xwe de berê xwe bidî Kurdistanê ne wisa?
Belê! Êdî piştî wê yekê min destpê kir ku zêdetir bi kurdan ve, bi çand û zimanê wan ve mijûl bim. Tiştekî din jî heye; gava ez xwendekar bûm, wan salan bûrs hebûn. Ji aliyê dewleta Amerîkayê ve ji bo ‘zimanên nenaskirî’ bûrs dihatin dayîn. Herkesî wan salan dixwest ji bo zimanê erebî bûrs bistînin. Piraniya şagirtan dixwest li ser erebî bixwînin, lê di dawiyê de ne diyar bû ka wê bikaribin qezenc bikin yan na. Çimkî serlêdan ji bo vî zimanî pir zêde bûn û rekabeteke mezin hebû. Li ser vê yekê fikreke nû li min peyda bû: ‘Çima ez bi zimanê tirkî nexwînim?’ Ez kesê yekem bûm ku li vê zanîngehê ku zimanê tirkî xwest. Min qezenc jî kir. wan ew bûrs da min. Vêca ji wê rojê û pêve, mecbûr mam ku di her semesterê ango serdemê de dersekê bi zimanê tirkî bixwînim. Min bi erebî zanibû, min bi zimanê tirkî jî zanibû. Beşeke mezin ji amerîkiyan gava dixwazin li ser Rojhilata Navîn kar bikin, dixwazin bes bi erebî bizanibin û bes. Lê ez hînî erebî bûm, farisî bûm, tirkî bûm û piştre min destpê kir ku hînî kurdî bibim…
Sal?
Ne şaş bim sala 1975-ê bû.
Gava ez çûm Tirkiyê kurdan bala min
kişand. Min bi tirkî dizanibû. Lê ji ber ku min li ser govendan xwendibû, haya
min ji kurdan jî hebû. Êdî min zanibû ku li Tirkiyê ji bilî tirkan, gelên din
jî hene. Berê min nizanibû. Berê min zanibû ku li Tirkiyê tenê tirk dijîn. Êdî
min zanibû kurd jî hene, ermen jî hene, rûm jî hene, asûrî jî hene û gelek
miletên din hene.
Di axavtina me ya çend roj berê de te
wiha gotibû: “Ji ber ku tirkan nehişt ez li ser wan kar bikim, min berê xwe da
xebata li ser kurdan” dikarî hinekî behsa vê bikî?
Belê rast e. Ew jî çîrokeke din e! Sala 87-88-ê, bi riya bûrsekê ez çûm Tirkiyê
ku teza xwe li ser devokên tirkî binivîsim. Lê ji ber ku hikûmeta tirk rê neda
min ku ez bigerim û lêkolînên xwe bi awayeke azadane bikim, min xwest li ser
kurdan bixebitim. Dawiya wê salê ez li Erzeromê bûm. Her cara ku min bixwesta
derkevim herim lêkolînan bikim, divê ez biçûma Midûriyeta Emniyetê, asayîşa
polîsan wan agahdar bikim. Wan izin didan ji bo pênc rojan û ez dixebitîm. Bi
pênc rojan kar naqede, divê heta mirov karê xwe biqedîne bikaribe bi azadane
bixebite. Paşê ez gihîştim wê baweriyê ku ezê nikaribim wisa kar bikim. Min dev
ji wê projeyê berda û dest bi projeyeke din kir ku li gorî dilê min bû. Ew
xebat jî wekî me behs kir, berhevkirina şax û guhertoyên Destana Mem û Zînê û
wergera wan şaxan li zimanê ingilîzî bû. Bi vê xebatê armanca min a sereke ew
bû ku ez kurdan bi tevahiya dinyayê bidim nasandin.
Mamoste Michael ev 40 sal in ku tu kurdan
ji nêz ve dişopînî, bi wan re kar dikî û wan baş nas dikî. Bi taybetî tu di van
15-20 salên dawî de, di warê çand, huner, ziman û edebiyatê de geşedaneke çawa
dibînî?
Li Kitêbxaneya Kongreyê gelek kitêb hene, gelek nivîs hene, gelek kovar û
rojname hene. Haya min ji hemûyan heye û ez hemûyan dixim katalogan, qeyd
dikim. Lê ez dîsa jî zanim ku gelek kitêb têne çapkirin. Dizanim çend ji wan bi
rastî tên xwendin. Gava 40-50 milyon kurd hebin, kitêbek bê çapkirin û bi tenê
100 nûsxe bê firotin, ev bi min tiştekî pir ecêb e. Di navbera hejmara kurdan û
hejmara xwendevanan de ferqeke pir mezin heye. Hêvî dikim di rojên pêş de ev
ferqa mezin hinek kêmtir bibe.
Ez jî tevli hêviya te dibim. Ez pirseke wiha bikim; gelo li ber destê me daneyek heye gelo? Li Kitêbxaneya Kongreyê kêm-zêde bi hemû zaravayan û bi hemû alfabeyan çiqas kitêbên kurdî hene?
Mirov dikare ji şarezayên kompûterê yên kitêbxaneya me bipirse ka çiqas kitêbên kurdî hene. Ez bixwe nizanim hejmara kitêbên kurdî çi ye, lê ez baş zanim ku hemû di ber destên min re derbas bûne. Jixwe hemû kitêbên tên ber destên me, em tesnîf dikin, katalog dikin û derbasî kompîtûran dikin. Tenê dimîne bêne hejmartin ka çend kitêbên kurdî li ber destên me hene. Lê ez bixwe nizanim, (dikene) ez û hejmar dijminên hev in…
Ezbenî ev çend sal in tu li Kitêbxaneya Kongreyê kar dikî?
Ez 16-17 sal in ez li vir kar dikim…
Bi giştî çend kes li vir kar dikin? Navê vê derê ango cihê tu lê kar dikî bi awayeke fermî çi ye?
Em li vê beşê 7 kes kar dikin. Navê beşê me, ‘Beşê Kitêbên bi Zimanê Rojhilata Navîn’ e. Ez li vir karmend im, naxwazim bibim berpirs û serêşiya xwe zêdetir bikim.
Ev beş ji kengê ve heye?
Ev beş kevin e. Bi qasî dizanim ev beş bi kêmasî 70-80 sal in ku ev beş heye.
Mamoste Michael pirsên min her ev bûn, zêdetir jî naxwazim te aciz bikim. Lê ez dixwazim çi gotin, çi şîret, çi daxwazên te hebin, tu bixwe bibêjî û dawî li gotûbêja me bînî. Kerem bike…
Bi rastî ez spasiyeke ji dil didime te ku tu bûyî sedema gotûbêjeke wiha sûdewar. Mala te ava be. Belê ez dixwazim çend tiştan bibêjim. Min di pêşgotina çapa duyem a ferhenga xwe de jî nivîsiye. Hêvîdar im ku çapên din ên ferhengê, bi hevkariya gelek kesan çêbin. Ji ber ku ez naxwazim ev agahdariyên ku min li ser ferhengsaziyê nivîsandine, bi min re herin gorê. Ez dixwazim van agahdariyan bi herkesî re parve bikim. Bi riya medyaya civakî ez dikarim tiştên ez behsa wan dikim, bi kesên dixwazin re parve bikim. Ji ber vê yekê, ezê bi riya te û bi riya vê gotûbêjê li benda pirsiyar û têbiniyan bimînim. Bi rastî jî gava ez behsa perwerdekirina zimanê kurdî dikim, gava ez behsa ferhengsaziyê dikim, naxwazim bi min wisa were ku ez bi dîwarê re didim û distînim! Ez dixwazim ku guhên wan li ser van xebatan be, ez dixwazim ku pirs werin û ez dixwazim bizanibim ku ew dixwazin ew zimanê xwe, çanda xwe, welatê xwe ava dikin. Her wiha ez pir meraq dikim, gelo wê kurd kengê sîstema perwerdekirina xwe saz bikin? Beriya avakirina welatê xwe yan piştî avakirina wê?
