Eslîxan Yildirim ji bo xwendekar û Komeleya Nivîskaran pirtûk şand

NAVENDA NÛÇEYAN – Hevseroka PEN a Kurd Eslîxan Yildirim ji bo xwendekarên Dibistana Ferzad Kemanger û Komeleya Nivîskarên Mezopotamyayê ya Mêrdînê pirtûk şand.

Hevseroka PEN a Kurd Eslîxan Yildirim a li Londonê dimîne ji bo xwendekarên Dibistana Ferzad Kemanger û Komeleya Nivîskarên Mezopotamyayê ya Mêrdînê pirtûk şand. Eslîxanê ji bo xwendekarên Dibistana Ferzad Kemanger çîrok û pirtûkên perwerdeyê ji Komeleya Nivîskarên Mezopotamyayê ya Mêrdînê jî roman, pirtûkên perwerde û lêkolînê şand.

Mamosteyên Dibistana Ferzad Kemanger ji bo pirtûkan kêfxweşiya xwe anîn ziman û spasiyên xwe pêşkêş kirin. Komeleya Nivîskarên Mezopotamyayê ya Mêrdînê jî li ser rûpela xwe ya Facebookê ji bo pirtûkan spasiyên xwe ji Eslîxanê re pêşkeş kir.

Li Amedê bernameya ‘Şeva helbestê ya jinên Kurd’ hat lidarxistin

AMED –  Ji bo balkişandina ser mafên ziman û wêjeyê yên jinên Kurd, şeva helbestê ya jinên Kurd hat lidarxistin.

PEN’a Kurd, Komeleya Lêkolîna Ziman û Çandê ya Mezopotamyayê (MED-DER) û Platforma Pênûsa Jinên Mezopotamyayê, ji bo balkişandina ser mafên ziman û wêjeyê yên jinên Kurd, berê li Postaxaneya Yenişehira Amedê pirtûkên bi Kurdî û kart ji jinên nivîskar e yên di zindanan de şandin û piştre bi navê “Şeva helbestê ya jinên Kurd” li avahiya MED-DER’ê şahiyek li dar xistin. Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê Leyla Guven, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Parlementera HDP’ê ya Amedê Salîha Aydenîz, endamên Platforma Pênûsa Jinên Mezopotamyayê û gelek kes beşdarî bernameyê bûn.

Di bernameyê de axaftin hatin  kirin û di axaftinan de hat diyarkirin ku divê ji bo parastina nasnameya Kurd xwedî li ziman û wêjeya Kurdî bê derketin.

Piştî axftinan helbestên bi Kurdî yên jinên helbetkar ên Kurd ên klasîk, jinên helbestkar ên di zindanan de û helbestên jinên helbestkar ên nûjen hatin xwendin.

‘Ziman û wêje bi tevna destê dayikan tên neqişandin’

Roza Metîna

NAVENDA NÛÇEYAN-Jinên helbestkar, nivîskar û rojnameger ên Kurd bal kişandin ser binpêkirina mafên ziman û wêjeyê. Jinan diyar kirin ku bi salan e mafên xizmeta ji bo ziman û wêjeya Kurdî tên astengkirin û wiha gotin:”Jinên Kurd her dem ji mafên xwe yên wekî ziman û wêjeyê bêpar hatine hiştin û bi astengiyên mezin rû bi rû mane. Ji bo ev astengiyan bi dawî bibin divê jinên Kurd rola xwe baş bilîzin û li dijî binpêkirina mafên ziman û wêjeya xwe her serî hildin.”

Jinên Kurd ji dîrokê heta niha li dijî hemû neheqî û binpêkirina mafên rewa her dem di nava têkoşînek mezin de ne. Ji ber ku serî netewandine û her ketine nava hewildana parastina mafên xwe yên ku nasnameya wan mayinde dikin bi pêkûtî û îşkenceyan rû bi rû hatine hiştin. Ji nava mafên rewa yên herî girîng jê ziman û wêje ye jî. Ji bo pêşketina ziman û wêjeya Kurdî jinên Kurd bi salan e li berxwe didin. Têkildarî mijarê jinên helbestkar, nivîskar û rojnameger ên Kurd anîn ziman ku ziman û wêje bi tevna destê dayikan tê neqişandin û wiha gotin:”Heger ziman û wêje tune bibe dê nasnameya gelekî jî tune bibe. Ji bo parastina nasnameya xwe divê em nirxên xwe yên girîng ên wekî ziman û wejeyê biparêzin. Tevî hemû zordestiyan divê em bi destên hevdu bigirin û li nirxên wekî ziman û wejeyê yên bingeha nasnameya me ava dikin xwedî derkevin.”

‘Ziman û wêje bi tevna destê dayikan tê neqişandin’

Helbestkar Zozan Gulan diyar kir ku ziman û wêje dayik e divê bên parastin û wiha got:”Ziman û wêje bi tevna destê jinan tê neqişandin. Loma jinên Kurd jîr û têkoşer in. Keda jinê di warê pêşketina ziman û wêjeyê de gelek zêde ye. Lê her hatiye xwestin ku ev ked bê binaxkirin. Keda jinê û mafê wê yê di warê parastina xizmeta ji bo ziman û wêjeyê de her dem tê binaxkirin. Rol û mîsyona jinê ya di qada xebatên ziman û wêjeyê de gelekî girîng e. Loma jin her dem hedef tên girtin û mafên wan ji destên wan tên derxistin. Tevî hemû zehmetiyan dîsa jî jinên Kurd li ziman û wêjeya xwe xwedî derdikevin û ev yek jî me bextewar dike.Heger ziman û wêje tune bibe dê nasnameya gelekî jî tune bibe. Ji bo parastina nasnameya xwe divê em nirxên xwe yên girîng ên wekî ziman û wejeyê biparêzin. Tevî hemû zordestiyan divê em bi destên hevdu bigirin û li nirxên wekî ziman û wejeyê yên bingeha nasnameya me ava dikin xwedî derkevin.”

