Pena Kurd sersaxiyê li malbata Berahenî dike

Navenda Pena Kurd bi bihîstina xebera koça dawî a nivîskarê Îranî Riza Berahenî (1935 – 25.03.2022) xembar û sersaxiyê li malbat û cihana rewşenbîriyê dike.

Nemir R. Berahenî nivîskar, rexnegirekî wêjeyî û xwedî berhemên gîranbûha ye. Serokê berê yê Pena welatê Kanada û ji her tiştî girîngtir di rojên herî dijwar da li dor doza gelê Kurd xwedî helwestên di cih da bû.

Ew roja 25ê Adarê li pey xebateke mezin a ji “doza rastîn a pênûs û demokrasiyê” re di temenê 86 saliyê da ji jiyanê veqetiya.

Navenda Pena Kurd dubare sersaxiyê li hemû wan kesan dike ku bi kar û pênûsa xwe alîgirên çareseriya pirsgirêkên siyasî ne û bi nêrîneke gerdunî ji hemû netewan re mafên wekheviyê dixwazin.

Navenda PENa Kurd

27.03.2022

PENa Navneteweyî bang li endamên xwe kir:

Ji bo nivîskarên jin ên kurd bikevin nava liv û tevgerê

PENa Navneteweyî, bi armanca 8ê Adarê Roja Jinên Kedkar, bal kişand ser neheqiyên li ser herdu nivîskarên jin ên Kurd Gulgeş Deryaspî û Meral Şîmşekê. 

PENa Navneteweyî ji bo 8ê Adarê Roja Jinên Kedkar daxuyaniyekê belav kir û bibîr xist ku herdu nivîskarên jin ên Kurd ji ber fikir û ramanên xwe rastî pest û kotekiyan tên û ji tevahiya endamên xwe xwest ku piştgiriya wan bikin û ji bo wan bikevin nava liv û tevgerê. 

Di peyama ku bi navê Romana Cacchioliya Dîrektora PENa Navneteweyî hate belavkirin de, hate eşkerekirin ku wan di sala 2018ê de “Manîfestoya Jinan” ragihandine ku bi vê manîfestoyê armanca wan ew e ku li dijî sansûr, lêpirsîn, girtin, tacîz û şideta li ser jinan derkevin, ji bo vê têkoşînê bikin û van astengiyan ji holê rakin. Cacchioliyê di daxuyaniya PENa Navneteweyî de diyar kiriye ku manîfestoya wan hem ji bo navendên PENan hem jî ji bo sazî û dezgehên din, bi armanca perwerdehiya jinan û parastina mafên wan ên di warê weşan û edebiyatê de xwedî bandoreke girîng e.

Li hêla din PENa Navneteweyî di daxuyaniya 2022yê ya Roja Jinan de eşkere kiriye ku herdu jinên Kurd ên nivîskar Gulgeş Deryaspî û Meral Şîmşek, ji bo ku mafên xwe yên derbirînê bi awayeke aştiyane bi kar anîne, rastî zilm û zorê hatine û bang li endamên xwe yên li seranserê dinyayê kiriye ku piştgiriya herdu jinan bikin û ji bo wan bikevin nava liv û tevgerê.

Di heman daxuyaniyê de hatiye gotin ku wekî herdu nivîskaran, li Tirkiyê gelek nivîskarên jin ji ber bîr û boçûnên xwe di bin zextan de ne û bi girtin û binçavkirinan re rûbirû ne. Herwiha hatiye diyarkirin ku fikir û ramana civata PENê li ba tevahiya jinan e ku mexdûrên şer in û li qadên şer bêpal û pişt mane.

Lînka pêwendîdar ya PENa Navnetewî:

Banga PENa Kurd a ji bo girtiyên xwediyê ramana azad

Ji raya giştî ya Kurdistan û cihanê re

Li Tirkiyeyê girtî her tim ji mafên xwe yên gerdûnî, hiqûqî, azadiya ramanê, mafê tenduristiyê, mafên demokrasî û edaletê bi destên îktidarên heyî bêpar hatine hiştin. Vê carê jî bi hinceta pandemiyê şerd û mercên li zindanan zêdetir dijwar bûne.

