JIN JIYAN AZADÎ

DI 8’Ê ADARÊ DE JINÊN CÎHANÊ BI DIRÛŞMA “JIN JIYAN AZADΔ LI BERXWE DIDIN.

KOMÎTEYA JINÊ YA PENa KURD


Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî

21’ê Reşemiyê/Sibatê, di 17’ê Sermaweza 1999’an de ji aliyê UNESCO’yê (Rêxistina Perwerdehî, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî) ve wek Roja Tevgera Zimanê Dayikê (Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî) hatiye daxuyandin. Welat û neteweyên ku ev daxuyanî erê kirine û vê rojê pîroz dikin di heman demê de pirzimaniyê jî erê dikin. UNESCO’yê bi daxuyandina vê rojê careke din bal kişandiye ser mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê, girîngiya perwerdehiya pirzimanî û pirçandî û xweşbîniya li hemberî hemû cureyên cihêrengiyan.

Her wiha li gor Peymana Mafên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî ya ku di sala 1990’î de bi erêkirina 196 welatan (Heta niha, der barê mafên mirovan de, ev peyman a ku ji aliyê herî zêde welatan ve hatiye erêkirin e.) ketiye meriyetê, perwerdebûna bi zimanê dayikê yek ji mafên bingehîn ên mirovî ye û rêlêgirtina li ber vê yekê jî wek yek ji binpêkirinên herî mezin ên mafên mirovan tê pejirandin. 4 rêgezên bingehîn ên vê peyamanê jî; nekirina cudakariyan (Xala 2’yemîn), parastina berjewendiya zarok (Xala 3’yemîn), mafê jiyîn û mezinbûnê/gihîştinê (Xala 6’emîn) û mafê beşdariyê (Xala 12’emîn) ne.

Gelê Kurd jî ev bi salan e bi heman şiyarî, hewl û hişmendiya ku di van peymanan de jî hatine destnîşankirin li çar aliyên Kurdistanê vê rojê pîroz dike. Lewra ziman bi tenê ne alaveke ragihandinê ye; di heman demê de awayê fikirînê, hîmê bingehîn ê çandê û awayê jiyînê ye; ziman bi tenê ne amûra xwederbirînê ye, di heman demê de wate û naveroka xwederbirînê jî dixemilîne û dikemilîne. Digel hemû cure hewl, xebat, berxwedan û têkoşîna Kurdan a li çar aliyê Kurdistanê jî, dîsa li gor daneyên UNESCO’yê, niha li rûyê erdê, ji 7 hezaran zêdetir ziman hene û tên axaftin û mixabin li derdora ji %40’î van zimanan bi tunebûnê re rû bi rû ne ku di nava vana da zaravayên Hewramî, Kelhûrî, Kirmanckî, Lekî yên Kurdî jî hene.

Li başûr û başûrê rojavayê Kurdistanê her çiqas destkeftiyên gelekî girîng hebin jî, ji aliyê parastin û pêşvebirina Kurdî ve hîna gelek qonax hene ku bên derbaskirin. Li Başûr, her çiqas di Destûra Bingehîn a Iraqê de Kurdî wek zimanê fermî hatibe destnîşankirin jî, hinek zaravayên Kurdî di binê xetereya wendabûnê de ne û divê ji bo parastina wan xebatên taybet bên kirin. Dîsa li başûrê Rojavayê Kurdistanê her çiqas perwerdehiya bi Kurdî hebe jî, divê ev perwerdehî û xebat zêdetir bên berbelavkirin û payebilindiya Kurdî, hişmendiya parastin û pêşvebirina Kurdî zêdetir bên berbelavkirin.

Li rojhilatê Kurdistanê jî pêkutî û zordariya li ser Kurdî û Kurdan bi awayê herî tund didome, zaravayên Kurdî yên qedîm di binê xetereya wendabûnê de ne û divê tevahiya Kurdan ji bo rizgariya Kurdî ya li Rojhilat bi yekdengî hewl bidin, kesayet, sazî û dezgehên ku li ser zimên dixebitin destek bikin, ji bo perwerdehiya bi Kurdî ya berbelav û ji bo fermîbûna zimanê Kurdî têbikoşin.

Ligel vê rewşa giştî, wek ku tevahiya Kurdan baş pê dizanin, serkêş û diyarkera tevahiya polîtîkayên li hemberî Kurdan a li çar aliyên cîhanê Tirkiye ye. Bi hemû hêz û şiyana xwe ji bo bişaftina Kurdan, rêgirtina li wan a ji bo xwegihandina mafan hewlan dide. Wek mînak, Tirkiyeya ku yek ji palpiştên Peymana Mafên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî ye, ji bo xalên 17, 29 û 30’emîn dûreparêzî danîne û gotiye ku dê peymanê li gor Peymana Lozanê ya ku di 1923’yan de hatiye morkirin û Destûra Bingehîn a 1982’yan şîrove bike. Heke ku mirov bi kurtasî encama van dûreparêziyan bibêje, Tirkiyeyê ji Peymana navborî cudatir, pênaseyan kêmaran ne li gorî “nijad, ziman, ramanên siyasî, rewşa neteweyî, etnîk û civakî” kiriye, diyar kiriye ku ew ê pênaseya kêmaran an gelên din bi tenê li gor pênaseya “olî” bike û nasnameya Kurdî jî ji ber vê yekê wek “kêmar” napejirîne û mafên Kurdan bi her awayî binpê dike.

