Çend gotin li ser berhema nû ya nivîskarê Kurd yê Cihû Mîran Abraham

(Em jî li vir bûn û Kurdistan welatê me ye jî)
“Bîranîna ku em wê nenivîsin, dem wê winda dike” (Isabel Allende)
Dibe ku ne tiştekî nû be heke em qala têkiliya bihêz di navbera wêje û dîrokê de bikin. Çunkî hergav wan herdu waran sûdeke mezin ji hev dîtine ji bo temamkirina aliyên xwe yên netemam.
Hergav tişta dîroknivîs kifş nekiriye û bi hûrgilî tomar nekiriye, wêjevanan dubare ew danîne ber neştera xwendin û behskirinê û hûrtir ji me re gotine, ku çawa û kengî û li kû ew bûyer qewimîne.
Milan Kundera dibêje: “Nivîsîna dîrokê serederiyê ne bi dîroka mirov, lê bi dîroka civakê re dike, ji ber vê ew pêşhatên dîrokî ku di romanê de derdikevin, gelek caran ji hêla dîroknivîsan ve nayên dîtin.”
Lê wêje çunkî berhema fantazî û bîreweriya mirovan e, bi kûrî li ser hûrdemên jiyana mirov bi xwe kar dike. Da bi vê rêyê tişta qewimiye, bi nîşandana wêneya mezin careke din nîşanî me bide.
Dibe ku ji gelekan ji me re xwendina dîrokê karekî zehmet û dijwar be, lê wêje hergav hevkar e û di dubare xwendina bûyeran de bi tehm û çêja fantazî alî me dike.
Bi baweriya min, ev jî ne karekî wisa hêsan e, lê pêvajoyeke mezin û giran a nivîskar bi afirandina xwe re ye, ka çawa bi rêya lîstika nivîsînê wisa li xwîner dike xwendina berhema wî bidomîne. Bextiyar Elî dibêje: “Wêje ew rûber e ku tê de bîreweriya şexsî û bîreweriya hevpar ji her cihekî din bêtir nêzîkî hev dibin”.
An ku ew şarezatiya nivîskar e ka çawa bi rêya vegêrana bîreweriyên xwe, bi bikaranîna teknîkên cuda, xwîner dike beşek ji karê xwe û her bi wê rêyê jî bîreweriya xwe ya şexsî û taybet tev li bîreweriya giştî dike.
Bi vê rêyê jî nivîskar bi rêya vegêrana bîreweriya xas, li ser vegêrana bîreweriya giştî jî dixebite. Dibe ku em nimûneya vî awayê karkirinê bi zelalî di romana (Niştimanî Sara- Welatê Sarayê) yê romannivîs Mîran Abraham de bibînin.
Di vê berhemê de nivîsevan bi aqilmendî û bi rêya bikaranîna vegêranê û karkirina di nav bîreweriyên xwe û malbata xwe yên xas de, bîreweriya giştî ya me hemûyan tev dide û bi rêya vegêrana çîroka beşek ji şêniyên bajarê Silêmaniyê ku di aliyê olî de cuda bûn û wek (cihû) naskirî ne, mîna (Şehrezad) hemûyan dike dîlê vegêrana çîrokên xwe û rûpel li pey rûpelê wisa li me dike ku em bi bûyerên romanê re herin.
Ew bi rêya wêjeyê dubare beşekê ji dîroka piştguhkirî ya bajarê me tîne bîra me, dîrokek ku dibe ku heya niha jî ji bo beşek ji şêniyên bajêr bîreweriyeke zindî ya nejibîrkirî be.
Bextiyar Elî derbarê bîrewerî û raboriyê de dibêje: “Di wêjeyê de raborî ji wê yekê dikeve ku tenê raborî be û dibe mijarek ji bo bêzewaliyê, dibe keresteyeke seretayî û madeyeke xam ji bo hebûneke cawîdan, bîrewerî nikare bêyî huner û wêjeyê, şerê li dijî jibîrçûnê bibe”.
Nivîskar jî di vî karê xwe de ji bo ku ji bîra me neçe, şerê li dijî jibîrçûnê bi me re dike û di xêzên dawî yên dawiya romana xwe de, bi rêya bikaranîna yek ji sembol û hêmanên ola (Cihû) ku danîna (kevir e) wek amaje ku em jî li vir bûn, ji me re dibêje “Me ji bîr nekin, çunkî bi rastî jî em heyamekê li vir bûn”.
Pir bi kurtî çîroka romanê
Piştî belavkirina romana (Şewgerekan), romana (Niştimanî Sara) duyem berhema nivîser û romannivîs (Mîran Abraham) e ku ev roman di (448) rûpelan de, li navenda rewşenbîrî ya Endêşe li bajarê Silêmaniyê hatiye çap û belavkirin.
Nivîsevan romana xwe li ser çend beşan dabeş kiriye ku her yek ji van beşan merem û armanceke xwe ya diyarkirî heye û her yek ji wan jî vegêrana qonaxeke giring a çîrokê ye. Ew beş jî ev in: Kitêbek ji bo bîreweriyên şermîn, Niştimanê Sara, Veqetîn û Veger).
Roman ji hêla vebêjerekî hertiştzan ve ku haya wî ji hemû biserhatî û bûyeran heye, tê vegêran. Ev çîrokbêj li jor rawestiyaye û çavê wî hemû beşên çîrokê ji destpêkê heya dawî dibîne ku bi baweriya min ev ji bilî nivîskar bi xwe ne kesekî din e, çunkî li jêr wî çend vebêjerên me yên nesereke hene û her yek ji wan beşeke din a çîrokê li gor nêrîna xwe vedigêrin, an ku bi giştî roman pir vebêjer e û nivîskar rê daye karakterên romanê bi azadî li gelek cihan bipeyivin.
Ev roman ji ber pirbûna gelek bûyerên curbicur zehmet e mumkin be di çend xêzên kurt de bê kurtkirin û biserhatiyên wê werin vegêran, lê pir bi kurtî tomeriya romanê vegêrana çîroka jiyana yek ji malbatên bajarê Silêmaniyê ye li taxa cihûyan.
Bi rêya wan jî behskirina çend mijarên jiyarî yên wê serdema bajarê Silêmaniyê, wek (mijara pêkve jiyana netew û olên cuda, meseleya hukmdariyê di wan salan de, pêwendiya civakî ya şêniyên tax û bajar, dildarî û meseleya zewacê di wan deman de, bala xelkê li ser cihûyan û milamekirina bi wan re, dûre koça cihûyan ji temamiya Kurdistan û Iraqê ji bo Filistînê û ji wir jî ji bo Îsraîlê.)
Ev çend mijarên din ên giring beşeke giring a çîroka nav bûyerên romana (Niştimanê Sara) ne ku bi rastî çêja rasteqîn her di xwendina romanê bi xwe de ye ne ku ti vegêraneke din.
Romaneke dîrokî yan vegêrana dîrokê bi materyala xeyalê?
Gava xwîner vê romanê dixwîne, rasterast bi vê pirsê re rûbirû dibe ka gelo ev roman nivîsîna dîrokê ye, wek ku qewimiye? Yan nivîser bi rêya fantazî karekî nû di nav dîrokê de dike û bi vê rêyê aliyekî din ê bûyeran nîşanî me dide.
Di edebiyata dinyayê de, ne kêm in ew romanên ku nivîsevanên wan bi vê şêwazê kar kirine û hergav dîrok û bûyerên dîrokî bûne materyala bihêz a karkirina wan.
Dibe ku romanên (Şer û Aştî ya Tolstoy û Stenbol a Orhan Pamuk û Sed Sal Tenêtî ya Markîz û Kurikê di pîjameya xetxetî de ya John Boyne) ji nimûneyên diyar ên wan romanan bin ku nivîsevanên wan dîrok wek materyala vegêranê bi alîkariya xeyal û bîreweriyê kirine mijara romanên xwe.
Di vê romanê de jî nivîsevan bi aqilmendî sûd ji vê mijarê dîtiye û careke din çîroka (cihû)yên Silêmaniyê tîne bîra me.
Tevî ku wî ji bo avakirin û vegêrana çîroka xwe sûdeke zêde ji dîrokê û bûyerên dîrokî wergirtiye, lê beşeke zêde ya berhema wî jî karkirin e di nav fantazî û xeyalê de û bi zimanekî pir bedew xwîner vedigerîne bo çend salan berî niha û goşeyeke din a jiyanê li bajar û navçeyê nîşan dide ku ev jî di rastiyê de şiyan û zîrektiyeke zêde dixwaze.
Niştimanê Sara; armanc û peyamên wê
Gotineke bedew a romannivîs Paul Auster heye, dibêje: “Çîrok tenê li wan rûdide ku şiyana wan a vegêrana wê heye.” Bi baweriya min her mirovek li dinyayê xwediyê çend çîrokan e ji bo ku wan vegêre, lê ji xwe hemû ne nivîskar in û qudreta wan a vegêranê nîne, lewma kêm in yên ku dikarin çîrokên xwe bikin realîte û ji yên dîtir re vegêrin.
Nivîskarê romana (Niştimanê Sara) bi xwe yek e ji wan mirovên ku xwediyê du şensên mezin e, ew jî yek ji wan nivîskarbûn û şiyana baş a vegêranê ye û ya duyem jî li wê gorê ku ew bi xwe yek e ji nifşê nû yê cihûyên Silêmaniyê û bi rêya dê-bavên xwe çîrok û biserhatiyên malbata xwe bihîstiye, kariye bi aqildarî û hostetî wan binivîse û ji hemûyan re vegêre.
Lewma bi baweriya min ev roman çend aliyên wê yên giring û veşartî hem di nivîsîn û hem di vegotinê de hene ku bêguman xwînerê hişyar û hûrbîn li paş xwendina wê bi hêsanî hest pê dike.
Nivîskar bi rêya vê romanê ji me re dibêje, heyamekê ew bajarên Herêma Kurdistanê welat û mala me jî bûn. Dibe ku hebûna navê taxa (cihûyan) li hemû bajar û bajarokan belgeya tekûz a rastiya vê mijarê be. Ji me re dibêje, em jî beşdar in di (avakirin û bingehdanîn, di geşkirin û pêşketin, di jan û zordariyê, di şoreş û qurbanîdanê de) lewma me ji bîr nekin û wek beşek ji raboriya xwe li me binerin.
Nivîskar jîrane û bi mebest di rûpela (335) a romana xwe de, (Sara) karaktera bihêz û diyar a romanê û neviya lişûnmayî ya (cihûyan) li Silêmaniyê, ku wê demê jina (Salar) e, li nav şoreşê û li yek ji kampên pêşmergeyan de giyan dispêre û her li wir û li girekî tenişt kampê, li ser şêwaz û edetên ola (cihû) tê veşartin.
Ev jî peyama diyar a nivîskar e ku ji hemûyan re dibêje erê “em jî li vir bûn û em jî beşdar bûn, me qurbanî daye û term û hestiyên nifşên me tev li vê axê bûne.”
Têbîniya min a dawî li ser romanê
Bi baweriya min (Niştimanê Sara) yek ji wan bedewtirîn romanan e ku çêdibe wek berhemeke mezin a edebî di kitêbxaneya kurdî de bê temaşekirin, tevî ku roman di aliyê fikirî de ne zêde kûr e û heta radeyekê çîroka wê sade ye.
Lê çênabe bûyer û şêwaza vegêranên wê neyên xwendin û çêj ji xwendina wan neyê dîtin. Her çiqasî di vegêrana beşa sêyem û çarem a romanê de, an ku di herdu beşên (Bîreweriyên Sara û Veqetînê) de, ez rastî corek ji dirêjkirinê hatim û bi nêrîna min nivîskar ji rîtma vegêrana xwe derketiye.
Lê di beşa dawî ya romanê de, an ku di beşa (Veger) ê de bi şarezatî û hostetî qudreta xwe nîşan dide û lîstikeke wisa bi xwîner re dike ku ji bo min neçaverêkirî bû, ev jî tehm û çêjeke zêde diyarî tomeriya romanê dike.
Lewma ev karê (Mîran Abraham) hêjayî xwendin û li ser rawestanê ye û bi hêvî me pir bi başî bê xwendin. A ku ji bo min pir balkêş bû di dawiya romanê de, vegera (Bapîre Xayim) e, piştî çend salan ji Îsraîlê ji bo bajarê Silêmaniyê û çûna wî ye ji bo goristana (cihûyan) û gotina peyama xwe ya bihêz a dawî ku ew peyama nivîskar e jî wek yek ji neviyên wan.
Di rûpela (443) de nivîskar wisa vedigêre: “Bapîre Xayim, li ser sekoya kolanê rûnişt. Ew kolana ku berê goristana cihûyan bû û hemû bav û bapîr û ezîzên wî li wir bi axê hatine sipartin. Destê xwe bir ji bo çanteyê milê xwe û kevirek derxist. Kevir danî ser keviya kolanê û çavê xwe girt û di ber xwe de got: Di hişkî û temenê ebediyeta xwe de bîranîna me hilgire û ji nifşê bê yê vî bajarî re bêje ku em jî li vir bûn.”
Şaxewan Sidîq

Di 1’ê Hezîrana 1992’yan de Rewşen Bedirxan jiyana xwe ji dest da

Rojnameger, nivîskar û rewşenbîra kurd Rewşen Bedirxan 30 sal berê ji nav me koç kir.

Rewşen di 11’ê Tîrmeha 1909’an de li Kayseriyê hat dinê. Malbata wê surgunê Kayseriyê bûbû. Rewşen a li surgunê hat dinê û mezin bû di 1913’an de bi malbata xwe re li Salihiyeya nêzî Şamê bi cih bûn. Bi hewldana malbata xwe bi çand û zimanê xwe mezin bû. Dayika wê dixwaze ku Rewşen bibe mamoste lê ew rojnamegeriyê dixwaze. Piştre dibêje her du pîşeyan bikim û Dibistana Mamostetiya Erebî diqedîne. Di 1925’an de wek mamosteya Erebî dixebite. Demekê jî li dibistanê rêvebertiyê dike.

Yekem jina kurd a di Kovara Hawarê de nivîsiye

Rewşen di 1929’an de bi mêrekî rreb ê bi navê Omer Madan re dizewice. Piştî vê zewacê jî bi Celadet Bedirxan re dizewice. Di berhemên Rewşenê de bandora hevjînê wê Celadet Bedirxan çêdibe. Rewşen bi Celadet Bedirxan re Kovara Hawar a Kurdî derxistiye û di heman demê de yekem jina kurd a ji Kovara Hawar re bi tîpên Latînî nivisiye.

Rewşen di 1934’an de tevlî xebata Komeleya Yekîtiya Jinan dibe lê di 19452’an de di Kongreya li Kahîreyê hat kirin de ji xebatan vediqete. Di 1951’ê de ji tirkî du çîrokan werger dike. Ya yekem bi sernavê ‘Bîranînên jinekê’ tê çapkirin a duyem jî bi navê ‘ Evîn û Kesera min’ tê weşandin.

Gotara ‘Jin û bextiyarî’

Rewşen derbarê pirsgirêka zayendê de jî gotarên girîng dinivîse. Armanca wê ev e ku xwe bigihîne jinan û jinên xwedî hişmend û bi nezaniyê re têdikoşe bibîne. Bi vê armancê gotara ‘Jin û bextiyarî’ nivîsiye.

Rewşen di 1951’ê de hevjînê wê Celadet Bedirxan jiyana xwe ji dest dide, di 1957’an de ji bo Kongreya dijberê Kolonyalîzmê ya li Yewnanîstanê pêk hatbû yek ji 6 delegeyên ku kurdan temsîl dike ye.

Rewşen a ku tevahiya jiyana xwe têkoşîna zayendê û ya neteweyî da, di 1’ê Hezîrana 1992’yan de li bajarê Banyas ê Sûriyeyê jiyana xwe ji dest da.

PEYMANÊN SEWR Û LOZAN Û XAYÎNTIYA BI KURDAN RE-Beşa 2’yemîn

Eslîxan Yildirim

PEYMANÊN SEWR Û LOZAN Û XAYÎNTIYA BI KURDAN RE-Beşa 2’yemîn

Di dema ku Konferansa Lozan dom dikir, di dawiya meha Berfanbara 1922’yan de, ji Bexdayê ev agahî li Başûrê Kurdistanê tê belavkirin: “Hikûmeta Brîtanyayê û Hikûmeta Iraqê, di nav sînorên Iraqê de heqê avakirina Hikûmeta Kurdan a ji aliyê Kurdên ku li nav tixûbên Iraqê dijîn qebûl dike û divê ku bendên Kurd ên cuda cuda di demeke gelekî kurt de, di nav xwe de li hev bên da ku biryar bidin ew ê şeklê hikûmetê çawan be û sînorên wê kîjan deveran bigire nav xwe û li hêviyê ne ku ew heyeta wan a rayedarkirî bişînin Bexdayê da ku li ser têkiliyên aborî û siyasî yên ku wê bi hikûmeta Majeste re û bi hikûmeta Iraqê re bên danîn, gotûbêjan bikin.”

Şêx Mehmûd alaya Kurdistanê li Ranyayê daleqandiye. Di 8’ê Çileya 1923’yan de Smeîl Axayê Şikakî bi serbilindayî dikeve Silêmaniyê, esker jê re merasîma fermî çêdikin, heft pare top tê avêtin, betlaneya ji bo rojekê tê îlankirin.

Di hevdîtinên ku li Sîlêmaniyê di navbera Smeîl Axayê Şikakî û Şêx Mehmûd de pêk tên, yekbûna herdu tevgeran û daxwazên hevpar tên rojevê. Dûra di bin serokatiya Smeîl Axayê Şikakî de desteya pêşewayên Kurd, li Hewlêr û Silêmaniyê bi efserên siyasî yên Birîtanyayê re hevdîtinan pêk tînin û biryar didin ku di sînorê Tirkiyê û Îranê de dewleteke Kurd a ji aliyê Brîtanyayê ve destekkirî, bê avakirin. Di van civînan de Seyîd Taha jî heye.

Hin kes sebeba neavakirina Kurdistanê bi hewldanên pêşewayên Kurdan û bi şeklê tevgera Kurdan ve girê didin. Ev ne rast e. Esas a ku Kurdistan perçe kiriye çavberdana dewletên mêzin a dewlemendiya wê ye, rewşa wê ya stratejîk e. Ma qey mezinên Kurdan wek ên Ereban, xelkê Kurd wek Ereban nedihatin. Lê Ereban gelek dewlet ava kirin û Kurd nebûn xwedî otonomiyê jî. Erdên Ereban dûrî navenda Osmaniyan Stenbolê ne û bê bertekî bi Ewrûpiyan re lihev kirin. Kurd di nav saziyên Osmaniyan de xwedî cihên girîng bûn û digotin di van rojên teng de em ê çawa dev ji birayê xwe yê Tirk berdin. Wek gelek deman Kurd ji avakirinê re xebitîne ne jî xerakirinê re. Hişkereye ku Kurd tevde li ser lingan in, bi qedirdayîna bilind ya netewa xwe doza heqqê xwe dikin, tenê kêmaniyek wan heye, ne xwedî artêşek tekûz û sîlehên bi teknîka demê ne. Yanî ewqas berxwedan, li hember tiyare û bombê bi ser wan de hatin barandin wê negihe tu encamê.

Dema mirov xeyala xwe bidêyê, her ku li Başûrê Kurdistanê geşedanek ji bo Kurdan çêdibû, Hikûmeta Enqereyê jî behsa ‘Kurdistana Otonom’ tîne holê, lê newêre pêde here, ji bo ku qet quwetek nekeve destê Kurdan da ku nemînin bi destê xwe.