‘Jin pêwendîyên navbera xwe û pênûsê diparêze û bi pêş dixe’

Nivîskar Gulîstan Çoban diyar kir ku parastina ziman û wêjeyê mafê jinê yê rewa ye û wiha got:”Ziman û wêje taybetmediyeke mirovan e ku mirov ji zindiyên din û hebûnên din cuda dike. Her wisa kesayetiya mirov temam dike. Lewma ev nirx mafê jinê yê rewa ye û wek şîrê dêya wan li wan helal e. Lê mixabin ev mafê ku wek şîrê dayikê li wan helal e pir jî bi hêsanî bidestê wan nakeve û gelek caran di bêvila wan re jî tê. Lê jin aferînera berxwedêr û jêhatî ye. Li ber xwe dide û pêwendîyên navbera xwe û pênûsê diparêze û bi pêş dixe. “

‘Min dev ji xwendin, pênûs û wêjeyê berneda’

Gulîstanê bi lêv kir ku ew di warê parastina ziman û wêjeyê de bi zehmetiyan rû bi rû maye û wiha dewam kir:”Ez bixwe di warê parastina mafên xwe yên xwendin û nivîsînê da rastî gelek astengî û zehmetîyan hatim. Civaka ku ez di nav de bûm pênûs ji jinê veşartibû û tenê rola bêrîvanî û bermalîyê dabû jinê. Gava ez derketim derê vê xêzê ev tişt bi hêsanî nehat pejirandin. Malbat û civakê ez vexwendim ser “wezîfeya min a li gor wan eslî.” Lê min dev ji xwendin, pênûs û wêjeyê berneda. Ev jî bû sedema têkoşînek derûnî di navbera min, malbat û civakê de.

‘Pênûs ji bo min bû diyarîyeke pîroz’

Gulîstanê da zanîn ku jin bi astengiyên cuda rû bi rû tên hiştin û wiha pê de çû:”Civaka kurd ji xwe civakeke bindest e. Jin jî di nav vê civakê da bindestîyeke din dijîn. Lewma em jin li pêşberî du astengan e. Ev jî rewşa me dijwartir dike. Ji ber vê yekê pênûs, nivîs, helbest edebîyat ji min re bû awayekî xwe îfadekirinê li hember van bîyanîbûn û zextan. Di nav vê rewşê de pênûs ji bo min bû dîyarîyeke pîroz. Gava ev dîyarî hate dayîn min nikarîbû pişta xwe pêda bikira. Ez lê xwedî derketim û min dawîya dawîn bi civakê jî da qebûlkirin. Niha jî pênûsa min ji bo ziman û wêjeya Kurdî xizmet dike. A niha ez bi nivîsîna zimanê xwe ya dayikê dilxweş im.”

‘Jinên Kurd her dem ji mafên xwe yên rewa bêpar hatin hiştin’

Gulîstanê da zanîn ku keda jinê her dem hatiye binaxkirin û wiha dewam kir:”Jinên Kurd her dem ji mafên xwe yên rewa yên ji bo parastina ji bo xizmeta zimanê dayikê û wêjeyê bêpar tên hiştin. Gelek sedemên vê yekê hene. Sedemên sîyasî, yên civakî yên malbatî… Lê bi ya min ji van sedeman a herî berbiçav civakî ye. Lewra ji bo ku zimanek jîndar û temendirêj be, divê ew zimana zimanê xwendin û nivîsînê be. Gava em dizîvirin li dîroka xwe dinihêrin, em dibînin ku di dîroka me Kurdan de saziyên perwerdehiyê hene. Ev saziyên ku wek medreseyên Kurdan hatine binavkirin, ji bo Kurdî rola perwerdehiya bi zimanê zikmakî anîne cih. Lê bi piranî mafê xwendin û nivîsînê bûye para mêran. Her çiqas jinên Kurd ên wek Mestûre Kurdistanî di serdema navîn de bi helbest û kitêbên xwe bûne sembola pêşeng û rûmeta jinên Rojhilata Navîn û heta a hemû cîhanê. Lê her jina Kud ev derfet bi dest nexistiye û piraniya jinan ji tehsîla ilm û edebîyatê bê par mane. Lorîk û klamên xwe, zanîn û tecrubeyên xwe tenê di quncê malê xwe de, di guhên zarokên xwe de gotine. Û gotinên nehatine qeydkirin wek nivîsa li ser avê bê nivîsandin wenda bûne û çûne. Heta meriv dikare bêje civakê keda jinê ya di warê ziman û wêjeyê ya bi hezar salî bi vî awayî daye ber bayê û ev neheqîyeke mezin e.”

‘Mamosteya mirov a ewil dêya wan e’

Gulîstanê destnîşan kir ku jin ji bo di nava çar dîwaran de rûnê nehatiye dinyayê û wiha got:”Jin dê û mamosteya civakê ye. Mamosteya mirov a ewil dêya wan e. Ji ber vê yekê barê ser milê wê ji yê mêran girantir e û divê dîsa ji bo vê yekê xwe baş perwerde bike. Divê di alîyê ilm, wêje û zanistê de derkeve pêş. Ji bo nifşên nû bibe mînak. Li gor fikra min jin ji bo ku di nava çar dîwaran da rûnê nehatiye dinê. Herî kêm qasî mêran lêgerîna ilm û marîfetê maf û wezîfeya wê ye jî. Bila li mafên xwe xwedî derkevin.”

