KONGREYA 12mîn A NAVENDA PENa KURD PÊK HAT

Kongreya 12emîn a Navenda PENa Kurd pêk hat
Navenda Pena Kurd kongreya xwe ya 12emîn roja 7ê Îlon/Rezbera 2025yan li bajarê Oldenburgê bi beşdariya zêditirî 150 endaman pêk anî. Kongre bi dirûşma “Sîwana Netewî!” pêk hat û der barê xebatên Navenda PENa Kurd û xebat û têkoşîna rewşenbîriya Kurdî de nîqaş û nirxandin hatin kirin.

Di kongreyê de di serî de Serokê PENa Navneteweyî û endamê Navenda PENa Kurd birêz Bûrhan Sonmez, berpirs û rayedarên gelek sazî û enstîtuyên Kurdan ên li çar aliyên cîhanê, gelek navendên PENên din û gelek kesayetan bi nameyên pîrozbahiyê û silavnameyan piştgiriya xwe ya ji bo kongreyê diyar kirin.
Di kongreyê de piştî gengeşeyên li ser rêbazê, Komîteya Birêvebir a Giştî (KBG) ya ku ji 9 endamên esil û 4 endamên cihgir pêk tê bi dengê endaman hat hilbijartin. Piştî hilbijartinê kongre bi hêvî û daxwazên beşdaran bi awayekî serkeftî bi dawî bû.
Di heman rojê de di çarçoveya Rêbaza Navenda PENa Kurd de, civîna yekemîn a Komîteya Birêvebir a Giştî ya nû bi rojeva karbeşiya navxweyî, bi birêvebirina endamên dîwana kongreyê birêzan Kemal Sido, Hacî Ozkal, Dîmen Sohrabî, Kakşar Oremar û Asya Xerzan pêk hat. Di civînê de karbeşî hat kirin û Rojvîn Perîşan û Mîran Abraham wek hevserokên Navenda PENa Kurd hatin hilbijartin. Her wiha Azad Zal wek sekreterê giştî, Kakşar Oramar jî wek berpirsê darayî hatin hilbijartin.
Endamên Komîteya Birêvebir a Giştî ya Navenda PENa Kurd ên ku di kongreya 12emîn de hatin hilbijartin li gor rêza alfabeyê ev in:

Endamên Esil:
1. Abdullah Hîcab
2. Azad Zal
3. Dîmen Sohrabî
4. Kakşar Oremar
5. Mîran Abraham
6. Omer Fîdan
7. Rojvîn Perîşan
8. Salih Demîcer
9. Şina Fayîq

Endamên Cihgir:
1. Îrfan Babaoglu
2. Mihemed Mentik
3. Rukiye Ozmen
4. Sultan Yaray