Dîsa wek mînakeke aktuel, di kareseta erdhejê ya ku gelek parêzgeh, bajar û bajarokên bakurê Kurdistanê da ber xwe de jî, di rewşa awarte ya ku tevahiya cîhanê rabûye ser piyan de jî nêrîna li hemberî Kurdî û Kurdan neguheriye, qedexeyên li ser Kurdî û binpêkirinên mafên Kurdan bi her awayî didomin. Ligel ku erdhej li Kurdistanê çêbûye û ji bo qurbaniyên erdhejê xizmeta bi gelek zimanên wek Belûcî, Farisî, Erebî, Rûsî, hwd tê dayîn jî, qedexe û tunehesibandina Kurdî û Kurdan bi her awayî didome. Ev mînak dikarin werin zêdekirin û “linguicide”ya (zimankujî/qirkirina zimanî) li ser Kurdî bi gelek mînakên din were vegotin.

Bêguman rewşa Kurdî û Kurdan bi nivîseke kurt nikare bi her awayî were vegotin, lewra li çar aliyên cîhanê û Kurdistanê gelek sepan û rewşên xweser û xwereng hene ku divê bi xebatên hevpar, yekgirtî û hişmendiyeke neteweyî û niştimanî bên nirxandin û xebat bên kirin.

Wek ku feylezofê Viyanayî Ludwig Wittgenstein dibêje, heta ku dewlemendiya wateyî û kûrahiya wateyî ya zimên bi pêş nekeve, karên ku bi wî zimanî werin kirin dê sînorkirî bin. Lewra sînorên zimanê mirov, sînorên cîhana mirov in.

Wek Navenda PENa Kurd, ji bo parastin û pêşvebirina sînorên Kurdî em di nava hewl û xebatan de ne û em ê her û her van xebatan bidomînin jî. Em ê ji bo belavbûn û sepandina biryarên ku di Kongreya 88’emîn a PENa Navneteweyî ya ku di dawiya sala 2022’yan de li Uppsalaya Swêdê ji bo Kurdî hatin dayîn de, di çarçoveya rêgezên ku di Manîfestoya Gîronayê ya PENa Navneteweyî de, hewl bidin, têbikoşin. Wek gotina dawîn; em dibêjin heke ku zimanê me “hebûn”a me, “nasname”ya me û “rûmet”a me be, divê parastina wî jî yek ji peywirên me yên sereke be.

21.02.2023

Navenda PENa Kurd

Berhem û kurtejiyana nivîskarên li girtîgehan

JI ÇAPEMENÎ Û RAYA GIŞTÎ RE…

Li welatekî ku nivîskar, rewşenbîr, siyasetmedar, helbestkar girtîbe em nikarin bêjin li wî welatî demokrasî heye. Li Tirkiyeyê jî demokrasî di bin piyan de ye û ev yek bandoreke mezin li ser tevgera li girtîgehan dike. Loma jî bi taybet di demên dawî de li girtîgehên Tirkiyeyê binpêkirina mafên nivîsar û rojnamegeran gelekî zêde bûne. Înfaza gelek nivîskar û rojnamegeran tên betalkirin û nayên berdan. Li gel vê jî nivîskar û rojnamegerên girtî ji sekna xwe tu tiştek winda nekirine û her dem peyama ew ê têkoşîna doza xwe bidomînin, radigihînin.