‘Di dîroka me Kurdan de nimûneyên baş ên kesayetiyê jin ên serkeftî û zana hene’

Gulîstanê bal kişand ser kesayetên jin ên girîng ên di dîroka kurdan de û wiha dawî li axaftina xwe anî:”Di dîroka me Kurdan de nimûneyên baş ên kesayetiyê jin ên serkeftî û zana hene. Wek mînak, Helîme Xatûna ku wek Mîrê Hukumeta Hekariyê desthilatdarî kiriye, yan wek Mah Şeref Xatûna Erdelanî ku berhemên di derheqê dîrok û edebiyatê de li dû xwe hîştine, yan wek jinên Eyyûbîyên Kurd ku him para xwe ji xwendin, perwerdehî û desthilatdarîyê wergirtine, him jî medrese û dibistan, xan, pire û hemam ava kirine û xwedîtî li sazîyên perwerdehîyê kirine. Dîroka gelê me ji aliyê xwe yê qenc û baş ve ji bo me mînak e. Her wisa derfet, pêşketin û tecrubeyên serdema modern jî wesîleyên pêşketin û nûjeniyê ne, bingehên pêngavên nû ne ji me re.

‘Jinên kurd li dijî hemû polîtîkayên asîmîlasyonê zimanê xwe heta van rojan anîne’

Rojnameger Elîfcan Alkan bi lêv kir ku sîstemên heyî yên ji aliyê zihniyeta baviksalarî bi rê ve diçin her dem li hemberî pêşketina jinê bûne asteng û wiha got:”Civak û pêşeroj ji ber li ser zanista jinan teşe digire û ronî dibe, serdest ango mêr her tim li hemberî jinên kurd bûne asteng û nehiştine jin ji qada ziman bigire heta her qadên jiyanê xwe pêş bixe. Lê tevî vê jî jinên kurd li dijî hemû polîtîkayên asîmîlasyonê zimanê xwe heta van rojan anîne.

‘Jinên kurd ji xwe bawer in’

Elîfcanê bal kişand ser têkoşîna jinên kurd û wiha dewam kir:”Têkoşîna jinên kurd a di qada ziman û wêjeyê de van salên dawî gelek baş e û pêşketinên ber bi çav hene. Jinên kurd ji xwe bawer in, ji bo ziman û wêjeya kurdî di nav civaka kurd pêş bikeve, xebatan didin meşandin û semîneran pêk tînin. Ger jinên kurd ev xebatên xwe li çar parçeyên Kurdistanê li ser yek pergaleke bidin avakirin dê zimanê kurdî hîn pêştir bikeve. Wê demê jinên Bakur ew ê xwe bi hêsantir bigihêjînin jinên Başûr, jinên Rojava hîn hêsantir ew ê xwe bigihêjînin jinên Rojava û bi vî awayî civaka kurd ên her çar parçeyên Kurdistanê bi yekrihî ew ê hevdu hîs bikin. Dema jinên kurd hevdu hîs bikin dê civak jî hevdu hîs bikin û ev yek dê bibe hestekî neteweyî. Jixwe ziman encax bi hestekî neteweyî dikare xwe pêş bixe û xwe bigihîne pêşerojê. Ev tişt encax bi pêşengtiya jinên kurd bê bidestxistin.

‘Jin li dijî bişaftinê têkoşînek girîng didin’

Elîfcanê bi lêv kir ku jinan gelek salan têkoşînên mezin dane û wiha dewam kir:”Jin ji bo di her qadê jiyanê de bibin xwedî mafên wekhev bi salên dûr û dirêj têkoşîn dane meşandin. Di encama van têkoşînan de ku her çiqas bûbe sedema gelek windahiyên mezin jî, jin gelek mafên xwe yên rewa ku ji aliyê mêran ve hatibûn xespkirin, bi dest xistin. Lê têkoşîna jinan bi destxistina mafan bi dawî nebû, berovajî piştî vê yekê têkoşîna wan hîn zêdetir berdewam kir û hê jî dike. Ji ber jin mêrê desthilatdar careke din mafên wan xesp neke, pêşeroja civakê tarî neke û nebe sedema karesatên mezin, têkoşîna xwe derdixe asta herî jor. Li Tirkiyeyê bi taybetî jin herî zêde di dema desthilatdara heyî de rastî êrîşan tê û hê jî tê. Jinên kurd hem ji ber nasnameya xwe ya jintiyê hem jî ji ber nasnameya xwe ya kurdîtiyê du qatî rastî êrîşan tên. Desthilatdariya heyî niha bi êrîşên xwe yên dijwar ên qada ziman û wêjeyê de dixwaze civaka kurd li ser jinên kurd tune bike. Ji ber ger jin hem ji aliyê ziman û hem jî ji aliyê nasnameya xwe ya jintiyê ve bên dûrxistin wê demê civak jî dê têk biçe. Lê bi taybetî jinên kurd ji bo ev tişt pêk neyê ziman di serî de xwe di her qada jiyanê de pêş dixe û têkoşîneke bêhempa dimeşîne. Jin li dijî bişaftinê têkoşînek girîng didin.”

‘Divê jin li dijî hemû êrîşan pergala xwe ya parastinê ava bikin’

Elîfcanê bal kişand ser rol û mîsyona jinê ya di qada ziman û wêjeyê de û wiha axaftina xwe bi dawî kir:”Rol û misyona jinên kurd a di qada ziman û wêjeyê de gelek girîng e. Lê dikare hîn zêdetir bê başkirin. Jinên ku di qada ziman û wêjeyê de xwe pêş dixin dikarin ji civaka kurd re ji aliyê ziman ve pêşengtiyê bikin. Ji bo civak zimanê kurdî bike zimanê rojane hîn xebatên berfirehtir bikin. Bi taybetî ji bo jin û zarokan bernameyan amade bikin, van bernameyên xwe belavî nav civakê bikin û beriya her tiştî divê her tim di nav civakê de bin. Divê civak bi taybetî jinan hebûna jinên ku li ser ziman xebat didin meşandin, hîs bikin. Wek ku me li jor jî got ger jinên kurd hevdu hîs bikin dê kurdên her çar parçeyên Kurdistanê hevdu hîs bikin. Rêya herî baş a hîskirinê jî ziman û wêje ye. Ji ber vê yekê divê jinên kurd ji aliyê ziman û wêjeyê de xwe bi pêş bixin û li dijî hemû êrîşan pergala xwe ya parastinê ava bikin.”