Min di Kovara Zeremayê de li ser vejandina zimanê îbrankî (zimanê cihûyan) nivîsî. Destpêka sedsala 20-an haya kesî ji avakirina dewleta Îsraîlê tunebû. Yanî kesî nizanibû wê sala 1948-ê dewleta Îsraîlê ava bibe. Cihûyan xwe ranegirt heta hingê. Ji destpêka sedsalê heta sala 1948-ê, du nifş hebûn. Kesên ku zimanê wan ê zikmakî îbrankî bû û kesên ku li dibistanan, li zanîngehan hînê zimanê îbrankî bibûn. Kesên ku mamostetiyê ji nifşên nû re bikin hebûn. Min çima wisa nivîsand? Ji bo ku kurd jê sûd wergirin û haya wan ji rewşê baştir hebe…
Mamoste Michael Chyet gelekî spas ji bo vê fersendê ku te li Washingtona paytext hem deriyê ‘Beşê Kitêbên bi Zimanê Rojhilata Navîn’ ê Kitêbxaneya Kongreyê ji me re vekir û hem jî bûyî sedem ku ev sohbeta xweş pêk were. Mala te hezar caran ava be…
Spasdarî ji min, mala te jî ava…
© Salih Kevirbirî
Washington, 2019
‘Jinê bi herikbariya enerjiya xwe rih daye ziman, wêje û civakê’
/in HevpeyvînRoza Metîna
NAVENDA NÛÇEYAN – Di çarçoveya 10’ê Kanûnê Roja Mafê Mirovan de Nivîskar Xecê Şen diyar kir ku Jinên Kurd ji dîrokê heta niha hem ji aliyê sîstema desthilatdar hem jî ji aliyê zihniyeta baviksalarî ve bi binpêkirina mafên curbecur rû bi rû hatine hiştin û yek ji van ziman û wêje ye û wiha got:”Jinê bi herikbariya enerjiya xwe rih daye ziman, wêje û civakê û bi ahengsaziya xwe jiyana civakê estetîze kiriye. Bêguman di jiyana jinê de ziman û wêje her tim ciyekî xwe girîg hebûye. Ev heqîqeta jinên kurd in. Jinên Kurd ji bo ku ziman, wêje û çanda xwe bijîn û bidin jiyandin bi her cureyên pêkutiyên mêr û pergala dewletên desthilatdar re rû bir û mane.”
Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) di sala 1948’an de 10-17’ê Kanûnê de Peymana Gerdunî ya Mafê Mirovan îlan kir û ev dîrok di heman demê de Hefteya Mafê Mirovan hat qebûlkirin. Îro dema em li tevahiya cîhanê dinêrin li gor wate û girîngiya vê rojê helwest nayên nîşandan. Bi taybet jî li Rojhilata Navîn ev yek hîn zêde derdikeve pêş. Gelê Kurd li Rojhilita Navîn yek ji wan gelan e ku bi her cureyên binpêkirina mafan rû bi rû hatiye hiştin. Yek ji van mafên girîng wêje û ziman e. Têkildarî mijarê Nivîskar Xecê Şen pirsên me bersivand. Xecê anî ziman ku jina kurd ji dîrokê heta niha xwedî hewildan û têkoşînek mezin e û di qada têkoşîna li dijî binpêkirina mafên ziman û wêjeyê de navê xwe di rûpelên dîrokê de nivîsandiye
Hûn di dîrokê de rol û mîsyona jinê ya di qada wêjeyê de çawa dinirxînin?
Ji diroka mirovahiyê heta roja me ya îro civak û civakbûn li ser rastiya hebûn û xwebûnê hatiye avakirin. Rastî jî yek têgeha jinê ye, yek jî têgeha mêr e. Civak û civakbûn li ser van her du reng û dengan pêk hatiye. Ev rastî di wejeyê de hîn bêhtir xwe daye der. Çi wêjeya devkî dibe, çi ya nivîskî dibe qet ferq nake, xwedî heman rastiyan e. Ji destpêka mirovahiyê, di serdemên wekî yekemîn çanda jiyana civaka Klan, civaka xwezayî ( dayîkî) û çanda civaka Telxelef, heta serdema sedsala 19’emîn wêje yan jî bêje ya devkî bi pêş ketiye. Jinê xwe bi wêjeya devkî daye ifadekirin. Hinekan bi lorandina zarokê, hinekan bi derkirina êş û kulên xwe, hinekan bi parvekirina kêfxweşî û şanaziyên xwe, hinekan jî, ji bo vegotina hezkirin û û evîna xwe, hinekan jî wekî jinên şoreşger ên xweş awaz mizgînan helbest, çîrok, meselok, melodî û hwd.
Civak hemû bi riya sazbûna ziman û bi rihê hevpar ê wêjeyê nirx û çanda exlaqî bi pêş ketiye. Ji dîrokê heta roja me ya îro jî ev çanda exlaqî bi nirxên pir giranbuha û bedeldayînên pir mezin hatiye parastin. Ziman û wêje nifşekî ji nifşên dinê re xwe vegotiye û daye jîyîn. Bêgûman ji dîroka mirovahiyê heta niha weke ku di gelek pirtûk û belgeyan de jî hatiye xuyakirin pêşxistin û pêşvebirina ziman û wêjeyê bi hest, fikir û nêrîna jinê hatiye parastin û dergûşî ji civaka mirovahiyê re kiriye. Lê mixabin di dema ku serdema desthiladariya mêr pêş dikeve de, mafê jinê ji destê wê tê girtin û êdî ziman û wejeyê dibe wekî aydê mêr û êdî di civakê de ziman û wêjeya mêrane bi pêş dikeve. Ango mêr hebûna xwe li ser tunebûna jinê ava dike.
Ji dîrokê heta niha jin bi çi rengî bi binpêkirina mafên wekî wêje û ziman rû bi rû hatine hiştin?
Di serdemên wekî dewlet de mafê jinê di zagon û hiqûqê de tune ye, jin di ol û baweriyan de guneh û heram e, jina ku ji persûyên mêr (Adem) hatiye çêkirin e, serdemên zanistê de aqilê jinê bi têra birkarî ( matamatîk) û zanistê nake, aqilê heft mirîşkan di serê jînêkê de ye, di wêjeyê de jî berdala xwînê, namûs, qelend, bûka biçûk, keça bavê xwe, jina mêrê xwe, dayika zarokên xwe, hezkirina destgirtiyê xwe û hwd. tê pênasekirin. Mêr ji bo ku hişmendiya xwe bide belavkirin, avakirin û pêrgala xwe ya mêrane bi pêş bixe, herî zêde di wêjeyê de li ser bedena jinê lîstin rewa kirin, teşwîq û teşhirkirina wê ji xwe re wekî kar û an jî mafekî xwezayî dibîne. Û dixwaze ev wekî xwezahiya civakê jî li civakê bide pêjirandin. Di her sê serdeman de çawa ku mafê jinê hatiye binpêkirin. Di kesayetiya jinê de çanda ehlaqî ya civakê jî hatiye binpêkirin û hê jî didome.
Ji civaka xwezayî heta sedsala 19’ emîn di nav civakan de wêjeya devkî hatiye pêşxistin. Lê di sed sala 19’ emîn de yekem car wêjeya nivîskî derketiye holê. Jinên wekî Mary Anne Evans ji bo ku dengê xwe bigihije civakê bikaribe xwe ji civakê re rave bike romanekê divisîne. Lê ji ber nasnameya wê ya jin romana ku wê nivîsîye ji hêla weşanxaneyê ve nayê pejirandin. Nivîskara jin neçar dibe ku romana xwe bi nasnavê mêrekî careke din ji weşanxanê re dişine. Romana wê bi nasnavê mêr tê weşandin. Ew jin bi salan bi nasnavê mêr tê nasîn û civak wê wek ku mêr dixwînin û nas dike. Di cîhanê de bi dehan jin ji ber xebatên xwe yên nivîsî, di civatan de heslbest xwendin, çîrok û stran gotin û bi deng bilindkirina xwe ji hêla bav, bira û hevjînên xwe ve hatine kuştin û cezakirin. Mixabin di gelek serdeman de mafxwarî û tunebûn li ser jinê pêk hatiye. Jina ku ev bindestî nepejirandibe û li dijî her cureyên zilmê serî rakiribe jî weke pîrebok, mirovxwar û bi gelek pênaseyên ku ji heqîqeta jinê dûr lê hatine kirin û jin di nav civakê de hatiye teşhîrkirin.
Zehmetiyên ku jin di qada wêjeyê de pê rû bi rû mane hûn çawa dinirxînin?