Di 16/17’ê Çileya 1923’yan de Mustefa Kemal li Îzmîtê ye, civînek çapemeniyê li dar dixîne. Sernivîskarê Rojnameya ‘Vakît’ Ahmet Emîn Beg ji Mustefa Kemal dipirse “Pirsgirêka Kurdîtiyê çi ye? Heger hûn wek pirsgirêkeke navxweyî behs bikin dê baş be.” Ew jî wiha bersiv daye:

“Pirsgirêka Kurd; ji bo berjewendiya me, yanî ji bo ya Tirkan jî qet nabe dabaşa mijarê. Wek ku hûn jî dizanin, Kurd ên ku di nav sînorê me yê neteweyî de hene, wisan bi cih bûne ku li kêm cihan zêde ne. Lê, ji ber ku ev zêdebûna xwe jî hêdî hêdî winda kirine û hingî ketine nav Tirkan, sînorekî wisan çêbûye ku heger em li ser navê Kurdîtiyê bixwazin sînorekî bikişînin, wê gavê hewce dike em Tirkîtiyê û Tirkiyeyê mehf bikin. Mesela, divê ku em li sînorekî wisan bigerin ku heta Erziromê diçe, heta Erzinganê, Sêwazê diçe, heta Xarpêtê diçe. Û heta divê ku em eşîrên Kurd ên li çolên Qonyayê jî bînin ber çavên xwe. Lewma, li şûna ku em Kurdbûneke bi serê xwe bifikirin, li gorî pêwîstiya qanûna Teşkîlata Esasî, jixwe ew ê cureyek otonomiyên cihkî çêbibe. Bi wî awayî gelê kîjan lîwayê Kurd be, îcar ew ê xwe bi xwe wek otonom îdare bike. Ji bilî vê, gava ku behsa gelê Tirkiyeyê bê kirin, hewce ye ku  Kurd jî bên îfadekirin. Dema ew neyên behskirin, her tim mimkûn e ku ji vê yekê ji bo xwe pirsgirêkan çêkin. Niha Meclîsa Mezin a Miletê ya Tirkiyeyê hem ji wekîlên Kurdan hem jî ji yên Tirkan pêk hatiye û van herdu gelan hemû berjewendiyên xwe û qederên xwe kirine yek. Yanî ew dizanin ku ev tiştekî bişirîkatî ye. Mirov rabe xetên sînorekî cihê bikişîne wê ne rast be.”

Îsmet Înonu jî di 23’yê Çileya 1923’yan de, di gotûbêjên Lozanê de, wiha pesnê Kurdan û behsa xwestekên wan dike:

“Mafên ku mafên hemwelatîyê û qabiliyetê wan negire nav xwe û mafên ku tê gotin qaşo wê ji bo hêrêma otonom bên naskirin, tu carî wê têra nîjadeke esîl ê mîna nîjada Kurd neke… Ev fikarên ku bi qasî Kurdên Mûsilê, ji bo Kurdên li Anatoliyayê yên li deverên din jî derbas dibin diyar dike, bê çima ev serê çar salan e ew otonomiya derewîn a ku dane rûniştvanên li beşa rojhilata wilayeta Mûsilê ew qayil nekirine û çima bi wan nedane qebûlkirin ku bibine wek wan însanên ku bi rastî ketine bin îdareya mêtingehiyê de.”

Li Lozanê roja 23’yê çileya 1923’yan, di dema gotûbêjên li ser Mûsilê, serokê heyeta Ingilîzan Lord Curzon behsa serhildanên Kurdan dike û diyar dike ku Kurd ji îdareya Tirkan ne memnûn in. Li hemberî vê yekê Îsmet Paşa dibêje “Bi qasî ku Hikûmeta Meclîsa Mezin a Milet ya Tirkan e, ya Kurdan e jî, Ingilîz hîn neketine Silêmaniyê, gelê Kurd û Ingilîz jî tim bihevre şer dikin. Fermandarên artêşa Tirk ên ku ketine Şerê Cîhanê û Şerê Serbixwebûnê, xizmetên gelê Kurd ên ku ji bo rizgariya welêt û fedekariyên ku nîşan dane bi rêz û heyranî pêşwazî dikin.” û dibêje ku, di van şeran de “Kurd û Tirk bi hevkarî xebitîne.”

Heyeta Ingilîzan heqqê Kurdan qebûl dikin û di derbarê netewa Kurd de ji Ismet Înonu bêhtir xwedî agahî ne, lê dixwazin Mûsilê bi Iraqê ve girêdin, ji ber ku bêyî Mûsil ew ê pir qels bûya. Îngiltere di 1922’yan de ji aliyê aborî ve di qirîzê de ye. Ew 10 sal bûn Osmanî jî di şer de bûn, ji bo Mûsilê taqeta wan û şer nemabû. Rewşa Îranê jî heman tişt e. Yanî tu yek ji wan ne xwedî wê hêzê ye ku karibe bi mudaxeleyeke leşkerî bi hêzên din tevde re şer bike. Lewma her yek ji wan ji bo parçeyê ku di destê wan de bû winda nekin her cure dek û dolab digerandin. Dawî ji tevda re ya rehet payêkirina Kurdistan bû, bêyî ku tu alî mafên Kurdan bînin holê. Ji ber ku xurtbûna perçeyek Kurdan talûkeya ku karibin dest bavêjin parçeyên din bi xwe re dianî. Îca her alî ji bo Kurdên li nav parçeyên xwe haş bikin, wek ku dixwazin ji Kurdan re bibin alîkar dixuyên, lê gavek li pêş û dudu li paş tên avêtin; ev jî dike ku Kurd wext û qewetê winda bikin.

Dîsa Kurd bi gotina hatibûn xapandin, ku ev şekil danûstendina rêveberiyê xerîb bû ji wan re. Wek ku di gelek belgeyan de tê xuyakirin, hertim hatiye ziman ku heyeta Meclîsa Enqereyê Kurd û Tirkan temsîl dike, ma ewqas civîn û gotinên giregiran çawa wê tu cihekî negre, ma dihat aqilê kê ku heya bi zimanê wan wê bê qedexekirin û her levzek Kurdî bêjin wê ceze bixwin. Heya wê rojê kesek tiştekî bi vî rengî nedîtibûn. Mustafa Kemal hertim anîbû ziman ku, ka pêşî em welatê xwe ji dujmina xelas bikin, dûra em ê li hev rûnin û di nav xwe de meseleyê xwe hal bikin. Kurd jî bi serê xwe ne xwedî hêza ku karibin li hemberî van dewleta hemûyan derkevin; ew mecbûr bûn xwe bi aliyekî ve bigirin. Ji bo Kurdistan perçe nebe dilê gelek Kurdan bi ser Tirkiyeyê ve ye, lê ew dibêje qey gotin û soze hatine dan wê bê cih û hayê gelekan ji felaketa netewdewletiya Tirkan ku bi ser wan de tê tune.

Ji bo tev li konferansê bibin temsîlvanên Kurd jî hatibûn xwestin, wek temsîlê Kurdan bi Îsmet Înonu re di delegasyonê de mebûsê Kurd Zulfu Tîgrel jî çûbû, lê roja ku mijar Mûsil bû xwe wek nexweş dabû xuyakirin, ji odeya xwe derneketibû û her tişt ji Îsmet Înonu re hiştibû. Xuyaye di nav xwe de wilo biryar stendibûn. Ji ber pirsgirêkên ku li Sewrê danîbûn ber Kurdan, mebûsên Kurd nedixwestin li wir wek Kurd bi dewletên Ewrûpî re bibin muhatab ku mijarên Sewrê dîsa deynin ber wan û tenê dixwestin Mûsil tev li perçê din yê Kurdistanê bibe da ku dûra ew û Tirk li hev rûnên û dewleta nû bihevre bi rê ve bibin. Ne wek delegasyonê Kurdan çûbe jî Îsmet Înonu jî Kurd bû û serokê delegasyonê bû û hertim digot em Kurd û Tirk me biryara bihevrebûnê daye, em tevde milletê musulman in.

Di serê hevdîtinên Lozanê de her çiqasî Îsmet Înonu xwestibe Mûsil bidest bixîne jî, dibîne ku Ingilîz tûjtir bi ser meseleyê de tên, ew jî sist dibe û hiştina mijarê ji Cemiyeta Miletan re derdikeve holê. Ji aliyekî ve Heyeta Ingilîzan fêm dike ku Îsmet Înonu dikare dev ji Mûsil berde heke li başûrê Kurdistan heq nedin Kurdan da ku sibe dusibe ew ji Kurdên bakur re nebin mînak. Ji zimanê hev fêm dikin û gotin dadigere ser firotina Mûsil, ka di miqabil wê de çi dihat xwestin. Bêyî tu zehmetiyan derketina ji Stenbol ya Ingilîz, Frensiz û Îtalîyan, dana paya ji petrola Mûsilê… Lê gerek Îsmet Înonu pêşî bihata li Enqerê ev bida qebûlkirin.

Di hevdîtinên li Lozanê de roja 4’ê Sibata 1923’yan ba ber bi ku kêşeya Mûsilê ji bernameya Konferansa Aştiyê ya Lozanê bê derxistin û ji bo ku her du alî di nav xwe de li ser vê meseleyê li hev bikin herikî û konferans hat betalkirin. Ev ji bo Tirkiyeyê gava fermî ya ber bi windakirina Musilê de bû. Helbet Ismet Înonu hertim di derbarê rewşê de telgraf dişandin Enqereyê û bêyî Mûstafa Kemal tu gav netavêtin. Dema Îsmet Înonu vedigere û di meclisê de ji bo peyman bi vî awayî bê qebûlkirin diaxive, meclis li bin guhê hev dikeve lê Mustafa Kemal hevaltiya wî dike.

Li gel ku mebûsên Kurd û ne Kurd dana Mûsilê bi tundî red dikin, derbarê vê yekê de biryarekê bi meclîsê nikarin bidin stendin. Bi temamî hukmê Mûstafa Kemal û Îsmet Înonu  yê ku bi her awayî pê ve girêdayî ye derbasdar e, wan jî biryara jidestberdana Mûsilê stendibûn. Ji aliyekî ve Ismet Înonu ji bo ji nû ve li Lozan hevdîtin pêk were bi rayedarên Ingilîzan re têkilî datanî. Ji aliyê din ve Mûstafa Kemal ket tevgera feşkilandina meclisê ya ku xuyabû qet vê Peymana Lozan îmze neke. Mustafa Kemal meclisê bela dike û di şûna wê de kesên hevalbendên xwe dike mebûs û incex bi wî awayî pêvajoya Peymana Lozanê dimeşîne. Di vê derbarê de çavkanî pir in û ê ku bixwaze bi rehetî dikare xwe bigihîne van agahiyan. Bi kurtasî biryar hat dayîn ku Mûsilê ji Ingilîzan re bihêlin, bi şertê ku Kurd ber xwe nebînin. Ji xwe ji niha û pê de di herdu aliyan de jî ji bo Kurd û Kurdayetî bihata tunekirin wê bername bihatina meşandin.

Di cepheya Ingilîzan de xizmeta ji vê nerînê re di demeke kin de dest pê kir. Piştî ne bi gelekî rayedarên Ingilîz biryara ku Şêx Mehmûd xelas bikin distînin û dîsa dest bi bombebaranên li ser Kurdan dikin. Di 22’yê Sibata 1923’yan de yekîneyên Hindistanê tînin herêmê û fîloyeke mezin a ji 20 balafiran li esmanên Kerkûkê xuya dike. Di 24’ê Sibatê de bela dikin ku hikûmeta Şêx Mehmûd nas nakin. Silêmanî careke din bi bombekirina Hêzên Hewayî yên Qraliyetê re rû bi rû dimîne. Di 4’ê Adarê de Şêx Mehmûd mecbûr dimîne ku Silêmaniyê terk bike û derkeve serê çiyayê xwe.

Li Meclîsa Enqerêyê li ser Mûsilê gelek munaqeşe çêdibin, tê wê radeyê ku sîleh li hev bikşînin. Piraya mebûsan Îsmet Înonu bi xayînti îtham dikin û dixwazin wezîfeya wî bê betalkirin. Ji mebûsên Kurd ên li Meclîsê Yûsif Ziya Beg dibêje ku, veqetîna Mûsilê tê wateya parçekirina welatê Kurdan û divê ku ew bi birayên xwe re yên li Bakur bibin yek. Di 6 ê Adara 1923’yan de dibêje ku “…Kursiyeke Mûsilê di dîroka Kurdan de heye. Gelî hevalan, çawan mirov nikare insanekî bike du parçe yan jî parçeyekî wî jê bike, ji Tirkiyeyê veqetîna Mûsilê jî ne mimkun e, hevalino. Terk û li rastê hiştina Mûsilê, pi paş de avêtina ji bo salekê, ji bo şeş mehan, lîstikek pir bixeter e…”

Meclisa Millet biryar stendibû ku heta xelasiya welat tekûz bike wezîfeya xwe dom bike, lê di 16 Nîsana 1923’yan meclîs hat belakirin û hevdîtinên Lozanê di 23’yê Nîsanê de careke din dest pê kirin. Piştî bazarên ku heft mehan domiyabûn, di 24’ê Temmûzê de peyman ji aliyê Îsmet Înonu û berpirsên din ve hat îmzekirin. Di peymanê de kêşeya Mûsilê di cih de hatibû hiştin. Xala 3’yem a peymanê ya derheqê Mûsilê de wiha ye:

“Sînorê di navbera Tirkiye û Iraqê de, ew ê di nav neh mehan de, bi riya lihevkirina dostane ya di navbera Tirkiye û Brîtanyaya Mezin de wê bê diyarkirin. Di nav dema hatiye behskirin de, heger herdu hikûmet li hev nekin ew ê mijarê bibine Konseya Cemiyeta Miletan. Hikûmetên Tirk û Ingilîz, heta derbarê mijara sînor de bigihîjin biryarekê, ku qedera qethî ya herêmê girêdayî vê qerarê ye, teahûd dikin ku bi hawê rewşa niha ya herêmê biguherîne ew ê çalakiyeke leşkerî yan jî ya bi cureyê din nekin.”

Ji ber ku piraya mebûsan Peymana Lozan qebûl nedikir Meclisa 1’emîn ya rojê giran hatibû belakirin. Di gel ku ji ber hiştina Mûsil, di meclisê de Ismet Înonu wek xayîn dihat binavkirin û dixwestin wezîfeya wî jê bê stendin, dîsa ew çûbû Lozanê û peyman îmze kiribû. Loma Peymana Lozanê ne derbasdar e, bêyî îrada millet hatiye îmzekirin.

Ewqas tekoşîna ji bo xelasiya welat ketibû riyek din û Mûstafa Kemal wê ji padîşah zêdetir bibûya xwedî erk. Mustafa Kemal muxalefet tevde tasfiye dikirin û bi lez û bez xwe ferz dikir li ser her tiştî. Meclisa nuh ji zilamê xwe ava kiribû. Ne tenê li hember Kurdan hatibû guhertin, hevalê xwe yê herî nêzîk jî bi mahneyekê bertaraf dikirin û tenê ya xwe dimeşand. Taqet bi xwe re ne didît ku bi Ingilîzan re şer bike, lê çawa be Kurdê ku xwe spartibûnê di nav lepê wî de bûn, bê çek bûn, kuştin û talankirina wan rehet bû.

Ingilîzan jî pêvajo xweş tehlîl kiribûn, di 4’ê Kewçêra 1923’yan de Wekaleta Komîseriya Bilind a Iraqê ji bo Sekreteriya Wezareta Koloniyan, di derbarê Mûsilê de wiha nivîsîbû:

“Li gorî ku ez ji hin çavkaniyan hîn bûme, biryardarbûna Tirkan a der heqê Kurdistana Başûr de, xwe dispêre wê baweriyê ku em ê otonomiyê bidin herêmên Kurdan ên li Iraqê. Ev yek wê bibe sedem ku Kurdên di bin îdareya Tirkan de hatine hiştin reaksiyonê nîşan bidin û zorê bide wan ku ew jî otonomiyê bixwazin. Heger em bi awayekî resmî ji Tirkiyeyê re teahûd bikin ku bi guhertina mercan me dev ji fikara dayîna otonomiyê ya ji bo Kurdan berdaye, ku ew di Peymana Sewrê de cih digire û mebesta me ew e ku em hemû herêmên Kurdan heta tixûbê li aliyê Mûsilê bi ser Mezopotamyayê ve (Iraqê ve-E) berdin, ez wisa difikirim ku ew ê gotûbêjên der barê sînor de gelekî rihet bibin.”

Îcar biryar li gorî vê ramanê pêk tên. Hewldaneke herî biçûk a Kurdan li kîjan aliyî be bila bibe, bi fikara ku wê bandorê li Kurdên aliyê din bike, hemû bi hev re wê li dij bisekinîna. Di Temmûz û Tebaxa 1923’yan de Ingilîzan careke din dest bi bombebarandina li ser Silêmaniyê kiribûn.

Tirkiye jî bi makekanûna 1924’an de wê dijayetiya xwe ya li hemberî Kurdan pir zelal bikira. Bi vê makeqanûnê zimanê Kurdan, çanda wan û kesayetiya wan tê înkarkirin. Nêrînên di 9’ê Adara 1924’an de ji aliyê komîsyona ku Makekanûna 1924’an amade kiribû, raman û riya wê bê meşandin bi awayekî hişkere îfade dikir:

“Dewleta me dewleteke neteweyî ye, ne dewleteke pirnetewe ye. Dewlet ji Tirkan pê ve miletekî din nas nake. Di nav memleket de, kesên ku ji nîjadên din in û divê xwedî heman maf û hiqûqê bin hene. Lê ne mimkun e ku mirov li gorî rewşa wan a nîjadî mafan bide wan an jî tiştên ku were wê wateyê bike. Wekî her miletekî nû, dibe ku miletê Tirk jî kesên ne ji heman nîjadî vehewîne nav xwe. Lê tenê miletê Tirk xwedî wê hunerê ye ku dikare hemû nîjadan li hev kom bike.”

Xelîfetiya ku ji bo gelên Osmanî pir girîng bû, di 4’ê Adara 1924’an de ji aliyê Meclîsê ve tê hilanîn; bi rakirina xelîfetiyê banê hevalbendiya ser bingeha misilmantiyê ji holê hatibû rakirin. Di cih de, hin rêzetedbîrên li dijî Kurdan jî hatin stendin. Girtina dibistanên Kurdan, qedexekirina axaftina bi Kurdî, cezakirina rêber û pêşengên Kurdan, înkarkirina hebûna Kurdan, zordarî û hwd.

Ji bo meseleya Mûsilê ku li Lozanê hatibû taloqkirin heyetên Ingilîz û Tirkan di navbera 19’ê Gulanê û 5’ê Hezîrana 1924’an de li Stenbolê li hev civiyan û bêyî bigihîjin encamekê dawî li gotûbêjên xwe anîn. Bi vî awayî çareseriya pirsgirêkê ji Cemiyeta Miletan re ma. Jixwe ji roja ku taloqkirina meseleya Mûsilê ket rojevê Meclisa Enqereyê zanîbû ev tê wateyê windakirina Mûsilê û pevçûnên giran qewimîbûn. Çûn û hatinên ji niha û pê de tenê xwesteka hîn bêhtir berjewendiya yê aliyan li miqabil hev e.

Komîsyona Cemiyeta Miletan wê pêşî biçûya Londonê, paşê Enqereyê û dûre jî derbasî Başûrê Kurdistanê bibûya da ku serî li fikar û nêrînên xelkê Kurd bida. Ew di 16’ê Çileyê 1925’an de digihên Bexdayê. Di vê demê de ji bo ku Igilîz bidin nîşandan bê bi Mûsilê re çiqasî di nav ahengeke tam de ne, li cepheya Iraqê xebateke bêsekin heye. Qral Faysal jî ji komîsyonê re di derbarê Mûsilê de digot ku, mesele hebûn û nebûna Iraqê ye.