Wan bi siyaseta xwe ya dijberî doza Kurdistanê girtî ji mafê wan ên herî pîroz anku mafê jiyaneke sade bêpar kirine. Girtîyên nexweş nayên tedawîkirin û di nava du mehên bihûrî de di şertên herî giran ên hucreyên yekkesî de 10 kesan jiyana xwe ji dest dane. Di nava wan 10 kesan de heşt girtî nexweş û yek ji kesên ku jiyana xwe ji dest daye helbestvanê naskirî Halîl Guneş bû.Her wiha nivîskar Gulazer Akin jî niha di nava kategoriya girtiyên bi nexweşiya giran de cih digire. Bi raporên Saziya Tipa Edlî (ATK) jî girtî terkî mirinê tên kirin. Her wiha zarok jî di bin bandora binpêkirina mafên li girtîgehan dimînin. Hinek zarok bi salan e nikarin dayika xwe bibînin hinek jî di girtîgehan de para xwe ji şerd û mercên zor digirin. Li gel vê yekê medyaya tirk a li gor îktidara heyî tev digere bi tu hawî van binpêkirinên mafan naxe rojeva xwe.

Pêwîst e bê zanîn ku gelek girtî tenê ji ber stran, pirtûk û nameyên Kurdî bi cezayê şewitandina înfazê rû bi rû dimînin û dema ku cezayê wan tê dawiyê dîsa nayên berdan. Girtî ji cihwarê wan ê jiyanê pir dûr xistine, nikarin malbatên xwe bibînin û li gor yasayên birêveberin a dewleta tirk mafekî wiha ji wan re rewa nîne. Ji bo zanîna we niha li gor daneyên Komeleya Mafê Mirovan ên dawî hezar û 605 girtiyên nexweş di girtîgehan de bûn û ji vana 605 jê bi giranî nexweş bûn. Lê ji ber vê dawiyê hinek girtiyan jiyana xwe ji dest dan em dikarin bêjin niha li dora hezar û 600 girtiyên nexweş hene ku di bin şerdên dijwar de li girtîgehan tên girtin. Di nava wan girtiyan de nivîskar, rojnamevan hene û hinek kes jî ji ber şopandina torên civakî û beyankirina fikra xwe ya li dijî sîstema desthilatdar mehkûmî salên dirêj ên mayîna di girtîgehê de ne.

 Li gor daneyên Komeleya Rojnamegeran a Dîcle û Firatê (DFG) niha 65 rojnameger li Tirkiyeyê di girtîgehan de tên girtin. Her wiha li gor daneyên Komîteya Nivîskarên di Zindanan de ya PENa Kurd niha li dora 102 nivîskarî di girtîgehan de tên girtin. Rewşa 38 girtîyan gelek giran e û mafekî pir sirûştî ye ku ji bo tedawîkirinê bêne azadkirin.

Weke navenda PENa Kurd banga me ev e ku mafê jiyana girtiyên di girtîgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê de tên girtin were parastin.

Komîteya Nivîskarên ji bo Aştiyê – KNjA/WfPC

Navenda PENa Kurd

13/02/2022

Sersaxî Ji bo Kurdolog Profesor Zera Elî

Roja 3yê Sibata 2022yê, me xebereke nebixêr bihîst!

Zanyar, lêkolîner û Kurdologa navdar Profesor Zera Elî Yûsûpova li St. Petersbûrga Rûsyayê koça xwe ya dawî kir û bi sedan berhemên akademiya kurdolojiyê ji me re hiştin.

Di nav 6-7 mehên dawî de Kurdên Sovyeta Berê çend navên sereke û qedirbilind winda kirin. Piştî Yûra Nebiyêv, Kinyazê Îbrahîm û Nadir Nadirov, bêguman koça dawî ya Zera Elî Yûsûpova wê bargiranî û valahiyeke mezin bixe nava akademiya diyasporaya kurdên Sovyetê û kurdên seranserê dinyayê.

Zera Elî sala 1934ê li Tiblîsa paytextê Gurcistanê ji dayîka xwe bibû. Sala 1953yê, li heman bajarî, dibistana navîn ya hejmara 8an bi medalyaya zêrîn xilas kiriye.