Nivîskar û rojnamegerên kurd ên di zindana de ne bi salan e li dijî neheqî, binpêkirina mafên mirovan, tundî û êrişa li ser nasnameya xwe li berxwe didin. Ji bo rûmeta xwe û doza xwe di bin şerd û mercên dijwar de têkoşîna jiyanê didomînin. Li gor daneyên Komîteya Nivîskarên li Zindanan a PENa Kurd niha ji sedî zêdetir nivîskar di girtîgehan de ne û dîsa gelek pirtûkên nivîskarên di zindanan de ji aliyê dewleta tirk ve hatine qedexekirin, nivîskar her roj bi binpêkirina mafên nû rû bi rû dimînin. Dîsa li gor daneyên Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) 87 rojnameger li Tirkiyeyê girtîne. Her wiha li gor daneyên Platfroma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) jî niha 17 jinên rojnameger di girtîgehan de ne û tenê di 7 mehên sala 2022’yan de 161 binpêkirina mafên li dijî rojnamegerên jin derketine pêş. Li Girtîgeha Eregliyê ya Konyayê û li Girtîgeha Jinê ya Şakranê herî dawî girtî li dijî binpêkirina mafên li girtîgehan ketin greva birçîbûnê. Li Girtîgeha Eregliyê ya Konyayê Nivîskar Mehmet Oztaş jî li dijî binpêkirina mafan li berxwe dide. Her wiha li Girtîgeha Jinê ya Şakranê jî Nivîskar Leyla Saraç dîsa li dijî binpêkirina mafên li girtîgehan ket greva birçîbûnê. Nivîskar Resul Baltaci jî înfaza wî hat betalkirin û nehat berdan. Her wiha Nivîskar Fecriye Benek jî ji ber înfaza wê hat betalkirin nehat berdan. Nivîskar Murat Turk jî bi hinceta cezayên dîsîplîn û hucreyê hene, înfaza wî hat betalkirin û nehat berdan. Em dikarin bêjin bi hincetên pûç û vala nivîskar înfazên wan tên betalkirin û bi vê yekê jî tên cezakirin. Di heman demê de mafê tenduristiyê yê Nûçegîhana Ajansa Mezopotamyayê Ceylan Şahinli hat astengkirin. Muayeneya bi kelepçe lê hat ferzkirin. Ji ber Ceylanê ev qebûl nekir loma jî nehat muayenekirin. Dîsa di derbarê 16 rojnamegerên ku di 16’ê Hezîranê de li Amedê hatine girtin tevî 6 meh jî ji ser girtina wan re derbas bûye hîn tu iddianame jî nehatiye amadekirin. Her wiha di 29’ê Cotmehê de dîsa 9 rojnameger li Enqereyê bi îşkenceyê hatin girtin û hîn derbarê wan de jî iddianame nehatiye amadekirin.

Lê belê ligel zor û zehmetiyên li girtîgehan jî rojnameger û nivîskar dîsa serî natewînin û gelek berhem li zindanan çap kirine. Ev jî nîşaneya berdewamkirina berxwedana mayinde ya Gelê Kurd e. Em jî wekî Komîteya Nivîskarên li Zindanan a PENa Kurd kurtejiyan û berhemên nivîskarên li zindanan parve dikin û dibêjin ku em piştgiriyê didin berxwedana nivîskarên ku berhemên hêja çap kirine. Ji bo van gelek nivîskarên ku em ê berhem û kurtejina wan parve bikin rojên îmzeyê me li bajarên cuda yên Bakurê Kurdistanê li dar xistiye.

Wekî Komîteya Nivîskarên li Zindanan a PENa Kurd em binpêkirina mafên li girtîgehan şermezar dikin û em ê her tim li ked û têkoşîna rojnameger û nivîskarên li zindanan xwedî derkevin. Tu êriş û zext nikare hêviyên rojnameger û nivîskarên di zindanan de tune bike. Şerd û merc çi dibin bila bibin wê têkoşîn û berxwedana wan siberoja Gelê Kurd ronî bike. Nivîskarên li zindanan rûmeta civakê ye û eynika doza bi salan e. Loma em bang li raya giştî, sazî û dezgehên mafê mirovan ên navnteweyî jî dikin ku li nivîskarên di zindanan de li rûmeta civakê xwedî derkevin û li dijî bêhiqûqiya îktidara heyî ya li Tirkiyeyê dengê xwe bilind bikin.

Berhem û kurtejiyana nivîskarên li zindanan Komîteya Nivîskarên li Zindanan a PENa Kurd:

1)A. Menaf Osman

Menaf Osman di 1965an de li bajarê Hesekê yê Rojava ji dayik bûye. Dibistana seretayî, navîn û amadehiyê li vir qedandiye, piştre beşa Jeolojiyê li Zanîngeha Şamê qedandiye. Ji ber faaliyetên xwe yên siyasî di 1993yan de hatiye girtin. 28 sal in di girtîgehê de ye. Menaf Osman di heman demê de wêneyan xêz dike û wêneyê li ser berga romana wî ya Sînor jî wî xêz kiriye. Romana Sînor a Menaf Osman ji aliyê îdareya Girtîgeha Girtî ya Tîpa Tyê ya Akhisarê li wî hat qedexekirin.

Berhemên nivîskar:

* Girê Şêran (Roman), Weşanxaneya Aramê, 2003

* Şînok (Çîrok), Weşanxaneya Lîsê, 2011

* Namûsname (Roman), Weşanxaneya Aramê, 2012

* Silava Bajariyan (Çîrok), Weşanxaneya Azad, 2013

* Piling-Şoreşname-1 (Roman), Weşanxaneya Arê, 2015

*Sînor (Roman) Weşanxaneya Aryenê, 2018

*Hezar û Yek Şev (Werger ji erebî-çîrok) Weşanxaneya Azad, 2018

*Mîrê Monte Krîsto- Alexandre Dumas (Wergera ji Firansizî-Roman), Weşanxaneya Azad

*Helbestên Xezeblêhatî-Nizar Qebannî (Werger ji erebî-helbest), Weşanxaneya Azad

*Lênûska Leyla (Roman), Weşanxaneya Aramê, 2018

Pirtûkên Menaf Osman ên hatine qedexekirin:

Girê Şêran (Roman)

Nivîskar: Menaf Osman

Sala qedexebûnê: 2017

2)Mizgîn Ronak

Mizgîn Ronak di 1973an de li Amedê ji dayik bûye. Di ciwaniya xwe de beşdarî nava refên azadiyê bûye. Di 1992yan de li Amedê tê girtin û cezayê muebbetê lê hat birîn. Ev 29 sal in di girtîgehê de ye. Ji bo Kooperatîfa Wergerê ya ji aliyê girtiyên siyasî ve hatiye avakirin karê wergere dike. Niha di Girtîgeha Tîpa M a Gebzeyê (Gebze M Tîpî Cezaevi) de tê girtin.