‘Perwerdeya bi zimanekî biyan jinê lawaz dike’

Helbestkar Kurdiye Irgat bal kişand ser binpêkirina mafên jinê yên ziman û wêjeyê û wiha got:”Jinên Kurd li ser her çar parçeyên Kurdistanê pirsgirêka binpêkirina mafên ziman û wêjeyê dijîn. Perwerdeya bi zimanekî biyan jinê lawaz dike. Her çiqas xwediyê hestên xurt bin jî dîsa jî ew dema bi astengiyan rû bi rû dimînin êşa vê dikşînin. Jinên Kurd bi salan e li dijî vê êşê li berxwe didin. Jinên kurd li dijî binpêkirina mafên ji bo xizmeta ziman û wêjeyê têdikoşin û di warê helbest, çîrok û kêm be jî di warê romanê de xwe pêş xistine. Jinên Kurd afirîner in. Gotinên yekem jî zarok ji dayikên xwe dibihîsin. Ev jî taybetmendiyek girîng a din a jinê ye. Loma divê jin bi zimanê xwe bi zarokê xwe biaxive da ku têkoşîna wê ya li dijî binpêkirina mafên wê xurtir bibe. Her çiqas zext û zordestî hebe jî serkeftina jinê di destên jinê de ye. Jinên Kurd her dem ji mafên xwe yên wekî ziman û wêjeyê bêpar hatine hiştin û bi astengiyên mezin rû bi rû mane. Ji bo ev astengiyan bi dawî bibin divê jinên Kurd rola xwe baş bilîzin û li dijî binpêkirina mafên ziman û wêjeya xwe her serî hildin.”

PEN a Kurd ji nivîskarên di zindanan de qert şand û panel li dar xist

AMED – PEN a Kurd bi munasebeta 15’ê Mijdarê Roja Nivîskarên di zindanan de li Amedê qert ji bo nivîskarên di zindanan de, şand. Piştî şandina qertan ji aliyê PEN a Kurd ve panel ji bo nivîskarên di zindanan de hat lidarxistin. 

Di 15’ê Mijdarê de saet di 16:30’an de endam û rêveberên PEN a Kurd li Postaxaneya Semta Ofîsê ya Navçeya Yenîşeherê ya Amedê qert ji nivîskarên di zindanan de şandin. Endam û rêveberên PEN a Kurd anîn ziman ku ew hêvî dikin nivîskarên di zindanan de bigihêjin azadiya xwe û bi pênûsek azad siberoja wêjeya Kurdî ronî bikin. 

Her wiha piştî şandina qertan endam û rêveberên PEN a Kurd beşdarî panela ji bo nivîskarên di zindan de bûn. Panel li Şaxa Egitim Sen a Amedê hat lidarxistin. Dîlan Aydin, Fehmî Koç û Nezîr Çakan wekî panelîst beşdarî panelê bûn. Moderatortiya panelê jî Veysî Ulgen kir. Di panelê de peyama lixwedîdertina ji bo nivîskarên di zindanan de hat dayin. Her wiha peyama nivîskarên di zindana Mêrdînê de ku bi rêya Komeleya Nivîskarên Mezopotamyayê hatibû şandin, di panelê de hat xwendin. Di peyamê de hat gotin ku di hemû şoreşên cîhanê de rola hunerê û wêjeyê pir girîng e. Wêje gerdûnî ye û tu carî sînordar namîne ji ber temsîla nirxên mirovahiyê û hestên wan dike. 

Pirtûkên li Bakur hatine qedexekirin

Roza Metîna

NAVENDA NÛÇEYAN-Li gor daneyên herî dawî li Bakurê Kurdistanê bi tevahî 109 pirtûk ên ji weşanxaneyên cuda bi hinceta “Propagandaya Rêxistinê Dike” hatine qedexekirin.

Bi hinceta ku “Propagandaya Rêxistinê Dike” li Bakurê Kurdistanê gelek pirtûk ên ji weşanxaneyên cuda hatine çapkirin,  hatine qedexekirin. Her wiha derbarê hinek pirtûkan lêpirsîn hatin destpêkirin û cezayê pereyan li weşanxaneyan hatin birîn. Li gor daneyên herî dawî ji Weşanxaneya Aramê 88, ji ya J&J’ê 3, ji ya Ar 1, ji Name 1, jiya ya Sîtav 4, ji ya Avesta jî 12 pirtûk hatin qedexekirin. Bi tevahî 109 pirtûk li gor daneyên herî dawî hatine qedexekirin.

‘Di qada wêjeyê de jî astengî, zext û zordestiyên mezin ji aliyê sîstemê rû didin’

 Li Bakurê Kurdistanê bi salan e ku li ser gelê kurd zext û zordestî ya sîstemê dewam dike. Gelê kurd bi awayekî azad nikarin bi zimanê xwe perwerdeyê bibînin û di warê parastina nirxên xwe yên civakî yên wekî çand, huner, wêje, kevneşopî û nasnameya xwe de bi astengiyan rû bi rû tên hiştin. Di qada wêjeyê de jî astengî, zext û zordestiyên mezin ji aliyê sîstemê rû didin. Gelek nivîskar, helbetskar, rewşenbîr ji ber ku li dijî zext, zordestî û astengiyên sîstemê derketine bi cezayên giran ên girtîgehê rû bi rû hatine hiştin. Bi ser de jî pirtûkê ku nivîsandine hatine qedexekirin. Pirtûkên nivîskarên di zindanan de ên li Weşanxaneyên Kurd ên wekî J&J, Name, Ar, Avesta, Aram, Sîtav hatibûn çapkirin bêtir bi hinceta “Propagandaya rêxistinê” hatin qedexekirin. Her wiha li Pirtûka Kurt Sorunu Nasıl Çozulur Sempozyum Kitabı (Pirtûka Sempozyumê ya Pirsgirêka Kurd Çawa Çareser Dibe)ceza hat birîn û  derbarê Pirtûka bi navê Şirnak Baskını (Biserdegirtina Şirnexê) yên li Nûbiharê hatibûn çapkirin lêpirsîn hat destpêkirin.

