Tehliyeya nivîskar Sinan Sutpak cara duyem hat taloqkirin

NAVENDA NÛÇEYAN – Cezayê girtiyê siyasî yê kurd û nivîskar Sînan Sutpak ê ku 30 sal û 3 meh in girtî cara duyemîn ji bo 3 mehan hat taloqkirin.

Girtiyê siyasî yê kurd û nivîskar Sînan Sutpak li navçeya Curnê Reş a Rihayê hat binçavkirin û di 3’yê Gulana 1993’yan de hat girtin û cezayê muebbedê lê hat birîn. Li gel ku Sinan înfaza xwe temam kiriye jî bi hinceta “Rewşa wî baş nîne” nayê tehliyekirin. Sînan heta niha li girtîgehên Riha, Semsûr, Bursa, Mereş Elbistanê maye. Herî dawî jî sewqî Girtîgeha Yozgatê hatiye kirin. Ji bo tehliyekirina Sinan demek kêm mabû, lê ji ber erdhejên Mereşê ji Elbistanê sewqî Yozgatê hat kirin. Dihat payîn ku di 3’yê Gulanê de were berdan lê ji ber rapora Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê înfaza wî ji bo 3 mehan hate taloqkirin.

Di hinceta neberdana Sinan de ev îdia tên kirin: “Rêxistinê wek ‘rêxistina terorê’ pênase nake. Poşmaniyê qebûl nake. Meyla wî ya sûckirinê heye.”

Hat zanîn ku wê parêzerê Sinan îtîrazî biryara taloqkirina ceza bike.