Berhemên nivîskar:

*Sêv jî Me Dikujin (Helbest), Weşanxaneya Lîsê, 2008

*Gorçiya ne Em  (Çîrok), Weşanxaneya Sîtavê, 2018

*Rojhat (Roman), Weşanxaneya Sîtavê, 2018

*Dilavî-Li ber devê birînê (Helbest), Weşanxaneya Arê, 2014

*Em Bûn Baran, (Roman), Weşanxaneya Aramê, 2011

*Nobedarê Gulên Kobanê (Roman), Weşanxaneya Sîtavê, 2018

Pirtûkên Mizgîn Ronak ên hatine qedexekirin:

a) Nobedarê Gulên Kobanê

Nivîskar:Mizgîn Ronak

Sala qedexebûnê: 2018

b)Rojhat

Nivîskar:Mizgîn Ronak

Sala qedexebûnê: 2018

c)Gorçiya Ne Em

Nivîskar: Mizgîn Ronak

Sala qedexebûnê: 2018

d) Em Bûn Baran

Nivîskar:  Mizgîn Ronak

Sala qedexebûnê: 2016

3)Medya Yaklav

Helbestkar Medya Yaklav di sala 1971ê de li navçeya Şemrexê ya Mêrdînê ji dayik bûye. Wê dibistana seretayî li navçeyê heta pola 5’an xwendiye. Di sala 1990î de bi Abdullah Yaklav re dizewice. Piştî demekê hevjînê wê Abdullah Yaklav bi hinceta der barê wî de gilî heye tê binçavkirin. Piştî Abdullah Yaklav tê berdan, Medyaya beşdarî nava refên têkoşerên azadiyê dibe. Medyayê di 1993an de li Amedê tê binçavkirin. Nivîskar 28 sal in girtî ye û niha di Girtîgeha Jinan a Sîncanê ya Enqereyê de tê girtin. Ev pirtûk yekemîn pirtûka helbestan a Medyayê ye. Pirtûka helbestê ya Welatê Min a Medya Yaklav ku ji 91 helbestan pêk tê li girtîgehên cuda yên Bakur û Tirkiyeyê hatine nivîsandin.

Berhemên nivîskar:

Welatê Min, Weşanxaneya Aramê, tebaxa 2020’î

Lîlan be Dil,  Weşanxaneya J&J (Amadekar-Xecê Şen)

4)Ahmed Huseyîn

Ahmed Huseyîn di sala 1971’ê de li Bajaroka Şiyê ya Efrînê hatiye

dinyayê. Di sala 1992’yan de hate girtin û cezayê muebetê lê hat birîn.

Di zindanên Meletî, Bartinê de ma. Hîn jî li zîndana

Tîpî F ya Kandiraya Kocaeliyê dimîne. Beriya niha li

Rojava pirtûkeke helbestan û yek jî roman du pirtûkên

wî çap bûne.

Berhemên Ahmed Huseyîn:

*Canheval (Cerebe), Weşanxaneya Sîtavê, 2018

*Dilê Çar Dilî Cerebe,  Weşanxaneya Sîtavê, 2018

*Zayîna Bi Amûra Sertûj (Helbest), Weşanxaneya Sîtavê, 2018

*Axîna Dilistan (Helbest), Weşanxaneya Sîtavê, 2018

*Gulistana Min (Helbest), Weşanxaneya Sîtavê, 2019

5)Ahmedê Bilokî

Ahmedê Bilokî (Ahmet Başboga) li Gundê Bilokê yê navçeya Qoserê ya Mêrdînê ji dayik bûye. Di 20’ê Cotmeha 1993’yan de li Qoserê tê girtin. Ev 28 sal in di girtîgehê de ye.  Ahmedê Bilokî dibêje: “Me bi bawerî û jiyana xwe ya azad dîwar bê wate kiriye. ” Karê xwe yê wêjeyê di girtîgehê de didomîne.