Jineke ku nikaribe dengê xwe bilind bike, jina ku nikaribe nivîsên xwe bi navê xwe derxîne û nav civakê belav bike ev ne şerma jinê ye, an jî sûcê jinê ye. Ji wan sala heta niha pirtûkên jinê yên ku hatine weşandin li gorî yên mêr dezavantaj in. Weşanxane danasîna pirtûkên jinê carinan pir kêm dike û carinan jî qet nake. Bihaya pirtûkên jinê li gorî yên mêr pir û pir kêm in. Ev nêzikatiya weşanxaneyan a li dijî jinê, bandorek mezin hem li ser jinê dike û hem jî li ser civakê dike. Ev dibe sedem ku di nav civakê de jin hem biçûk were dîtin û xistin û hem jî qelîteya pirtûkên wê li ber çavên xwendevanan were xistin. Bêguman ev rewş bandoreke neyînî li ser jinên nivîskar dike. Moralê wan xerab dike, motîvasyona wan dixe û şewqa wan a nivîsandinê dişkîne. Ev rastî ye. Lê rastiyeke din jî heye ew jî vîn, têkoşîn û berxwedana jinê ye. bi saya têkoşîn û berxwedanên jinê, bi fedaî û fedakariya wê ku berdêlên mezin dane, jinê ev mafê xwe bi dest xistiye û hindik be jî di xwe de hişmendiya hebûn û xwebûna xwe pêk aniye. Ji wan salan û heta roja me ya îro gelekî pêşketinên mezin çêbûne. Êdî jin dikare nivîs, pirtûk û romanên xwe bi nasnavê xwe biweşîne. Êdî jin li keda xwe xwedî derdikeve û dev ji doz têkoşîna xwe bernade. Bi rastî jî ev ciyê kêfxweşiyê ye. Ev vîn, xwestek û cesareke jinê nehişt ku hibreya pênûsa wê ziwa bibe an jî pênûsa wê bişkê. Jinê her tim bi pênûsa xwe hişmendiya civakê berfireh kir û ji bo bidestxistina mafê xwe û yên kes û gelên bindest têkoşiyane.
Di civakek bindest de qal û şîrovekirina ziman, wêje, jin û nivîskariya jinê hûn çawa dinirxînin?
Di rastiya Kurd û Kurdistanê de binpêkirina mafê mirovan bi nîqaş e. Ji destpêka dîroka desthilatdaran ve heta roja me ya îro bi navê Kurd û Kurdistanê ne welatek, ne jî neteweyek heye. Di vir de bi giştî çewisandin, vînkuştin, bindestkirin û tunekirina gelekî û dagirkirina welatekî heye. Di civakek bindest de qal û şîrovekirina ziman, wêje, jin û nivîskariya jinê pir karekî zahmet e. Welatekî bindest û bênav be, zimanekî qedexe û nayê fêmkirin be, navê kuştina jinê paqijiya civakê be. Gelo di civakeke wisa de wê çawa jin û nivîskarî bi pêş bikeve? Ji destpêka desthiladariya mêr û heta roja me ya îro bi hezarî salan ku pêkûtî li ser jinê hatiye kirin. Ev pêkûtî û binpêkirina mafê jinê her ku diçe ji hêla dewlet çanda kapîtalîzmê zêde jî dibe. Her çiqas rastiyeke wisa ya kurd, Kurdistan û ya jinê hebe jî, rastiyeke din jî heye ev jî rastiya serhildêrî û têkoşîna jinê ye. Jin ji bo hebûn, xwebûn û parastina xaka welatê pîroz di her çar perçeyên Kurdistanê de li berxwe daye . Ziman wêje û çanda xwe parastiye. Di rastiya Kurdistanê de gelekî serhildan û berxwedan çêbûne. Bêgûman ji wan serhildan û berxwedanan yek jî bexwedan, serhildêrî têkoşîna Jinên Kurd e. Di her şer û mercên jiyanê de jinê serî netewandiye û li dijî her cureyên desthilatdariyê serî rakiriye û têkoşiyaye. Carinan bi hiş û aqilê xwe afinerî kiriye, carinan bi hişmendiya xwe ya polîtîk rêvebertî û pêşengtî kiriye, carinan bi deng û awaza xwe qadên azadiyê hejandiye, carinan jî bi pênûsa xwe ya rengî wate daye jiyanê hêviyên jiyanê mirov xurt kiriye û xweşik kiriye.
Di jiyana jinê de ziman û wejê cihekî çawa digirin?
Jinê bi herikbariya enerjiya xwe rih daye ziman, wêje û civakê û bi ahengsaziya xwe jiyana civakê estetîze kiriye. Bêguman di jiyana jinê de ziman û wêje her tim ciyekî xwe girîg hebûye. Têgeha wêjeyê di rastiya xwe de ziwanbêje. Ji ber vê yekê ziman, wêjê û jin jêvenegerên hev in. Ev heqîqeta jinên kurd in. Jinên Kurd ji bo ku ziman, wêje û çanda xwe bijîn û bidin jiyandin bi her cureyên pêkutiyên mêr û pergala dewletên desthilatdar re rû bir û mane. Hatiye kuştin, binçavkirin, destdirêjiya mêran hatine, girtin, cezakirin û ketine zindanê ya bi salan û hwd. Ger ku em îro qala mafê ziman û pêrwerdehiya bi zimanê dayikê dikin, bêguman saya têkoşîn û bexwenadana pênûsa jinê pêkan bû û ev hêviyek jî ji her demê zedetir ji jinê tê xwestin. Dîrok romana jina serhildêr û têkoşêr Sara ( Sakîne Cansiz) a bi navê jiyana min her tim şer bû. Manifestoya jiyana jinên nivîskar e. Tu hêzî nekarî pêşî li ber pênûsa Sara Zêrîn bigire. Di her şert û mercên herî zehmet de, çi li bajaran, çi li zindanan û çi li ser çiyayên bilid dibe, wê dev ji nivîskarî û pênûsa rengîn berneda. Wê hem şoreşgertî kir û hem jî nivîskarî kir. Li gorî bîr û baweriyê her jiyan pêş xist. Nivîskara hêja Sarayê ev rastî raxist ber çavên me. Pênûsa Sarayê rastnivîsa jiyana min/me ye. ji ber ku ew weke stêrkeke asîman a herî geş biriqî.
Hûn derbarê hewildan û têkoşîna jinên nivîskar û helbestkar ên di zindanan de çi difikirin?
Ji bo ku jin xebatên xwe yên nivîsê bike, cî û mekan ewqas ne girîng e. Çima ne girîng e? Dema ku jin hez bike û bixwaze kar an jî xebatekê bike, ji bo jinê girîngiya cî û mekan namîne. Wê demê cî û mekan li hemberî hêz û hezkirina jinê biçûk dibe û bê wate namîne. Nemaze ev karekî perwerdehî û nivîsê be! Ji wan mekanan yek jî zindan e. Di zindanan de ji hemû karan, karê herî zahmet nivîs û nivîskarî ye. Çima nivîs û nivîskarî? Ji ber ku jiyan û dema mirov a rojane herî zêde bi nivîsê re derbas dibe. Ji ber wê yekê karê herî zêde tê kirin perwerdehî û nivîs e. Ev rastiyeke ya zinadê ye. Ji ber vê yekê dibêjim di zindanê de jin û nivîskarî pir karekî zehmet e û di heman demê de jî pîroz e. Her wiha bi qasî giraniya xwe, ew qasî jî girîng e. Ji ber ku zinadan tu carî ji bo gelê kurd û bi taybetî jî, ji bo jina kurd nebûye ciyê teslîmiyetê. Dewletên serdet her çiqas bi vê armancê xwestibe wan teslîm bigire jî berxwedana wan her tim polîtîkayên dijmin vala derxistiye. Dewletê hewl da ku goristana tarî ava bike. Lê berxwedêrên zindanê zindan vegerandin qada akademî û ronakbîriyê. Ev pir girîng e. Ji bo avakirina pergaleke wisa jî, vîneke pir xurt û hişmendiyeke bêhempa lazim e. Ev canpolatî, fedaî, fedekarî û vîna xurt li gel jina kurd heye. Jixwe yê ku gelê kurd anî vê asta bilind jî helwesta jinê ya exlaqî û polîtîk e. Ji bo civakeke exlaqî û polîtîk were avakirin û azad bibe, hebûn û xwebûna jinê ji bo wê civakê şanseke pir mezin e. Û li gorî baweriya min divê ev baş were nirxandin.
Jinên nivîskar û helbestkar ên di zindanan de bi binpêkirina mafên bi çi rengî rû bi rû tên hiştin?
Bêgûman li zinadê zehmetiyên pir mezin jî tên kişandin. Jinên ku nivîsê dinivîsînin bi zehmetiyên cur be cur re rû bi rû dimînin. Nivîskareke ku bixwaze nivîsekê binivîsîne pêdivî bi çi heye? Pêdivî bi pênûs lênûsk heye ne wisa? Di şerd û mercên zindanê de nivîsandin ewqas ne hêsan e. Şerd û mercên ku îro dewletê daye avakirin, te neçarî her tiştî ji qentîna zindanê bistînî dike. Ew jî bi bihayekî pir mezin dide. Pênûs û lênûskek ku ji derve bikirî bihayê wan 10 TL be, di qentîna zindanê de 30 TL ye. Rewşa aborî ya kesên di zindanan de pir xirab e. Hinek heval hene ku nikarin nameyekê ji malbat û hevalên xwe re bişîne. Pirtûkên ku dinivîsînin nikarin kopiya wan bikişînin. Îdareya zindanê destûrê nade. Ew jî neçar dibin ji ber pirtûkê nûshayeke din binivîsînin. Ev di warê tendûristiya wan de fitiq û nexweşiyên cur be cur çêdike. Tiştê herî zor jî hefteyê rojekê lêgerîna odayan çêdibe. Leşker û gardiyan diçin lêgerînê dikin û nivîs û pirtûkan tevî kontrol dikin û pirî caran dest datînin ser nivîs û pirtûkên wan. Lê dîsa jî jin bi moralekî xurt ve weke ku di qada azadiyê de dijîn û dinivîsînin. Ji ber ku raman û hestên wan azad in. Li gorî bîr û baweriya min tiştê herî girîng ev e.
