Dr. Zerdeşt Haco Yekemîn Xelata Mîr Celadet Bedirxan girt

NAVENDA NÛÇEYAN –  Nivîskarê Kurd Dr. Zerdeşt Haco, Xelata Yekemîn a Mîr Celadet Bedirxan,  li bajarê Dresden ê Almanyayê merasîmekê girt.

Yekem merasîma Xelatê ya Mîr Celadet Bedirxen, ji aliyê Foruma Almanî-Kurdî ve hat sazkirin û ji bo xebat û lêkolînên wî yên zanistî yên derbarê pêşxistina ziman û wêjeya Kurdî de, Dr. Zerdeşt Haco, hêjayî yekemîn Xelata Mîr Celadet Bedirxan hate dîtin.

Alîkarê Serokê PENa Navneteweyî Prof. Terry Carlbom beşdarî merasîma xelatdayînê bû û gotarek pêşkêş kir.Prof. Terry Carlbom got: “Bi demên dirêj hevalên min ên Kurd hebûn. Bi rêya PENê, belê bi baweriya min yekemîn têkelbûna min bi Kurdan re li Enqereyê bû. Navendeke PENê ya bi nirx hebû, li wan Kurdan wekî hevkar dinêrî, ev çende jî balkêş bû. Herwiha bû bingeheke ji bo bi hev re kar bikin. Li Amedê jî me hev du dît.”

Dr. Zerdeşt Haco di merasîmê de got, “Dema mirov xebata xwe ji dil bike, ne ku ji bo navê xwe bike bêhtir dixwaze ew têkoşîna wî bibe berhemeke giştî ji civaka wî re. Ji ber vê yekê ez ji wê yekê bawer dikim ku kesên vê xebatên dikin haya wan ji wan nîne. Te hin dît ku yek ji nişka ve hat û got em dê xelatê bidin te. Ev cihê şaneziyeke mezin e. Eger bên bibêjin me xebatên te li ber çavan girtine û me dîtiye tu vê têkoşînê dikî û em jî dixwazin te xelat bikin, bi taybetî xelata kesekî wekî Mîr Celadet Bedirxan ji bo min cihê şaneziyê ye.”

Dr. Zerdeşt Haco kî ye?

Dr. Zerdeşt Haco ji sala 1970’an ve li Almanyayê dijî û wî doktoraya xwe li Zanîngeha Berlînê ya Azad di warê zimanasî û zimanên Hînd û Îranî de kiriye. Zerdeşt di navbera salên 1997 – 1999an de 2 salan sekretêrê giştî û ji sala 1999’an heta 2013’an jî 13 salan Serokê Navenda PENa Kurd bû.

Zerdeşt Haco sala 1950’an ji dayik bûye. Li Almanyayê dijî. Serokê PENa Kurd a Ewropayê bû.

Heta niha li zanîngehên Berlîn, Bremen û Hambûrgê ders dane. Zerdeşt gelek gotar li ser babetên zimanasiyê weşandine.

Peyama Hevseroka PENa Kurd Omer Fîdan

Hevserokê PENa Kurd Omer Fîdan jî têkildarî girtina xelatê ya Dr. Zerdeşt Haco de ev nivîs parve kir:

“Gelî birêzan, endam û amadekarên Çalakiya Xelatdayînê ya Mîr Celadet Bedirxan, endam û rêvebirên Forûma Kurdî û Almanî

Mêvanên rêzdar,

Ji bo vexwendina Navenda PENa Kurd a bo Çalakiya Xelatdayînê ya Mîr Celadet Bedirxan, em silav û spasiyên xwe yên dilînî pêşkêş dikin.

Rêxistina me, Navenda PENa Kurd, rêxistineke rewşenbîrî ya Kurdistanî ya serbixwe ye. Di qada navneteweyî de ji bo parastin û pêşvebirina ziman û wêjeya Kurdî dixebite, hewl dide dengê Kurdî û Kurdan li cîhanê berbelav bike. Endamên rêxistina me nivîskar, wergêr, rojnamevan û weşangerên Kurd in ku li çar aliyên Kurdistanê û li derveyî welêt dijîn. Hinek endamên me yên ne Kurd jî hene ku li seranserê cîhanê heval û dilsozên ziman û wêjeya me ne.

 

Navenda PENa Kurd, bi giştî ji bo parastina peyva azad, ji bo aştiyê, ji bo mafên ziman û wergerê, ji bo mafên jinê û ji bo berdana nivîskarên ku ji ber derbirîna ramanên xwe di zindanan de girtî ne, dixebite.

Gelî birêzan,

Danîna têkiliyan a bi gelên din ên cîhanê re, nasandina Kurdan, piştgirî û hevgirtina wan û Kurdan gelekî girîng e. Forûma Kurdî û Almanî jî ji sala 2017’an û vir ve ji aliyê xwe ve bi xweşikî vî karî dike û hejmara dost û hezkiriyên Kurdan zêdetir dike. Çêkirina têkiliyên wiha, anîna gel hev a Kurdan û gelên din a di binê banê rêxistineke bî vî rengî de, xebateke hêja ye.

Em gelekî şanaz in ku we biryar daye hûn xelata Mîr Celadet Bedirxan a yekemîn bidin Serokê Navenda PENa Kurd ê Rûmetê, Birêz Mamoste Dr Zerdeşt Haco. Dr Zerdeşt Haco ne bi tenê zanyarekî Kurdî ye di heman demê de kedkar û rêncberekî Kurdî û Kurdistanê ye, rewşenbîrekî neteweyî, niştimanî û cîhanî ye ku di tevahiya jiyana xwe de çalakvanekî doza Kurdistanê bûye. Cenabê Wî layiqî hemû gotinên xweş û xelatên giranbuha ye.

Em bi dilxweşî çavdêriya kar û xebatên bi vî rengî yên pîroz dikin û hêviya berdewamiya we dikin. Em bi dilgermî dengê xwe li dengê we zêde dikin û em diyar dikin ku helwesta me yek e. Baweriya me bêyî dudilî bi mafên gelê me heye û berdewamiya xebata me dê teqez me bigihîne armancên neteweya me yên ji bo welatekî azad û demokrat.

Em careke din spasiyên xwe ji bo hemû amadekarên vê çalakiyê dikin, xelatên Serokê Navenda PENa Kurd ê Rûmetê Birêz Mamoste Dr Zerdeşt Haco û dostê Kurdan Birêz Prof Terry Carlbom pîroz dikin, hêviya tenduristiyeke qenc û temenekî dirêj ji bo wan dikin.

Ligel rêz û silavên ji dil

Omer Fîdan

Hevserokê Navenda PENa Kurd”