Nivîskar Mehmet Yavuz hat sirgunkirin

NAVENDA NÛÇEYAN – Nivîskarê girtî Mehmet Yavuz û sê hevalên wî ji Girtîgeha Şakranê sirgunî Girtîgeha Tekirdag F 1 hat kirin.

Binpêkirin, zext û zordestiyên li girtîgehan her roj zêdetir dibin. Girtiyên poşmaniyê qebûl nakin nayên berdan, gelek girtî nexweşiyên wan giran in lê belê nayên berdan. Gelek girtî jî ji ber sedemên cuda tên sirgunkirin. Vê carê jî Nivîskarê girtî Mehmet Yavuz û sê hevalên wî ji Girtîgeha Şakranê sirgunî Girtîgeha Tekirdag F 1 hat kirin.

Ji ber pêşnivîsa kurdî hatin sirgunkirin

Nivîskarê girtî Mehmet Yavuz bi rêya malbata xwe ragihand ku ji ber pêşnivîsa kurdî mudurê girtîgehê Hesen Çîmen ew ji Girtîgeha Şakranê sirgunî Girtîgeha Tekirdag F 1 kiriye û 15 roj cezayê hucreyê li Mehmet Yavuz hatiye birîn.