Eslîxan Yildirim:Zarokên Kurdan bêyî çîrokên xwe, bêyî çanda xwe mezin dibin
/in HevpeyvînRoza Metîna
Di çarçoveya Hefteya Pirtûkên Zarokan a Cîhanê de Hevseroka PEN a Kurd Eslîxan Yildirim diyar kir ku ji ber ku Kurd ne xwedî dibistan û dezgehên bi zimanên xwe ne û zarokên wan li dibistana çîrokên biyanî dixwînin û her çiqasî dê û bavê wan bi wan re bi Kurdî biaxivin jî her bi her ji zimanê xwe û ji çanda xwe dûr dikevin û got:” Xweparastina civata Kurdan maye bi berxwedanên di hundirê malbatê de, heke em ji zarokê xwe re bi zimanê xwe çîrokê xwe nebêjin, em ê xwe û zimanê xwe winda bikin.”
Hefteya Pirtûkên Zarokan a Cîhanê her sal di hefteya duyem a mijdarê de ji bo balkişandina ser girîngiya xwendinê û pirtûkên zarokan tê pîrozkirin. Têkildarî mijarê me bi Hevseroka PEN a Kurd Eslîxan Yildirim re gotibêj kir. Eslîxan Yildirim li Nisêbînê hatiye dinyayê. Dibistana seretayî û ya navîn li Nisebînê xwendiye. Piştre li Erziromê, li Lîseya Mamostetiyê ya Jinan a Nenehatûnê û dîsa di heman dibistanê de Enstîtuya Perwerdeyê qedandiye. Bîst salan li Nisêbînê mamostetî kiriye. Ji sala 1999’an ve li ser dîrok û çandê lêkolînê dike. Berî dest bi weşangeriyê bike, bi hin weşanxaneyan re bi hevkarî dest bi çapkirina berhemên li ser çand û dîroka Kurdistanê kiriye. Di sala 2012’an de li Londonê ‘Weşanxaneya Azad’ vekiriye û bi pirayî berhemên li ser çand û dîroka Kurdan çap kiriye. Niha li Londonê dijî.
Eslîxanê di derbarê Hefteya Pirtûkên Zarokan a Cîhanê de bi awayekî berfireh ji me re behsa girîngî û taybetmendiya vê rojê her wiha behsa girîngiya wêjeya zarokan û bandora wê ya li ser çand, huner û civakê kir.
Li gor we giringî û taybetmendiya Hefteya Pirtûkên Zarokan a Cîhanê çi ye?
Di Hefteya Kitêbê Zarokan de çalakî û tevger ji bo amadekirin û zêdekirina xwendina kitêbên zarokan tê meşandin. Armanca vê hefteyê ew e ku hezkirin û fêrkirina xwendinê li ba zarokan zêde bibe. Ji ber ku bingeha hezkirina xwendinê bi pirayî di zarokatiyê de tê avêtin bi min ev hefte girîng e, ji bo civata Kurdan. Ji ber ku di jiyana gelê me de gelek pirsgirêk hene carinan rê li ber hin mijaran tê girtin. Lê di van rojên taybet de li ser vê mijarê bal tê kişandin, hin çalakiyên taybet tên lidarxistin û xebatê ku heta niha di vî warî de hatine kirin di ber çavan re tê derbaskirin.
Kesayetiya mirovekî bi pirayî di zarokatiyê de bi teşe dibe. Loma liv û tevgera ku ji bo zarokan tê kirin di esasê xwe de bingehekê ji pêşerojê re jî ava dike. Ji ber ku xwediyê sibehê, yanî mezinê sibehê zarokê niha ne. Di vê heyamê de kesekî ku nexwîne nikare xwe bi demê re bigihîne û bibe şexseke/î hemdem. Wek mamosteyekê ez hêvî dikim ku ne tenê di van rojan de, em her tim giringîyê bidin vê mijarê û ji her tiştî bêhtir em ji bo pêşxistina zarokên xwe bixebitin.
Gelo ji kengî ve bi taybetî ji bo zarokan pirtûk hatine nivîsandin?
Wêjeya devkî em dikarin bibêjin ji dema ku mirov xwe nas kiriye heye û her ku ziman bi pêş ketiye zargotin jî berfirehtir û bi qewettir bûye. Ew jî bûye bingeha wêjeya nivîskî. Nivîsandina çîrokên ku îro em ji geleka ji wan re dibêjin çîrokê zarokan, bi kêmanî berî bi hezar salan dest pê kiriye. Li dinyayê tevî pirtûka çîrokan a nivîskî ya herî bi nav û deng pirtûka “Hezar û Yek Şev”ê ye û bingeha vê kitêbê zêdeyî hezar sal berê hatiye avêtin. Her çiqasî ne bi navê pirtûka zarokan hatibe nivîsandin jî îro çavkaniya bi hezara pirtûkê çîrokê zarokan jî ev berhem e. Xweş tê zanîn ku xwediyê vê berhemê civata Rojhilata Navîn e, ev berhem ji danheva çîrok, destan û efsaneyên vê civatê pêk hatiye; bi demê re li her herêmekê ya lêzêdekirin ya jî kêmkirin hatine kirin û bi awayên cuda gihiştine roja me. Ji aliyê zanayên mijarê ve fikara herî li pêş ew e ku bingeha vê berhemê pirtûka Aryanan a bi navê “Hezar Efsane” ye. Yek ji kaniya vê kitêbê welatê Kurdan e û şopê çanda Kurdan rasterast xwe di çîrokan de jî dide der. Ev çîrok bi sed salan di nav Kurdan de jî hatine gotin û bûye perçeyek ji wêjeya Kurdî. Ev pirtûk ji sedsala 18’an ve hem wergerî gelek zimanan bûye, hem jî gelek nivîskarên navdar sûd ji vê berhemê girtine; li ser bingeha wê bi hezaran kitêbên din hatine nivîsandin, fîlm hatine çêkirin, navê lehengê pirtûkê li gelek dezgeh û saziyan hatine kirin. Wek Şehrazad, wek Sînbad û hwd.
Li Ewrûpa di sedsala 17’emîn de çapkirina pirtûkên zarokan dest pê kiriye, lê di sedsala 18’emîn de hebekî bi pêş ketiye. Çîrokên La Fontaine(1621-1695) li dinyayê bi nav û deng in û wek destpêka edebiyata zarokan tê hesibandin, ew jî bingeha xwe ji çîrokên Rojhilatiyan û yê Yewnanan girtiye.
Heke em behsa kitêbê zarokan yê Kurmancî bikin berhemên ewil ên ku hatine nivîsandin bi gelemperî ferheng in. Di sala 1683’yan de Ehmedê Xanî bi navê “Nûbihara Biçûkan” ferhengeh Kurdî-Erebî nivîsiye û bi salan di medreseyan de wek kitêbeke dersê hatiye xwendin. Wek nivîskî ev di wêjeya Kurdî de ji bo perwerdehiya zarokan berhema yekem e. Di serê beşan de ji bo zarokan şîret hene û bal tê kişandin ser giringîya ilm û zanînê. Şagirtê Şêx Ehmedê Xanî Ismaîlê Bazîdî (1655- 1710) jî bi navê Gulzar ferhengek sê zimanî, bi Kurdî-Erebî-Farisî nivîsandiye. Şêx Me‘rûfî Nodeyî, wek ferhenga Kurdî (Soranî)-Erebî, Luxetnâmeyê Ehmedî nivîsîye, tê texmînkirin ku berhem di sala 1790’î de hatiye nivîsandin. Eqîdeya Mewlewî (1806-1882) jî yek ji berhema ku ji bo zarokan hatiye nivîsandin. Mîrsadul Etfâl (Şahrahê Kûdekan), ji hêla Şêx Mihemed Kerbelayî ve wek ferhenga Kurdî-Farisî di 1912’an de nivîsîye. Di vê heyamê de ji ber ku giraniya xwendinê di medreseyan de li ser dîn bû û ew jî bi Erebî bû, berhemên nivîskî yê Kurdî zêde tune ne.
Gelo demê dawî rewşa pirtûkên zarokan yên Kurdî çawa ye?