‘Ceza li weşanxaneyan hat birîn’

Ji bilî van  derbarê pirtûka Mehmet Alî Yaşa ya bi navê Sorgulên Şevê ya ji aliyê Weşanxaneya Sîtavê hat çapkirin de di sala 2015’an de doz hat vekirin û 33.300 TL cezayê peran dane Weşanxaneya Sîtavê. Di pûşpera 2019’an de Dadgeha Bilind ev ceza erê kir. Niha her meh Weşanxaneya Sîtavê  vî cezayî dide. Lê pirtûk nehat qedexekirin. Her wiha sedema qedexekirina pirtûkan qet ji Weşanxaneya Sîtavê re nehatiye gotin. Pirtûka bi navê Îlk Kurşunlu Yıllar Şemdinli (Salên Bi Gule Yên Yekem Şemzînan) di mala yekî HDP’ yî de tevî 104 pirtûkan tê desteserkirin. Di nav wan de pirtûka Hesen Cemal û çend nivîskarên din ên navdar, her wiha 3 heb jî pirtûkên Yuz Temel Eser (Sed Berhemên Bingeh)  di nav de ne. Saet di 10’ê sibehê de di encama serdegertina malan de 104 pirtûk tên desteserkirin û saet di 12.00’an de pirtûk tên qedexekirin. Her sê pirtûkên Mizgîn Ronak ev saleke hatine qedexekirin, ji bo qedexeya wan hatin bi ser Weşanxaneya Sîtavê de jî girtin, lê sedema qedexeyê ji weşanxaneyê re nehat gotin û ji weşanxaneyê re teblîgat nehatiye ku qedexe bûne. Weşanxaneya Sîtavê pirtûk şandibû zindanê, paşê polîsan bi ser Weşanxaneya Sîtavê û mala xwediyê Weşanxaneya Sîtavê Qahir Bateyî de girtin û  gotin te ev her sê pirtûkên qedexe şandine zindanê. Bi vî awayî Qahir Bateyî pêhesiyaye ku her sê pirtûk qedexe bûne.

‘Li gor daneyên herî dawî bi tevahî 109 pirtûk hatin qedexekirin’

Li gor daneyên herî dawî ji Weşanxaneya Aramê 88, ji ya J&J’ê 3, ji ya Ar 1, ji Name 1, jiya ya Sîtav 4, ji ya Avesta jî 12 pirtûk hatin qedexekirin. Bi tevahî 109 pirtûk li gor daneyên herî dawî hatine qedexekirin.

Bi qedexekirina pirtûkên kurdî wekî her carê misyonertiya ji bo parastina nasnameya gelê kurd hedef tê girtin. Tevî zor û zehmetî û şerdên giran ên di zindanan de qedexekirina pirtûkên nivîskarên di zindanan de rê li nelirêtiyên cuda yên ji aliyê sîstema serdest, tê vekirin. Têkoşîna nivîskarên di zindanan de ya li djî sîstema serdest û yekpereset tevî şerd û pêkûtiya dijwar a zindanan, dewam dike.

PIRTÛKÊN LI BAKUR HATINE QEDEXEKIRIN

Pirtûkên qedexekirî yên Weşanxaneya Sîtavê:

1) Îlk Kurşunlu Yıllar Şemdinli (Salên Bi Gule Yên Yekem Şemzînan)

Nivîskar: Emin Sarı

Sala Qedexebûnê: 2016

2) Nobedarê Gulên Kobanê

Nivîskar:Mizgîn Ronak

Sala qedexebûnê: 2018

3)Rojhat

Nivîskar:Mizgîn Ronak

Sala qedexebûnê: 2018

4)Gorçiya Ne Em

Nivîskar: Mizgîn Ronak

Sala qedexebûnê: 2018

Pirtûkên qedexekirî yên Weşanxaneya Avestayê:

1)Tevgera Neteweyî ya Kurd

Nivîskar: Chris Kurschera

Kesê ji Firansizî wergerandiye: Fikret Başkaya

Sala qedexebûnê: 12.09.2018

2)Kurd û Kurdistan

Nivîskar: Abdurahman Qasimlo

Yê ji Îngilîzî werger kiriye: Îbrahîm Bîngol

Sala qedexebûnê: 12.09.2018

3)Serîhildana Gelê Kurd 1880 Şêx Ûbeydullahê Nehrî

Nivîskar: Celîlê Celîl

Yê ji Rûsî werger kiriye: Yaşar Abdulselamoglu

-Hersê pirtûkên bi navê  Tevgera Neteweyî ya Kurd, Kurd û Kurdistan, Serîhildana Gelê Kurd 1880 Şêx Ûbeydullahê Nehrî di çarçoveya sûcê tahrîkê yê ku gel teşwîqî kînê û dijminatiyê dike de hat qedexekirin.