Komîsyona Tehqîqatê, li Vîlayeta Mûsilê piştî lêkolînên sê mehan raporek amade kiribû. Komîsyon vê raporê di 16 Temmûza 1925’an de pêşkêşî Konseyê dike, em li çend gotinên raporê binêrin:

“Kurd, piraniya nifûsê pêk tînin. Ew ne Tirk ne jî Ereb in. Bi zimanekî aryan diaxivin. Bi tenê Kurd û Ereb civatên qerebalix ên ku li warên mezin bi cih bûne pêk tînin. Ji bo çêbûna xeteke bi armanca veqetandina nîjadên cuda, mirov kare tenê belavbûna bi zêdebûn a van her du hêmanên nifûsê bide ber çavan. Ev xet, wê di çolên bibereket û xwedî nifûseke zêde de bibihure, Mûsilê bibire û ber bi nuqteya ku Çemê Dîcleyê û Zêya Biçûk digihên hev dakeve. Nîjadên din hemû, li her aliyê welêt belav bûne…. Heger em mecbûr bana tenê netewetîyê bidin ber çavan, divîbû biryara avakirina dewleta Kurdistan jî mecbûrî bûya, çinkû ji heştan pêncê nifûsê Kurd in…

         Em di nav Kurdan de hişmendiyeke neteweyî ya mezin dibe dibînin ku bi awayekî hişk alîgirê Kurdayetîyê ye û ne ji bo Iraqê ye; ev hiş li başûr bi awayekî hîn xurt bi pêş ketiye û gava ber bi bakur ve diçe qels dibe, li çiyayên Eqreyê û li deşta Mûsilê bi tevayî winda dibe. Li hêla din di nav Tirkên li wilayetê de jî, bi awayekî hişkere hişmendiya neteweyî xurt e. …. (Heger) beyanên li hemû parçeyên herêmê li ber çavan bên girtin, pir hindik, bi awayekî muhtemel wê ber bi Iraqê ve bikeve. Ligel vê yekê, ev beyan gelekî tên guhertin û ji aliyên şertan ve wisan hatine dorpêçkirin ku ji bo statûya siyasî ya welêt a di dahatûyê de, bi tena serê xwe wek bingeh nikare bê dîtin… Heger rejîma mandayê di wexteke kurt de bi dawî bibe, gelek alîgirên Iraqê wê bixwazin dîsa tevî Tirkiyeyê bibin.

… Komîsyon bi mebesta ku îmkanê bide bipêşketin û biqewetbûna dewleta nû, gihîştiye baweriya ku divê şeklê birêvebirinê ya heyî ya mandayê ji bo demekê bê domandin.

… Divê rêz ji daxwazên Kurdan re bê girtin, yên derbarê welatê wan de; kesên ji nîjada Kurd wek erkedar ji bo rêveberiya edaletê û perwerdehiya dibistanan bên tayînkirin û zimanê fermî yê di van hemû xizmetan de bi Kurdî be.

Komîsyon gihiştiye wê qin’etê ku, heger kontrola Cemiyeta Miletan a li ser wadeya peymana çar salî ya ku di navbera Brîtanyaya Mezin û Iraqê de derbasdar e, bi dawî bibûya û heger derbarê mijara otonomiya herêmî de teqez aminiya Kurdan neanîna, ew ê piraniya gel serweriya Tirkan ji ya Ereban çêtir bidîta.”

Komisyon di gel ku hin rastiyê Başûrê Kurdistan anîne ziman, hişkere ye ku terefgiriya Ingilîzan hatiye kirin û giranî dane ser liserlingahiştina dewleta nû, Dewleta Iraqê.

Li Enqereyê, li Meclîsa Mezin a Milet ya Tirkiyeyê(îca Tirkitiya dewlete pir hişkere ye), her çiqas ne wek Meclisa 1’emîn be jî, li ser meseleya Mûsilê nîqaş û gengeşe çêdibin. Dîsa jî Peymana Enqereyê di 5’ê Hezîrana 1926’an de hat îmzekirin û hiştina Mûsilê ji Iraqê re li ser kaxetan jî hat pesendkirin. Bi vî awayî Kurdistan hat parçekirin û parvekirin, ji ber vê peymanê jî ev sed sal e Kurd di bin zilm û zordariyê de ne. Kurdan jî tu carî ev peyman qebûl nekirine û serhildanên wan bê navber heya roja me dom kirine.

WEK ENCAM:

1- Bi Peymana Sewrê Kurdistan dihat perçekirin û pêvajo diket destê Erwûpiyan, loma Kurdan ev peyman qebûl nekirin.

2-Piraya Kurdan li ser bingeha wekheviyê bi Tirkan re tekoşîn kirin, heta yê ku Tirkiye ber bi avakirinê de bir Kurd bûn, bi tekoşîna di sînorên Rûsya de heya bi Hatayê. Yan na dewletek biçûk ya ku li Sewrê hatibû destnîşankirin ji aliyê rayedarên Osmanî ve hatibû qebûlkirin; lê mixabin wek gelek caran dîsa bi Kurdan re xayîntî hate kirin û rewş veguherî çerqa tunekirina Kurdan.

3- Kurd tu carî xwe wek hindikahî qebûl nekirine, ji ber ku ew unsûrên eslî yê welatê xwe bûn û rêjeya nufûsa wan ya di hundirê Mîsakî Millî de ji ya Tirkan zêdetir bû.(Dema mirov nufûsa wê demê û mubadeleyên piştî Lozanê jî bide ber çavan, ev pir zelal e.)

4-Ji ber ku qeweta şer bi xwe re nedîtine Mustafa Kemal Mûsil feda kiriye û berê xwe daye Kurdên ku di her merheleyî de pê re bibûn alîkar, heya bi dema ku hukûmeta Stenbol şenaqa wî dabû jê re bibûn pişt.

5- Bi makeqanûna 1924’an bi temamî înkara Kurdan zelal bû, Kurd ji mafê herî biçûk yê hindikahiyan jî man mehrûm û bi dû de serhildanên Kurdan yê berfireh dest pê kirin.

6- Bi perwerdehiya sed salî û pêşdeçûna netewperestiya Tirkitiyê, îro Mîsaqi Millî bi awayekî din tê bilêvkirin ku tu eleqeya wê bi rastiyê re tuneye. Di pêvajoya Sewr û Lozanê de, bi şertê wekheviya bi Tirkan re, Kurdan xwestibû welatê wan perçe nebe û başûrê Kurdistan têkeve sînorê Mîsaqi Millî.

7- Mûsil di ber Stenbol de hat dan, piştî Peymana Lozan hat îmzekirin di 6’ê Kewçêrê 1923’yan de eskerên Ewrûpiyan ji Stenbolê bi merasîm, bi selamdana beyreqa Tirkî xatirxwestin, bi çepik û bi barandina gulan bi ser wan de berê xwe dan welatê xwe.

8- Neheqiya ku li Kurdan hate kirin ev sed sal in kiriye ku di dewletên Kurdistan li hev payê kirine hertim şer û windahî hebin.

PEYMANÊN SEWR Û LOZAN Û XAYÎNTIYA BI KURDAN RE-Beşa 1’emîn

Eslîxan Yildirim

PEYMANÊN SEWR Û LOZAN Û XAYÎNTIYA BI KURDAN RE-Beşa 1’emîn

Peymana Lozan 24’ê Temmûzê sala 1923’yan hat îmzekirin, bi vê peymanê Kurdistan hat perçekirin û Dewleta Tirkiye di qada navnetewî de hat qebûlkirin. Wek gelek mijaran, di derbarê vê peymanê de, di vegotinên rewşa heyama avakirina Dewleta Tirkiyê de gelek çewtitî û xelitî hene; ya muhîm hin ji van bi zanebûn û ji bo xapandina millet hatine meşandin. Gelek kitêb bi awayê sansurkirî ji nûve hatine çapkirin, çi belge û kitêbê ku navê Kurdan yan di derbarê wan de hinek agahiyên erênî tê de hebin hatine guhertin, hin vegotin ji wan hatine derxistin û hatine berovajîkirin. Loma demeke dirêj hayê gelek Kurdan ji rastiya dîroka wan tunebû. Lê tekoşîna Kurdan ya sîhsalên dawî, hin bidestxistinên wan û îmkanên teknolojiya îro dike ku hêdî hêdî dîroka Kurdan baştir bê xuyakirin.

Şîrovekirina heyama Peymanên Sewr û Lozan ji bo Kurdan gelekî girîng e, ji ber ku xayîntiya herî mezin di vê demê de bi Kurdan re hat kirin û ji ber wê ev sed sal in Kurd tên qetilkirin, tên surgunkirin, zimanê wan, çanda wan tên dizîn, malên wan welatê wan tên talankirin… Ji ber ku mijar pir berfireh e, li vir em ê nikaribin rewşê bi temamî raxin ber çavan. Di kitêba xwe ya bi navê “Di Sedsala 20’an de KURDISTAN Û SÎNOR” de hebekî din berfireh ez li ser wê demê sekinîme; ji bo çavkaniyên vegotinên vê nivîsê û agahiyên berfirehtir mirov kare li wê binêre. Niha li ser bingeha wê xebatê ez ê bi kurtasî li ser mijarê bisekinim.

Şerê Cîhanê ya 1’emîn bi Agirbesta Mondrosê ya di 30’ê Kewçêra 1918’an de bi dawî bû û vê demê Dewleta Osmanî bi her awayî feşkilîbû, artêşa wê bela wela bûbû. Lê artêşa li şerqê ya ku di bin fermandariya Kazim Qarabekir de bû û ew jî piraya wan Kurd bûn, heya bi Erzîncan, Erzirûm û Qers bidest xistibûn û bi erda Îranê de çûbûn.

Bi Agirbesta Mondrosê artêşa Osmanî mecbûr dimîne ji Qefqas û Îranê vekişe. Di vê navberê de Kurdên ku di nav artêşê de cih girtibûn, tevî çekên xwe beşdarî nav refên serokê berxwedana Kurdan ya li Îranê Smeîl Axayê Şikakî(Simko) dibin. Dema şoreş li Rûsya çêbibû(1917) û eskerê wan paş de vegeriyabûn Smeîl Axa dest danîbû ser çekên wan jî. Hevalbendê wî yê herî mezin Seyîd Taha bû, torinê Şêx Ubeydulah ê ku ji bo serxwebûna Kurdistanê di 1880’yî de serhildaneke berfireh dabû destpêkirin.

Li başûrê hêzên Ingilîz, Frensiz û Îtaliyan hemû erdê Dewleta Osmanîyan dagir kiribûn û gihiştibûn başûrê Kurdistanê, bi rêveberên Kurdan re diketin têkiliyê da ku wan jî ji Dewleta Osmanî veqetînin û di bin hukmê xwe de dîzaynek nû bidin herêmê.

Kurdan di destpêka herbê de di cepheya Rûsan de ku gelek Ermenî jî bi wan re bibûn alîkar, zêde windahî dabûn û ber bi başûr ve bibûn mihacir. Dûra qirkirina Ermeniyan ya ji aliyê Ittihadiyan ve jî bi ser de hat û civat ket halekî pir nexweş. Dema agirbest hat îlankirin, pê re jî pirsgirêkên Ermeniyan derketin pêş û tirsa ku gelek bajarên Kurdan bi ser Ermenîstanê ve berdin di nav xelkê de bela bû. Li himber vê di 4’ê Berfenbara 1918’an de li Stenbolê “Komeleya Parastina Mafên Bajarên Rojhilat” (Vîlayat-î Şarkiye Mudafaa-î Hûkûk Cemîyetî) hate damezirandin û li wilayetên Erzirom, Bedlîs, Diyarbekir, Sêwaz, Elezîz û Wanê şaxên wê hatin vekirin. Piraniya damezrînerên komeleyê Kurd in. Di civîna pêşî a vê komeleyê de hin qerar hatin stendin; ji vana ya pêşî wiha digot:

“Li wilayetên rojhilat mafên tarîxî û irqî yên Tirk û Kurdan di bin miliyeta Osmanî de kom bûye û pêkhatina berjewendiya herdu irqan -bêyî ku yek tecawizî mafê yê din bike- qebûl bûye.”

Ji aliyekî ve jî Cemiyeta Kurd Tealî ya ku di Berfanbara 1918 li Stenbolê hatibû avakirin, di demeke kin de li gelek bajar û navçeyên Kurdistan şaxê xwe vekirin. Ji sala 1919 heya 1922’yan li her aliyê Kurdistanê û li cihên ku Kurd lê dijiyan ji bo welatê xwe azad bikin berxwedanek bêhempa heye. Ev tekoşîna Kurdan di tarîxa Tirkiyê de wek “Herba Xelasiyê”(Kurtuluş Savaşı) tê binavkirin ku bi vê tekoşînê li ser bingeya wekheviya Kurd û Tirkan Tirkiye hat avakirin lê mafê Kurdan yê herî biçûk jî tê de cih negirt.

Ji bo Peymana Sewrê, 18’ê Çileya 1919’an Konferansa Aştiyê li Parîsê dest pê kir. Delegeyên dewletên ku di herba dinyayê de cih girtibûn tevde li wir bûn, biryarên li wir bên stendin wê qedera gelek milletan tayîn bikira. Cemiyeta Kurd Tealî jî wek delegeyê Kurdan Şerîf Paşa wezîfedar kiribûn. Şerîf Paşa dîplometek bi tecrûbe û xwedî danûstendinek berfireh bû.

Di rûniştina 26’ê Sibatê de, Ermeniyan ev herêm dixwestin: Senceqa Meraşê û Klîkyayê, wilayetên Erzirûm, Bedlîs, Wan, Diyarbekir, Xarpût û Sêwazê û beşeke wilayeta Trebzonê ku digihîşt Behra Reş. Bi vî awayî wan dixwest parçeyekî mezin ê Kurdistanê bikin Ermenistan. Dema ev agahî gihişt rêber û xelkê Kurdistan, li hember wezîfedarên Ingilîz, Frensiz û tevgera wan ya li Kurdistan bertekî dest pê kirin, hin ji efserê wan hatin kuştin.

15’ê Gulana 1919’an de Yûnana Izmîr zept kir. Serhildana Şêx Mehmûd Berzencî jî, li Silêmaniyê di 23’yê Gulana 1919’an de dest pê dike. Serhildana Şêx Mehmûd ya bi dû dagirkirina Izmîrê bi çend rojan, dide xuyakirin ku bi nerînek hevpar ya Kurd û Tirkan tekoşîn tê meşandin. Hêzên Ingilîz di dema serhildanê de dişikên û Silêmaniye bi tevayî dikeve destê Kurdan. Şêx Mehmûd serxwebûna Kurdistanê û xwe jî wek hikumdarê wê îlan dike.

Gerek mirov balê bikşîne ser ku dema evqas tekoşîn di nav Kurdan de hebû hîn Mûstafa Kemal li Stenbolê ye û ne xwedî tu tevgerê ye. Padîşahê ku li Stenbolê di qesra xwe de hêsîr ketiye tekoşîna Kurdan dişopîne û xelasiyê di xwe avêtina bextê Kurdan de dibîne. Bi taybetî Mûstafa Kemal Paşa hildibijêre ku bişîne nav Kurdan, ji ber ku berê li Kurdistan wezîfe stendibû û bi giregirên Kurdan re hevnaskirinek wî hebû.

Bi wezîfedarkirina ji aliyê padîşah, M. Kemal wek mufetîşê artêşa Dewleta Osmanî ji Stenbolê bi riya deryayê berê xwe dide rojhilat. Berî derbasî Erzurûm bibe dest bi şandina mektûban ji serokeşîrên Kurdan re dike û dûra jî vêna dom dike. Mustefa Kemal, di “Nutuk”a xwe de wiha dibêje: “Min nameyên taybet ji hin kesên giregir ê gava ez wek kumandarê artêşê li Diyarbekir û Bedlîsê bûm me hevdu nas kiribû re nivîsand û min têkilî û pêwendî bi hin serokên eşîran ên li derdora Wan û Bazidê re danî.” M. Kemal li Stenbolê berî bê wezîfedarkirin gelek caran bi padîşah re li hev rûniştibûn û li ser rewşê gelekî axivîbûn. Bêgûman di serî de li gor talîmatê padîşah dimeşiya. Di mektûbê xwe de, di dan û stendinê xwe de behsa parastina xîlafet û seltanetê dike û dibêje: “Dijminên me, ji bo serxwebûna miletê me têk bibin û wî bikine rewşa koleyan, dixebitin. Hişkere tê xuyakirin ku, ew dayiknîştimana me ya ji bav û kalên me maye dixwazin bikin Ermenistan.”

Berî M. Kemal here, Kongreya Erzirûm dest pê kiriye. Di Kongreyê Erzirûm û Sîvasê de gelek Kurd hene û li ser bingeha wekheviya Kurd û Tirkan biryara tekoşînê tê stendin. Ji 54 delegeyên ku tevî Kongreya Erziromê bûne, 22 jê Kurd in. Tevî 10 delegeyên ku ji Elezîz, Merdîn û Diyarbekirê hatine hilbijartin lê ji ber ku waliyên Osmanî nehiştine ew beşdarî kongreyê bibin dibe 32 delege yê Kurd.

Li Stenbolê bi bangkirina Şêxulîslamê berê û endamê kabîneya wê demê Haydarî Zade, wek

nûnerên Komîteya Bilind a Kurdan Seyîd Abdulqadir, Emîn Alî Bedirxan, Mewlanazade Rifat, Pêşkar (yarbay) Emîn Beg û Serdar (bînbaşî) Awnî di 10’ê Temmûza 1919’an de ligel Wezîrê Şer ê Osmanî Abuk Paşa û Wezîrê Deryavaniyê Avni Paşa civînekê çêdikin. Civîn bi sozê ku wê Hikûmeta Osmanî Kurdistaneke xweser (otonom) qebûl bike û walî û erkedarên Kurd jî tayînî Kurdistanê bike, hevdîtin bi dawî dibe.

Ji bo biryarên hevpar Heyeta Temsîliyeyê ku Mûstafa Kemal jî di nav wan de bû û temsîlvanê Hikûmeta Stenbolê, li Amasyayê hevdîtin pêk anîn. Di van hevdîtinê rojên 20-23 Kewçêra 1919’an de hin biryar tên stendin ku wek “Protokolên Amasyayê” tên binavkirin. Di protokolê de tê gotin ku, “Sînorên Dewleta Osmanî yên ku hatine tesewirkirin û pejirandin ew erdên ku Tirk û Kurd li wan bi cih bûne digire nav xwe. Ev piştî îzahkirina nemimkunbûna veqetîna Kurdan a ji camîaya Osmanî bi awayekî muşterek hat qebûlkirin ku ev sînor daxwazeke asgarî ye û divê bê temînkirin. Ligel vê, ji bo bi awayekî serbest pêşketina Kurdan bê temînkirin û bibin xwediyê destûra mafên nîjadî û civakî û bikevin rewacê û ji bo ku rê li ber tovên nîfaqê yên biyaniyan bê girtin, ku ew di bin navê serbixwebûna Kurdan de vê yekê dikin; minasib hat dîtin ku ev yek ji niha ve ji aliyê Kurdan ve jî bê zanîn.”

Gerek mirov balê bikşîne ser gotina “camîaya Osmanî” û li ser pir bisekine. Gelek netewperestên Tirkan radihêjin gotina Osmanî û Tirk yan Tirkiye dixin şûna wê. Ev di wateyê de guhertinên mezin bi xwe re tîne û çewtîtiyek mezin çêdike. Li gor demê jî carna wateyên gotina tên guhertin, em karin bêjin hîn dema Osmanî bi temamî ji holê ranebibû hina navê Tirk ji bedêla Osmanî bikar dianîn, ku qet eleqeya wê bi Tirkitiya îro tune ye.

Em vegerin ser Sewrê, piraya Kurdan li hember pêşdeçûnên Sewrê derdikevin. Ji serokê Cemiyeta Tealî ya Kurdistanê Seyîd Abdulqadir heya bi Seîdê Kurdî û gelek serokên eşîrên Kurdan bi nivîsê ku bela dikin, bi telgrafên ku dişînin Konferansa Sewrê, diyar dikin ku ew fikarên li wir tên pêşniyazkirin qebûl nakin û dixwazin tevî birayên xwe yên Tirk bijîn.

Meclîsa Mebûsan a Osmanî ya dawî, di civîna 28’ê Çileya 1920’an de Mîsaqî Milî (Peymana Milî) pesend û qebûl kir. Di Meclîsê de gelek mebûsên Kurd hene û daxwazên xakê yên ku di Mîsaqê Milî de hatibûn diyarkirin, herêmên Tirk û Kurdan digirt nav xwe; yanî biryarên Protokolên Amasyayê ya ku bi bihevretiya Tirk û Kurdan dewletek nû bê damezirandin ji aliyê Meclîsa Mebûsan a Osmanî ve diket bin fermiyetê.