Kurdan her demê ji bo pêşxistina civata xwe xebat kirine. Piştî Meşrûtiyetê jî bi bayê azadiyê re Kurdan di gelek waran de dest bi xebatê kirine. Yek ji wan vekirina dibistana Kurdî ye. Di 1910’an de ji aliyê komeleya “Kurd Neşrê Me’arif” ve li Çemberlîtaşê/Stenbolê yekemîn dibistana Kurdî bi navê “Kurd Nimûne İbtidaîsi-Meşrutiyet” hatiye vekirin. Xelîl Xeyalî di sala 1909’an de li Stenbolê yekemîn elfabeya Kurdî ya bi tîpên Erebî çêkiriye û navê wê daniye “Elifbaya Kurmancî”. Di vekirina vê dibistanê de roleke Xelîl Xeyalî ya girîng heye û li vir li gor elfabeya wî perwerdeyî bi zimanê Kurdî hatiye kirin. Di rûpela dawîn a vê alfabeyê de nivîskar dide xuyakirin ku li pey vê di warê xwendin, peyvsazî û rêzimanî jî dê kitêb werin çapkirin. Lê wek ku tê zanîn bi dû de ne bi gelekî Herba Dinyayê ya Yekemîn dest pê kir û piştî herbê jî Kurdistan hat perçekirin, loma Kurd ji gelek derfetan bêpar man û xwestek û armancên xwe nikarîbûn bicih bînin. Piştî vê karesatê ji ber ku tim şer û zordarî li Kurdistanê hebû û Kurd nebûn xwedî dibistan û dezgeh, hin hewldanên şexsî hebin jî wek gelek mijaran xebatên kitêbê zarokan jî pir qels mane.
Di salên 1930’î û 1940’î de li Sovyetê(axilbe li Ermenîstanê) û li Sûrîyeyê bi Kurdî di warê berhem û nivîsên wêjeya ji bo zaroka xebatên hêja hatine kirin. Hin helbestvan û nivîskarên Kurd yên wek Pîremêrd, Faîq Bêkes, Casimê Celîl, Hejar Mukriyanî, Goran, Qanî, Miftî Pêncuwînî,Cegerxwîn, Kamuran Mukrî, Erebê Şemo, Heciyê Cindî, Necmettîn Mela, Yûnis Raûf Dildar, Osman Sebrî, Nûrî Şêx Salih, Dilzar, Seydayê Tîrêj, Qedrîcan, Namî, Kamîran Bedirxan, Celadet Bedirxan jî ji bo zarokan çîrok, fabl û helbest nivîsandine, hin ji wan di kovaran de hatine belavkirin, wekî din hin kitêb jî ji zimanin din wergerandine Kurdî. Li Başûrê Kurdistanê jî dema derfet çêbûne hin xebat hatine kirin, lê li Tirkiyeyê ji ber ku Kurdî axaftin jî qedexe bû demeke dirêj bi bêdengî derbas bûye.
Dema di salên 1960-70’yî de li Tirkiyeyê li ser navê çepitî û wekheviyê rê li ber Kurdan hebekî vebû, nivîsên Kurdî jî ji nû ve kat da. Ez qet ji bîr nakim, bavê min alfabeya Kurdî ya ku M. Emîn Bozarslan di 1968’an de nivîsîbû anîbû û me dixwend, em pê gelekî kêfxweş bûbûn. Lê mixabin ev mînak zêde nebûn. Wek ku tê dîtin, dema ber zimanê Kurdî vedibe, wek beşê din berhemên ji bo zarokan jî derdikevin holê. Lê ji ber ku heta salên 1990’î qedexeya li ser Kurdî berdewam kir, wêjeya nivîskî ya ji bo zarokan jî bi pêş neket.
Piştî vê demê, wexta Kurdan berê xwe da Ewrûpa, hewce dike ku em behsa xebatên wêjeya Kurdî ya li Swêdê bikin. Di gel pêşketina hemû cure wêjeya Kurdî, li Swêdê xebatên ji bo zarokan jî pir baş hatine kirin. Ji ber ku dewletê alîkarî daye qursên zimanê dayîkê, Kurdan li vir derfeta ku wêjeya xwe bi pêş bixînin dîtine û xebatên li wir xizmeteke pir hêja ji ziman û çanda Kurdî re kiriye.
Di demê nêzîk de jî, piştî destkeftiyên Herêma Başûrê Kurdistanê û hin gavên ku li Tirkiyeyê hatin avêtin(berî êrîşkirina Rojava), her çiqas ne têrber be jî em dikarin bêjin çapkirina kitêb û kovarên zarokan hebekî baştir e.
Giringî û taybetmendiya çîrok û wêjeya zarokan li gor we çi ye?
Di heyamê berê de zarok bi pirayî bi çîrokan dihatin perwerdekirin. Heta dema ku televizyon û înternet tunebûn, ez yeqîn nakim ku tu zarok bêyî guhdarkirina çîrokan mezin bûbin û hema hema zarokên ku ji çîrokan hez nedikir tunebû.
Bê şik, çîrok alîkariya pêşxistina aqil û zanînê dike, xeyalên zarokan berfireh dike. Ev jî ji bo zarokan gelekî pêwîst e. Di serî de çîrok bi gotinên wek, “hebû tunebû” dest pê dike û zarokan dikşîne dinyayek bêhempa. Di çîrokan de lehengî hene, qencî û xerabî hene, gelek caran tê de biserketina heqiyê heye ku ev hêviyê dide zarokan ji bo li hember hemû neheqiyan, li hember hemû astengiyan têbikoşin. Çîrok gelek caran dide xuyakirin ku kesekî ketibe rewşa herî xerab jî riyek xelasiyê illeh heye. Di hin çîrokan de têkoşîna bi sebir serkeftinê bi xwe re tîne û kesên bi aqil bin karin ê gelekî ji xwe mezintir, yan bi qewettir jî têk bibin. Ev jî bixwebawerbûnê tîne û bi vî awayî zarok fêrî berxwedana jiyanê dibin.
Ji aliyê din ve ji ber ku lehengê çîrokan axilbe ajal in û xweza ye, ev hem hejêkirin û bihevrebûna hemû zindîyan û xwezayê dide hem jî dinyaya xeyal û fikarên zarokan berfireh dike û mejî bi gelek hawayan çalak dike.
Bi vegotina çîrokan, bi axaftina li ser wan, ziman jî bi pêş dikeve, xwe îfadekirin bi qewet dibe, zarok fêr dibin ku hestên xwe bidin der. Ev tev de di binehişê zarokan de cih digrin û di rojê teng de ji wan re dibe rêber. Yanî çîrok bi gelek awayan ji zarokan re dibe alîkar û dibe şewqek di riya jiyana wan de.
Çîrokên Kurdî yên zarokan bandorek çawa li ser zimanê Kurdî, wêjeya Kurdî û bi vê yekê girêdayî li ser çand, huner û civakê dike?
Helbet çîrokên ku ji zarokan re dihatin gotin ewil ji aliyê mezinan ve hatine gotin û tê de gelek armanc hene. Ji bo ku ev armanc xweşik di çîrokê de bicih bibin zanebûn û hunerek wêjeyî jê re divê. Dema em li çîrokên Kurdî yên zarokan dinêrin, em dibînin ku bingeheke pir xurt ya vegotinên devkî hene û ev heta berî derketina televizyonan berdewam kiriye. Ji aliyê çîrokên zarokan ve, Kurd xwedî wêjeyeke devkî ya dewlemend in. Ji ber hin sedeman edebiyata nivîskî ya Kurdan bi qasî ya devkî xwe dernexistiye pêş, lê bi riya wêjeya devkî Kurdî û wêjeya Kurdî hatiye parastin. Wek ku hûn dizanin, di nav Kurdan de serpêhatî û destan jî di wêjeya devkî de cihekî pir girîng girtiye. Ev tev de wêjeya Kurdî xurt kiriye û li gel hemû qeyd û bendan wêjeya Kurdî cihê xwe parastiye.
Ji ber rewşa siyasî ya sedsala dawî dema Kurd bê dewlet man û wek millet hebûna wan ket xeterê çand û hunera wan jî bi paş ket, yan na tu kêmaniya wan ji xelkê derdora wan tune bû. Gerek em di bîr bînin ku berî Dewleta Tirkîyeyê ava bibe di nav erdê Împaratoriya Osmanî de rêjeya xwendekaran li dor ji % 5 an 6 e û wêjeya devkî li pêş bû. Li nav Kurdan jî hema hema li her derdorê odeyên şevbuhêrkan, dengbêj û çîrokbêjên wan ên taybet hebûn. Ev kir ku ew berhem bigihijin heta roja me. Kurdiya wan jî Kurdiyek hur e, ji ber ku bandora perwerdeya zimanê dewletê li ser wan tune bû.