4)Pûsûlayên Rayan û Baweriyên bi Xwîn, Rêvebirina Neteweyîya Kurd a li Tirkiyeyê

Nivîskar: Robert Olson

Sala qedexebûnê: 2018

5)Rêwitiya Welatê Mêrên Wêrek

Nivîskar: Dana Adams Schmidt

Sala qedexebûnê: 2018

6)Komara Kurd a Mehabadê, Di Polîtîkayên Hêzên Mezin de Kurd

Nivîskar: Borhaneddin A. Yassin

Sala qedexebûnê: 2018

7)Li Kurdên Swêd û Fransayê Avakirina Dîasporayê û Têkiliyên Netewbûn-Jêwêde

Nivîskar: Khalid Khayati

Sala qedexebûnê: 2018

8)Li Welatê Min Xerîbek, Polîtîkayên Aîdiyetê Yên Ciwanên Kurd ên Swêdê

Nivîskar: , Barzoo Eliassi

Sala qedexebûnê: 2018

9)Di Şerê Çaldiranê de Osmanî, Safevî û Kurd, Tifaqa Yekem a Kurd û Osmaniyan

Nivîskar: Murad Ciwan

Sala qedexebûnê: 2018

10)Ji Dîroka Yezidiyan Helbest û Ravekirinên Dîrokî

Nivîskar: Philip G. Kreyenbroek/Xelil Cindi Reşow

Sala qedexebûnê: 2018

11)Di Bin Ala Kurdistanê de Çalakî û Jiyana Mustafa Barzanî

Nivîskar: Xoşevi Babekr/Pauel Shethman

Sala qedexebûnê: 2018

12) Li Iraqê Komkujî, Tevgera Leşkerî Ya Li Dijî Kurdan Hat Ajotin

Nivîskar: Middle East Watch

Sala qedexebûnê: 2018

-Ev neh pirtûkên Weşanxaneya Avestayê di çarçoveya “Têkoşîna Bi Terorê” hatin qedexekirin.

Pirtûkên Weşanxaneya Aramê yên hatine qedexekirin

1)Hawar

Nivîskar:  Ali Oruç

Sala qedexebûnê: 2016

2) Geliyê Zîlan Jêderka Jin û Janê

Nivîskar: Devrim Serhad

Sala qedexebûnê: 2016

3)Vakayiname

Nivîskar: Mûsa Anter

Sala qedexebûnê: 2016

4)Rojhilata Navîn

Nivîskar:Rustem Cûdî

Sala qedexebûnê: 2016

5) Em Bûn Baran

Nivîskar:  Mizgîn Ronak

Sala qedexebûnê: 2016

6)Gedeyê Şîrîn

Nivîskar: Nîzamettin Akkurt

Sala qedexebûnê: 2016

7)Hedera Henaseyên Azad (Birînên Gerilla)

Sala qedexebûnê: 2016

8)Rojnivîsa Hevaltiyê

Nivîskar: Bêrîtan Hîlal

Sala qedexebûnê: 2016

9)Şaristani û Nijadperestî

Nivîskar: Osman Ozçelik

Sala qedexebûnê: 2017

10)Girê Şeran Serhildan

Nivîskar: Menaf Osman

Sala qedexebûnê: 2017

11)Bênav

Nivîskar:Husên Engîzek

Sala qedexebûnê: 2018

12)Qêrîn

Nivîskar: Xezal Îke

Sala qedexebûnê: 2018

Yên bi zimanê Tirkî ku hatine qedexekirin

13)Güneşin Çocukları Êzidîler (Zarokên Rojê Êzidî)

Nivîskar: Mehmet Özcan

Sala qedexebûnê: 2016

14)21. Yy. Sömürgeciliği Toplum Kırım (Mêtingeriya sedsala 21’emîn-Qirkirina Civakê)

Nivîskar: Cemal Şerik

Sala qedexebûnê: 2016

15) Elveda İki Yüzlü Umut (Oxir Be Hêviya Durû)

Nivîskar: Cezmi Ersoz

Sala qedexebûnê: 2016

16)Mermer Kanatlı Kuşlar (Çûkên Baskên Wan Ji Mermerê )

Nivîskar: Mahmut Yamalak

Sala qedexebûnê: 2016

17)Tarih Şimdidir Kürdistan Tarihine Özlü Bir Bakış (Dîrok Niha ye Ji bo Dîroka Kurdistanê Nêrînek Puxtedar)

Nivîskar: Kasım Engin

Sala qedexebûnê: 2016

18)Hayatın Kıyısına Yolculuk (Ber Bi Perên Jiyanê Ve Rêwîtî)

Nivîskar:Seyit Evran

Sala qedexebûnê: 2016

19) Ayıntab Üstünde Kızıl Bir Zaman (Li Ser Ayintabê Demek Sor)

Nivîskar: Dilzar Dilok

Sala qedexebûnê: 2016

20)Sürgünde Kürtler, Kürt Sorununu Anlamak Üzere (Li Sirgunê Kurd, Li Ser Famkirina Pirsgirêka Kurd)

Nivîskar:Burçin Demirtola Çelik

Sala qedexebûnê: 2016

21)Hep Kavgaydı Yaşamım 1.-2.-3. Cilt (Her Şer Bû Jiyana Min)

Nivîskar:Sakine Cansız

Sala qedexebûnê: 2016

22)Kasırga Taburu 1.-2. Cilt  (Tabûra Bahozê)

Nivîskar: Metmet Sebat

Sala qedexebûnê: 2016

23)Yaşamın Kıyısında (Li Ber Perê Jiyanê)

Nivîskar:Mehmet Polatlı

Sala qedexebûnê: 2016

24) Eylül Kasırgası (Bahoza Îlonê)

Nivîskar:Kemal Aktaş

Sala qedexebûnê: 2016

25)Dağlar Konuşsun (Bila Zinar Bipeyivin)

Nivîskar:Serbest Kıçı

Sala qedexebûnê: 2016

26)Bizim Çocuklar (Zarokên Me)

Nivîskar:Saadet Ferhat Dersim

Sala qedexebûnê: 2016

27)Demokratik Kurtuluş ve Özgür Yaşamı İnşa(Rizgariya Demokratîk û Avakirina Jiyana Azad)

Nivîskar:Abdullah Öcalan

Sala qedexebûnê: 2016

28)Demokratik Modernitede Gençlik (Di Modernîteya Demokratîk de Ciwanî)

Nivîskar:Sinan Şahin

Sala qedexebûnê: 2016

29)Gözyaşım Ağıydı Seni Beklemek (Zêmara Hêsirên Min Bû Li Bendemayina Te)