Piraya sînorê Tirkiye yê îro bi tekoşîna Kurdan hatin muhafezekirin. Li jor mijara sînorê aliyê Rûsan derbas bibû. Di sala 1919’an Kurdên Ruha, Mereş, Mêrdîn, Enteb, Edene û Hekariyê ku bi awayekî rasterast bi herekatên Ingilîz û Frensiyan re rû bi rû mane, ji bo ku biyaniyan ji welatên xwe derxin, wek milîsên herêmî têkoşînên mezin li dar dixin. Yanî Kurd li hemû bajarên ku îro li başûrê Tirkiyê ne li ber xwe didin û nahêlin hêzên Ewrûpî bikevin axa wan. Ji aliyê din ve li Vîlayeta Mûsilê jî Kurd û hêzên Ingilîz her di pêxêlê hev de ne.

Gelek belge pir zelal dide xuyakirin ku yê ewil biryarê li Sewrê qebûl nekir û ew binpê kir Kurd bûn. Şerîf Paşa bixwe ji konferansê vedikişe (5 gulan 1920) û vêna bi nameyekê radigihîne rêberê Kurdan yê li Stenbolê. Şerîf Paşa dide zanîn ku qet şertên Sewrê qebûl nake û îfade dike ku ew ê otonomiya Kurdistaneke neparçebûyî ya di bin serweriya Tirkan de çêtir bibîne. Li ser vê yekê Seyid Abdulqadir di telgrafa xwe ya bi mêjûya 17’ê Gulana 1920’an de, ku li ser navê klûbên Kurdan dişîne ji heyeta Sewrê re, dide zanîn ku di konferansê de gelê Kurd nehatiye temsîlkirin, lewma jî qerarên bên stendin ew ê ne li rê û ne derbasdar bin. Gerek mirov balê bikşîne ser ku vekişîna Şerîf Paşa ji Sewrê û şandina bersiva Seyid Abdulqadir piştî qebûlkirina Mîsaqî Millî ye.

Peymana Sewrê ya ku Kurdistan parçe dikir, di 10’ê Tebaxa 1920’an de hate îmzekirin. Xalên 62, 63 û 64’an, merhaleyên damezirandina Kurdistaneke serbixwe didan xuyakirin; lê ya rastî perçeyek pir biçûk wek Kurdistan hatibû diyarkirin û merheleyên din bi temamî hiştibûn ji komîsyonên ku ji endamên Ewrûpî pêk bên. Beşa pêwendîdar a peymanê wiha diqediya: “Piştî ku serbixwebûna Dewleta Kurdistanê hat pêkanîn, heger Kurdên li wilayeta Mûsilê dijîn, ku ew parçeyekî Kurdistanê ye, bixwazin tev li Kurdistana serbixwe bibin, di vê rewşê de hêzên hevalbend wê nikaribin îtirazê li vê bikin.” Diyarkirina sînorên Kurdistan û Ermenistan ji hevdîtin û gotêbêjên paşê re hatibû hiştin ku wê ev gelek pirsgirêk bi xwe re bianiya. Behsa rojhilatê Kurdistanê (beşa di Îran de) jî nehatibû kirin.

Bi Sewrê, ji Împaratoriya Osmanî bi tenê herêma tengavan, ku ew di bin kontrola navneteweyî de ye, Stenbol û beşeke Anatoliyaya bakurê rojava maye. Hemû erdên din ên Împaratoriya Osmanî, di navbera Îngiltere, Frensa û Îtalyayê de hatibûn parvekirin û li ser gelek dewlet hatin avakirin. Delegeyên Osmanî li Sewrê daxwaz kiribûn ku Kurdistan di nav pergala Osmanî de bê hiştin, lê daxwaza wan qebûl nebûbû û wan bêyî dilê xwe be jî ev peyman îmze kiribûn. Jixwe Stenbol hatibû dagirkirin û dor li wan hatibû tengkirin. Wek ku li jor me îfade kir, ji roja ku lîstikên Ewrûpiyan li Sewrê hişkere bûn û pê de rêveberên Osmanî û Kurd ji bo xelasiyê tekoşînek bihevre dan ber xwe. Kongreyên Erzurum û Sîwas, avakirina meclisa li Enqerê li ser vê bingehê meşiya. Makekanûna 1921’ê, li Izmîtê bi rojnamevanan re li ser Kurdan axaftina M. Kemal ya 17’ê Çileya 1923’yan li ser vê bingehê bû, her çiqasî gelek kêmanî di wan de hebû jî.

Di 16’ê Adara 1920’an de dagirkirina Stenbolê fermî bûye. Hêzên çekdar ên Ewrûpî gelek mebûsên meclisa Osmanî girtine, hin ji wan surgun kirine. Hin mebûs jî direvin û li Enqereyê beşdarî Mustafa Kemal dibin. Meclisa li Stenbol di 11 Nîsana 1920’an de ji aliyê padîşah ve hat fesexkirin û di 23’yê Nîsanê de jî li Enqereyê Meclîsa Mezin a Milet hat vekirin ku navê Tirk yan Tirkiye pê ve tuneye. Edî temsîlkarê dewletê tenê Meclisa Enqereyê ye, gelek mebûsên Kurd jî di meclîsê de hene û wek mebûsê Kurdistan tên binavkirin.

Wek ku tê îdiakirin têkoşînên Kurdan ji hevdû ne qutbûyî ne, hemû rêber li herêma xwe li ser lingan in û di nav têkiliyê de ne. Smeîl Axayê Şikakî jî tim di nav têkoşînê de bû û di vê demê de ji Tirkan alîkariyê distîne. Smeîl Axa jî di erdê xwe re destûr dida berpirsên Osmaniyan ên ku diçûn li başûr li dijî Ingilîzan tevdigeriyan. Gelê ji Kurdistana Tirkiyeyê bi hêviyeke mezin destekê dide Smeîl Axa û jê re alîkariyê dişînin. Di serê Nîsana 1921’an de Wezîrê Karê Derve yê Îranê ji qasidê Ingilîzan re digot, 2 hezar milîsên Kurd yê ji Tirkiyê hatine axa Îranê dagir kirine û gazinê xwe dikirin. Di sala 1921’an de, serkeftinên mezin bi dest xistibû. Qebîleyên Sablaxê (Mahabada îro), Mameş, Mengur, Debokrî, Zerza, Gevrik, Feyzulahbeg, Poştdar, Bane û Qadirxan bibûn yek û artêşên Îranê têk dibirin. Her çiqasî ne li ser hev komkirî bana jî hêzeke eskerî li dor deh hezarî yê hevalbendê Smeîl Axayê Şikakî hebû. Seyîd Taha jî fermandarê artêşê bû. Tevgerê, Mahabad kiribû paytext, kovara “Rojî Kurd” diweşandin, dibistan û nexweşxane vedikirin û Kurdî jî wek zimanê fermî radigihandin. Şêx Mehmûdê Berzencî surgunî Hindistan bibû lê li Başûrê Kurdistanê sekin nakeve serhildanan û dema Smeîl Axa gelekî xurt dibe, ji bo êrîşkirina ser Mûsilê jî dest bi amadehiyan dike.

Mûstafa Kemal jî her bi rayedarên dewletên Ewrûpî re di têkiliyê de bû, welew çi windahî bidaya jî ji bo xwe rehet bike ew bi dû peymanên aşitîyê de bû. Piştî danûstendinên çend mehan di 20’ê Kewçêra 1921’an de di navbera Hikûmeta Enqerê û Rayedarên Frensî de Peymana Enqereyê pêk hat. Peyman ji bo Suriyeyê bi pirayî xeta trênê sînor qebûl kiribû, yanî veqetandina başûrê rojava yê Kurdistanê ji aliyê Hikûmeta Enqereyê ve dihat pesendkirin. Loma hin Kurd ji pêvajoyê ketin şupheyê û dixwestin hin tedbîran bistînin. Li gor lihevkirina Kurd û Osmaniyan Kurd li bende bûn ku gavên pratîk bêne avêtin, wek şandina waliyê Kurd ji bo herêmên Kurdan, kişandina eskerê dewletê û di şûna wan de bicihbûna eskerê Kurd li herêmê xwe. Loma hin bertekî li hember esker û efserên Osmanî tên danîn, lê efserên Osmanî êrîşên tund di miqabil Kurdên sivîl de bikar tînin. Ev jî dadigere Serhildana Qoçgiriyê û qirkirinê li vê herêmê di meclisê de dibe cihê nîqaşên mezin.

Di van rojên ku Kurd hemû li ser piyan in dewletên eleqedar jî, ji bo ku Kurdan ber bi aliyê xwe ve bikişînin dikevin nav hewldanan û mecbûr dimînin hin mafan bidine wan. Ingilîz li Başûr lezê didin xebatên ji bo otonomiyê. Wezîfedarên Ereb ên li herêmê tên vekişandin û Kurdan li şûna wan bi cih dikin.

Li Enqereyê jî di derbarê otonomiya Kurdistanê de li Meclîsê pêşnûmayeke qanûnê di 10’ê Sibata 1922’yan de tê qebûlkirin, di gel ku hin mebûsên Kurd pê nerazî ne û raya erênî nadin. Li gorî gotina Mustefa Kemal, piştî cepheya rojhilat û rojava, dor hatibû ser cepheya başûr. Di Adara 1922’yan de Hikûmeta Enqereyê ji bo Rewandûzê wek qeymeqam Remzî Beg û wek serheng jî Alî Şefîk Beg(Ozdemîr) tayîn kirine. Di nav Kurdan de propagandeyeke mezin a panîslamîst û terefdariya Tirkan li dar xistine, ji wan re pere û çek temîn kirine û destek dane berxwedana wan ya li dijî hukimraniya Ingilîzan. Meclis di 15’ê Hezîrana 1922’yan de, heyetekê di bin serokatiya waliyê berê yê Mûsilê Haydar Beg de dişîne Şemzînanê. Ev heyet ji Smeîl Axayê Şikakî û Seyîd Taha re soz dide ku, heger ew li dijî Ingilîzan berxwedana xwe gur û geş bikin, wê alîkariyê bidin wan. Smeîl Axayê Şikakî, eşîrên Kurd ên girîng ên li herêmê dicivîne û biryara berxwedaneke xurtir dide.

Ev rewş di nav erkedarên Ingilîzan de tirsa windakirina Başûrê Kurdistanê zêde dike. Loma dest bi êrîşên giran dikin, tevî bi dehan balafiran di 10-11 tîrmehê de, herekata hawayî ku li gorî dema xwe herekateke pir mezin e, tê lidarxistin û bimba bi ser xelkê de dibarînin.

Hikûmeta Îranê jî ji bo ku li dijî tevgera Kurd hevkariyekê çêkin bi Enqereyê re di nav dan û stendinan de ne; dikin ku alîkariya bi Smeîl Axayê Şikakî re bê birîn. Bi lihevkirina bi Enqereyê re di Tebaxa 1922’yan de artêşa Îranê bi hêzeke mezin êrîşî Smeîl Axa kir. Ji aliyekî ve Îranê ji aliyê din ve jî Tirkan êrîş kirine û Smeîl Axayê Şikakî têk birine. Smeîl Axa pir şaş dimîne li hember vê durûtiyê… Bi dû de di 25’ê Kewçêrê de jî peymana Tirkiye û Îranê tê îmzekirin.

Ingilîz ji bo di Konferansa Lozanê de destê xwe bi qewet bikin, ku bêjin va em bêhtir heq didin Kurdan û gerek Mûsil bi me ve girêdayî bimîne, biryar didin ku Şêx Mehmûd ji Hîndistanê vegerînin Kurdistan. Şêx Mehmûd, dema di 30’ê Rezberê 1922’yan de digihîje Silêmaniyê, wek qralan, bi kêf û coşeke mezin tê pêşwazîkirin. Nuh digihîje welatê xwe, xwe bi temamî dide doza xwe û di Sermawezê de wek qralê Kurdistanê deng belav dike. Çapemeniya herêmî nivîsand ku wê efserê pêwendiyê Noel (tevî Şêx Mehmûd hatibû û ji bo Kurdistan bê avakirin pir dixebitî), mîna konsolosekî wezîfe bike û di dema danûstendinan de bi komîserê bilind yê Ingilîzan re wê navbeynkariyê bike. Di bin serokatiya birayê Şêx Mehmûd, Şêx Qadir de (ew jî bûbû serekfermandar) Hikûmeta Kurdistanê hate damezirandin. Paytext jî Silêmanî bû.

Li Enqerê, piştî têkbirina Yûnanan bi îmzekirina Mutarekeya Mûdanyayê ya di 11’ê Kewçêrê de, Meclisa Enqerê têra xwe bihêz bû. Di gel gelek nîqaşan be jî di 1’ê Sermaweza 1922’yan de Meclîsa Mezin a Milet bi qanûnekê seltenatî rakir. Bi vî awayî di pêvajoya Konferansa Lozanê de hukimraniya Osmanî ya li Stenbol bêpaye hat hiştin.

Di Konferansa Lozanê de, ya ku di 20’ê Sermaweza 1922’yan de dest pê kiribû, Îsmet Paşa serokatiya delegasyona Meclisa Mezin ya Millet dikir. Di dîrektîfa giştî ya ku meclisê dabû heyetê û ji 14 xalan pêk dihat, meclisê gotibû ku Mûsil neyê stendin, bi tu awayî peyman wê neyê îmzekirin.

Di destpêka danûstendinên li Lozanê hem delegasyonên Ingilîzan, hem yê Meclisa li Enqereyê behsa netewa Kurd û heqqê wan dikin û behsa rêjeya wan ya bilind ya li Vîlayeta Mûsil tê kirin, lê herdu alî jî bi awayê bê tawîz dixwazin Mûsil di dest wan de bimînin. Li ser Mûsil di nav Lord Curzon û Ismet Înonu de gengeşeyên mezin çêdibin. Dema ev munaqeşe li welêt tên bihîstin li wir jî bertekî zêde dibin. Di nav nîqaşên rûniştina roja 25’ê Berfanbara 1922’yan a Meclîsa li Enqereyê meseleya hindikahiyan heye:

         “Huseyîn Raûf Beg (Sêwaz): Gelî efendiyan wek hûn dizanin, hemû teşebûsên Ingilîzan ku wan dixwest Tirk û Kurdan tune bikin, li ber yekîtiya van her du neteweyên esîl, îflas kiriye… Kurd nakevin statuya hindikahiyan; îro ji bo Kurdan wek hindikahî bê behskirin, wekî ku mirov behsa hindikahîbûna Tirkan bike. Ji ber wilo ve ev bi temamî red bûye (dengên spas…)”

Ev gotin mifteya gelek mijaran e, di hundirê Mîsaki Millî de nufûsa Kurdan ji ya Tirkan ne hindiktir bû. Di Kurdistan de ji sedî heyştê Kurd bûn û wek Stenbol û Konya li gelek bajaran jî Kurd pir bûn. Loma ew ne hindikahî bûn, eslî ûnsûrên li welatê xwe bûn. Hîn jî yên ku dixwazin mijarê berovajî bikin dibêjin, “Kurd gotine em heqqê hindikahiyan naxwazin” û ya bi dû de nabêjin; erê ji ber ku ew li ser erdê xwe bûn û wek du eslî ûnsûr Kurd û Tirkan bi Mîsaki Millî li ser wekheviyê li hev kiribûn. Kurdan welatek yek perçe dixwestin û Kurdistanek perçebûyî yê ku Ewrûpiyan li Sewrê danîbû ber wan qebûl nedikirin.

Li Başûrê Kurdistanê jî li dijî nêrînên mafên hindikahiyan ên der barê Kurdan de ku li Lozanê dibûn dabaşa mijarê, reaksiyon hene. Di nivîsên rojnameya herêmî ya bi navê Rojî Kurdistan de, yên di Sermaweza 1922’yan de, mirov bi rihetî kare mebestên tevgera Kurdan û hişmendiya netewetiyê, dilsoziya bi Şêx Mehmûdê Berzencî re û rexnegirtina li nêrînên der barê Kurdan de yên hevdîtinên ji bo Peymana Lozanê bibîne:

“Ev rojname (rojnameyeke ku li Bexdayê bi Erebî tê weşandin) Kurdistan wek lîwaya Silêmaniyê bi nav dike û dibêje ku parçeyek ji Iraqê ye; li gorî wan sebeba vê, ji ber ku bi awayekî nêzik bi Bexdayê re têkiliyên vir ên bazirganî û aborî hene. Hikûmeta Kurdistanê jî wek ‘Konseya Îdareyê ya Wilayetê’ bi nav dike. Ev îfade bi tevahî dil dişewitînin. Aqil tu car qebûl nake ku mirovekî ronakbûyî ev çend neheq û xelet be. Me qet hêvî nedikir ku cîranê me yê mezin û dost, mafê me yê hezar salî, têkiliyên dostane yên di navbera hikûmetên herdu welatan û herdu gelan de binpê bike yan jî sînorên me îhlal bike. Ji Iraqê re, bi hezaran feydayên damezirandina Hikûmeta Kurdistanê hene; li aliyê din berdewambûna hebûna Iraqê ancex bi berdewamiya Hikûmeta Kurdistanê mimkun e… Dîrok û cografya wê bi delîlên bi xwe re şahid in ku her tim li dinyayê nasnameyeke gelê Kurd hebûye û her tim wesfê xwe yê neteweyî parastine. Ev gel ji aliyê perwerde, hunerên destkariyê, bazirganî, mafên mirovan, medeniyet, xak, nifûs û hwd. ve ji yên wek xwe li paş nemane, heta ji wan pêşdetir jî dibin. Hiqûq û mafê diyarkirina qedera xwe, di serî û ruhê her ferdê neteweyê de bi awayekî xurt cih girtine. Di nîmetê maf û sînoran de, ku ji aliyê Cemiyeta Miletan ve dest bi belavkirina wan hatiye kirin, para me jî heye. Ji bo parastina vê parê, em madî û manewî hemû cure fedekariyên ku hewce bikin, didin ber çavan… Em bi hemû jixwerazîbûna xwe, radigihînin ku em gelekî paqij û bêtirs in. Em ne kole, em azad in… Hemd ji Xwedê re ku şeva me bû roj û rêveber û pêşewayekî wek Qralê Kurdistanê Mehmûdê 1’em mîna Mesîhê ku wê ji nû ve were ser rûyê erdê, ji bo me ji nû ve çêbû… Mebesta pîroz a Qralê Kurdistanê ew e ku sînorên sirûştî yên Kurdistanê û mafên wê biparêze û bi cîranên me re wek bira têkiliyên baş deyne.

Kurdistan. Gava yekî zane vê peyvê bi lêv dike, ne tenê herêma Silêmaniyeyê, qesta cografiyeke hîn firehtir dike û gelê Kurd ê yekbûyî, yê pir tîne bîra xwe. Sînorên sirûştî yên vî welatî kifş in. Digel ku nifûsa Mûsilê ji Kurdan pêk tê jî, çima mirovên ji derve, bi paş ve stendina vê wilayetê yan jî behsa bidestxistina wê dikin? Tirk, Ereb û Suryanî daxwazên xwe yên derbarê vê yekê de, dispêrên hebûna mirovên xwe yên ku hejmara wan hindik e…. Hêviya me ji Konferansa Lozanê, ne bi awayê parastina hindikahiyê, teyîdkirina mafê jiyana li ser axa welatê xwe yê xelkekî mezin ê serbixwe ye.”

Nûrîkê Siyabendê Apê Etar

Salihê Kevirbirî

Ji berê ve ye kilambêjiya kurdî, li ser dêhin û bala min e.  Min hez e her cihê ku kilam lê olan dide, li koşeyekê cihekî ji xwe re diyar bikim û guh lê bidêrim. Xwendevanên zimanê kurdî, nexasim hezkiriyên zargotina kurdî vê yekê baş dizanin.

