Pirtûka ‘Mîrxas’ a nivîskarê girtî Arjen Erez derket
Pirtûka ‘Mîrxas’ a nivîskarê girtî Arjen Erez derket
NAVENDA NÛÇEYAN – Romana bi navê “Mîrxas” a nivîskarê girtî Arjen Erez ji Weşanxaneya Aryenê derket.
Berhemeke nû ya bi zimanê kurdî ya li zindanê hatiye nivîsandin derket. Romana bi navê “Mîrxas” a nivîskarê girtî Arjen Erez ji Weşanxaneya Aryenê derket. Arjen di pirtûka bi navê “Mîrxas” de behsa dîroka kurdan a salên dawî dike. Balê dikşîne ser êş, mirin, îşkence, vîn û evînê.
Arjen Erez kî ye?
Arjen Erez (Îsa Kaya), di sala 1974 ‘an de li Gundê Hecîyê ku girêdayî navçeya Tatosa Erziromê, ji dayik bûye. Dibistana seretayî li gundê Hecî dixwîne. Di sala 1998 an de ji ber xebatên şoreşê li Stenbolê tê girtin. Piştî darizandina ku bi deh salan didome jî cezayê muebbetê lê tê birîn. Di zindanê de bi wêjeyê re eleqedar dibe. Xebatên wî yên wêjeyî berê bi zimanê tirkî be jî pişt re biryarê digire û vedigere zimanê Kurdî-zaravayê kurmancî. Niha li kêleka xebatên wêjeyî xebatên li ser wêneyan jî didomîne. Pirtûka wî ya ewil a helbestan bi navê “ Qesra helbestan xemgîn “ ji weşanxaneya J&J’yê di 2016’an de derket. Pirtûka “Mîrxas” a duyem e. Arjen niha li zindana Qeyseriyê tê girtin.
Nivîskar di pirtûka bi navê “Mîrxas” de behsa dîroka kurdan a salên dawî dike.Balê dikşîne ser êş, mirin, îşkence, vîn û evînê.