Min bi xwe bi dehan çîrok ji mezinên xwe guhdar kiribûn û bandora wan gelekî li min bûbû. Piştî demekê min gelek ji wan ji bîr kirin û çîrokbêjên ku wana wek berê karibin bêjin jî pir kêm bûbûn. Loma ji bo ew çîrok winda nebin min ji derdora xwe hin çîrok dan hev û ji aliyê Enstîtuya Kurdî ya Amedê ve di 2009’an de wek kitêb bi navê ‘Herdemciwanê’ hatibû çapkirin. Enstîtuyê ji bo zarokan jî 5 heb ji wan çîrokan, her yekê bi serê xwe û bi wêne çap kiribû. Salên dawî ji nav gel gelek çîrok, serpêhatî û destan hatin nivîsandin û derbasî qeydiyan bûne, ev xebateke pir hêja ye û ez yeqîn dikim di derfetek kêm de jî wê ev tev de ji gelek berhemê nûh re bibin bingeh. Dema Kurd ber xwe bibînin ji bo sinemayên wan, ji bo şano, rêzefilm, xêzefilmên wan ev wê bibin kaniyek ji bo wan. Wek ku me berê got, çîrokên “Hezar û Yek Şev”ê ji alî fikir û sin’et de gelek tesîr li dinyayê tevdî kiriye. Bûye kanî û bingeh ji gelek mijarên roman, şano, muzîk û filmê sînemaya. Ev tenê mînakek e li ser giringî û tesîra çîrokan ya li ser wêje û çanda civakê. Di zargotina Kurdî de dinyayek pir dewlemend heye û zimanê Kurdî pir bi hosteyî hatiye bikaranîn;ez bi hêvî me ku ev wê tim riya me ronî bike.
Di vir de hewce dike ez balê bikşînim ser mijarekê. Çîrok, destan û serpêhatiyên civatan nêrîn û çanda wan vedibêje, nirxê wan di wan de bicîh dibe; dema hûn li çîrokên gelekî binêrin kêm zêde hûn dikarin di derbarê wê civatê de bigihêjin qinetekê. Loma zargotin, wêje xezîneya gelekî ye. Lê em zanin ku bi demê re çîrok û destan jî ji civatekê derbasî ya din bûye û li gora rengê wê civatê xwe bi awayekî din daye der. Wek mînak, gelek berhemên nivîskar û xwediyê filmên Rojavayî, mijarên xwe li ser bingeha çîrokên Rojhilatî ava kirine. Lê her çiqasî di hin cihan de ev agahî derbas bibin jî, berhemên nuh wek çanda civata kesê ku ew berhem derxistiye tê xuyakirin. Wek mînak, çîroka “Şengê û Pengê” îro bi navên cuda li dinyayê tevdî çîrokek pir bi nav û deng e, lê ne wek çîroka Kurdan tê zanîn. Ez di gelek berheman de rastî vî awayî bûme, loma ku em xwedî li berhemê xwe, li çanda xwe dernekevin dibe ku sibe ew bibin malê hina din. Di vî warî de pêwîstî bi xebatek taybet ya zanistî heye. Ez hêvî dikim hevalên ku di vî warî de xwedî bingeh in, hebekî li ser vê mijarê bisekinin.
Ger di wêjeyê de çîrokên ji bo zarokan kêm ba vê yekê ew ê bandorek çawa li ser zarok, civak û wêjeyê bikira?
Bersiva vê pirsê îro di hundirê jiyana Kurdan de xwe pir zelal derxistiye holê. Ji ber ku Kurd ne xwedî dibistan û dezgehên bi zimanên xwe ne û zarokên wan li dibistanan çîrokên biyanî dixwînin û her çiqasî dê û bavê wan bi wan re bi Kurdî biaxivin jî her bi her ji zimanê xwe û ji çanda xwe dûr dikevin. Di vir de xweparastina civata Kurdan maye bi berxwedanên di hundirê malbatê de, heke em ji zarokê xwe re bi zimanê xwe çîrokê xwe nebêjin, em ê xwe û zimanê xwe winda bikin.
Esas wêjeya zarokan û ya mezinan di nav hev de ye, hevdu temam dike. Em li heyamê berê binêrin, gelek çîrok hebûn ku em dikarin bêjin ji bo zarokan e lê ew gelek caran ji aliyê mezinan ve jî hatine guhdarkirin an jî hatine xwendin. Hin çîrok û destan hebûn ku rastûrê bi mezinan ve eleqedar bûn û ew jî bala zarokan dikişand, zarok ji wan jî sûd werdigirtin. Lê di dema îro de, axilbe zarokên li bajaran bi pirayî di hundiran de, bi xêzefilmê televizyon û internetê, bi filmê ku jê re dibêjin anîmasyon wext derbas dikin. Ev jî sektoreke bi serê xwe ye; kî di warê teknîkê de di pêş de be çîrok û lehengê wan derdikeve pêşiyê. Îro ji bilî zimanê dewletê, bi riya înternet û televizyonan, ji ber teknîk û desthilatiyê ku hene gelek pirtûk, xêzefilmên ji bo zarokan bi zimanê Ingilîzî bi ser zarokê dinyayê tevdî de diherike. Di vê rewşê de şensê zimanên kêm derfet pir lawaz dibe. Di wir de jî çandeke cuda, dinyayeke cuda derdikeve pêşiya zarokên me. Di roja me de zarokên Kurdan bêyî çîrokên xwe, bêyî çanda xwe mezin dibin û ev wê bandoreke neyênî ji Kurdan re bîne. Ji ber wilo ve xebatên bi rêk û pêk û xwedî dezgeh ji bo Kurdan pêwîst in.
Li ser giringîya hilbijartin û kalîteya pirtûkên zarokan hûn çi difikirin?
Ev jî mijareke gelekî muhîm e. Ji bo ku zarok hez ji kitêbekê bikin, gerek ew kitêb bala zarokan bikşîne. Ji aliyê din ve divê mijarên kitêba li gor emrê zarokan bin û zimanê wan xweş bin. Îro di piyasê de gelek kitêbê zarokan hene, divê mamoste û têgihiştîyên derdora zarokan bikin ku zarok xwe bigihînin kitêbê baş û yê ku riyek pêşxistinê bide ber wan.
Ez zanim hûn jî di çarçoveya Hefteya Kitêbê Zarokan de van rojan di nav hewldanê de ne. Ez serkeftinê ji we re jî dixwazim û ez hêvî dikim germaya tevgera van rojan tesîrê li rojê pêşiya me jî bike.
Hevpeyvîna bi Nivîskarê Sêvdîn – Mîrê Kela Rebetê – Osman Ozçelîk re
/in HevpeyvînHevpeyvîna bi Nivîskarê Sêvdîn – Mîrê Kela Rebetê – Osman Ozçelîk re
Romana yekemîn a Osman Ozçelik a dîrokî ya bi navê Sêvdîn – Mîrê Kela Rebetê – ji aliyê Weşana Avestayê hat çapkirin. Li gor salnameya weşangeran, roman di demeke xweş a salê de, di demeke ku pirtûk û xwendin di rojevê de ne de, beriya Pêşaneya Pirtûkan a Amedê bi demeke kurt, bi bergekî xweş ê ku dilê mirovan dibijîne xwe, derket.
Çîroka ku ji çîrokekê zaye, dîroka ku ji xwe xwedî bûye, dermanekî ku ji derdan hatî dotin, gotineke têr û rehwan a ku ji xweşbêjiya kurdî baş hatî kedîkirin û gotin.
Çîrokeke ku dê gelek çîrokên din jê bizên, dîrokeke ku dê gelek xewnên xweş jê xwedî bibin, dermanekî ku dê gelek birînên zimên bikewîne; xweşbêjiyê bimêjîne, reşbêjiyê bikujîne; derdekî ku ne bê derman e…
Û bê şik û guman xweşbêjiyeke, zarşêrîniyeke têr û tijî ya ku dê gelek xwendevanên nû ji bo kurdî kedî bike, bielimîne û bikemilîne…
Xwe mîna çêlkeweke baskşikestî ya li ber devê marekî reş; wek karxezaleke lingşikestî ya li ber devê gurekî har ê devbixwîn his dikir (hevokek ji pirtûkê).