Ne tenê guhdarîkirin, her wisa nivîsandina van kilaman bo min cihê şanazî û bextewariyê ye. Yekem pirtûka min, “Filîtê Quto”* piştî nivîsandina van kilaman hate pê. Min mînakên ji zargotina kurdî, di rojname û kovarên kurdî de da weşandin.

Wek mînak, 16 kilam û qewimînên ku di nav gel de dihatin gotin, lê nehatibûn nivîsandin; min tevî serpêhatî, rewşa civakî, bi varyant ango guhertoyên cihê-cihê, ligel gotûbêjên têkildarî kilaman, di kovara Jiyana Rewşenê** de da weşandin.

Paşê jî, ji bo ku winda nebin, min ev kilamên giranbiha di kitêba dabaşa mijarê de da çapkirin. Niha li ber destên min, têrî du kitêbên din, kilam û serpêhatiyên zargotina devkî hazir û amade ne. Di nava van kilaman de, kilamên ji deng û awazên Serhedê, xwedî cihekî taybet in ji bo min. Her wekî bilêvkirina nivîskarê kurd ê hêja Ehmedê Gogê* kilamên Welatê Serhedê ji bo min “baristana dilan” in…

*

Kilama Nûrîkê Siyavend ango Siyabend, yek ji wan kilaman e ku ev demek e her lê guhdarî dikim. Bi awayek ji awayan, komek stran û kilamên dengbêjî-zargotina bidevkî, çendek berê ketin destên min. Sedema nivîsandina vê kilamê û vê nivîsarê ew e ku Ehmedê Gogê, di kaset-CD-yê de, li ser vê kilamê û malbata Siyabendê Apê Etar, axiviye. Wisa xweş axiviye ku mirov hez dike ji kilamê bêhtir guh bide dengê nivîskarê hêja. 

Beriya ku hûn berê xwe bidin gotinên Ehmedê Gogê li ser kilamê û xwendina vê kilamê, dixwazim çend tiştan bibêjim…

Diyar e, Nûrîkê Siyavend di nava êl-eşîra xwe de xwediyê hezkirineke mezin e. Yek ji pêşengê malbatê ye, mêrxasek e, delalê ber dilê dayik, bira û xwişkên xwe ye. Li gorî ji kilamê tê fêhmkirin, hatiye kuştin. Mirin zor e, xayîn e. Herî zêde kezeba dayik û xwişkan li ser birayên kuştî dişewite. Xwişkên wî li ser wî lorandine. Paşê ev deng û qêrîn, bûye para gotina dengbêjan û ketiye malên me.

Nûrîk, kurê Siyavend e. Siyavend jî kurê Apê Etar e. Apê Etar, xîretkêşekî miletê kurd e. Ji zarbêjî-stranbêjî-govendgeriya kurdî haydar e. Lewma ku herdem zargotinas-nivîskarên kurd ên berbiçav li Ermenistan û Qefqasan lê qesidîn e, bûne mêvanê civata wî,  guh danê û axaftinên wî tomar kirine, di nivîsar û kitêbên xwe de weşandine…

Dengbêjê li ser Nûrîkê Siyavend gotiye kî ye, kê ji kilamê re sazbendî kiriye? Ji bo bersiva van pirsan û çend gotinên li ser vê malbata qedirgiran, bifermin dêhn û bala xwe bidin gotinên Ehmedê Gogê ku di kasetê de, li ser kilama navborî gotiye:

“Kilama vê kasetê ya ewilîn, Emerê Feyzoyê Cercoyê Elî, avêtiye ser Nûrîkê rehmetî. Sazbendiya wê pêk tîne, sazbendê binav û deng Ehmedê Hesenîkê. Mala Siyabendê me; Siyabendê Apê Etar, maleke bi nav û nîşan, maleke xîretkêş a milet, maleke teqildar a milet bû. Gelek ji vê malê; hînî erf, edet, rê, rêzim, rabûn û rûniştina me yî miletiyê bûne. Profesor Haciyê Cindî, nivîskarê mezin Nadir Mehmûdov li vê malê diqesidin wekî guhdariya malxweyê malê Apê Etar bikin. Çimkî Apê Etar, hosteyê xebera bedewetiyê bû. Xweş xeber dida, şîrîn xeber dida, aqil xeber dida. Zargotina me mînanî pênç tiliya zanibû. Heciyê Cindî, gelek nimûnê zargotinê ji wî hildane û di kitêbêd xwe yên başqe başqe de dane çapkirinê. Temamê ewledên Siyabendê me, li welatê dûr û deras bûne alîkarê milet. Li Ûrisêta dûr, li merkeza Ûralê, li Svêrnoskê bûye serê gilî û gazina, bûye alîkarê hemû hewcekara. Ev kilam gelekî li bejn û bala Nûrîk tê. Ev kilam baristana dila ye û heykelê bîranîna zindîtiya Nûrîk e. Ew ê heta hetayê bijî û bibe nimûneyeke zargotinê ya kifş…”

Kerem bikin hûn û kilama Nûrîkê Siyavend;

Nemînim, nemînim, nemînim

Nemînim pey Nûrîkê Siyavend

Tîtalê xortan ra.

Siltanê digo, Sînemê porkurê,

Ezê li şeherê Svêrnoskê dinêrim çawa mezin e,

Rabe bala xwe bidê, serî heye binî tune,

Miletê me tê de belav bûye serûbin e.

Wexta dibû rojên oxirmê giran,

Ji Xwedê ve eyan e,

Mêrxas birakê şêrîn e,

Kekê Zoro ye, Nûrîk min e.

Nemînim, nemînim, nemînim,

Nemînim pey Nûrîkê Siyavend,

Tîtalê xortan ra.

Norîk bira, w’ezê li şeherê Svêrnoskê dinêrim wê bi nik e,

De emê vê sibê têlekê bikişînin Ermenistanê, gundê Gêtaşênê,

Emê bêjin Siltanê Dayê,

Porkurê Sînemê, xwehê serkurê,

Rabin binêrin felek e, li me çi dike,

Waye hatiye kuştin Nûrîkê Siyavend,

Birakê Jora dîsa şêrê çargurçik e.

Nemînim, nemînim, nemînim,

Nemînim pey Nûrîkê Siyavend,

Tîtalê xortan ra.

Siltanê digo, Esmerê porkurê,

Roja me derketiye ji Urisetê,

Ji qudretê.

Şewqê daye bejn û bala Bavê Zoro,

Dîsa goveka vê saetê,

De bila ew roj ne roja Xwedê bûya,

Wexta Nûrîk min ji mal derket sebir ketê.

Esmerê porkurê xêra  mala Xwedê re,

Nûrîk min ne mêvanê axî gora bûya,

De bila girtî bûya,

Girtiyê kambaxa vê Ûrisetê.

Nemînim, nemînim, nemînim,

Nemînim pey Nûrîkê Siyavend,

Tîtalê xortan ra.

Sînemê digo, Siltanê dayê porkurê,

Ezê li şeherê Sivêrnoskê dinêrim çawa giran e.

Mêrxasên Sivêrnoskê, li dîwana Jorayê bira da li hev civiyane,

Lê ezê çavê xwe digerînim nagerînim,

Nûrîk bira, mêrê mêrxas ne di nav da ye.

Nemînim, nemînim, nemînim,

Nemînim pey Nûrîkê Siyavend,

Tîtalê xortan ra.

Jora digo, Norîk bira bayê Ûralê tê ye, dilîlîne,

Wey lê dixe, tuncik temoyê birakê min î ezîz,

Li ser eniya delal de direvîne.

Bira ji Xwedê ve eyan e, biratiya me gelekî şêrîn e.

Bila Xwedê mala nemama, nexana xwedî bike,

Derbeka xedar li birakê min dane,

Destê me ji birakê me ji hev diqetîne.

Nemînim, nemînim, nemînim,

Nemînim pey Nûrîkê Siyavend,

Tîtalê xortan ra…

salihkevirbiri@gmail.com

* “Filîtê Quto” -20 Kilam/20 Qewimîn”, Salihê Kevirbirî, Weşanxaneya Pêrî, 2001, Kurdî, 175 Rûpel, Stenbol. Di sala 2004-an de, bi wergera tirkî ya Mazlum Dogan, bi navê “Kürt Halk Turkulerinden Seçmeler” ji Evrensel Basim-Yayinê ku li Stenbolê ye ve hate çapkirin. (S.K)

** Jiyana Rewşen: Kovara ku li Stenbolê, wekî weşana Navenda Çanda Mezopotamyayê, bi perîyodên mehane dihate çapkirin.

* Ehmedê Gogê; (1937-20 Adar 2003) Nivîskar û miletzanê kurd, yek ji pêşeng û berpirsê Radyoya Erîvanê Para Kurdî ku salên dûvedirêj di radyoyê de bû dengê kurdên hezkiriyên gotina kurmancî…

Du Xanedanên Kurd ên li Misirê

Eslîxan Yildirim

Du xanedanên Kurd hene ku di dîroka Misirê de cihekî girîng digirin. Yek ji wan Xanedana Eyyûbiyan e ku Dewleta Eyyûbiyan ava kirine û ji salên1171’an heya 1260’an hukim li Misirê kirine. Bi demê re dewleta xwe heya Sûriyê , Kurdistanê, Hîcazê, Yemenê, Bakurê Efrîqayê fireh kirine ku hukumdariya hin şaxê wan heya salên 1510’an dom kiriye. Ya din Xanedana Mihemed Elî Paşa ye ku ji sala 1805’an heya 1952’ya Misirê bi rê ve birine. Ew jî di hin deman de hukmê xwe heya Hîcaz, Sûdan, Sûriyê  û Filîstînê berfireh kirine. Di van herdu dewran de jî xebatên pir hêja hatine kirin û Misir bi pêş xistine. Her çiqasî di gelek kitêban de Kurdbûna wan zelal be jî ji ber bayê netewdewletiyê ya dusedsalên dawî, tê xwestin ku Kurdbûna wan bê temisandin.

Mixabin ji ber ku Kurd nebûn xwedî netewdewletekê ne tenê ji bo van herdu malbatan, di gelek waran de dîroka Kurdan hatiye berovajîkirin û windakirin. Dema piştî Herba Dinyayê ya 1’emîn Kurdistan hat perçekirin û her perçeyek wê kete bin desthilatdariya dewleteke cuda, hat xwestin ku navê Kurd û Kurdistanê ji holê bê rakirin, di kitêbên ku hatin nivîsandin de ev gotin nehatin bikaranîn û dema wergerên berhemên pêwendîdar ên berê hatin kirin jî navê Kurd û Kurdistanê ji wan hatin derxistin. Heta ji bo serîtevlihevkirinê hin navê kes û warên Kurdan yan xelit hatin nivîsandin, yan  hinek herf  jê hatin kêmkirin. Loma rojek berî ya din gerek Kurd xwedî li dîroka xwe derkevin, ew bixwe berhemên dîrokî wergerînin û bi hişmendiya van tehrîfata, bi zanistî li ser dîroka xwe bixebitin.

Helbet gelek malbat û xelkên Kurd li Misrê hene ku dawiyê em ê bi çend hevokan behsa wan bikin, lê mijara me ya bingehîn wek malbatên ku li Misrê bûne xwedî dewletên biqewet, em ê bi kurtayî li ser van herdu xanedanan bisekinin.

Xanedana Sultan Selaheddînê Eyyûbî

Malbata Selaheddînê Eyyûbî ji Kurdên Rewadî ne yê ji hoz û eşîra mezin ya Hezbanîyan in. Di sala 1128’an de ji ber êrîşên Tirkmenan mecbûr mane cih û warê xwe biterikînin û xwe bera ber bi Başûrê Kurdistanê de berdin. Ji ber hin têkilî û dostaniyên berê û bi jêhatîbûn û mêrxasiyên xwe di demek kin de li herêma Şam û Helebê bûne xwedî meqam û cihê qedirbilind. Piştre jî bi zanebûn û tekoşînek bêrawestan roj bi roj hêza wan mezin bûye heta dewletek bi nav û deng ava kirine.

Di derbarê Dewleta Eyyûbiyan de di dest me de berhemên ku di sedsalên 12’emîn û 13’emîn de, yanî di dema wan bixwe de hatine nivîsandin hene. Wek mînak, berhema İbnul Esîr ya bi navê el-Kamil fi’t Tarîx yek ji van e, ya din kitêba bi navê “Tarîxul Dewletul Ekrad(Tarîxa Dewleta Kurdan)” e ku ji aliyê el-Xezrecî ve hatiye nivîsandin. “Tarîxa Dewleta Kurdan” bi taybet li ser dema Selaheddînê Eyyûbî û Dewleta Eyyûbîyan hatiye nivîsandin. Ji roja ewil heya roja me bi dehan bi sedan kitêb li ser Selaheddînê Eyyûbî û Dewleta Eyyûbiyan hatiye nivîsandin, axilbe ji aliyên Ewrûpiyan ve. Salên dawî li ser bingeha rojnivîska Selaheddîn Eyyûbî ya ku di kitêbxaneya Îskenderîyê de hatîye dîtin, rojnamevana Fransî Genevieve Chauvel romaneke belgewarî li ser Selaheddîn nivîsîye ku Kurdbûna wî bê şik tê îfadekirin. Wekî din hema hema hemû berhem behsa wî û hêjabûna wî dikin û wek yek ji şexşiyetê  herî navdar û qedirbilind ya di dîroka dinyayê de tê naskirin.

Di kitêba “Tarîxa Dewleta Kurdan” de sal bi sal çi qewimiye hatiye nivîsandin. Di gel bihevrebûn û alîgiriya Ereb û Tirkmenan, li ser Kurdan û rola wan ya di Împeratorîya Eyyûbîyan de agahiyên berfireh dide. Di gelek cihan de bi navê Kurdan wek serdar, rêber, alim derbas dibin. Jixwe beşeke Kurdistanê di hundirê împaratoriyê de cih digirt û mîr û mîrekên Kurd jî her bi wan re bûn. Wek ku tê zanîn dusedsalên dawî dewletên neteweyî hatine damezrandin, heya wê demê dewlet û împeratorî li ser navê malbateke xwedî hêz a esilzade bûn; mîna Emewî, Fatimî, Biweyhî, Selçûqî, Şedadî, Merwanî, Hesnewî, Zengî, Osmanî, Sefewî û gelekên din. Lê ev kitêba behsa Selaheddînê Eyyûbî û Dewleta Eyyûbiyan dike ku navê wê bixwe “Tarîxa Dewleta Kurdan” e, dide xuyakirin ku ev dewlet bi navê Dewleta Kurdan dihat naskirin.

Eşîra Hezbanîyan eşîreke mezin e, di dema xwe ya zêrîn de ji başûrê Kurdistanê heya bigihê deverên Azerbaycan û hawîrdorên wê li gelek navendan belav bûne û desthilatdarî jî li wan deran kirine. Lê dema Selçûqî hatine û herêm wêran kirine bapîrê Selaheddînê Eyyûbî, Şadî bi herdu kurên xwe, Esededîn Şêrkoh û Necmedîn Eyyûb (digel hinek mêrxasên pismamên xwe) ve berê xwe dane Bexdayê û ji wê derê jî çûne Tikrîtê ku Selaheddînê Eyyûbî li wir hatiye dinyayê(1138).

Dûra ji ber hin pirsgirêkan ji Tikrîtê derketine çûne Mûsilê û ji hêla Îmadedîn Zengî ve bûne xwedî wezîfeyên payebilind. Necmedîn Eyyûb û Eseddedîn Şêrkoh li herêma Şam û Helebê bûne rêveber. Dema di salên 1163-69’an de ji bo tevliheviyên li Misirê, hewce dike Şêrkoh çend carî biçe ser Kahîreyê Selaheddîn Eyyûbî jî bi apê xwe re ye. Dûra Şêrkoh wek wezîrê Misirê tê wezîfedarkirin. Lê nêzî du meh şûn de Şêrkoh jiyana xwe ji dest dide û Selaheddînê Eyyûbî dibe wezîr(1169). Hin dîrokzan vê salê destpêka avakirina Dewleta Eyyûbîyan qebûl dikin, lê esas dema di sala 1171’ê de Dewleta Fatimiyan bi dawî bû, Dewleta Eyyûbiyan hat avakirin. Selaheddînê Eyyûbî heya dema ku li Şamê jiyana xwe ji dest da(1193) her di nav  tekoşînê de bû û împaratoriyek berfireh li dû xwe hişt.

Yek ji serkeftinên Selaheddînê Eyyûbî yê herî navdar Cenga Hittînê ye. Bi vê serkeftinê re  Qudsê hat bidestxistin(1187). Di dîroka dinyayê de vegirtina Qudsê ya ji aliyê Selaheddînê Eyyûbî ve cihekî girîng digire. Tevgera wî ya dema teslîmgirtina bajêr, serbilindahiyeke mirovatiyê ye. Ji ber ku 88 sal berê dema Xaçîyan Qûdus stendibûn, bêcudahiya navbera jin, mêr, zarok, kal û pîr; çi Cihû, çi Misilman û çi jî yên din, kî kete ber wan zêdeyî heftê hezar însan hatin kuştin; li bendê bûn ku Selaheddînê Eyyûbî jî heman tiştî bîne serê wan. Lê Selaheddînê Eyyûbî, bi dayîna serê şexsekî bedelek pir biçûk ew rizgar kirin û ji bo ewlehiya yê ku xwestin herin ew bi baldarî şopandin. Sedemê navdarîya wî li nav cîhanê, ne tenê ji bo hêza wî ya leşkerî û serkeftinên wî yên şer û cengê ne, giranbuhayîya wî bêhtir ji ber ciwanmêrî û dadmendîya wî û van xesletên wî ne.

Sultan Selaheddîn pir ji zana û aliman hez dikir û qîmet dida her cure xwendin û zanînê, loma li avedanîyên xwendin û zanînê jî miqate bû û li gelek cihan medrese vekirin. Wekî din gelek nexweşxane, cihê alîkariya zarokên bêkes û kesên feqîr hatibûn avakirin. Ji aliyê din ve sin’et û teknîk bi pêş ket; bi hilberîna kaxet, eşyayên ji hesin û ji camê, qumaşên ji hirî, hevrêşim û pembo navdar bû.  Bi kinayî, li gor heyama xwe Sultan Selaheddîn hem di warê fermandarî û leşkeriyê de, hem jî di warê çand û zanyariyê de pir pêşketî bû û li her derê dewletê gavên girîng avêtin. Di hêla wêje, ziman, civaknasî, zanistên fenî û olî de gelek şexsiyetên mezin gihandin. Ji ber van tevan tesîra wî heya roja me jî berdewam dike.

Helbestvanê navdar Mehmet Akîf Ersoy, di helbestek xwe de gotiye; “Sultanê herî xoşewîst yê Şerqê, Selaheddîn.” Di sala 1898’an de gava Împaratorê Almanya Wilhemê 2’yemîn serdana Şamê kiriye û çûye ziyaretiya tirba wî, weha pesnê Selaheddîn daye: “Tiştê dilşadîya min zêde dike ew e ku ez li wî welatî me ku mezintirîn kesê serdema xwe û mêrxastirîn û xweşmêrtirîn gernasê wextê xwe lê jîyaye, ew ê ku hatina wî bi xwe bûye rûmet û esalet û navûdengê wî li hemû welat û şaristanan bilind û belav bûye; ew jî Selaheddînê Eyyûbî ye.”

Dewleta Eyyûbiyan ji Misir, Sûrî, Yemen, Filîstin û beşek ji Kurdistanê pêk dihat û heya sala 1260’î dom kiriye. Lê li hin cihan hukmê Eyyûbiyan zêdeyî 300 salan dom kiriye. Weke mînak li Heskîfê heya salên derdora 1510’an dom kiribû û Melik Xelîlê Eyyûbî hukumdarê wan yê dawî bû.

Roja îro jî di Rojhilata Navîn de gelek cih û war li ser navê Selaheddînê Eyyûbî hene, kitêb û roman li ser tên nivîsandin û hîn jî ji bo pêşerojê mînak e.

