Li Amedê PENa Kurd digel du saziyên ziman daxuyaniya “Xwedîderketina li Kurdî û berhemên Kurdî” dan

(Dîmen: M. Rûmet Soylu)

 

Li Amedê PENa Kurd digel du saziyên ziman daxuyaniya “Xwedîderketina li Kurdî û berhemên Kurdî” dan.

PENa Kurd, Komeleya Wêjekarên Kurd û Yekîtiya Weşangerên Kurd (YEWKURD) bi munasebeta pêşangeha pirtûkan ya ku di navbera 18 û 26ê Kewçêra 2025an de ew ê li dar bikeve bang li gel, sazî û dezgehên sivîl yên Kurdan û hemû nivîskar û rewşenbiran kirin ku xwedî li zimanê Kurdî û berhemên Kurdî derbikevin.
Daxuyanî bi beşdariya endam û rêveberên PENa Kurd, Komeleya Wêjekarên Kurd û Yekîtiya Weşangerên Kurd (YEWKURD) pêk hat. Bi Kurdî|Kurmancî ji aliyê Asya Genim ve, bi Kurdî|Zazakî jî ji aliyê Hacî Ozkal ve hat xwendin û daxuyaniya çapemeniyê bi dawî bû.

DAXUYANÎ

Ji raya giştî re,

Di navbera 18-26ê mehê de li Amedê wê fuara pirtûkan (Tuyap) bê lidarxistin. Weşanxaneyên kurdî bi pirtûk, nivîskar û bi helwesta xwe ya kurdî wê beşdarî  vê fuarê bibin. Wek em dizanin xebatên çand û ziman hemû beşên civakê têkildar dikin, bi hewldan û xebatên hin saziyên kurdî, nivîskar, weşanger, rojnamegeran problema ziman û bişaftinê heta radeyekê tê çareserkirin. Civaka kurdan bi hemû beşên xwe, bi  siyaset, aborî, medya, sazî û dezgeyên xwe berpirsê zimanê xwe ne, divê li gorî girîngiya vê berpirsiyariyê tevbigerin. Her mirovê hişnas û hişmend bi vê yekê baş dizane; mirov hewcedarî ziman e. Civaka bêziman bê kok e, bê bîr e, civaka bîra wê hedimî  gav bi gav ji giyanê azadiyê dûr  dikeve. Werin em bi hev re li bîra xwe  xwedî derkevin. Armanca me ev e, em bi xebatên çand, ziman, huner û rewşenbîriyê, civakê li rêgeha wê, ango li reseniya wê vegerînin.

Hişê rast û li hev , civaka hişmendî bilind, ji destpêka dîroka hişnasiya mirov û vir ve pergal û sazîbûyîna civaka xwe li ser têgeha rewşenbîrî, ramanî, hunerî û çandî bilind kiriye. Xwendin di pêşketina hişê mirov û hişê civakî de tevgera herî bi bandor e. Pêşketina civakê xwe li gorî  rêjeya  xwendinê çêdike. Dema me, aboriya me têra her karî dike,  em dema xwe û aboriya xwe hêjayî her bûjen û karî dibînin, lê di xwendin û kirîna pirtûkan de em çikûsiya demê û çikûsiya kirînê dikin. Pirtûk qadeke serbixwe û qadek e azad e ku ti desthilatdar nikarin wê qadê bi dest bixin. Qadên ji destwerdana desthilatdaran re nê pêkan bin ew qad hêvî û hêza azadiya mirov xurt dikin. Em jî wek her civaka dinyê xwendina xwe, siyaseta xwe, ramangeriya xwe, afirîneriya xwe bi zimanê xwe, bi kurdî bikin. Berxwedana herî mezin a li  hemberî bişaftinê, axaftin û xwendina kurdî ye; bi vê şiyarê, hişê hatiye fesilandin wê saziyên kurdî, berhemên kurdî û xebatên kurdî, a girîng jî wê ruhê kurdî hembêz bike. Ziman ala neteweyan e, ziman metrîsa berxwedanê ye, ziman ezmanê me ye, ziman xaka me ye, ziman doza herî mezin a hebûnê ye.

PENa Kurd

Komeleya Wêjekarên Kurd

Yekîtiya Weşangerên Kurd (YEWKURD)