Berhemên nivîskar:

Pepûla Azadiyê-Şîrîn Elem Hulî (Roman), Weşanxaneya J&J’yê, 2014-Amed

Kezîreşkê (Helbest) Weşanxaneya J&J’yê, 2021-Amed

Arînîstan Helbest (Helbest) Weşanxaneya J&J’yê, 2021-Amed

Xwedawendek Rûkenarîn (Roman) Weşanxaneya J&J’yê, 2021-Amed

Li Benda Te Me (Helbest) Weşanxaneya J&J’yê, 2021-Amed

Ava Tî (Helbest) Weşanxaneya Aryenê, 2018-Enqere

6)Fecrîye Benek

Fecrîye Benek di 1976’an de li Hîlala Qilebanê ya Şirnexê ji dayik bûye. Di salên 90’î de doza têkoşîna gelê kurd nas dike. Di sala 1993’yan de li Antalyayê tê girtin. Neh û nîv salan di girtîgehê de ma. Dema derket şûnde li Şirnexê Navenda Çandê ya Mem û Zînê vekir. Piştre dîsa tê girtin û 16 salan ceza digire. Li girtîgehên cuda hat girtin. Niha li Girtîgeha Tîpa M a Bayburtê tê girtin.

Berhemên nivîskar:

*Masûmiyet Utandi Kendinden (Masûmiyetê ji xwe Fedî Kir)-(Roman-Weşanxaneya Aryenê)

7)Nezîr Çakan

Nezîr Çakan, di sala 1976’an de, li Gundê Salhiyê, bajarçeya Erxeniya Amedê hatiye dinyayê. Dibistana seretayî li gund, dibistana navîn û amadehiyê li Erxeniyê xwend. Piştî wê, di 1995’an de ji ber sedemên polîtîk hate girtin. 9 sal û 4 meh di zindanê de ma. Li zindanên wekî Amed, Mereş, Elbistan û li Hîlwanê girtî ma. Piştî ku ji zindanê derket di nava xebatên siyasî de cîh girt û ligel wî awayî karê nivîsê jî kir. Heta niha her çi qas xebatên wî hebin jî xebata jînenîgariyê berhema wî ya yekemîn e ku hat çapkirin.

Berhemên nivîskar:

*Dilopên Rojê (Jînenîgarî), Weşanên J&J, 2017 -Amed

* 33 Kurşundan 33 Şiire (Şiir) Weşanên J&J, 2018-Amed

* Demojîn (Şiir) Weşanên J&J 2019

8)Mem Farqînî

Mem Farqînî (Mehmet Çelik), di sala 1975’an de li Amedê hate cîhanê. Ji dibistana seretayî heta dibistana amadekariyê li Amedê xwend. Nivîskar hê di dibistana seretayî de, bala xwe dide ser wêje û nivîsanidinê. Di sala 1993an de, ber bi  bayê azadiyê dikeve û di sala 1994’an de hate û cezayê muhabetê lê hate birîn. Piştî ku ket girtîgehê jî têkiliya xwe ji wêje û nivîsandinê qut nekir. Di girtîgehê de dest bi zanîngeha dîrokê ya Stenbolê dike û ji ber derfetên zor û zehmetiyên girtîgehê, xwendina xwe betal dike. Nivîskar, bi sê zimanê biyanî dizane wek îngilîzî, erebî û tirkî bi van zimanan dixwîne û wergerê dike. Di serî de li girtîgehên wek Konya, Burdur, Îzmir F 2, Semsûr, Bolu T Bolu F, Sêwrek T, Riha T-2 hat girtin.

Helbest, çîrok û cerebeyên wî di kovar û rojnameyan de hatin weşandin. Di pêşbirka Huseyîn Çelebî ya 24’emîn de bi helbesta xwe ya bi navê Xeyal bû duyemîn.

Berhemên wî:

*Xeyalên Êşa Evînê (Helbest) J&J, Amed-2017

*Qaqlîbaz (Werger) Çapa 3mîn J&J, Amed-2019

*Qesîdeya Hêviyan (Helbest) J&J, Amed-2021

*Ûsivê Qûyûcakî (Werger) J&J, Amed -2021

9)Rojbîn Perîşan

Rojbîn Perîşan di 28’ê Kanûna 1973’yan de li Licê ji dayik dibe. Ji ber di 1975’an de li Licê erdhej pêk tê di 15 saliya xwe de Rojbinê tê Amedê. Bi hinceta ewlehiyê leşkeran dest xistin ser erd û xerzikên wan. Rojbînê di nava malbateke polîtîk de ji dayik bûye. Dibistana navîn û amadehiyê li Amedê diqedîne û di payiza 1990’î de li Fakulteya Perwerdeyê ya Sêrtê qeyda xwe çêdike. Rojbînê di pola yekem a zanîngehê de berê xwe dide nava refên têkoşer ên azadiyê. Di 1992’yan de piştî civînekê bi îhbarê tê binçavkirin û wê dibin Girtîgeha Amedê. Piştre cezayê muebbetê lê tê birîn û sigunî gelek girtîgehan tê kirin. Rojbînê romana xwe ya yekem a bi navê “Por û Sî” li Girtîgeha Mêrdînê dinivîse. Dema Rojbînê li Girtîgeha Gebzeyê tê girtin bi pençeşêra malzarokê dikeve.