 Keleha Selaheddîn Eyyûbî ya li payîtexta Misrê, Kahîre

Xanedana Mihemed Elî Paşa

Damezrînerê  Misira modern Mihemed Elîyê Brahîm Axa ji dema ku di 1805’an de bû waliyê Misirê û heya 1952’yan malbata wî Dewleta Misirê bi rê ve birin û îro wek Xanedaniya Mihemed Elî Paşa tên naskirin.

Mihemed Elîyê Brahîm Axa, di sala 1769’an de li bajarokê Kavala ya ku îro di welatê Yewnenîstanê de ye, hate dinyayê; wê demê ev herêm perçak ji Dewleta Osmanî bû. Loma bi pirayî wek Mihemed Elî Paşayê Kavalayî tê naskirin. Lê torinê wî Qral Farûk ku ji 1936’an heya 1952’yan qralê Misirê bû, di nivîsek kovara “El Misir” de(1948) zelal dike ku malbata wî bi eslê xwe ji gundêkî bakurê Kurdistanê, ji Îlîçê ye ku îro wek bajarokekî bi bajarê Erzînganê ve girêdayî ye. Li gor vegotinên malbata wan û hin çavkaniyan ew malbateke Kurd in, di sedsala 18’emîn de ji Îlîçê derbasî Konya dibin, dûra piştî hin pirsgirêkan hin ji wan ji wir diherin Edîrne û dawî li Kavala bicîh dibin. Li Kavala malbata Mihemed Elîyê Brahîm Axa ticareta tûtinê dikin. Bi tuccarên ji dewletê Ewrûpî re tîcaret kirine, loma hem fêrî zimanan bûne, hem di têkiliyên ticaretê de xurt bûne(Ev bingeh, dûra li Misirê ji bo serkeftinên Mihemed Eliyê Brahîm Axa wê bibe alîkar).

Dîroka vê xanedanê bi têkoşîna li Misirê ya Mihemed Elîyê Brahîm Axa dest pê dike û ev xanedan nêzî 150 salî Misirê bi rê ve dibe. Di gel ku dîroka demeke nêzîk e û di herêmê de cihekî girîng girtiye, ji ber sînorên netewdewletan û polîtîkayên wan di nav Kurdan de ev mijar zêde nayê zanîn. Gelek belge û berhem di vê derbarê de hene, kesekî ku bixwaze bigihe zanînên berfireh dikare bi rehetî xwe bigihîne hin ji van berhem û agahiyan.

Wek ku tê zanîn he rtim hem bi riya koçberî û surgunê, hem bi wezîfedarkirinê gelek kes an malbat ji aliyekî derbasî aliyê din ya Împaratoriya Osmanî bûne û gelek ji van li wan dera mane. Axilbe sedsalên dawî gelek pirsgirêk di Kurdistanê de derketine û zêde cihguhertin çêbûne. Wek mînak, piştî serhildana Mîr Bedirxan têk çû(1847) ew surgunî Girîtê kirin, heman demê gelek serek û rêberên Kurdan yên hevalbendên wî surgunî hin cihên din yê dûr kirin. Hin ji wan ev bûn: Serokê eşîra Omerya ya herêma Mêrdînê Sa’dûn Axa(ez bixwe yek ji neviyê wî me) û hevalê wî Xelîlê Qurdîsî, Sa’dûnê Darî, Ehmed Ato, Ehmedê Tixubî û Eliyê Millî surgunî Rusçuk-Bulgarîstanê bûne. Sa’dûn Axa piştî 11 salan vegeriya, lê bêgûman gelek ji van li wan dera man. Ne tenê bi surgunê, bi awayên cuda Kurd li gelek herêman bela bûne û ji Xorasanê, ji Afganîstanê heya bi Dewleta Endulusê jî Kurdên bi nav û deng hene.

Xuyaye Malbata Mhemed Elîyê Brahîm Axa jî ji ber hin pirsgirêkan ji Kurdistanê berê wan ketiye Kavala. Piştî zarotî û xortaniya ku li Kavala derbas dibe Mihemed Elîyê Brahîm Axa riya wî dikeve ber bi Misirê ve. Misir perçak ji Dewleta Osmanî bû û Napolyon di 1798’an de bi hêzek eskerî ya xurt Misir dagir kiribû. Loma Dewleta Osmanî jî hêzekê amade dike ku bişîne Misirê û wê ji dagirkeriyê xelas bike. Mihemed Elîyê Brahîm Axa jî di nav vê hêzê de wek alîgirê sereskerê hêzên ku ji aliyê Kavala hatibûn komkirin cih girtiye û di 1801’ê de çûye Misirê.

Piştî derxistina Fransizan ji Misirê, tevliheviyê herêmî dom dikin, Mihemed Elîyê Brahîm Axa bi şarezatî û jêhatîbûna xwe derdikeve pêş, di demeke kin de bi berxwedan û organîzekirina esker û xelkê, di sala 1805’dan dibe waliyê Misirê. Ji aliyekî ve pirsgirêkên hundirîn, ji aliyê din ve çavberdana Misirê ya İngilîz û Fransizan dike ku Mihemed Elî Paşa tim di hundirê tekoşîn û hewldanê de be. Di heman demê de di hundirê Dewleta Osmanî de gelek pirsgirêk hene, hem bi Rûsan re di herbê de ne, hem padîşah Selîmê 3’yemîn hatiye kuştin û dewlet pir qels ketiye; loma ji bo serhildanên li Hîcaz û Yûnanîstan (ku di bin hukmê Dewleta Osmanî de bûn) alîkariyê ji Mihemed Elî Paşa dixwazin. Di bin van xetereyên mezin de Mihemed Elî Paşa ji bo Misirê li ser linga bihêle û bi pêş bixîne, di demeke kin de ji avakirina artêşeke modern bigirin heya bi saziyan, febrîqeyan, mekteban ketiye nav tekoşîneke bê hed û hesab. 

Mihemed Elî Paşa

Ji sala 1811’an heya 1818’an di bin serdariya lawê xwe de li ser navê Dewleta Osmanî esker şandin ser Hîcazê, serhildana Wehabiyan safî kir, riyên ticaretê xistin bin ewlehiyê û bi vê serketinê nav û dengê wî bela bû. Di sala 1820-21’ê de jî Sûdan xist bin kontrola xwe de. Mihemed Elî Paşa bi lihevkirina ku walîtiya Mora û Gîrîtê bidine lawê wî, sefera li ser Mora jî qebûl kir. Lawê wî Brahîm Paşa di sala 1824’an bi artêşa bejî û deryayî berê xwe da Mora da ku serhildana wir jî bêencam bihêle. Sala 1827’an heya bi Atîna hatibû safîkirin; lê Îngiltere, Fransa ve Rûsya zor dan Dewleta Osmanî ku herbê bisekinîne û Brahîm Paşa ji Yewnanistanê vekişe. Ji ber ku di navbera Dewleta Osmanî û dewletê Ewrûpiyan de peyman hatibû çêkirin Brahîm Paşa mecbûr ma vegeriya û di miqabil windahiyên xwe de ji padîşah walîtiya Sûrî xwestin, lê nehat qebûlkirin.

Dewleta Osmanî bi gelek hawayan ketibû bin bandora dewletê Ewrûpî, artêşa bingehîn ya dewletê Yenîçerî hatibû lexukirin û belakirin. Yewnanîstan gihiştibû azadiya xwe, di heman demê de li gelek cihan serhildan hebûn û dewlet li ber xerabûnê bû. Dewleta Osmanî ji bo avakirina artêşeke nû ya navendî  ji gelek herêma dest bi danheva mêra kir, yek ji van herêma Kurdistan bû û xelk li hember vê derdiket, nedixwestin xortê xwe bidin. Loma li Sûrî û Kurdistan jî tevger hebûn û ji bo serxwebûnê dest bi amadekariyan dikirin. Gelek mîrekî û mezinê Kurdan jî artêşê xwe amade kiribûn, dest bi çêkirina sîleh kiribûn û serî hildabûn. Yek ji van Mîrê Soran Mîr Mhemed bû ku payeya wî Mîrê Mîran bû; keleh, pir û qesir çêkirin, di serê riyan de cihê parastinê ava kirin. Wekî din ji bo sîleh û cebilxaneyan febrîqe ava kirin, li gor hin çavkaniyan artêşa wî jî kêm zêde gihabû derdora 30 hezar eskerî. Di serî de geh bi lihevhatin, geh bi zor heya bi Kurdistana aliyê Îranê bi mîrê derdora xwe re jî yekîtî pêk anî.

Di belgeyên Osmanî de tê dîtin ku Mîr Mihemedê Rewandizî û Mihemed Elî Paşayê Misirê di nav têkilî û hevkariyê de ne. Ne ew tenê, piraya Kurdan jî destek didan Mihemed Elî Paşa; wek mînak, Mîrê Botan Mîr Seyfettîn, Eşîra Millan û Omerya jî hevalbendê Mîr Mihemed in. Dema Brahîm Paşayê lawê Mihemed Elî Paşa çû Sûrî û ew û artêşa Dewleta Osmanî di 1832-33’yan de bi hev re şer kirin, ji ber ku desteka xelkê herêmê hebû Brahîm Paşa bi rehetî Sûrî xist bin hukmê xwe, xwe gihand heya bi bajarê Qonyayê, li wir jî zoriya artêşa Dewleta Osmanî bir û çûn heya bi bajarê Kutahya. Bi vî awayî navbera artêşa Misirê û Stenbola payîtext tu astengî nemabû. Brahîm Paşa dixwest heya bi Stenbol here û padîşah ji text bixîne, lê bavê wî Mihemed Elî Paşa li hember vê derket. Gelek dîrokzan dibêjin ku wê demê Dewleta Osmanî têketa destê Xanedana Mihemed Elî Paşa, dibe ku dewlet ji paşdemayînê xelas bûba û ji nû ve biqewet bûba; ji ber ku li Misirê gelek bingehên pêşketinê ava kiribû. Lê dewletê Ewrûpî jî ev nexwestin; Rûsî, Ingilîz û Fransiz bûne yek û hevaltiya Dewleta Osmanî kirin. Bi lihevkirina ku walîtîya Girîtê, Sûrî û heya bi Edenê di dest Brahîm Paşa de bimîne Peymana Kutahya hate îmzekirin(1833).

Dewleta Osmanî ji vê têkçûnê pir aciz bûbû, dixwest herêmên ku ketibû dest Brahîm Paşa ji nû ve bistîne. Pêşî êrîş birin ser Kurdistan; walîyê Diyarbekirê Reşît Paşa girt ser herêma Botan û Mêrdînê(1835), gelek kes kuştin, herêm da ber topan û esker dan hev. Reşît Paşa di 1836’an de dimre, Hafiz Mehmed Paşa dişînin şûna wî. Ew jî êrîşî Şingal û Xerzan û gelek herêmên Kurdan dike, xelkê qir dike û gelek mêra digre wek esker. Danheva eskeran ji bo herba di miqabil Mihemed Elî Paşa de ye, Kurd jî li himber vê derdikevin û naxwazin tev li artêşê bibin. Lê xelkê kêmtaqet li hember artêşa dewletê xwe nagirin û gelek windahiyan didin; di heman demê de di nav Kurdan de dubendîtî derdikeve, wek alîgirên Dewleta Osmanî û yê nealîgir. Wek mînak di Herba Nizîbê de Mîr Bedirxan di nav artêşa Osmanî de cih digirt, li aliyê Mêrdînê jî hin ji eşîrê Millî û Omerî rê li ber eskerê Osmanî digirtin da xwe negihînin Nizîbê.

Di 1839’an de li Nizîbê artêşa Misirê ya di bin pêşengiya Brahîm Paşa de û artêşa Osmanî ku ji gelek herêman esker kom kiribûn ketin nava cengê, di demeke kin de artêşa Osmanî gelek windahî dan û belav bû; Brahîm Paşa dîsa bi ser ket. Li ser vê rewşê dîsa dewletên Ewrûpî li London civiyan û li hember Mihemed Elî Paşa sekinîn; amadekariya êrîşê kirin û doza lihevhatinê lê kirin. Mihemed Elî Paşa mecbûr ma Sûrî, Gîrît û Edenê li Dewleta Osmanî vegerîne, lê Misir îca wê ji malbata wî re bimaya, yanî desthilatdariya Misirê ma ji xanedaniya Mihemed Elî Paşa re.

Mihemed Elî Paşa ji bo Misirê gelek guhertin, nûkirin pêk aniye. Berî Dewleta Osmanî ji bo pêşketina civatê gelek nûbûyîn daye destpêkirin û di dinyayê de cihekî nû ji welatê Misirê re ava kiriye. Di warê çandiniyê de, di avakirina febrîqeyan de, di çêkirina gemiyan de, di vekirina mekteban de gelek xebat kirine. Her çiqasî bi Dewleta Osmanî ve girêdayî bê xuyakirin jî, ew bûbû hukumdarê Misir, Sûdan, Fîlîstîn û Sûriyê û di gelek waran de ji Dewleta Osmanî re bûbû mînak. Piştî jiyanek tije têkoşîn, tevlihevî û gelek serkeftinan, di sala 1849’an de li Misirê jiyana xwe ji dest da, lê malbata wî nêzî 150 salî ev dewlet bi rê ve birin. Îngîltere di 1882’an de Misir dixe bin hukmê xwe heya 1922’yan, lê birêvebirina dewleta Misir dîsa di dest xanedaniya Mihemed Elî Paşa de ye. Di 1922’yan de Misir serxwebûna xwe îlan dike, ji xanedanê Fûadê 1’emîn dibe qral. Bi darbeya eskerî ya sala 1952’yan dawî li rêveberiya xanedanê ya li Misrê tê.

Heyama Mihemed Elî Paşa ne wek heyama Selaheddînê Eyyûbî bû, bayê avakirina netewdewleta hebû û ew bûbû serokê xelkê Misirê. Loma hewce dikir di serî de ji bo xelkê Misirê bixebite. Erê ew ji malbatek Kurd bû, lê zarotî û xortaniya wî li Yunanîstan derbas bûbû, bi Arnawûtan re têkilî û hevkariya wî xurt bû, ji aliyekî ve jî bi Dewleta Osmanî ve girêdayî bû, di heman demê de ji teknîka Ewrûpîyan jî sûd werdigirt; yanî piralî bû, lê ya herî muhîm ew bûbû rêberê Misiriyan û her tişt ji bo pêşxistina vê dewletê û xelkê wê bû. Îro çi kesê bi zanistî dîroka vê heyamê bixwîne, di gel kêmanî û xelitiyan wê bibîne ku di vê demê de Misir bi gelek hawayan bi pêş ketiye.

Dema ji aliyê Kurdan ve em lê binêrin, di vê demê de Mihemed Elî Paşa jî, zarok û neviyên ku bûn hukumdar jî, mirov kare meyla wan ya ser Kurda û hevkariya wan bibîne. Hin mînak: Hevkariya bi mîrekî û eşîrên Kurdan re.

Seroka Cemiyeta Tealî ya Jinên Kurd Emîna Halîm bû ya ji Xanedana Mihemed Elî Paşa, di heman demê de bi Şerîf Paşa re zewicîbû ku ew li Sewrê(1919) delegeyê Kurdan bû.

Alikariya bi malbata Bedirxaniyan re ku ji bo azadiya Kurdan di nav tevgerê de bûn û rojnameya ewil ya Kurdan ya bi navê “Kurdistan” pêşî li Kahîre derdiket(1898).

Destekdayîn û rêvekirin ji bo rewşenbîrên Kurd û wezîfestendina wan ya li Misirê; weknivîskar û rewşenbîrê payebilind Muhammed Alî Awnî yê Siwêrekî.

Esas Misirê ne welatekî dûrî Kurdan û Kurdistanê ye, berî bi hezaran sala têkilî û hevkarî çêbûye heya roja îro. Di heyama Selaheddînê Eyyûbî de gelek Kurd li Misirê bicîh bûne, di sefera Yavuz S. Selim ya li ser Misirê de Kurd hebûn, di şerê miqabil artêşa Napolyon de jî Kurdan cih stendibû. Îro jî hin berhemên hêja yê ser navê Kurdan li Misirê hene û di gelek waran de Kurdên xwedî ked û bi nav û deng hene.

Wek ku me di serî de îfade kir, heya sedsalên dawî netewdewlet tunebûn, di hundirê dewletan de gelek netew hebûn. Di herêma me de di gel ku rêveber dihatin guhertin û ji neteweyên cuda bûn, piraya zimanê dewletên ku dihatin avakirin Farisî bû, heya demekê zimanê Dewleta Osmanî jî hem Farisî û hem Erebî bû. Şah Îsmaîlê Sefewî yê esilkurd şahê Dewleta Sefewiyan bû, zimanê dewletê ya fermî Farisî bû, lê helbestê xwe bi Azerîkî nivîsîne. Yavuz Selîmê padîşahê Osmanî jî helbestê xwe bi Farisî nivîsîne û ev tiştekî xwezayî bû, kesek jî li hember vê dernediket. Alimê bi nav û deng yê Kurd ku bi navê Melle Goranî(1406-1488) tê naskirin mamosteyê padîşahê Osmanî Fatîh Sultan Mehmed e û di şexsiyet û tevgera wî de xwedî bandoreke girîng e. Îdrîsê Bitlîsî ku di bihevrebûna Mîrekiyê Kurdan û Dewleta Osmanî de xwedî roleke girîng e, di dewletê de xwedî payeyê bilind e û bûye kazaskerê Ecem û Ereban jî; di heman demê de piraya berhemên xwe bi Farisî û Erebî nivîsîye. Ev tenê çend mînak in. Di van heyaman de rêjeya xwendin û nivîsandinê pir kêm e û ne tenê Kurd, piraya alim û rewşenbîran berhemên xwe bi hin zimanan dinivîsandin, wek Farisî û Erebî. Mixabin îro ji ber bayê netewdewletiyê tê xwestin ku nirxên Kurdan, şexsiyet û çanda wan bên windakirin û şexsên pir zelal tê zanîn ku Kurd in bi awayekî din têne îfadekirin. Milletê Kurd xwedî gelek şexsiyetên payebilind in, gerek bi baldarî û bi hûrgulî em di vî warî de jî xebatên zanistî bikin û rastiya wan derxînin holê.

Hosteyekî Edebiyata Kurdî, Eliyê Evdirehmanê Momîn

Hosteyekî Edebiyata Kurdî, Eliyê Evdirehmanê Momîn

Salihê Kevirbirî

Beriya her tiştî divê bêjim ku konferansên wiha ji bo kurdan mîna nan û avê lazim in, pêwîst in û girîng in. Dewleta kurdan tune ye, çapemeniyeke wan a ku em bibêjin sedî sed azad tune ye, diyasporaya wan belawela ye, dibistanên kurdî –ji bilî herêma başûr- tune ne, xwendin û nivîsandina kurdî –her ku diçe pêş jî bikeve- kêm e, ne li gorî daxwaza me ye. Loma jî konferansên bi vî şiklî –ku em dibînin navneteweyî ye- gerek ji bo me bibin mîna av û rojê.

Helbet ev civîn û konferans navneteweyî ye û bi qasî ku ji akademîsyen û profesorê me yê hêja, Apê Kinyaz hîn dibim, cara yekê ye ku civîneke di vê derecê de ji bo nivîskar û rewşenbîrekî kurd re tê kirin.

Ji ber vê yekê di serî de spasiya Mamoste Kinyaz dikim ku bi vî karê hêja re rabû. Piştre spasiya Yekîtiya Nivîskaran û Yekîtiya Kurdên Qazaxistan -Berbangê- dikim ku xwe dan ber vê xebata girîng. Helbet divê spasiyeke taybet ji bo malbata rehmetiyê Eliyê Evdirehman bikim –nexasim spasiya herdu kurên wî -Apê Silhedîn û Apê Fexredîn-, her sê qîzên wî yên li vê derê ne –Dîlber, Zînê, Helîmeyê- dikim. Loma jî mala her kesê ku ked û emega wan di vê xebata pîroz de derbas bûye ava be ku em îro ji gelek deveran hatine û di hizûra we de qesidîne.

