Bêyî azadiya hizr û derbirîna bê sansur karê rewşenbîrî û nivîskariyê û rojnamevaniyê, mafê welatîbûnê û demokrasî ne pêkan e.

 

 

Di sala 2024’an de rewşenbîr, nivîskar û rojnamevanên Kurd li Tirkiyeyê wek salên berê bi her awayî bi binpêkirina mafan re rûbirû man. Binçavkirin, girtin, tundiya fizîkî û derûnî, sansurkirina nivîsan, qedexeya pirtûkan, cezayên giran, cezayên madî, teklîfa sîxurtiyê, qedexeya mafê şopandina nûçeyan, ji kar avêtin û dûrxistin, astengkirina hesab û kanalên medyayên dijîtal û herî dawî êrişa dironî ya bo ser karmendên Ajansa Çetir a li derveyî sînorên Tirkiyeyê û qetilkirina wan a di binê navê şerê bi terorê re de nîşan dide ku Tirkiyê ji bo nivîskar, rojnamevan û hizra azad girtîgeh û metirsiya herî mezin e.

Komara Îslamiya Îranê ji bo dirêjkirina temenê xwe her karî dike, daneyên serkut, girtin û kuştina welatiyan ji aliyê rejîma Komara Îslamî ve gelek metirsîdar in. Di duyemîn salvegera kuştina Jîna Emîniyê de herî kêm 69 mamoste, xwendekar, nivîskar, rojnamevan û hunermendên Kurd li Îranê hatine girtin. Herwiha ji bo 14 çalakvanên mamoste dosye hatin vekirin. Cezayê 21 salên girtîgehê ji bo rojnamevan û çalakvana mafên jinan, Jîna Muderês Gurcî ya ji Sinê ya Rojhilatê Kurdistanê hat birîn, kargeha wê ya pirtûkfiroşiyê ya bi navê “Jîra” hat daxistin. Mafê perwerdehiya bi zimanê dayîkê ji bo gelên din hê jî li Îranê qedexe ye û her çalakiyeke wêjeyî û hunerî, xebatên sîvîl ên li Kurdistanê, wek xebatên siyasî û dijberî rejîmê tên hesibandin û qedexe ne. xebatên bi vî rengî dibin sedema binçavkirin, êşkence, bêrêzî û cezayê girtîgehê.

 

Li başûrê Kurdistanê tevî hebûna hejmareke zêde ya kanalên ragihandinê, dabeşkirina rojnamevanan ji aliyê desthilatdaran ve, avêtina ser mal û dezgehên ragihandinê, qedexeya şopandina nûçeyan, di dadgehan de nesepandina zagonên rojnamegeriyê, nîşanên paşekişiya demokrasiyê ne. piştî ku demeke dirêj bêyî tu agahî jê bê wergirtin di girtîgehê de ma, biryara 3 salên girtîgehê ji bo rojnamevan Silêman Ehmed hat dayîn. Avêtin ser dezgeha çapemenî û rojnamevaniyê ya bi navê Çavdêr, avêtin ser mala rojnamevan Omêd Berojkî, bêyî biryara dadgehê Şakar Star desteser kirin, di şopandina hilbijartinan de rêlêgirtina li gelek endamên çapemeniyê û binpêkirina mafê şopandina hilbijartinan çend mînakên herî berbiçav ên vê yekê ne.

 

Divê her kes bi vê rastiyê bizanibe ku pêşketin an daketina demokrasiyê bi asta pêşketin û daketina azadiya derbirîn, azadiya çapemeniyê, azadiya gihiştina çavkaniyên zanyariyan û azadiya înternetê ve girêdayî ye û nivîskar û rojnamevan xebatkarên doza demokrasiyê ne.

 

Navenda PENa kurd di Roja Nivîskarên di Zindanan de ya Cîhanê de piştevaniya xwe ji xebatkarên doza demokrasiyê re dupat dike û ji sazî û navendên cîhanî dixwaze bibin deng û rengê helgirên vê erk û peyama pîroz.

 

 

Navenda PENa Kurd

Komîteya Nivîskarên di Zîndanan de

15’ê Mijdara 2024’an