Sala 1958ê Fakûlteya Rojhilatnasiyê ya Zanîngeha Lênîngradê ya Dewletê temam dike û di navbera salên 1958-1961ê de li Beşê Lênîngradê yê Înstîtûya Rohilatzanîyê ya Akademîya Zanyariyê ‘Beşê Kurdzanîyê’ doktoraya xwe kiriye. Zera Elî ji sala 1961ê heta roja koça xwe ya dawî karmend û akademîsyena Fakûlteya rojhilatnasiyê bû. Ew ji sala 1992yê heta roja mirina xwe li heman fakûlteyê karmenda zanyarî ya sereke bû.

Profêsora Zera Elî di Beşê Lênîngradê ya Zanîngeha Dewletê de, mamostaya zimanê kurdî bû û heta niha bêhtirî 70 berhemên zanyarî dabûn çapkirin. Di nav wan berheman de zaravayên zimanê kurdî yên kêm lêkolînkirî (li gorî çavkanîyên nivîskî û tekstên folklorê) û çapkirina klasîkên wêjeyî jî hebûn.

Em bi navê Komîteya Birêveberiya Giştî Ya Navenda PENa Kurd, sersaxiyê li malbata profesora kurd a hêja Zera Elî Yûsûpovayê dikin û kar û xebatên wê yên akademî û kurdolojiyê bi qedrekî mezin bi bîr tînin û serfiraziyê bi van xebatan dikin.

Bila serê malbata wê û civaka kurd sax be.

Navenda PENa Kurd

5 Sibat 2022

Axa Kirmaşanê, diyarê evîne, hêjayekî te yê din tê himbêza te

Îro sêşemê helbestvanê navdar ê Kurd Pertew Kirmaşanî di temenê 90 saliya xwe de li jiyanê malavayî kir.

Elî Eşref Newbetî (Pertew Kirmaşanî) di sala 1931an de li Taxa Berzedem a bajarê Kirmaşanê ji dayîk bûye. Xwendina xwe li heman bajarî qedandiye û di 16 saliya xwe de bi handana Îrac Rezayî dest bi nivîsandina helbestê kiriye. Pertew helbestvanekî di dilê gel de cih girtiye û dema navê wî tê gotin, bêguman li Rojhilatê Kurdistanê kesek nîne ku bi kêmanî çend beyt ji helbestên wî ezber nekiribe.

Pertew Kirmaşanî di demekî de ku bajarê wî Kirmaşanî di rewşeke xirab a asîmîlasyonê de bû, ket warê wêjeya Kurdî û mirov dikare bibêje ku piştî Şemî Kirmaşanî ku yek ji damezrînerên helbesta Kurdî ya hevçerxa (Kalhurî) ye, di vî warî de yek ji helbestvanên herî bibandor e. Pertew yek ji helbestvanên herî bibandor ê helbesta Kurdiya bajarî di warê Kirmaşanê de ye û piştî wî ye ku tevgera helbesta Kurdî li Kirmaşanê dest pê dike.

Di sala 1998 de dîwana helbestên Kurdî-Farisî ya Pertew Kirmaşanî ji aliyê Dr. Mihemed Elî Sultanî ve tê berhevkirin û çap dibe.

Em wek navenda PENa Kurd sersaxiyê ji malbat û civaka wêjeyî û çandî ya Kurdistanê, bi taybetî sersaxiyê ji Kirmaşaniyan re dixwazin û xwe şirîkê vê xema mezin dizanin.

Komîteya Birêveber a

Navenda PEN’a Kurd

25.01.2022

Hevpeyvîna Bûrhan Sonmez a di Kovara Zanîngeha Harvardê de

NAVENDA NÛÇEYAN – Serokê PENa Navneteweyî Bûrhan Sonmez di hevpeyvîna xwe ya di kovara Zanîngeha Harvardê de da zanîn ku Diyasporaya Kurdî li seranserê cîhanê derfetên cuda bi dest xistin û rewşenbîrên Kurd li ser çand û parastina ziman û wêjeya Kurdî sekinîn.