Helbet her kesê miletê me şayanê serbilindî û serfiraziyê ye. Her wiha her neferekî ji miletê me ji bo me hêja ye û layiqê her tiştên baş e. Lê belê ew kesên ji bo milet, kultur, dîrok, huner û zimanê kurdî ked û xebat dane, îşiqa çavên me ne. Her nivîskarekî me, her şaîrekî me, her rojnamevanekî me ji bo me find û çira ne. Çimkî em miletekî bi sedanê salan diçerçirin û hewcedariya me ji her miletî zêdetir, bi wan heye. Eliyê Evdirehmanê Momîn jî ji bo me kurdan yek ji wan find û çirayan e.

Helbet di vê konferansa me de gelek kesên hêja, gelek xeberdanên hêja li ser -rehma Xwedê lê be- Eliyê Evdirehman kirin, hela wê hê jî bikin. Tevî bêmecaliyên ku min di destpêkê de gotin, ez di wê baweriyê de me ku wê di nava hefteyekê de bi sed hezaran kesên li seranserê welêt û dinyayê, hay ji vê konferansa me hebin û Mamosteyê me Eliyê Evdirehman baştir nas bikin.

Ez naxwazim li vir zêde serê we biêşînim û gotinan dubare bikim. Lê bi izna we ez ê bi çend xalan behsa ziman, edebiyat û berhemên Mamoste Eliyê Evdirehman bikim.

Eliyê Evdirehman ew kes e ku di jiyana xwe ya 74 salan de ji bo miletê xwe ked û emeg da. Ev ked û emega wî şikir em îro dibînin sînorên Qefqasya û Sovyeta Berê derbas kiriye, lê li seransera Kurdistanê û li derveyî welat, belav bûye. Îro nifşekî nû rabûye ku li ber serê wan kitêbên “Xatê Xanim”, “Gundê Mêrxasan” hene, ji hev re behsa serpêhatiyên”Morofê” dikin, nivîs û helbestên Eliyê Evdirehman tevî nivîskarên din ên Dewra Sovyetê dixwînin, li ser wan şêwra dikin û xweziya xwe bi qelema wan tînin.

Hemû cîhana kurdî ya edebî dizane ku Şivanê Kurmanca û Xatê Xanim du hîmên bingehîn ên romana kurmancî ji wî yalî Erezê derketine, lê çavkaniya xwe ji Serheda Bakur girtine. Ji ber vê jî hem Erebê Şemo hem jî Eliyê Evdirehman du lehengên romana Kurdî ne. Loma jî di warê romanê de Erebê Şemo û Eliyê Evdirehman ne ku “pir tişt” anîne, lê “her tişt” anîne!

Em dibînin ku Eliyê Evdirehman kesekî pir hêl e. Bi tenê bi karekî nivîsarê ve mijûl nebûye. Ew hem rojnameger e, hem nivîskar e, hem helbestvan e, hem jî wergêr an jî tercimeciyekî baş e.

Gelo di roman, çîrok û helbestên wî de çi hene? Di serî de zimanekî şayîk û herikbar heye. Profesorekî ûnîversîteyê jî, doktorekî nexweşxaneyê jî, dikandarekî bazarê jî û şivan û gavenekî li gund jî dikare bi hêsanî berhemên wî bixwîne û heman kêf û lezetê jê bistîne.

Vegotin û kelimandina wî gelekî sade ye. Gava mirov dest bi xwendina berhemên wî dike, -nexasim jî çîrok û romanên wî- heta xilas nebe nikare dev jê berde.

Di hemû berhemên wî de welat û welatperwerî heye, hezkirina rê-dirb, deşt-newal, çiya-baniyên Kurdistanê heye. Her kurdekî li dinyayê gava bendek ji helbest û nivîsarên wî bixwîne, yekser xwe li ser axa bav û kalan dibîne.

Eliyê Evdirehman di xwendina berhemên xwe de, xwendevanê xwe birîndar dike. Wisa birîndar dihêle ku dermanê birînê di kutasiya kitêb û berhemê de dide. Loma jî gava te dest pê kir, heta xilas nebe nikarî dev jê berdî.

Ev taybetmendî di berhemên Dostoyevskî de heye. Ew jî pêşî xwendevanê xwe tehl dike, birîndar dike paşê dermanê li ser birînê dike.

Ew hosteyekî nexşan û sêwirandinê ye. Gelek nivîsarên wî, dikarin bi hêsanî bibin senaroyên fîlman. Her wiha ew hosteyekî xeberên bedewetiyê û nîgarkêşekî jêhatî ye. Eliyê Evdirehman kurekî deşt û zozana ye. Çimkî gotin û xeberdanên wî xas, xurt û dewlemend in. Bi pênûs û xeberdanên xwe li dijî zilma li ser miletê xwe, serî rakiriye.

Çavkaniyên Eliyê Evdirehman hîmlî çand û folklora kurdî ye. Zargotin, erf û adetên kurmanciya gewr di hemû berhemên wî de serdest in.

Em dibînin ku di berhemên wî de bandora nivîskariya romanên rûsan heye. Her wiha em pê derdixin ku roman û edebiyata ermenan û azeriyan baş şopandiye. Ez nabêjim sedî sed lê fikra min ew e ku romanên ermenî û azeriyan bi kar aniye, carcaran hinek teqlên wan di berhemên xwe de bi kar aniye. Ev jî normal e û miletên cînar, di edebiyatê jî bandorê li ser hev dikin. Her wiha ji ber ku her sê zimanan jî –rûsî, ermenkî û azerkî- hema bêje di asta zimanê xwe de zanibû, ev fikra dibêjim zêdetir bi serê min dikeve.

Îro êdî em baş dizanin ku rewşenbîriya kurdên Ermenistanê û Azerbaycanê zimanê edebî yê kurdan çêkiriye. Camêran bingeheke xurt danîne. Di vî karê hêja de Erebê Şemo, Heciyê Cindî, Wezîrê Nadirî, Emînê Evdal, Xelîl Mûradov, Casimê Celîl û zarên beşeke ji wan serkêşiya vî karî kirin. Eliyê Evdirehman bi van kesan re, ji bo vejandina edebiyat û rojnamegeriya kurdî xizmeteke mezin û bêhempa kiriye.

Ji bo berhemên Eliyê Evdirehman û yên wekî wî –Wezîrê Nadirî, Xelîl Mûradov, Wezîrê Eşo, Eskerê Boyik, Seîdê Îbo, Emerîkê Serdar û Fêrîkê Ûsiv- li bakurê welat xebateke baş hatiye kirin û hê jî ev xebat berdewam dikin. Gelek berhemên van hêja û maqûlan ji kîrîlî dikin latînî. Mala kedkaran hezar caran ava be.

Lê mixabin li Qefqasya, Rûsya û Asya Navîn rewşa xwendin û nivîsandina zimanê kurdî pir kêm e. Di vî warî de rola saziya Berbangê, kovara Nûbarê û rojnameya Jiyana Kurd gelekî girîng e. Lê diyar e ev xebat têrê nake. Divê projeyên taybet hebin û divê her yekî ji me, di van projeyan de piştgiriya Berbangê û Mamoste Kinyaz bike. Piştî gengeşiya li ser van projeyan divê pevgirêdaneke xurt û qayîm bi Kurdistanê û saziyên wê yên dewletî re çêbe.

salihkevirbiri@gmail.com

Navdarekî Edebiyata Kurdî ya Sedsala 20’an, Eliyê Evdirehman

Navdarekî Edebiyata Kurdî ya Sedsala 20’an, Eliyê Evdirehman

Kinyazê Îbrahîm

Konferansa ku îro li Alma Ataya Qazaxistanê tê lidarxistin, civîneke navneteweyî ye û cara duyem e ku di vê derecê de ji bo nivîskar û rewşenbîrekî kurd re tê kirin. Cara yekemîn sala 2011’an, dîsa li Alma Atayê ji

bo 100 saliya Wezîrê Nadirî bîranîn û konferanseke wiha hatibû lidarxistin. Helbet ev kar bi alîkarî û piştevaniya Yekitiya Nivîskaran û Yekitiya Kurdên Qazaxistan -Berbangê- tê derbaskirin. Ji ber vê yekê jî zehf şa

û serbilind im. Li ser navê rêxistina me ez hemû mêvan û tevgerên vê konferansê silav dikim.

Dost û hevalên hêja, xwişk û birayên ezîz!

Helbet her bendeyê ji bo miletê me, çand, dîrok, huner û zimanê me ked û xebat daye, bûye serbilindiya gelê me. Di vê parê de rola nivîskar, helbestvan û rojnamevanên me gelekî bilind e. Lê hinek kes hene ku rol û

girîngiya wan zêdetir e, ew çav û ronahiya gelê me ne, her ku diçe hub û hezkirina wan di dil û mejiyê me de zêdetir dibin. Eliyê Evdirehmanê Momîn jî yek ji wan kesan e.

Eliyê Evdirehman ew kes e ku heta dawiya jiyana xwe ji bo miletê xwe, ji bo çanda xwe, ji bo zargotina gelê xwe çerçirî. Ked û emegeke wiha da ku ne tenê li Qefqasyayê û Sovyeta Berê, lê li seransera Kurdistanê û

li derveyî welat, di nav kurdên ku hinek bêhna kurdayetiyê ji wan tê de, bû delalekî ber dila.

Eliyê Evdirehman her çiqas bi nivîsar, helbest, çîrok û romanên xwe bûye yek ji mêrxasên ziman û edebiyata me kurdan, ew her wiha di qada leşkeriyê de jî mêrxas û şoreşgerekî naskirî ye. Di wextê xwe de endamekî

pêşeng ê Partiya Komûnîst û sosyalîzmiyê bûye.

Eliyê Evdirehman 20’ê meha 1’ê (Çileya Paşîn), sala 1920’î li gundekî Wanê ji dayik dibe. Kurê Evdirehmanê Momîn û Emîneya Nebî Begê ye. Di 6 saliya xwe de, malbata wî tevî êl û eşîra giran a Birûkiyan ber bi wî

alî Erezê ve tê sirgunkirin. Malbat pêşî li Nexçîvanê bi cih dibe, paşê derbasî Ermenistanê dibe. Dibistana Seretayî di 15 saliya xwe de li gundê Şewalikaya li ser sînorê Îdirê dixwîne.

Di Şerê Cîhanê Yê Duyemîn de li dijî faşizma Alman şer kiriye. Beriya şer û piştî şer di Wezareta Rewşenbîriyê de, li nehiyeya Basargeçerê wekî dersdar ango mamoste û serkarê perwerdeya nehiyê kar kiriye.

Gava sala 1955’an Rojnameya Riya Teze cara duyemîn dest bi weşanê dike, Eliyê Evdirehman jî yek ji wan navan e ku ked û emega xwe tevli karê rojnameyê dike. Di vê heyamê de li ser edebiyatê geş dibe û beriya

salên 1960’î berhemên xwe yên edebî dinivîse û çap dike.

Ji van berhemên wî “Morof” sala 1957’an di nava Berevoka Nivîskarên Kurdên Sovyetê de tê weşandin. Berhema duduyan “Xatê Xanim” sala 1959’an li Yêrevanê çap dibe. Romana wî ya ewilîn “Gundê

Mêrxasan” sala 1968’an li Yêrevanê ronkahiyê dibîne. Li ser naveroka vê romanê, Erebê Şemo romana xwe ya ewilîn “Dimdimê” nivîsiye.

Kitêb, nivîs û helbestên Eliyê Evdirehman li çend zimanan hatine wergerandin.

Em dikarin bibêjin ku ew ji helbestê derbasî nivîsandina çîrok û romanan bûye. Çimkî wî her dem digot: “Ji bo derd û kulên miletê xwe bibêjim helbest têra min nake, loma derbasî çîrok û romana bûme.”

Romana wî ya duyemîn jî sala 1989’an dîsa li Yêrevanê li kitêbxana kurdî zêde dibe. “Dê”, “Hesreta Min” û “Gulistanê” sê kitêbên wî yên helbestan in ku mirov di wan de hesreta welatê bav û kalan, kurdayetiya

pak, bedewiya tebîetê, bengîtî û evîndariyê dibîne.

Eliyê Evdirehman di heman roja hatiye dinyayê de ango 20’ê meha 1’ê, sala 1994’an li Bakûya Azerbaycanê rehma Xwedê dike. Gora wî li Bakûyê ye.

Hosteyekî sêwirandinê

Têmayên sêwirandinên Eliyê Evdirehman cuda cuda ne. Di berhemên wî de têmayên welat û welatperwerî, hezkirina rê-dirb, deşt û newal, çiya û baniyên Kurdistanê bi awayekî zelal û berbiçav xuya dibe. Gava

kurdek li binê dinyayê jî beşek ji helbest û nivîsarên wî dixwîne, xwe di nîveka welatê bav û kalan de dibîne, çawa ku li ber Çemê Erezê be, çawa ku li Zozanên Serhedê be, çawa ku li keviya Behra Wanê, Bircên

Diyarbekirê, Mezelê Mem û Zînê û li ber Qesra Îsheq Paşa, li ber ziyareta Ehmedê Xanî be, dikeve nava ruhekî milethezî û welatperweriyê.

Ew di serpêhatî, çîrok, helbest û romanên xwe de hosteyekî sêwirandinê ye. Her beşeke ji nivîsarên wî, mîna şerîdeke fîlmê sînemayê ye. Teswîr û sêwirandinên wî mirovan şaş û metel dihêle. Ew ne ku tenê nivîskar û

hosteyê xeberên bedewetiyê ye, her wiha ew wênekêşekî jêhatî ye ku ji her firçelêdana wî, nexş û nîgar derdikevin. Her xwendevanekî wî, her wênekêşek gava nasiya xwe dide afirandinên wî, dikare ser hîma wan

tabloyên hêja çêke. Ew di nivîsara xwe de bedewiya keça kurd, gundê kurda, tebîeta Kurdistanê, klasîkên wêjeya kurdan, serok û rêberên gelê kurd ku serê xwe ji bo azadiya kurd û Kurdistanê dane, dostî, biratî û

yekîtiya gelan bi hosteyî tîne ziman û pênûseke adan diafirîne.

Di xwendina van berheman de mirov pê dihese ku ew kurekî deşt û zozana ye. Çima wisa dibêjim? Ji ber ku gotin û xeberdanên wî saxlem, dewlemend û kurdiya xas in. Mirov baş dibîne ku haya wî baş ji zargotina

kurdî heye. Mirov baş dizane ku her dem wekî ber û pêşiyên xwe, li civata sazbend û dengbêjan qesidiye û guhdariya wan kiriye.

Rehmetiyê Eliyê Evdirehman her dem di nav nivîskar û rewşenbîrên welatê xwe de kesekî hezkirî bûye. Her dem fikir û ramanên xwe bi hev re guherandine û li ser xebatên hev kar kirine. Eliyê Evdirehman jî li ser

berhemên nivîskarên kurd kar kiriye, nivîskarên kurdan jî li ser berhemên wî kar kirine. Di nav van têkilî û nêzîktêdayînan de, têkiliya wî bi Wezîrê Nadirî, Nado Mexmûdov, Şamil Esgerov, Nadir Nadirov, Mihemedê

Siloyê Bava, Wekîl Mistefayev, Erebê Şemo, Xelîlê Çaçan, Heciyê Cindî, Emînê Evdal, Casimê Celîl, Eskerê Boyik, Wezîrê Eşo, Emerîkê Serdar, Şekroyê Xudo û yên mayîn re heye ku mirov dikare bi rojan behsa

van têkiliyan bike.

Helbet têkiliya wî û ciwanên wekî min gelekî baş bû. Ez her dem xwe wekî şagirtekî wî dibînim. Ez di nava jiyana xwe de, pêşketina xwe de, kar û xebatên xwe de wî wekî mamosteyekî xwe dibînim.

Di afirandinên wî de şerên welatperweriyê

Di afirandinên Eliyê Evdirehman de bi aweyekî eyan û berbiçav mirov rastî şer û mêrxasiyên kurdan tê. Wî bi gotin û qelema xwe li dijî dagirkeriya li ser welatê xwe, serî hildaye, car hatiye bûye mertalek li dijî zilm û

zoriya li ser milet û welatê xwe.

Eliyê Evdirehman di hemû berhemên xwe de dide kifşê ku ew erf û edetên me û zargotina me baş bi kar tîne. Her çi kesê beşek ji xebatên wî bixwîne, wê bibîne ku ew di warê zargotinê de çiqas dewlemend e.

Eliyê Evdirehman hem ji zargotinê îstîfade dikir, hem jî bixwe zargotin çêdikir, ser de zêde dikir û belav dikir.

Eliyê Evdirehman di nav çend rewşenbîr û nivîskarên kurdan de ye ku nav û dengê wî sînorên Qefqasan derbas kiriye û li seranserê dinyayê di nav kurdan de belav bûye. Piraniya berhemên wî yên li ber destên me, di

nav otorîteyên ziman û edebiyata kurdî de bi pesindariyeke ku heq kiriye têne binavkirin.

Eliyê Evdirehman li pey xwe gelek şagirt hiştin û di nav gelê xwe de bû find û çirayeke zindî ku îro jî şewq û şemala xwe winda nekiriye.

Kinyazê Îbrahîm

Akademîsyen û Profesor

Serokê Yekitiya Kurdên Qazaxistanê – Berbangê

Civak û asta rewşenbîriyê

Kakşar Oremar

Li ser asta rewşenbîriyê û rolê wê di guherandinên jiyanê da gelek lêkolîn hatine çêkirin û nivîsandin. Fîlsof, nivîskar, rewşenbîr û rewannasên civakê bi sedan gotar û pirtûk li ser vê mijarê nivîsandine û bûne pêşeng û rêberên civaka xwe. Serok û birêveberên dewletan jî ji azmûnên kesên wiha mifa standine û bîr û ramanên wan kirine bingeha demokrasiyê ji bo pêşkeftina welatê xwe. Di vê derbarê da bi taybetî jî welatên Ewropî xwedî azmûnên dîrokî ne. Heta mirov di nava dilê civaka Kurd da nejî, dibe ku bihayê babetekî wiha girîng baş neyê famkirin û zanîn. Li vira mijar rolê rewşenbîran di guherandinên civakê de ye. Ew çawa dikarin hişê civakê zindî, îradeyê bihêz û di warên din de bibine dînamîzma bihêz a civaka xwe.

Di her civakekê de rewşenbîr wek mêjî û hêz an jî dînamîzma guherandinên bingehîn ên aborî, civakî, çandî û strûktûriyên wê civakê tê hesibandin. Pîvanên rewşenbîriyê li gor her netewe, sazî û civakekê tên guherîn. Ew bi serê xwe weke fenomenek nû ye ku bi rewşên aborî, civakî, dîrokî û radeya xwendevaniya her gelekê ve girêdayî ye. Lewma jî her gel û civakek di demek diyarkirî de bi awayekî cuda ji hev li fenomenên han dinêre.

Civaka Kurd û rewşenbîrî

Di vê rastiyê de tu guman tune ye ku gelê Kurd di warê rewşenbîrî û civakî de weke ku di warên din de jî tê dîtin, di pêşkevtinên dîrokî de cihê xwe yê rastîn jî hîn di asta pêdivî de bi dest nexistiye. Nivîskar û rewşenbîr pêwîst e xebatê bikin da ku deriyekî nû li ser vê mijarê vekin, hewayekî musaîd ji xwe re amade bikin û pêre hingî pênûs bi hêz û hêzeke mezin a ji guherandinê re bêtir bi tiliyên wan bikevin gerê.

Nivîskarên mutewazî, xwedî bawerî bi bandora gotin û nivîsên xwe bi tu şêweyan xwe naxine rêza tejî serbilindî ya rewşenbîran. Ji ber ku ew wan standardên rewşenbiriyê di xwe de nabînin ku bikaribin di hemû waran de rewşa civakê biguherînin.

Tevî perçebûna Kurdistanê di serdema piştî şerê Çaldirana di sala 1514’an û şerê yekemîn yê cîhanê (1914 – 1918) de(1), çar sîstemên cuda yên perwerdeyî û civakî şûna strûktûra eşîrî û yekrengîya civata Kurdistanê digirin ku xwedî ziman û çandên ji hev cuda ne, lê di xalekê de hevpar in ku ew jî siyaseta bişaftina çand û zimanê Kurdî ye.