Bêguman ev pirtûk dê di demeke kin de bikeve rojeva wêjevan û wêjehezên kurd û demeke dirêj jî dê di rojevê de bimîne. Dê li ser vê pirtûkê gelek gotin bên gotin, gelek hevok bên nivîsîn. Beriya pêşiyê min xwest ku ez ji nivîskar çend pirsan bipirsim, sedemên nivîsandina vê pirtûkê û hêviyên wî yên ji vê pirtûkê û ji xwendevanan, hîn bibim da ku ji bo xwendevanên di dorê de xwendin û têgihîştin hêsantir bibe. Fermo, em bi hev re guh bidin dengê nivîskar…
Beriya ku em dest pê bikin, bi xêr û bêr be, çavên xwendevanên kurd ronî bin. Wek hemû berhemên din ên bi kurdî, ji vê berhemê re jî serkeftinê hêvî dikim, rêya wê ronî be.
Omer Fîdan:Di wêjeya kurdî de cihê “romana dîrokî” ku der e? Beriya ku te biryara nivîsandina vê mijar û romanê da, te kîjan romanên dîrokî yên bi kurdî xwendin û para wan a di vê biryara te de çiqas mezin e?
Osman Ozçelîk: Wêje beşek ji beşên hunerên bedew e. Roman jî beşek wêjeyê yê ciwan e. Di wêjeya dinyayê de roman; ji helbest, şano û çîrokê ciwantir e. Tê qebûlkirin ku romana yekemîn a cîhanê “Don Kîşot” a Miguel de Cervantes e ku di sala1615’an de di hepsxanê de hatiye nivîsîn. Dostoyevskî ji bo vê romanê gotiye; “Ew, peyv û hizra herî dawî ya bilind a mirovahiyê ye.”
Roman bi giranî piştî şoreşa Fransa û pêşketina pîşesaziya Ewropa, ango di serdema desthilatdariya çîna bûrjûwaziyê de di sedsala 19’emîn de geş bûye.
Romana yekemîn a kurdî jî Erebê Şemo di sala 1935’an de, “Şivanê Kurmancan” nivîsiye. Wek derengmayinekê dixuye, belê ji bo welatekî dagirkirî, ji bo zimanekî qedexekirî destpêkeke ne xerab e. Maksim Gorkî piştî xwendina romana Şivanê Kurmancan gotiye, “Gelê kurd bi zimanê Ereb Şemo diaxivin.” Mirov hêza wêjeyê di vê hevoka Maksim Gorkî de dibîne.
Bi kurdî romanên dîrokî pir nehatine nivîsîn. Pirtir wek biyografî an otobiyografî hatine nivîsîn. Ji ber ku têkiliyên me bi Başûr ve kêm in û ji ber pirsgirêka alfabeyê bi rastî nizanim li Başûr rewşa romanê di çi astê de ye.
Omer Fîdan: Di beşeke romanê de xemxuriya ji bo dîroka giştî; bi taybetî serdema Selahadînê Eyûbî heye; di beşeke din a romanê de jî xemxuriya ji bo qeydkirina dîroka takekesî, teslîmkirina heqê Meta Perde heye. Ji bo te sedema herî girîng a nivîsandina vê romanê çi bû?
Osman Ozçelîk: Meta Perde, dotmama bavê min bû. Hunermendeke çîrokbêjiyê bû. Bi sê zimanan dizanî. Gava wê çîrok digot, me bêhnçikiyayî li wê guhdarî dikir. Li odeyan cihê wê ji yên axa û mezinan bilindtir bû. Çîrokên ku wê digot, heta niha min tu wersiyonên wan ji tu kesî nebihîstiye. Min gelek çîrok jê guhdarî kiribû, mixabin em zarok bûn me bîra qeydkirin an nivîsa çîrokan nedibir. Mezinên me jî tenê guhdarî dikirin.
Ji wan çîrokan sê heb bi kîtekît di bîra min de man. Çendekê din jî hene belê tam bi ruh nayînim. Min ji wan du çîrok nivîsîne, di pêşerojê de dixwazim wek çîrok bêne weşandin.
Çîroka sêyemîn “Xamûr Ana” bû. Çîroka Xamûr Ana bû bingeha romana“Sêvdîn-Mîrê Kela Rebetê-”
Omer Fîdan: Di nivîsandina romaneke bi vî rengî de herî zêde çi bi kêrî te hat? Zanîn û daneheva te ya li ser Selahadînê Eyûbî yan jî xwestek û pêdiviya te ya bi nivîsê?
Osman Ozçelîk: Di çîroka Xamûr Ana di demeke pir kevn de derbas dibû. Navê lehengan tune bû. Çîroka “Keça Ciwan” û “Mîr” bû. Serleheng “Keça Ciwan” bû.
Gava min biryar da ku vê çîrokê bi zimanê romanê binivîsim, bêyî ku ez çîrokê xera bikim, min ji nû ve çîrok hûnand. Leheng bi nav, bi ruh û can kir. Dem jî dê serdema sedsala 12’an bûya. Bi vê wesîleyê min ê behsa Şeddadiyan, Merwaniyan û Eyûbiyan bikira. Bi taybetî jî Şêrgo û Selahaddin. Mîrê çîroka me, Mîr Sêvdîn bû şervanekî Selahaddîn. Diviya me ne bi çavên dagirkeran, bi çavekî welatperwerî li dîroka xwe binihêriya.
Omer Fîdan: Ev pirsa klasîk xwe dide pirsîn: Lêkolîneriya te, te kir romanûs an jî romanûsiya te te kir lêkolîner?
Osman Ozçelîk: Ev roman li ser rastiyên dîrokî, pevxistineke hûnandî ya wêjeyî ye. Heke dê romaneke dîrokî bihata nivîsîn diviya lêkolîneke qenc bihata kirin. Ji lêkolînan hez dikim. Berê jî min li ser bingeh û avakirina nîjadperestiya tirk, pirtûka “Şaristanî û Nîjadperestî” nivîsî bû.
Romanûsiyê lêkolîn; lêkolînê jî roman kûr kir. Bi hev re meşiyan.
Omer Fîdan:Di romanê de gelek hûrgiliyên dîrokî yên serdema Eyûbiyan û di nav bûyerên wê serdemê de jî toreke berfireh heye. Ji bo lihevanîna van agahiyan, rastbikaranîna wan û honandina wan xwendineke bi bêhnfirehî û matematîkeke baş hewce dike. Amadekarî û danehevên ji bo nivîsandina vê romanê çend roj/meh/sal ajotin û kêm zêde te çiqas/çend rûpel xwend?
Osman Ozçelîk: Bi rastî nivîsîna romaneke dîrokî berpirsiyarîyeke giran e. Her çiqas roman, pevxistineke wêjeyî be jî divê rastiya bûyerên dîrokî neyên texrîfkirin. Nêzî du salan min tenê dîroka sedsala 12an a herêmê xwend. Bi taybetî li ser Selahaddîn hema bêje çi hatibe nivîsîn min xwendin. Du caran ji romanê bêtir min not girtin, nakokiyên heyî min neqandin. Di dawiya romanê de min navê hinek çavkaniyan daye. Gotar û nûçeyên ku min xwendin jî bi qasî wan e. Bi tevahî dikarim bêjim min 15-20 hezar rûpel xwend. Di serî de min kronolojiya bûyerên ku ez ê vebêjim, ji pirtûk û ansîklopediyan derxistin ku tiştekî şaş neyê nivîsîn. Kronolojî tenê 3 rûpel girt. Paşê min dest bi nivîsê kir. Bi keda çar salan roman qediya.
Omer Fîdan: Lingekî romanê li ser dîrokê ye, lingê din li ser çîrokê ye. Te çiqasî dikaribû ku tu dîrok û çîrokê ji hev cuda bikî? Yan jî hewleke te ya bi vî rengî hebû?
Osman Ozçelîk:Wek du çîrok bi hev re bimeşin hat nivîsîn. Carinan her yek bi serê xwe, carinan jî her du çîrok di nava hev de, bi hev re, dimeşin.
Omer Fîdan: Ev pirs ji bo romanên dîrokî pirseke klasîk e, ez ê jî bipirsim: Bûyerên di vê berhemê de rastî ne yan lihevanîn in?
Osman Ozçelîk: Lehengên dîrokî, bûyerên dîrokî hemî bi rastiya dîrokê ve girêdayî ne. Çîroka lehengên din hatin afirandin. Çîroka eşqeke bi êş…Xwendevan dizanin ku roman dîrokî be jî, bi xwe ne dîrok e. Dîrok zanistek e, wêje zanisteke cuda ye. Em dikarin bêjin ev roman çîrokeke wêjeyî ya dîrokî ye.
Omer Fîdan: Ligel ku Selahadînê Eyûbî lehengekî gerdûnî ye û kurd e jî, piraniya kurdan dibêjin ji ber ku li ser navê kurdan û kurdbûnê tiştek nekiriye wî wek fîgurekî dîrokî yê kurd û kurdewar nabînin. Di vê romanê de em bêhtir wî wek kurdekî dibînin;kurdewariya wî, têkiliya wî ya bi kurdan û çanda kurdan re, hwd. Gelo di vê berhemê de hewleke te ya taybet a ji bo şikandina pêşdaraziyên li hemberî Selahadînê Eyûbî heye yan na?
