ARJEN ARÎ HATE BIBÎRANÎN


Îro, bi munasebeta sêzdesaliya wefata helbestvanê Kurd Arjen Arî li ser gora wî merasîma bîranînê hate lidarxistin. Digel gelek sazî û kesên qada wêjeyê, Pena Kurd jî beşdar bû. Ji Pena Kurd sekreterê giştî yê Pena Kurd û endamên rêveberiya Pena Kurd Omer Fidan û Sultan Yaray beşdar bûn. Li ser navê Pena Kurd Omer Fidan axivî û behsa helbestvaniya Arjen Arî kir. Piştî merasîmê wekî her salê mêvan derbasî mala Arjen Arî bûn û li ser kesayetî û helbestvaniya wî guftûgoyê kirin.
(Dîtbarî: Azad Zal, Şenay Kumuz)