Nivîskar:Rojbîn Perişan

Sala qedexebûnê: 2016

30)Lilavlar Akacak (Ew ê Lîlav Biherikin)

Nivîskar:lhami Çınar

Sala qedexebûnê: 2016

31)Dörtlerin Gecesi (Şeva Çaran)

Nivîskar: Fevzin Yetkin û Mehmet Yetkin

Sala qedexebûnê: 2016

32)Dağın Yüreği Mavi Derya(Deryaya Şîn a Dilê Çiya)

Nivîskar:Hayati Kaytan

Sala qedexebûnê: 2016

33)Mavidir Avaşin’in Suları (Avên Avaşînê Şîn in)

Nivîskar:Selçuk Şahan

Sala qedexebûnê: 2016

34) Diyarbakır Zindanları 1.-2. Cilt (Zindanên Amedê)

Nivîskar: Muzaffer Ayata

Sala qedexebûnê: 2016

35) Korkunun Rengi (Rengê Tirsê)

Nivîskar: Rûşen Tutku

Sala qedexebûnê: 2016

36)Tül ve Kül (Xwelî û Tûl)

Nivîskar: Abdurrahman Çadırçı

Sala qedexebûnê: 2016

37) Aksi Yalandır (Ya Berovajî Wê Derew e)

Nivîskar: Sara Aktaş

Sala qedexebûnê: 2016

38)Gurbet’in Güncesi Yüreğimi Dağlara Nakşettim (Min Dilê Xwe Nexşî Rojnivîska Gurbetê Kir)

Nivîskar:  Gurbetelli Ersoz

39)Bizim Mazlum (Mazlûmê Me)Nivîskar: M. Emin Yıldırım

Sala qedexebûnê: 2016

40)Modernite’nin Güncesi (Rojnivîska Modernîteyê)

Nivîskar:Ayhan Kaya

Sala qedexebûnê: 2016

41)Abdullah Öcalan ve Demokratik Modernite’nin Çözümü 1-2-3-4-5 (Çareseriya Modernîteya Demokratîk û Abdullah Ocalan)

Nivîskar:Abdullah Ocalan

Sala qedexebûnê: 2016

42) Kültür ve Uygarlık (Sosyal Bilimler)Şaristanî û Çand (Zanistên Civakî)

Sala qedexebûnê: 2016

43) Özgür Eş Yaşam (Sosyal Bilimler) (Jiyana Wekhev)

44)Bir Yarım Dağda (Li Zinarekî Nêvî)

Nivîskar: Turan Uysal

Sala qedexebûnê: 2016

45)Gerilla Anıları 1 İlkler (Bîranînên Gerîla)

Weşanên Aramê

Sala qedexebûnê: 2016

46)Gerilla Anıları 2 Çağın Çığları (Bîranînên Gerîla 2 Şepa Serdemê)

Weşanên Aramê

Sala qedexebûnê: 2016

47)Gerilla Anıları 3 Sis (Bîrnanînên Gerîla 3 Mij)

Weşanên Aramê

Sala qedexebûnê: 2016

48)Gerilla Anıları 4 Direniş Yuvası Dağlar (Bîranînên Gerîla 4 Zinarên Mala Serîhildanê)

Weşanên Aramê

Sala qedexebûnê: 2016

49)Gerilla Anıları 5 Zamanın Ruhuna Yolculuk (Bîranînên Gerîla 5 Rêwitiya Li Rihê Demê)

Weşanên Aramê

Sala qedexebûnê: 2016

50)Gerçeğin Dili Ve Eylemi (Çalakî û Zimanê Rastiyê)

Nivîskar:  Abdullah Ocalan

Sala qedexebûnê: 2016

51)Paradîgsal Değişimde Kuantum (Di Guhertina Paradîgmasal de Kuantûm)

Nivîskar: Sînan Şahîn

Sala qedexebûnê:2011

52)Her Kuş Kendi Surusuyle Uçar (Her çûk bi refê xwe difire)

Nivîskar: Mahmut Baksî

Sala qedexebûnê:2017

53)Böğürtlen Zamanı Cilt 1-2 (Dema Dirîreşkan)

Nivîskar:Murat Turk

Sala qedexebûnê:2016

54)5 Nolu Cezaevi (Zindana Hejmara 5’emîn)

Nivîskar: Îrfan Welat

Sala qedexebûnê:2016

55)Özgurluk Sosyolojisi (Civakanasiya Azad)

Nivîskar: Abdullah Ocalan

Sala qedexebûnê:2009

56)Kapitalist Uygarlık Maskesiz Tanrılar ve Çıplak Kıralar Çağı (Şaristaniya Kapîtalîst Serdema Qiralên Tazî û Xwedayên Bê Maske)

Nivîskar: Abdullah Ocalan

Sala qedexebûnê:2009

57)Bir Muhatap Ariyorum (Ez Li Mûxatabekî Digerim)

Nivîskar: Abdullah Ocalan

Sala qedexebûnê:2017

58)Uygarlık Maskeli Tanrılar ve Ortük Kralar Çağı (Serdema Qiralên Nixamtî û Xwedayên Bi Maske Yên Şaristaniyê)   

Nivîskar: Abdullah Ocalan

Sala qedexebûnê:2009

59)Demokratîk Ozerklik ve Demokratîk Birey (Kesayeta Demokratîk û Xweseriya Demokratîk)

Nivîskar: Ferhat Aksû

Sala qedexebûnê:2018

60)Devlet Dışı Toplum ve Demokratik Konfederalizm( Konfederalîzma Demokratîk û Civakî Li Derveyî Dewletê)

Nivîskar: Engîn Atabey

Sala qedexebûnê:2017

61)Abdullah Öcalan Demokratik Uygarlık Çözümü Cilt 1-2-3-4-5 (Abdullah Ocalan Çareseriya Şaristaniya Demokratîk)