Berhemên nivîskar:

*Bakır Sesli Kadınlar (Jinên Dengê Wan ji Sifirê)-(Roman-Weşanxaneya Aramê)

*Gözyaşımın Ağıdıydı Seni Beklemek (Zêmara Hêsirên Min bû Sekna ji bo Te)-(Roman-Weşanxaneya Aramê)

*Saçlar ve Gölgeler (Por û Sî)-(Romanên Edebiyata TirkîWeşanxaneya Aramê)

*Toprağın Şarkısı (Strana Axê)-(Roman-Weşanxaneya Aramê)

*Kirik Taşlar (Kevirên Şikestî)-(Roman-Weşanxaneya Aramê)

Gözyaşımın Ağıdıydı Seni Beklemek (Zêmara Hêsirên Min bû Sekna ji bo Te) di sala 2016’an de hat qedexekirin.

10)Cengiz Eker

Cengiz Eker, di 29ê Gelawêja 1964an de li bajaroka Halvelî ya girêdayî Îdirê hatiye dinyayê. Di salên 1980yî de tev li xebatên tevgera azadiyê dibe. Di sala 1992yan de tev li refên azadiyê dibe. Di sala 1993yan de bi hevalekî xwe re tê girtin. Piştî darizandinê 36 sal ceza lê tê birîn. Ev bîst û neh sal in ku di girtîgehê de ye. Di van salan de li ser wêjeya Kurdî xebateke berfireh meşandiye. Di gelek kovaran de nivîsên wî hatine weşandin. Gelek xebatên wî yên ji bo çapê hatine amadekirin hene.

Berhemên nivîskar:

* Kînor (Çîrok), Weşanên Ar, 2014 – Stenbol

* Meytê Li Ser Rê (Çîrok), Weşanên J&J, 2015 – Amed

* Mirov (Ceribandin), Weşanên Aryen,2019 – Batman

11)  Delîl Payiz

Delîl Payiz (Abdullah Gunay) di sala 1979’an de li Gundê Barmanê yê girêdayî Mêrdînê ji dayik bûye. Li navenda Mêrdînê mezin bûye û li Stenbolê bi awayekî çalak beşdarî têkoşînê bûye. Di sala 1999’an de tê girtin û li girtîgehên cuda tê girtin. Bi salan e çîrokan dinivîse û di Pêşbirka Helbest û Çîrokan a Huseyîn Çelebî de di beşa çîrokê de xelata yekemîn digire.

Berhemên nivîskar:

*Telebe (Çîrok-Kurdî) Weşanxaneya Aryenê, 2021

12) Evdê Cano

Evdê Cano (Abdullah Oral) di sala 1980’ê de li Qoserê ji dayik dibe û di 1999’an de jî li heman bajarî tê girtin. Ji wê çaxê heta niha di girtîgehê de ye. Helbestên wî di rojname û kovarên wekî “Azadiya Welat”,”W”,”Çirûsk” de hatine weşandin. Pirtûka bi navê “Gulan” pirtûka wî ya yekem e. Ev pirtûk li girtîgehê hatiye nivîsandin.

*Gulan Weşanxaneya Belkî (Helbest-Kurdî), 2008

*Adara Agirîn (Helbest), Weşanxaneya Ronahî, 2013, Amed

13) Manîsa T Tipi Kapali Ceza Înfaz Kurumu a 27 oda şehzadeler manisa

Mahîr Bagok (Hafzullah Kaçmaz) di sala 1981’ê de li Nisêbîna Mêrdînê ji dayik dibe. Ji ber têkoşîna azadiyê niha girtiye.

Berhemên nivîskar:

*Deriyê Sibehê (Helbest) Weşanxaneya Lîsê, 2011

*Pênc Kulîlkên Zivistanê (Kurteçîrok) Weşanxaneya Lîsê, 2012

*Dewsa Ramûsanên Brûskan (Kurteçîrok) Weşanxaneya Lîsê, 2014

*Kefiyên Cihêreng (Roman), Weşanxaneya Lîsê, 2016

14) Îlhan Dayan

Îlhan Dayan di sala 1974’an de li Gundê Roşatê yê Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê ji dayik dibe. Dema malbata wî ji ber şerdên aboriyê koçî Serêkaniya Rihayê dibe Îlhan hîn 2-3 salî ye. Dibistana seretayiyê li Serêkaniyê dixwîne. Ji ber şerdên aboriyê dibistan neqedand û wekî karkerekî demkî dest bi kar kir. Ji ber sedemên polîtîk niha di girtîgehê de ye.

Berhemên nivîskar:

*Bêrîjan (Helbest), Weşanxaneya J&J, 2014

*Xeyalbêj (Helbest), Weşanxaneya J&J, 2017 – Çapa duyem Weşanxaneya J&J, 2018

*Diyariyên Şevê (Helbest), Weşanxaneya Payiz, 2021, Amed

15) Yaşar Aslan

Yaşar Aslan di sala 1973’yan de li Gundê Hatxê yê girêdayî Nisêbînê ji dayik dibe. Dibistana seretayî û amadehiyê li Nisêbînê dixwîne. Di sala 1992’yan de dema li Amedê beşa Hiqûqê ya Zanîngeha Dîcleyê dixwend tevlî tevgera azadiyê bû. Ji sala 1993’yan ve ye di girtîgehê de ye.