Serokê PENa Navneteweyî Bûrhan Sonmez di hevpeyvîna xwe ya di kovara Zanîngeha Harvardê de bal kişand ser derfetên kêm ên perwerdeya bi zimanê kurdî ya li Tirkiyeyê û bi lêv kir ku nivîsandina bi zimanê tirkî ne tercîha wî bû. Her wiha Bûrhan Sonmez got ew dixwaze xeyalê xwe pêk bîne û pirtûkekê bi zimanê zikmakî binivîse.

‘Zimanê kurdî di jiyana gel de qedexe bû’

Bûrhan da zanîn ku ew neçar mane bi tirkî bixwînin û binivîsin û wiha dewam kir:” Li gund em bi Kurdî dipeyivîn û difikirîn, lê ev ziman di jiyana gel de qedexe bû, ji ber vê yekê em neçar man ku Tirkî hîn bibin û bixwînin. Bi vî awayî, Tirkî bû zimanê hatin û çûyîna me li sûk û dibistan û kargehan, lê Kurdî li gund bi çîrok û efsane û stranên me wek zimanê xeyalî bû. Hebûna wê hesta dualî, paşê rê li ber deqqên pênûsa min vekir.”

‘Nivîsandina bi tirkî ne tercîha min bû’

Bûrhan bal kişand ser derfetên ku ji bo perwerdeya bi zimanê Kurdî tune bû û wiha lê zêde kir:”Nivîsandina bi tirkî ne tercîha min bû. Ji bo kesên wek min ên ku li Tirkiyeyê mezin bûne, ev tenê riya xwendin, xebat û civakîbûnê bû. Perwerdeya me ya bi Kurdî tunebû û derfet jî tunebûn. Mînak, me di dibistanên xwe de pirtûkên Kurdî nedîtin. Wexta ku min xwendina zanîngehê temam kir û dest bi karê xwe yê hiqûqî kir, pirtûkên Kurdî li Tirkiyeyê bi awayekî qanûnî peyda bûn, lê dîsa jî peydakirina wan ne hêsan bû. Ji bo vê bazarê hîn binesaziya wêjeyî tunebû. Diyasporaya Kurdî li seranserê cîhanê derfetên cuda bi dest xistin û rewşenbîrên Kurd li ser çand û parastina ziman û wêjeya Kurdî sekinîn. Niha rewş tê guhertin. Çend weşanxaneyên me yên Kurdî li Tirkiyê hene û nifşek nû ya nivîskarên Kurd ên ciwan bi serkeftin weşanê dikin. Kurdî ji bo min bûye zimanê xeyalê, lewra beşek ji hêviya min ew e ku di dawiyê de ez pirtûkekê bi zimanê xwe yê zikmakî, bi Kurdî binivîsim. Wê demê wê xewna min vegere rastiyê û ez hêvî dikim ku di demek nêzîk de wê bikim.”

Berdewamiya hevpeyvînê dikare ji ser vê lînkê bê xwendin:

Dagirtina şûna kesên weke Prof. Dr. Marûf Omer Gul zehmet e

Mixabin roja şemiyê 15ê Çileya 2022yan helbestvan, nivîskar û akademîsyen, mamoste Prof. Dr. Marûf Omer Gul li bajarê Silêmaniyê koça dawî kir. Mamoste Gul akademîsyen û yekem lêkolerê warê yasaya navneteweyî û cenosîda gelê Kurd bû, di heman demê de dostê hemû deng û rengên cuda bû.

Koça dawî ya Prof. Marûf Omer xesareke mezin li rêrewa akademiya Kurdistanê dide, herwiha dagirtina şûna kesên weke Prof. Marûf dijwar e. Bi jidestdana Prof. Marûf Omer, windahiyeke mezin li nivîskar û akademistên warê yasayî û cenosîda gelên di bin metirsiyê de ket û dilsozekî mezin jidest dan. Weke Navenda PENa Kurd em sersaxiyê li malbata nemir Prof.Dr. Marûf Omer Gul û edîb û nivîskaran dikin.