Osman Ozçelîk: Mixabin li ba me kurdan hişmendiya netewbûnê dereng dest pê kir. Ev derengmayîn bû sedema êş û azarên giran. Netewebûn, bi lêxwedîderketina nirxên neteweyî pêkan e. Me di wextê de, têr, xwedîtî li nirxên xwe yên neteweyî nekir. Selahaddîn jî nirxekî gelê me bû. Pirsa “Çima wî ji me re dewletek ava nekir?” ne pirseke di cih de ye.
Di serdema sedsala 12’an de tu “netewe dewlet” tunebûn. Malbatekê yan eşîrekê bi hukmê zorê, bi talanê; erdên xwe fireh dikirin, zengîn dibûn, mezin dibûn. Ji bo motîvekirina şervanên xwe yên bi pere, bi giranî “dîn” bi kar dianîn. Rewş ne tenê ji bo misilmanan, ji bo xiristiyanên Ewropa jî wisa bû. Di nav pêşeng û şervanên ku derketibûn “Seferên Xaçparêzan” ji her gelî mirov hebûn. Armanca wan a fermî parastina dînê Îsa Mesîh bû. Armanca rastîn jî talan bû, zengînbûna kont û ruhbanên xiristiyan bû.
Ne Selçûqiyan, ne Zengiyan ne jî Osmaniyan li ser navê tirkbûnê dewlet ava nekiribûn. Belê tirk xwedîtiyê li wan dikin, ji xwe re dîrokeke ku fexra xwe pê bînin saz dikin.
Eyûbî jî kurd bûn û ji xwe re împeratoriyek ava kiribûn; wek selçûqiyan, wek Osmaniyan. Selehaddîn fermandar û şervanên xwe pirtirîn ji mîr û begên kurdan hildibijart. Nasnameya xwe wek kurdekî misilman dabû qebûlkirin. Min xwest ev rastî derkeve holê û em xwedîtiyê li vî nirxê xwe bikin ku di destê ereb û tirkan de nemîne.
Omer Fîdan: Bi giranî, nivîskar di berhemên xwe de parçeyekî ji xwe jî bi cih dikin. Ji Osman Ozçelik çi di vê romanê de heye?
Osman Ozçelîk: Bêguman di karakterê her lehengekî romanêde parçeyek ji nivîskar û kesayetên ku nas kiriye, heye.
Omer Fîdan: Hey ku min ev pirsî, ez vê ya jî nepirsim nabe; wek kesekî piralî yê ku jiyaneke têr û tijî jiyaye-dijî, gelo niyeta te heye ku tu bîranînên xwe yan jî jînenîgariya xwe binivîsî?
Osman Ozçelîk: Ango tu dixwazî bêje, “Tu îxtiyar bûyî, jînenigariya xwe binivîsî?” Niha di malpera “Nûpel. net” de gotaran dinivîsim. Hinek bîranînên min bi zimanekî mîzahî dibe mijara gotarê. Beriya jînenîgariyê, tiştên ku ez binivîsim hene. Dixwazim bo wêjeya kurd berhemên nû binivîsim. Di tûrikê min de gelek tişt kom bûne. Belkî paşê…
Omer Fîdan: Înca nivîskarî bila li aliyekî bimîne; pirsa xwe ji xwendevanekî baş ê wêjeya kurdî bikim; pirsgirêka herî beloq a wêjeya kurdî li gor te çi ye? Û ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê bi kurtasî tu dikarî çi pêşniyazê bikî?
Osman Ozçelîk: Xwendin… Xwendin… Xwendin. Xwendina kurdî û xwendina wêjeya cîhanî. Divê bê zanîn ku heta mirov têr nexwîne divê nenivîse. Ji nivîskarên ciwan bi hêvî me û kêfxweş im ku berhemên di asta wêjeya cîhanê de, dinivîsin.
Omer Fîdan: Li gor te xwendevanên kurdî ji bo çi divê teqez vê romanê bixwînin? Bi hevokekê-du hevokan…
Osman Ozçelîk: Teqez?.. Naa… Nikarim tiştekî wisa bêjim. Belê heke vê romanê bixwînin, bawer im dê bigihêjin çêja zimanê xwe yê şêrîn.
Omer Fîdan: Dîsa wek şêwazeke hevpeyvînê, gotineke dawîn a ku tu bi taybetî dixwazî bibêjî, tiştekî ku di dilê te de mabe heye?
Osman Ozçelîk: Berê, ji bo vê hevpeyvînê spasiya te dikim û hêviya min ew e ku kedkarên ziman û wêjeya kurdî, qedr û qîmeta hev bizanibin.
Omer Fîdan
28.09.2019
Osman OZÇELÎK
Di sala 1952an de, li Dêrika Çiyayê Mazî hat dinyayê. Dibistana Seretayî û ya Navîn li Dêrikê, Lîse jî li Amedê qedand. Li Stenbolê Fakulteya Dermansaziyê xwend, di nava xebatên DDKO’ yê de cih girt. Piştî darbeya leşkerî ya 1980’yî, wek Sekreterê Giştî yê Odeya Dermansazên Stenbolê hat hilbijartin. Di weşanên Odeya Dermansazan de nivîskarî û edîtoriya weşanan kir. Ji ber nivîsên xwe yên li dijî Makezagona 1980’yî ya cûntayê, hat hepskirin.
Bû yek ji avakarên, Partiya Keda Gel (HEP) û serokatiya şaxê bajarê Stenbolê kir. (1990-1993)
Di partiyên; HEP, DEP, HADEP, DEHAP, DTP’ ê de bênavber, xebitî û wek cîgirê serokê giştî rêvebertî kir.
Di sala 1992’an de biryar da ku êdî derveyî kurdî bi tu zimanî nenivîse. Di rojnameyên Welat, Welatê Me û Azadiya Welat de qunciknivîsî kir. Di Kovara Pîne de nivîsên mîzahî nivîsî. Di sala 2005’an de ji Stenbolê mala xwe bar kir, li Amedê bi cî bû.
Li Unîversîteya Sorbonnê (Paris) dersên ziman wergirt. (1995)
Di Serdema 23’yemîn a TBMMyê de wek wekîlê bajarê Sêrtê hat hilbijartin. (2007-2011) Di Komîsyona Ziman û Perwerdehiyê ya Kongreya Civaka Demokratîk de kar kir. (2012-2014)
Di Komeleya Nivîskarên Kurd û Akademiya Ehmedê Xanî de rêvebertî kir. (2014-2016)
Di sala 2016’an de wek hevserokê Navenda PENa Kurd hat hilbijartin. (2016-2019)
Berhem:
“Qaqlîbaz” Werger, Richard Bach, Fırat, 1994; Çapa duyem, Aram, 2013
“Rojeke Îvan Denîsovîç” Werger, Alexandre Soljenitsin, Avesta, 2000 Weşanxaneya APEC ya li Swêdê, xelata wergera herî baş ya sala 2001an, da nivîskar. Heman berhem, di sala 2007an de ket pirtûkxaneya Meclîsa Tirkiyeyê. Ev, pirtûka yekemîn bû ku xweser kurdî, di pirtûkxaneya Meclîsê de cih distend.
“Kulîlkên Qeşayê” Ceribandin, Nivîsên Azadiya Welat, “Weşanên M”, 2004
“… Û ronahî di tariyê de dibiriqe” Werger, Tolstoy-Stefan Zweig, Avesta, 2011
“Şaristanî û Nijadperestî,” Lêkolîn, Aram, 2013 “Rojên Almanyayê,” werger, Celadet Alî Bedirxan, Avesta, 2015
PENa Kurd LOGO

EM KÎ NE?
Navenda PENa Kurd navendeke parêzerê mafên (nivîskar, zimanzan, rojnamevanên) kurd e. Endamê PENa Navneteweyî ye û bingeha PENa Navneteweyî li Londona paytexta Brîtanyayê ye.
Email: committee@pen-kurd.org
LI HEMBER RÛMETA KURDEKÎ HELBESTVAN Û ŞOREŞGER; XATIRXWESTINA DAWÎ JI FÎLOZOF Û HELBESTVAN (EHMED HUSEYNÎ) لەبەردەم شکۆی کوردێکی شاعیر و شۆڕشگێڕدا؛ دوا ماڵئاوایی لە فەیلەسووف و شاعیر (ئەحمەد حوسێنی)14/03/2026 - 11:50 am
An Appeal from Kurdish PEN The Cry of Silence: An Open Call to PEN International and the Global Conscience in the Shadow of Cultural Eradication11/01/2026 - 11:13 pm


