Pirtûka nivîskarê girtî Hasan Kiliç derket

NAVENDA NÛÇEYAN – Pirtûka çîrokan a bi navê “Berçem” a ji aliyê Hasan Kiliç ê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Eregliyê tê ragirtin, ji bo bîranîna Cemîle Çagirgayê hatiye nivîsandin, hat çapkirin.

Pirtûka bi navê “Berçem” a Hasan Kiliç ê di Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Eregliyê de di qawîşa yekkesî de tê ragirtin û bi kurdî nivîsandiye ji Weşanên Sînê derket. Pirtûka çîrokan ji bo bîranîna Cemîle Çagirga ya 10 salî ku dema qedexeyên derketine derve ya navçeya Cizîra Şirnexê di salên 2015-2016’an hatibû qetilkirin û ji bo ku cenazeyê wê xera nebe bi rojan di sarincê de hatibû, hiştin hat nivîsandin. Di pirtûkê de çîroka “Berçem” a li Kurdistanê hatiye dinê û hê ku hînî kurdî nebûye û bi malbata xwe re diçe Stenbolê û 6 sal şûnde vedigere mala xwe û piştî tê kurdî nas dike, tê vegotin.

Pirtûka weke pirtûka çîrokan hatiye amadekirin weke ferhengeke kurdî tê xuyakirin. Di pirtûkê de li hemberî gotinên rojane yên kurdî wergera tirkî jî cih digire. Pirtûk bi xêzkirina wêneyên Besna Acû û Mûstafa Temel tê vegotin.

Hasan Kiliç kî ye?

Hasan Kiliç di sala 1994’an de li gundê Mistefamillik ê navçeya Qosera Mêrdînê hate dine û di sala 2016’an de tev li Yekîneyên Parastinê yên Sivîl (YPS) bû. Di encama lêketina birûskê Hasan bi giranî birîndar bû û hevalên wî ji bo dermankirina birînên wî ew birin Herêma Federe ya Kurdistanê û li wir hate dermankirin. Rewşa Hasan giran dibe û dikeve nav nivînan. Piştî ku malbatê xwest ku Hasan bişînin Tirkiyeyê û li wir derman bikin, pêşmergeyên PDK’ê Hasan li deriyê Xabûrê teslîmî Tirkiyeyê kirin. Hasan piştî binçavkirinê hate girtin. Dadgeha 3’yemîn a Cezayê Giran a Merdînê bi hincetên “Endamtiya Rêxistinê”, “Xerakirina Yekitî û Temamiya Dewletê” û sedemên wekhev, 3 caran cezayê mûebeda girankirî lê Hasan birî. Hasan niha di Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Eregliya Konyayê tê ragirtin û Hasan li girtîgehên Şirnex, Mêrdîn, Sêwereg û Kayseriyê jî maye.