Berhemên nivîskar:

*Rengbêj (Çîrok) Weşanxaneya J&J, 2014-Amed

*Çapa duyemîn Rengbêj (Çîrok) Weşanxaneya J&J, 2016-Amed

*Rengbêj (Oyku), Werger: Bedri Adanir, Weşanxaneya J&J, 2016-Amed

*Sergovend (Jînenîgarî), Weşanxaneya J&J, 2017-Amed

16)Laleş Çelîker

Di sala 1972’yan de li Tetwanê ji dayik bûye. Di Zanîngeha Dîcleyê de beşa dîrokê du salan xwend û di destpêka 1992’yan de tevlî nava refên têkoşerên azadiyê bû. Di 1997’an de hat girtin û 36 ceza lê hat birîn. Heta niha di girtîgehên Êlih, Mûş, Erzirom, Baybûrt û Bakirkoyê de maye.

Berhemên nivîskar:

*Ji Dîrokê Dîroka Ehmedê Xanî (Lêkolîn), Weşanxaneya Aramê, 2016, Amed

17)Leyla Atabay

Leyla Atabay di sala 1978’an de li Wanê ji dayik bûye. Ji salên 1995’an ve ye di nava têkoşîna azadiya kurdan de cih girtiye. Leyla ji 1997’an ve ye di girtîgehê de ye. Leyla li Girtîgehên Mûş û Erziromê maye.

Berhemên nivîskar:

*Şikefta Fîlozofiyê (Roman), Weşanxaneya Lîsê

*Konjukturel Kimlik, Weşanxaneya Sîtavê,

*Kendini Unutan İnsan (Roman), Weşanxaneya Lîsê

18)Îdris Erenç

Di sala 1972’yan de li Navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê ji dayik bû. 8 salan di nava refên têkoşerên azadiyê de ma. Di Gulana 2001’ê de ji aliyê Rejîma Îranê ve tê girtin û radestî Tirkiyeyê tê kirin. Cezayê muebbetê lê hat birîn û ev 17 sal in di girtîgehê de ye. Fakulteya Agahiyên Civakî û Fakulteya Karsaziyê dixwîne.

Berhemên nivîskar:

*Julinin Sesi (Dengê Juli) – (Roman), Weşanxaneya Sîtavê, Çapa yekem Kanûna 2019’an

*Git En Uzaga (Here Cihê Herî Dûr)-(Helbest), Weşanxaneya Sîtavê, Çapa yekem Cotmeh 2014’an

19)Gulazer Akin di sala 1975’an de li Xelata Bedlîsê ji dayik dibe. Xebata Bîst Rojnivîskên Min ên di Destên Min de xebata ewil a di qada çîrokê de ye.

Berhemên nivîskar:

*Tencerenin Dibi (Binê Quşxaneyê), Weşanxaneyên Belgeyê

*Cinsiyetçiligin Yaratımı (Çalınan Ozgurluk)-(Xuliqîna Zayendperestiyê-Azadiya Hatiye Dizîn), Weşanxaneyên Aramê

20) Cengiz Sinan Halis Celik

Li Navçeya Xozatê ya Dêrsimê di sala 1974’an de ji dayik bûye. Di 1997’an de ji ber sedemên siyasî hat girtin û cezayê muebbetê lê hat birîn. Di girtîgehê de hem bi kirmanckî hem jî bi tirkî helbest nivîsandiye. Xebatên wî yên wêneyan jî li pêşangehên li welat û li derveyî welat hatine pêşandan. Helbest û gotarên wî di rojname û kovaran de hatine weşandin. Di 2015’an de di qada helbesta kurdî û tirkî de xelat girt. Di 2010’an de di Pêşbirka Helbest, Çîrok û Wêneyan a Şaxa Komeleya ya Mafên Mirovan a Çewligê de di qada helbestê de xelat girt. Di 2012’an de jî di Mîhrîcana Huner û Çandê ya Yilmaz Guney de di qada helbestê de xelat girtiye.

Berhemên nivîskar:

*Serdestan, Helbest, Weşanxaneyên Ayrinti, 2022

21) Erdogan Uçar – Erd.Agron

Di sala 1979’an de li navçeya Farqînê ya Amedê ji dayik bûye. Piştî xwendina lîseyê di sala 1996’an de tevlî nava refên têkoşerên azadiyê bûye. Di sala 2000’î de hat girtin û cezayê muebetê lê hat birîn. Nivîskar di sala 1997’an de li Başûr di wargeheke zivistanê de dest bi nivîskariyê dike. Nivîsên wî di operasyona 14’ê Gulanê de tên desteserkirin. Bi nasnavê Seydo Ozkan helbestên wî di kovarên cuda de hatine weşandin. Helbest, çîrok û nivîsên wî di gelek kovar û rojnameyan de hatine weşandin.