Komîteya Birêveber a

Navenda PEN’a Kurd

15/01/2022

Dê ji bo nivîskarên di zindanan de roja îmzeyê bê lidarxistin

NAVENDA NÛÇEYAN – Dê PENa Kurd û Komeleya Wêjekarên Kurd ji bo nivîskarên di zindanan de li Amedê roja îmzeyê li dar bixe.

Bi pêşengiya PENa Kurd û Komeleya Wêjekarên Kurd dê bi beşdariya nivîskar û malbatên nivîskarên di zindanan de roja îmzeyê ji bo nivîskarên di zindanan de bê lidarxistin. Dê nivîskar pirtûkên nivîskarên di zindanan de yên Medya Yaklav, Mizgîn Ronak, Menaf Osman, Ahmed Huseyîn û Ahmedê Bilokî îmze bikin.

Piştî roja îmzeyê dê name bên şandin

Ev bernameya îmzeyê ya ji aliyê PENa Kurd û Komeleya Wêjekarên Kurd ve dê bê lidarxistin dê di demên pêş de bi îmzekirina pirtûkên nivîskarên din ên di zindanan de dewam bike. Ew ê di 24’ê Cotmehê de saet di navbera 14.00-17.00’an de li Pirtûkxaneya Lîlavê ya li semta Ofîsê ya Navçeya Yenişehîrê ya Amedê bê lidarxistin. Her wiha dê piştî bernameya îmzeyê ji nivîskarên di zindanan de name bê şandin. Di çarçoveya vê bernameyê de ji aliyê PENa Kurd û Komeleya Wêjekarên Kurd ve serdana malbatên nivîskarên di zindanan de jî tê kirin û dê bi bernameyên kurt berhemên nivîskarên di zindanan de jî bên naskirin û li ser qenala youtubeyê ya Komeleya Wêjekarên Kurd bê weşandin.

NIVÎSKARÊ KURD BÛRHAN SONMEZ BÛ SEROKÊ PENA NAVNETEWÎ

Nivîskarê Kurd Bûrhan Sonmez bû serokê PENa Navnetewî. Di 87emîn Kongreya PENa Navnetewî de(20-24.09.2021), hem pîrozbahiyên sedsaliya PENa Navnetewî hebûn, hem jî ji bo serokatî û hin wezîfeyên din hilbijartin çêbûn. Ji bilî Sonmez, ji bo serokatiyê ji Nîkaragua Gioconda Belli û ji Nîjerya Ben Okri jî namzet bûn. Seroka berê nivîskara Meksîkî-Amerîkî Jennifer Clement, di xelaseka kongreyê de serokatî dewrî Bûrhan Sonmez kir. Em wek PENa Kurd bi dil û can wî pîroz dikin û serkeftinê jê re dixwazin. 

BÛRHAN SONMEZ  

Nivîskar Kurd Bûrhan Sonmez di sala 1965an de li Haymanayê ji dayik bûye, ew di wê demê de mezin bû ku bi Kurdî diaxivî lê di fermiyetê de Kurdî qedexe bû, piştre li dibistanê fêrî Tirkî bû. Di salên piştî darbeya leşkerî ya 1980 de ji bo xwendina hiqûqê çû Stenbolê. ji ber çalakiyên demokrasîxwaziyê ji zanîngehê hate avêtin û incex heft sal şûnde mezûn bû. Demekê li Stenbolê wek parêzer xebitî. Tevlî Komeleya Mafên Mirovan bû û TAKSAV(Weqfa Çand û Hunerê ya Lêkolînên Civakî) damezrand. Piştî êrîş û birîndarbûna ji aliyê hêzên polis ve, mecbûr ma here derveyî welat û li Igilîstanê bicih bibe. Bi alîkariya Navenda Azadiyê ji Îşkenceyê ya li Londonê dermankirinek demdirêj wergirt.  

Tevî ku bi helbestê eleqedar bû û li Tirkiyeyê ji bo helbestê xwe du xelat wergirtin, li xerîbiyê destê xwe li nivîsandina romanan gerand. Eleqeya wî bi nivîsandinê, ji ber çîrokên kevneşopî yên ku pê mezin bûye. Tecrûbeya bêhempa bi mezinbûna li gundek dûr û bêyî elektrîkê, xwedîbûna wî bi dayikek çîrokbêj ya jêhatî ji nivîsên wî re bûne îlham û materyal peyda kirine.  

