Li Tirkiyeyê ‘Roja Çapemeniyê’: Girtin, sansur, şîdet, binçavkirin
NAVENDA NÛÇEYAN – Rojnameger 24’ê Tîrmehê Roja Têkoşîna ji bo Azadiya Çapemeniya, bi binçavkirin, sansur, tundî û girtinan pêşwazî dikin. Rojnamegerên di şopa heqiqetê de israr dikin jî tu carî pênûsa xwe li erdê nehiştine.
Rojnamegeran di dîroka 24’ê Tîrmeha 1908’an de dema ku Meşrûtiyet hat îlankirin, biryar dan ku ew ê rojnameyên xwe nîşanî “Desteya Sansurê” û karmendên sansurê nedin. Haman roj a 24’ê Tîrmehê di sala 1948’an de ji hêla Cemiyeta Rojnamegeran a Tirkiyeyê ve wek “Roja Têkoşîna ji bo Azadiya Rojnamegeriyê” hate ragihandin. Lê belê ji wê rojê heta îro ne sansur ne zextên ne jî binpêkirinên mafan ên rojnamegeran, qet bi dawî nebûn.
Li gorî rapora Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) ya meha hezîranê, ji 1’ê tîrmehê ve 75 rojnameger girtî ne. Di danişîna 11’ê tîrmehê hatiye lidarxistin de 15 rojnamegerên kurd hatin berdan. Li gorî vê encamê hejmara rojnamegeran ku tên girtin daket lê bele li gel hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglû, edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Sedat Yilmaz, Gerînendeyê Giştî yê Weşana TELE1’ê Merdan Yanardag, gelek rojnamegerên din ji ber xebatên xwe yên rojnamegeriyê hê jî girtî ne.
Êrişên li dijî rojnamegerên jin didomin
Di vê rojê de jî zext, zordestî, tundî, êrişên li ser jinên rojnameger didomin. Jinên rojnameger gelek caran li qadan dema nûça şopandine bi êrişên sîstematîk ên zayendî rû bi rû mane û heqaret li wan hatiye kirin. Tevî vê zordestiyê jî jinên rojnameger li berxwe didin û dev ji têkoşîna xwe bernadin. Ew ji bo heqîqet û rastiyê ragihînin civakê dixebitin.