Perwerdekirina bi metod û şêweyên ku netewên serdest dixwestin hingî zêdetir nêzî serkeftinê bû ku mixabin di nava rewşenbîrên Kurd de jî têgihiştinek hevpar derheqê mafên neteweyî de tune bû. Rewşa ku mixabin di şertên îro de jî berdewam e. Vê yekê kiriye ku carna di “kirasê partiyeke siyasî” de piraniya wan bi ser ramanên cûr bi cûr û gelek caran jî li dijî “ramanên neteweyî” bêne parvekirin. Beriya şoreşa Firansa( 1789-1799 ) bîrmendên weke Jan-Jak Rousso(2) karîn bi yek-du nivîsan gel li dijî dîktatoran bîne ba hev, lê di nava me Kurdan de heta di sedsala teknolojiya pêşkeftî a ragihandinê de jî kesekî/e wiha xwedî hêz peyda nabe!!. Bîr û ramanên Rousso di warên siyasî, wêjeyî û perwerdeyê de xwedî bandoreke mezin bûn. Ew yek ji kilîlên sereke yên vekirina rêya serkeftina şoreşê û stûneke bingehîn ya serfiraziya armancên şoreşa mezin a Firansayê bû. Nêrînên wî li ser mafê mirovan piştre bûn dersên zankoyên welatê Fransa û welatên din ên Ewropayê. Kesên wiha di sedsala 18’an de rê li ber serkeftina şoreşekê vedikin ku piştre li hemû cihanê xwedî bandor bû, lê mixabin heta roja îro jî pirî caran şikesta di qada siyasî an jî bidawîbûna şerê çekdarî yê şoreşekê, bi hevkariya bizava perçeyeke din a Kurdistanê gihaye dawiya jiyana xwe. Û di rewşeke wiha de rewşenbîrên me yan bêdeng in an jî dengên heyî ewqas nizm in ku kes nabihîse!!. Rewşa partiyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê li başûr mînakeke baş a vê gotinê ye. Ew bi destûra Tehranê lê bi hêza li Silêmanî û Hewlêrê di kempên penaberiyê de hatine îzolekirin. Rewşeke wiha em li salên 1945-46’an nabînin ku hezaran Kurdên başûr li pey şikesta şoreşa Barzan a duyê derbasî rojhilatê Kurdistanê bûbûn!

Dema mirov li ser van sedemên ku hatine nivîsandin bi hûrbînî dinêre, hingî dizane ku di rûpelên dîrokê de ger ji bo yek car jî be, li ser sedem û faktorên weke: perwerdehî, civakî û asta têgihiştina rewşenbîran lêkolîn nayên kirin. Carna di nava me de ji hêla hinek rewşenbîran ve birêveberên bizavên siyasî weke mirovên: berjewendpereset, xayîn, xwefiroş û bêşexsiyet têne bi navkirin, bêyî ku rexne an jî lomeyek ji “bizava rewşenbîriya” wê serdemê bê kirin. Çima heta di şertên wiha de çîna rewşenbîr mafê xwe naparêzin? Bêguman gelek caran rewşenbîrên Kurd dixwazin rola xwe ya dîrokî bipejirînin, bilîzin û heta carna bibine sazmankarên doza siyasî ya netewa xwe jî. Di nava me de mînakên wiha kesên weke Elîşêr û Dr. Nûrî Dêrsimî yan jî hinek ji endamên malbata qedirbilind a Bedirxaniyên Botanê ne. Bi van mînakan re min xwest bêjim ku di anatomiya bizava siyasî-civakî ya Kurd de rol û cihê rewşenbîran pir bi kêmî tê xuyakirin. Her wiha perwerdeya xwedî bandor jî tenê ketiye ber hin kesên ku hejmara wan belkî ji hejmara tiliyên du destan derbas nebe. Di çaxê xwe de mamoste Osman Sebrî, Cegerxwîn, Nûredîn Zaza, Hêmin Mûkiriyanî, Giyo Mûkiriyanî û Mesûd Mihemed bi erkên wiha rabûne ku tunebûna piştgîriyê bûye sedema girtin, hejarî û bêderfetiyên wan ên jiyana rojane jî.

Rewşenbîr parêzvanên edaletê li hemberî otorîteya zaliman in. Di vê rêya tije astengî de kêm nebûne kesên ku li Kurdistanê di mijara rewşenbîriyê de xizmeta civakê kirine, lê zext û zorên dewletên dagîrker wisa bihêz û zêde bûne ku nehiştine dengê wan di civakê de belav bibe an jî peyama xwe bigihînin.

Li derveyî Kurdistanê manîfestiya rewşenbîran hêz û bandora xwe ji wê nameya Emile Zola(1840-1902 ) girtiye ku li sala 1898 ji serokkomarê Firansayê re nivîsî û nerazîbûna xwe li dijî girtina Alfred Dreyfus( 1859-1935 ) nivîsîbû. Wê nemaya tije peyamên dîrokî cesaretek mezin li dijî desthilatdarên ku pêngavên xweseran e û dûr ji zanista logîkê hilanîn di nava çîna rewşenbîr a civakê de çêkir.

Ji bo baştir fêmkirina sedemên vê yekê peydekirina sebebên perwerdeyî yên welatên desthilatdar li Kurdistanê yê gelek hevkariya me bikin ku rewşa heyî ya pêr, duh û îro li welatê me bê analîzkirin. Ji ber riha azadîxwazî û serhildanên bêrawestan mirovê Kurd û bi taybetî jî rewşenbîrên Kurd her tim di bin givaşên saykologî (sycologic), aborî û kesayetiyê de jiyane û hê jî di rewşeke wiha de jiyanê derbas dikin. Tu belge ne hewce ne ku bêjin Kurdistan welatekî kolonî û dagirkiriyê welatên biyanî ye. Çimkî etmosferê çêkirî ji hêla navenda desthilatdar ve dike ku Kurd di civakê de xwe hemwilatiyê derce du-sê û bêpar ji gelek xweziyên sirîştî bibîne. Di karê birêvebirina bajar û herêma xwe de xwedî wê hêza hilbijartinê nîne ku li gor daxwaza xwe xizmeta civakê bike. Di rewşeke wiha de gelo ma sirûştî nîne ku nikarîbe bi duristî rolê xwe bilîze? Dema ku heta liv û lebatên jiyana wan a malbatî û şexsî jî bikeve jêr çavdêriyê, êdî kesê xwedî bîr û raman dê çawa bikaribe ya nava dilê xwe bîne ser kaxê û bigihîne têhniyên pêşkeftin û guherandinê?

Rengê bişaftinê

Li welatên weke Tirkiyê û Sûriyeyê rengê asîmîlasyonê reş bûye. Sîstemên desthilatdar tu şans û bext ji bo pêşveçûyîna civaka Kurdî rewa nedîtine. Nivîskar û hunermendên weke Dilşad Merîwan( 1947 – 1989 ) li ser hînkirina zarokên Kurd bi rênivîsa Latînî ji hêla Basîyan ve tê girtin û îdamkirin. Heta di roja îro de di nava Kurdên Xorasanê de li dijî rewşenbîrên weke Elîriza Spahîyê Layîn jî Îranî gefên bê dawî dikin. Li her dera ku navendên rewşenbîrî şîn bibin, rojname û kovar bêne weşandin ew nikarin hebûna wan tehemul bikin. Ji sala 1986’an û şûnde li bajarê Urmiyê him navenda Selahedîn Eyûbî û hem jî navenda Ehmedê Xanî ji hêla rejîma îslamî ya Îranê ve hatine girtin. Wan ew navend weke xwendingehên bihêzkirina doza neteweyî ya Kurd bi nav dikirin. Her wiha bi rêya sîxûrên xwe li ser bednaviya wan saziyan antîpiropagandeyên çewt belav dikirin.

Ji sala 1978an û şûnde cinayetên dijmirovahiyê neman ku cara berê li Mehabad, Urmiyê û piştre jî li hemû rojhilatê Kurdistanê peya nekirin, lê rewşenbîrên me bi qasî ku pêwîst e nikaribûnn rê li ber wan karên bêexlaq bigirin. Û wan jî karîn li her derê tûrên sîxûrî, madeyên bêhoşker ên weke Şîşe, Hiroyîn, Heşîş, Tiryak, nexweşiyên cinsî û dehan lîstikên din bi kar anîn ku hem kesayetiyê bişkênin û hem jî agirê şoreşa Kurdistanê sar bikin. Wan berê ji Mehabadê dest pê kirin û wiha gotin:” Vira navenda Kurdîtiyê ye, paytexta komarê û ji ber dîroka xwe ya tije kar, wek serê mar e û pelixandina mar jî ji serî de dest pê dike….”

Li hemberî van qirêjiyan pirî caran pirsa:” Em çi bikin…!?” ket ber berpirsên doza Kurdistanê, lê valabûna qada xebatê rê li ber dagirkeran vekiribû ku hinek ji planên xwe yên gemar li Kurdistanê cî bi cî bikin. Di rewşeke wiha de tenê berxwedana ji bo “parastina sîstema civakî” erkê yekê bû ku ev jî bi tena serê xwe hemû bersiva pêwîst nebû.

Li Rojavayê Kurdistanê jî li hemberî “înkar û mafê nasnameyê” gelek nivîskar, rewşenbîr û hunermend rastî sivkatî, girtin, şikence û kuştinê hatin, lê encama siyaseta dewletê jî rûçikê xwe yê rastîn li pey sala 2012’an da xuyanîkrin dema ku êdî Kurd li dijî hebûna wan rabûn ser piyan.

Bi van du mînakan re belkî pirsyara yekê ev be:” li hemberî siyaseta asîmîlasyonê rewşenbîrên nava civakê çi kirin…?” Di dirêjahiya vê nivîsê de bersiva vê pirsê jî hinek berfirehtir heye.

Civaka Kurd li pey 1995’an

Beriya sala 1995’an civaka Kurd bi qasî roja îro hevgirtî nebû, lê meşa asîmîlasyonê jî bi taybetî li bakûrê welêt bi çar gavan ber bi pêş ve nediçû. Heya hingî Kurd di nava welatê xwe yê perçebûyî de jî perçe-perçe bûbûn. Civakê rengê xwe yê wekhev û resen hêdî-hêdî dida çend rengên din ên tejî dijhev. Yanî siyaseta bişaftinê dikir ku pirî caran Kurd xwe weke Îraqî, Tirkelî, Sûrî û Îranî bihev bidine nasandin. Sînorên siyasî rewşeke wiha afirandibû. Vê yekê jî gengeşeyên berfireh di navbera herêmên cûr bi cûr ên civaka Kurdî de afirandin. Gengeş hingî gihaştin nîvrêyeke çareseriyê ku di 21ê Adara sala 1995’an de Med TV vebû û êdî ji wir û şûnde ragihandina Kurdî ya satalît roj ji rojê zêdetir Kurd nêzî hev kirin.(3) Wan salan Kurdên başûr xwe ji Kurdên bakur pêşkeftîtir dizanin, Kurdên rojhelat jî xwe xwedî çandeke dewlemendtir û resentir ji Kurdên başûr didan nasandin! Carna jî bi qasî ku pêdivî be haya her sê aliyan jî ji Kurdên Rojava tune bû!!.

Bi geşbûna ragihandina Kurdî re ew pîvan weke berê neman

Di perwerdekirina nifşê rewşenbîr û bi taybetî jî ciwanan de malbat wek bingeha herî girîng û esasî ya civakê xwedî bandoreke mezin bûye. Ev rastuyeke hemû pêvajoyên jiyana li rû erdê û ya hemû civakên dinê ye. Bab û dê dema xwedî nêrînên rewşenbîrane bin, paşeroja kar û xebata çendek ji zarokên malê yê li pey çalakiyên rewşenbîrî an jî siyasî ji bo doza neteweyî be. Êdî ew xwe ji civakê cuda nabînin. Di pîşeya xwe de weke hakim û doxtorekî xwedî pirensîp tevgerê dikin.

Pêwîstiya bi diyalogê

Ji bo gûherandin û pêşkeftinê di nava rewşenbîrên civakê de diyalogek saxlem pêwîst e. Nabe di asta erkên ji bo bizava siyasî-neteweyî û rewşenbîr hev û din wendakirnek çêbibe. Bila sazî û rêxistinên siyasî ji hêla rewşenbîran ve bêne rexnekirin û berpirsên wan jî bi milpanî guhdarî rexneyên wan ên dilsozane bikin. Çimkî li pey azmûnên salên bihûrî pirsgirêka herî mezin di navbera rewşenbîr û partiyên Kurd de yên çar aliyên Kurdistanê de, “nebûna têgihiştina hevpar di asta pirsa neteweyî û liberçavgirtina berjewendîyên neteweyî” ne.

Hinek ji endamên rêxstinên siyasî li Kurdistanê endambûna rewşenbîran di nav hereketa xwe de wek metirsî û tehdîdekê li hemberî berjewendiyên xwe dibînin. Ew kesên dogmatîk in ku awayê dan-standina Josef Stalîn( 1878-1953) a li pey mirina V. Lenîn( 1870 – 1924 ) tevî rewşenbîrên hemû komên etnîkî yên Soveyeta berê bi bîra me tînin. Yanî kesên ku li dijî siyaset û ramanên wî bûn serî li girtîgehên tije tirs û kempên karkirinê yên li Sîbiya derdixstin.

Hakim û çîna rewşenbîr tim li hemberî hev sekinîne lê hêza guherandinên zanista diyalîktîkê jî tim li pişta çîna rewşenbîr bûye. Guherandinan pêşkeftin anîne holê û serkêşên civakê ew derfet bi sûda jiyana piraniya gel bi kar anîne. Kar û kiyarên ku tenê di sed salên bihûrî de li Îran, Tirkiyeyê, Sûriyeyê û Îraqê li dijî pêşkeftina rewşenbîrên Kurd hatine kirin ji yên dîktatorên herî xwînxwar li welatên din nehatine kirin.

Kesayetî û bawerî

Kesayetiya serbixwe û xwedî bawerî pêwîstî bi pêkanîna kiyaneke serbixwe jî heye. Heya em nebin xwedî welatekî serbixwe nabe li benda wê hindê jî bin ku em ê di bin bandora rewşbîrên Fars, Tirk û Ereb de jî nebin. Yek ji pirsgirêkên herî mezin ên rewşenbîr û xwendevanên Kurd li çar perçeyên Kurdistanê, girêdayîbûna bi rewşenbîrên netewên serdest ve ye. Nêrîneke sade li tûrên civakî yê baştir me bi vê rastiyê bihesîne. Mînak: dema nivîskar an jî hunermendekî herî naskirî yê Kurd bi zimanê Kurdî kurt e nivîsan li ser dîwarê Facebooka xwe belav dike bi qasî nivîsên wî yên Farsî, Tirkî an jî Erebî rastî pêşwaziyê nayên! Ew wiha dizanin li piraniya çavkanî û teoriyên ku rewşenbîrên me serokaniya xwe jê distînin û havênê ramanên nivîskar û bîrmendên Ereb, Tirk, Fars an jî biyanî ne. Her bi vê nêrîna çewt kesên mîna Mihemed Qazî, Selîm Berekat û Yaşar Kemal ketin xizmeta wêje û zimanê Farsî, Erebî û Tirkî. Mixabin di nava nivîskarên Kurd de kesên ku piştgermiya xwe bi çand û folklora Kurdî ve girê bidin, kêmbûne. Sebeba vê ne tenê nezanîna ziman an bi dest neanîna serokaniyan e, belkî pîvan cih û ew têrbûna xwedî pênûsên girêdayî navenda desthilatê ye ku ji her alî de xwedî hevkarîyên madî-manewî ne. Ji ber wê jî erka sereke di çalakiyên sazî, rêxistin û wan rewşenbîrên xwedî hestên neteweyî de ew e ku bawerî bi diyaloga navxweyî ya civaka Kurd hebin. Belkî du mînakên jêr jî ji we re balkêş bin:

Demokrasî bi rêya jin û mêrên rewşenbîr dikare bibe xwedî bihêztirîn stûnên parastina mafên demokrasiyê. Sala 1891’an bû ku li welatekî weke Almanya û elbete di nava dilê sîstemeke seltenetî de du jinên weke Rosa Luxemburkî( 1871 – 1919) û Clara Zetkin( 1857-1933) daxwaza mafê dengê jinan dikin. Her du endamên Partiya Sosyal Demokrat bûn. 28 sal piştre li 1919’an wan karîn mafê dengdayînê li parlmentoyê bi dest bixin. Ev daxwaz destkefteke mezin bû. Çimkî êdî wan karîn hilbijêrin û bêne hilbijartin jî. Piştre wan ji bo mafên wekhev û xwendinê di hemû waran de dest bi rewşengeriyê di civakê de kirin. Li pey wê şoreşê bû ku êdî dewleta Almanya ber bi pêşkeftinên mezin ve çû. Li dijî bîr û ramanên kevin ew du jin bûn pêşeng ku heya roja îro jî civak xwe deyndarê ked û fikra wan a pêşverû dizanin.

Di nava pêşengên rêxistinên siyasî yên Kurdistanê de Pêşewa Qazî Mihemed di çend salên karê xwe yê siyasî de bihayekî giran jî dida aliyê çandî û ragihandina Kurdî. Wî karî di bin banê avakirina komara Kurdistanê de dehan rewşenbîrên ji çar aliyên welat li dora hev kom bike. Ev jî bû destpêka ronesansekê ku helbestvan û rewşenbîrên weke: Hêmin, Hejar, Heqîqî, Zebîhî û çendîn kesên din xwendingeheke wêjeyî ya nû biafirînin. Wan karekî wiha erka yekê ya ser milên rewşenbîrên Kurd dizanî ku li rex xizmeta ziman, daxwaza mafên xwe jî bikin û cîhê xwe di nav refên neteweperweriyê de peyda bikin.

Encam

Di vê kurtenivîsê de min zêdetir li ser hinek kêmasiyan û bi çavekî rexneyî ev gotar nivîsî, lê ji bîr nekin ku ji xeynî pêşkeftin û serkeftinê çi çara me nîne. Kesek bi tena serê xwe jî dikare bibe pêşengê gûherandinên mezin. Hemû arêşe û kêmasiyên civaka me bi “şoreşa zêhniyet” û “bilindkirina asta rewşenbîriyê” re çarser dibin. Kesên ku serkêşiya karekî wiha jî dikin di pêngava yekê de rewşenbîrên nava civakê ne.

Ji bo vê gotinê jî li rolê rewşenbîrên Yehûdî yan jî Ermen binêrin ka çawa di pêvajoyên dîrokî de bûne sedema pêşkeftina ziman û jiyana civaka xwe.

Li gor min zêdetir ji têrkirina zikê xelkê pêwîstiya me bi şoreşeke hemû alî û ya zihniyetê yan jî têrkirina fikrê heye. Gerek eqliyeta civakê bê guherandin. Ger Kurd bi giştî di sîstema xwe ya rêveberiyê da xeta ji hev cuda nekin, yê serkeftin gelekî zehmet be. Kirîzên aborî-siyasî jî wiha ber bi wan dewlet û welatan ve tên ku hesab û kitabên rojên wiha nakin an jî li dora wan şêwirmendên rewşebîr nîne. Kar û keda me bi tedbîrên dûrbînane yê bibe malê dîrokê. Bi mînakên wiha re rewşenbîrên ku dikarin di ragihandinê de gotina dilê xwe di nava gel de belav bikin.

Daxwaza serfiraziyê ji we xwendevanên hêja re dikim.

(1). Bi peymana Qesrî Şirîn re Kurdistan kirin du parçe û piştre di sala 1916’an bi peymana Sykes-Picot re Kurdistan di navbera çar welatên Îran, Tirkiye, Îraq û Sûriyeê de hate parvekirin ku sê welatê dawiyê nûavabûyî bûn.

(2). Bi Firansî: Jean-Jacques Rousseau.

(3). Gotara min li ser rolê Med TV di lînka jêr de dikarin bixwînin:

http://rewanbej.net/rola-med-tv-di-prosesa-netewebune-de-kaksar-oremar.html