Bûrhan Sonmez nivîskarê pênc romanan e. Romanên wî Kûzey (Bakur-2009), Gunahlar ve Masûmlar(Guneh û Masûm, 2011), Stenbol Stenbol (2015), Labîrent (2018), Taş ve Golge(Kevir û Sî, 2021) ne. Romanên wî li çil û du zimanan hatine wergerandin.  

Li Keyaniya Yekbûyî (Ingilîstanê-2018) Xelata Edebî ya EBRDyê wergirt. Ji Weqfa Vaclav Havel ya li Dewletên Yekbûyî yê Amerîka (2017) xelata “Distirbing the Peace(Astengkirina Aşîtiyê)” stend. Li Tirkiyeyê Xelata Wêjeyê ya Sedat Simavî(2011), Xelata Romana Herî Baş ya Izmîr St. Joseph(2011) stendiye. Xelata Rûmetê ya Çîroka Herî Baş ya BUYAZ(2015) jî stendiye.   

Wekî din, pirtûka helbestê ya William Blake ya bi navê “Zewaca Bihuşt û Dojehê”  wergerandiye Tirkî. Nivîsê wî di rojnameyên cihêreng ên wekî The Guardian, Der Spiegel, La Repubblica hatine weşandin. Endamê juriyê yê Xelata Wêjeyê ya Cevdet Kudret-2014 û Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Cenevre-2020 bû. Li Tirkiyê li zanîngeha ODTU mamostetiya wêje û romanê kiriye.  

Bûrhan Sonmez endamê sê navendên PENê ye: PENa Ingilîzî, PENa Kurd û PENa Tirkiyê. Bi salan e endamê rêvebiriya PENa Navneteweyî bû. Geh li Stenbol û geh li Cambridgeyê dijî.  

Di civînên PENa Navneteweyî de PENa Kurd bal kişand ser binpêkirina mafan

NAVENDA NÛÇEYAN – Civînên komîteyan ên PENa Navneteweyî yên ji 13’ê vê mehê ve dest pê kirine wê heta 24’ê mehê bi rêya onlineyê berdewam bikin. Di civînên komîteyan de PENa Kurd bal kişand ser binpêkirina mafên nivîskar û rojnamegerên di girtîgehan de û rewşa gelê kurd a li ser çar parçeyan.

Kongreya 87’emîn a PENa Navneteweyî dê di navbera 20 û 24’ê Îlonê de bê lidarxistin. Civînên komîteyan ên PENa Navneteweyî ji 13’ê vê mehê ve dest pê kirine û heta 24’ê mehê wê online berdewam bikin. Mijara Kongreya îsal dê Sedsaliya Pênûsê be: Sed Sal Nîqaşa Rewşenbîrî û Çalakiya li ser Azadiya Derbirînê û Wêjeyê. Çar rojê ewilî civînên komîteyan çêbû. Di 13’ê mehê de civîna Komîteya Nivîskarên Jin, di 14’ê mehê de civîna Komîteya Nivîskarên di Zindanan de, di 15’ê mehê de civîna Komîteya ji bo Aştiyê û di 16’ê mehê de jî civîna Komîteya Ziman û Wergerê çêbû. Komîteyên PENa Kurd raporên xwe amade kirin û di civînan de pêşkêş kirin. PENa Kurd di raporên xwe de bal kişand ser dagirkirin û êrîşên li ser her çar perçeyên Kurdistanê. Axilbe li ser qirkirina kurdan, çand û zimanê kurdan hat sekinandin. Komîteya Nivîskarên di Zindanan de ya PENa Kurd lîsteya nivîskarên girtî parve kir û rewşa girtiyan raxist ber çavan.

Di heman demê de 100 saliya PENa Navnetewî tê pîrozkirin. Di derbarê xebatên sedsalên PENa Navneteweyî de kitêbek hatiye amadekirin ku PENa Kurd jî cihê xwe tê de sitendiye. Kitêba ku tê de zêdetirî 500 wêne, name, belge, afîş û nexşe cih digirin, heta îro bi neh zimanan hatiye çapkirin. Di civînê de wê pirtûk jî pêşkeşî beşdarvanan bê kirin.

