Bila dawî li zextên li ser Nazîla Meirûfyanê bê
Rojnamevana Kurd Nazîla Meirûfyan rojek piştî serbestberdana xwe dîsa hat girtin û bo Girtîgeha Êvîn a Tehranê hate veguhestin. Piştî demekê dîsa hat berdan.
Li gor jêderên nûçeyan, rojnamevan Nazîla Meirûfiyan roja Yekşemê 13’ê Tebaxê bi danîna rehîneya 300 milyonan ji girtîgehê hate azad kirin, lê roja paştir di 14’ê Tebaxê de ku ji bo wergirtina mobila xwe serdana navenda polîs kiribû, bo cara sêyem ji aliyê hêzên rejîmê ve hate girtin û rastî tundiya polîsan hat.
Nazîla Meirûfiyan xelkê bajarê Seqiz a Rojhilatê Kurdistanê ye û li Tehranê dijî, piştî kuştina Jîna Emîniyê ji aliyê hêzên ewlejariya Îranê ve, Nazîlaê bi bavê Jîna Emîniyê re gotûbêjek pêk anî û di 19’ê Cotmeha 2022 yan de di malpera Musteqêl de hate belav kirin, ji ber vê gotûbêjê di roja 30’ê Cotmeha heman mehê de hatibû girtin.
Piştî zêdetir ji 70 rojan, Nazîla di 11’ê Kanûna Pêşîn a 2023 an de bi danîna rehîneya 600 milyonan hate azadkirin, lê di roja 8ê Tîrmeha 2023yan de careke din di dema serdana dadgehê de, hat girtin û bo girtîgeha Êvînê hate veguhestin û 3 roj berê bo cara sêyem dîsa hate girtin.
Navenda PENa Kurd bi tundî givaş û zordariya dewleta Îranê a li ser rojnamegeran şermezar dike û banga rawestandina zextên li ser rojnamegeran dike.
Navenda PENa Kurd daxwaz dike ku zextên li ser Nazîla Meirûfianê û hemû rojnamevanên girtî bi dawî bibe.
Komîteya Rêveberiya Giştî
Navenda PENa Kurd
17-08-2023


