Hevserokê Pena Kurd bi nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê re behsa rewşa azadiya derbirînê dike

Hevserokatiya Navenda Pena Kurd bi nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Yekîtiya Ewropayê re civiya û rewşa azadiya ragihandinê li Başûrê Kurdistanê û hewlên azadkirina rojnamevan Silêman Ehmed gotûbêj kirin.

Duh 06.12.2023ê, Omer Fîdan Hevserokê Navenda Pena Kurd li Bruksel a Belçîkayê, serdana nûneratiya hikûmeta herêma Kurdistanê li Ewropayê kir û li gel nûnerê hikûmeta herêma Kurdistanê li Yekêtiya Ewropayê Dilawar Azhgayî civiya.

Armanca serdanê gotûbêjkirina rewşa azadiya derbirînê li Başûrê Kurdistanê û şirovekirina rewşa rojnamevan Silêman Ehmed bû ku 42 roj in ji aliyê dezgehên ewlehiyê yên parêzgeha Duhokê ve hatiye girtin.

Di hevdîtinê de Hevserokê Navenda Pena Kurd Omer Fîdan li ser girîngiya azadiya derbirrîn û rojnamegeriyê axivî û her wiha îşaret bi xebatên Navenda Pênûsa Kurd ji bo bidestxistina vî mafî kir.
Omer Fîdan li ser girtina Silêman Ehmed ku rewşa dawî ya rojnamegerên girtî ye, ji Dilawar Azhgayî re axivî û daxwaza berdana wî kir.

Li hember vê yekê nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Yekîtiya Ewropayê soz da ku ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaza zelalkirina rewşa rojnamevan Silêman Ehmed bike.

Rojnameger Şêrwan Şêrwanî û Qereman Şukrî Zeynedîn 3 sal in li Herêma Kurdistanê di girtîgehê de ne, di 25’ê Cotmeha 2013’an de nûçegihanê beşa erebî ya ajansa Rojnews’ê Silêman Ehmed ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hate girtin. û destûr nayê dayîn ku kes serdana wî bike.