Di rojên dawî de wê ji bo serokatiya PENa Navneteweyî û hin wezîfeyan hilbijartin jî çêbibin. Ji bo serokatiya PENa Navneteweyî, nivîskarê kurd û endamê PENA Kurd Bûrhan Sonmez jî namzet e. Bûrhan Sonmez bi salan e di rêveberiya PENa Navneteweyî de kar dike, xwedî tecrube û xwedî berhemên giranbuha ye.

Nêzî 150 navendên ku bi PENa Navneteweyî ve girêdayîne hene. Her navendek bi sedan endamê wan hene û ev tev de rewşenbîr û nivîskar in. Ev sed sal in, ev rêxistin bi berfirehkirin karê xwe dimeşîne. Loma PENa Navneteweyî rêxistinek bi bandor ya navneteweyî ye. PENa Kurd jî ji 1990’î ve perçeyek ji vê rêxistinê ye û navendek çalak e. PENa Kurd jî sedsaliya PENa Navneteweyî pîroz kir û serkeftin ji hemû navendan re xwest.

Sersaxî ji bo Kinyazê Îbrahîmê Qedirbilind

Di nav civaka miletan de hinek kes pir taybet in û cihê wan bi hêsayî nayên dagirtin. Bêguman Mamoste Kinyaz jî yek ji wan kesan bû.

Em bi koça dawî ya Nûnerê xwe yê Asyaya Navîn, Akademîsyen û Profesorê hêja, Serokê Federasyona Komeleyên Kurdên Sovyeta Berê û Serokê Civaka Kurdên Sovyeta Berê Kinyazê Îbrahîm gelekî xemgîn û dilkovan in.

Helbet Mamoste Kinyaz hezkiriyê me hemûyan bû, keda wî ya li ser çand, ziman, huner û edebiyata kurdan pir mezin e, ev ked tu caran nayê jibîrkirin. Herwiha em ji bo xizmeta wî ya ji Navenda PENa Kurd jî zehf razî ne, Mamoste Kinyaz li seranserê welatên Sovyeta Berê, xasma jî li Qazaxistan û Qirgizîstanê hîmekî qewîn bû ji bo sazî û dezgeha me.

Rehma Yezdanê Dilovanê Dilovîn li ser wî be, cihê wî behişta baqî be, serê gelê Kurd sax be.

Navenda PENa Kurd
Komîteya Birêveberiya Giştî

Bi Xemgînî me Bihîst ku Dengekî Din ji Radyoya Êrîvanê Biliya

Rewşenbîr û niştimanperwerê Kurd Keremê Seyadê Çolo 27’ê mehê, di 82 saliya xwe de li Êrîvanê koça dawî kir. Yek ji şoreşvanê Kurdî yê li Ermenistanê û bêjerê radyoya Kurdî Keremê Seyadê Çolo wê îro li gundê wî bispêrin axê. Serê malbata wî û milletê Kurd sax be, cihê wî cunnet be.

Kedkar û hezkiryê ziman û hunera Kurdî Keremê Seyad, we bingeheke xurt ji me re danî û hûn çûn; em deyndar û minnetdarê we ne. Oxira we ya xêrê be. Hûn bi ezm û xebata xwe ya bêsekin û bêyî naskirina tu astengiyan ji me re mînakek qedirbilind in, em ê hewl bidin riya we bişopînin.

Nivîskar Keremê Seyad di sala 1938’an li Ermenistanê, li gundê Hekko ya bi ser navçeya Talîn hatiye dinyayê. Zanîngeh li Êrîvanê qedandiye. Ji sala 1960’î ve li Radyoya Kurdî ya Êrîvanê dest bi kar kiriye, dûra bûye gerînendeyê radyoyê û zêdî 50 salî di xizmeta ziman û çanda Kurdî de xebitiye. Dema ew nema karîbû bixebite jî, zarokê wî di karê wî de berdewam kirine.

Komîteya Birêveberiya Giştî ya

Navenda PENa Kurd

30.03.2021