Nivîskar: Abdullah Ocalan

Sala qedexebûnê:2016

62)Mordemîn Guncesî (Rojnivîska Mordem)

Nivîskar: Dr. Ayhan Kaya

Sala qedexebûnê:2016

63)Bir Savaşın Anatomisi: Kürdistan da Askeri Çizgi ( Anatomiya Şerekî:Li Kurdistanê Xêza Leşkerî)

Nivîskar: Murat Karayilan

Sala qedexebûnê:2015

64)Dağın Samimi Dostu (Dostê Çiya Yê Ji Dil)

Nivîskar: Xelîl Dag

Sala qedexebûnê:2013

65)Dağın Ardı (Pişt Çiya)

Nivîskar:Îsmaîl Bîçen

Sala qedexebûnê:2018

66) Radikal Demokrasî (Demokrasiya Radîkal)

Weşanên Aramê

Sala qedexebûnê:2013

67)Kirbaşi Baskini-PKK’nin Doğum Gunu (Rojbûna PKK’ê-Serdegirtina Kirbaşiyê)

Nivîskar:Mordem Delîbaş

Sala qedexebûnê:2013

68)Cudî Gunlukleri (Rojnivîskên Cûdiyê)

Sala qedexebûnê:2017

63)Sevdam Güneş Tadinda- Gerila Anilari-1 (Evîna Min Wekî Çêja Rojê ye: Bîranînên Gerila)

Nivîskar:Serdem Çiyayi

Sala qedexebûnê:2017

69)Onbinler Ölmesin-Abdullah Ocalan (Bila Dehhezar Nemirin-Abdullah Ocalan)

Berhevkar: Alî Yilmaz

Sala qedexebûnê:2017

70)Îdeolojî

Nivîskar: Rustem Cûdî

Sala qedexebûnê:2016

71)Sosyalizmde Israr İnsan Olmakta Isrardır (Israra Ji bo Sosyalîzmê Israra Ji Bo Bûyina Mirovbûnê ye)

Nivîskar: Abdullah Ocalan

Sala qedexebûnê:2015

72)Mavi Ring (Rînga Şîn)

Nivîskar: Fuat Kav

Sala qedexebûnê:2015

73)Kürt Aşkı (Evîna Kurda)

Nivîskar: Abdullah Ocalan

Sala qedexebûnê:2015

74)Gün Işığında Zap (Li Ber Tava Rojê Zap)

Nivîskar:Ahmet Tahir

Sala qedexebûnê:2015

75)Jineoloji Tartışmaları  (Nîqaşên Jîneolojiyê)

Akademiya Jina Azad

Sala qedexebûnê:2015

76)Son İki Yüzyılda Kürt Sorunu (Di Du Sedsalên Dawî De Pirsgirêka Kurd)

Nivîskar: Abdullah Ocalan

Sala qedexebûnê:2015

77)Kapitalist Modernite (Modernîteya Kapîtalîst)

Nivîskar: Abdullah Ocalan

Sala qedexebûnê:2015

78)Komünal Ekonomi (Aboriya Komunal)

Sala qedexebûnê:2015

79)Komün ve Meclisler(Meclîs û Komîn)

Sala qedexebûnê:2015

80)Soykırıma Karşı Kültürel Direniş (Serîhildana Çandî Ya Li Dijî Komkujiyê)

Sala qedexebûnê:2015

81)Tarihsel Toplum (Civaka Dîrokî)

Nivîskar: Abdullah Ocalan

Sala qedexebûnê:2015

82)Hakikat Savaşçılığı (Şervantiya Heqîqetê)

Nivîskar: Abdullah Ocalan

Sala qedexebûnê:2015

83)Zihniyetimizin Öncüleri (Pêşengên Zihniyetên Me)

Nivîskar: Abdullah Ocalan

Sala qedexebûnê:2015

84)Demokratik Özerklik (Xweseriya Demokratîk)

Nivîskar: Abdullah Ocalan

Sala qedexebûnê:2015

85)Akademileşme (Akademîkbûyin)

Nivîskar: Abdullah Ocalan

Sala qedexebûnê:2015

86)Soykırım (Komkujî)

Nivîskar: Abdullah Ocalan

Sala qedexebûnê:2015

87)Kültür ve Uygarlık (Şaristanî û Çand)

Nivîskar: Abdullah Ocalan

Sala qedexebûnê:2015

88)Halk Özgürlük Eğilimi(Meyla Azadiya Gel)

Nivîskar: Abdullah Ocalan

Sala qedexebûnê:2015

Pirtûkên Weşanxaneya J&J’ê yên hatine qedexekirin:

1)Rûpelên Binaxkirî

Nivîskar: Faysal Ozdemîr

Sala qedexebûnê:2016

2)Evîna Rojdayê

Nivîskar: Faysal Ozdemîr

Sala qedexebûnê:2016

3)Özgürlük Savaşçıları Gerilalar (Şervanên Azadiyê Gerîla)

Nivîskar: Hasan Kaçmaz

Sala qedexebûnê:2018

Pirtûkên Weşanxaneya Nameyê yên hatine qedexekirin:

1)Hêviyên Winda

Nivîskar: Welat Xerîb

Sala qedexebûnê:2019

Pirtûkên Weşanxaneya Ar ên hatine qedexekirin

1)Roboskî 36 Şarapnel (Roboskê 36 Şarapnel)

Nivîskar: Hurşit Baran Mendeş

Pirtûkên Weşanxaneya Nûbiharê

Li Pirtûka Kurt Sorunu Nasıl Çozulur Sempozyum Kitabı (Pirtûka Sempozyumê ya Pirsgirêka Kurd Çawa Çareser Dibe)ceza hat birîn.

Her wiha derbarê Pirtûka bi navê Şirnak Baskını (Biserdegirtina Şirnexê) lêpirsîn hat destpêkirin.