Nivîskar Mehmet Yavuz hat sirgunkirin
NAVENDA NÛÇEYAN – Nivîskarê girtî Mehmet Yavuz û du hevalên wî ji 2’yemîn Tîpa T a Şakranê sirgunî Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1’ê ya Tekirdagê hat kirin.
Binpêkirin, zext û zordestiyên li girtîgehan her roj zêdetir dibin. Girtiyên poşmaniyê qebûl nakin nayên berdan, gelek girtî nexweşiyên wan giran in lê belê nayên berdan. Gelek girtî jî ji ber sedemên cuda tên sirgunkirin. Vê carê jî Nivîskarê girtî Mehmet Yavuz û du hevalên wî ji 2’yemîn Tîpa T a Şakranê sirgunî Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1’ê ya Tekirdagê hat kirin.
Ji ber pêşnivîsa kurdî hatin sirgunkirin
Nivîskarê girtî Mehmet Yavuz bi rêya malbata xwe ragihand ku ji ber pêşnivîsa kurdî mudurê girtîgehê Hesen Çîmen ew ji 2’yemîn Tîpa T a Şakranê sirgunî Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1’ê ya Tekirdagê kiriye û berî bê sirgunkirin jî 15 roj cezayê hucreyê li Mehmet Yavuz hatiye birîn.