Berhemên nivîskar:

*Dîwana Hestiyan-Çapa Yekem-2017-Weşanên Aryen

*Avahiya Kevirî û Ên Din-Asli Erdogan (Werger-Çîrok) – (Weşanên Aryen)-(2020) Erd Agron ji tirkî wergerandiye kurdî.

22)Necmettin Tural

Di sala 1973’yan de li Êlihê hatiye dinyayê. Di sala 1993’yan de jî ber sedemên siyasî tê girtin û bi cezayê muebetê tê mehkûmkirin. Niha li Girtîgeha Tekirdagê têkoşîna xwe didomîne.

Berhemên nivîskar:

*Malzaroka Jîndar (Helbest)-Çapa Yekem Weşanxaneya Aryen-2018

*Wê Şevê

23)Rafel Akgun Tespo (Ahmed Akgun)

Navê wî yê di nasnameyê de Ahmed Akgun e. Di sala 1974’an de li Êlihê hatiye dinê. Ji sala 1992’yan ve girtî ye. Ev sîh sal in ku di girtîgehê de ye û gelekî helbestên wî hene ku hê nehatine weşandin.

Pirtûka wî ya ewil:

*Ra Hanorya (Helbest)-Weşanxaneya Aryen-2020

24) Nesip Tarim

Di sala 1977’an de li Gundê Qubinê ya girêdayî Elihê hatiye dinê. Dibistana seretayî û ya navîn xwendiye. Heta sala 1993’an li gund bi karê çandiniyê mijûl bûye û di sala 1993’an de tevlî nava refên azadiyê bûye. Di sala 1995’an de li bajarê Filibê tê girtin û cezayê muebetê lê tê birîn. Di zindanên cuda de maye.

Berhemên nivîskar:

* Xezal (Roman) Weşanxeya Belkî-2007-Amed

*Lekeya Hinarê, Roman. Weşanên J&J-2015 – Amed

25)Abdullah Yilmaz

Di sala 1963’yan de li herêma Botanê ji dayik bûye. Ji ber rewşa koçeriyê dibistan nexwendiye. Xwendin û çanda medreseyê di nava malbata wî de pêşketî bûye. Vê yekê bandora xwe li ser wî jî kiriye. Di sala 1974’an de malbata wî jiyana koçeriyê terikandiye û dest bi jiyana bajarvaniyê kiriye. Ev jiyana bajarvaniyê hestên welatparêzî û têkoşîna azadiyê bi xwe re tîne. Li ser zilm, zext û îşkenceyan di sala 1993’yan de mecbûr dimîne derbasî başûrê Kurdistanê dibe. Piştre jî tevlî nava refên têkoşerên azadiyê dibe. Di sala 1995’an de di kemînekê de bi sê guleyan birîndar dibe û tê girtin. Demeke dirêj di zindana Êlihê de dimîne. Hê jî girtiye û gelek zindan guherandiye.

Pirtûka Wêneyek Veşartî, ji serpêhatiyên girtiyan pêk tê.  Li gel ku rêveberiya girtîgehê destûra çapê da jî, lê niha rêveberiya girtîgehê pirtûkê nade xwediyê wê û destûr nade biçe ber destê xwîneran.

Têkildarî pirtûkên nivîskar Abdullah Yilmaz doz hat vekirin. Li gor agahiya malbatê têkildarî du pirtûkên nivîskar ên bi navê Rêça li ser Berfê, Wêneyek Veşartî bi hinceta “propagandaya rêxistinê” doz hatiye vekirin.

Li gor agahiyên malbata nivîskar Abdullah Yilmaz ê di zindanê de ye ragihand rêveberiya girtîgehê berê Abdullah kiriye hucreya yekkesî û piştre jî bi hinceta “propagandaya rêxistinê” doz derbarê pirtûkên wî de hatiye vekirin. Her wiha pirtûkên Abdullah Yilmaz li wî hatibû qedexekirin

Berhemên nivîskar:

*Rêça li ser Berfê (Çîrok)

*Jan û Jin (Roman)

*Derba Xencerê (Roman)

*Pirtûka Jiyanê (Roman)

*Tov di bin Axê De Namîne (Roman)-Weşanxeya Sîtavê-2019

*Wêneyek Veşartî(Serpêhatî)-Weşanxeya Doz-2013

26)Ercan Dogan

Di sala 1978’an de li gundê Smailka ku bi navçeya Hezoya Êlihê ve girêdayi ye hatîye dinê. Ji ber doza siyasî cezayê muebetê girtîye û hê jî di zindanê de ye.

Berhemên nivîskar:

*Zêmar (Helbest), Weşanên J&J, 2016-Amed

27)Resul Baltaci

Resul Baltaci di sala 1972’an de li Gundê Hiseyniya girêdayî Misircê yê Sêrtê hatiye dinê. Di temenekî biçûk de tevgera azadiyê nas dike. Ji ber şert û mercên demê neçar dimînin bi malbatî koçî Batmanê bikin. Di sala 1982’yan de tê girtin û cezayê muebetê digire. Di girtîgehê de fêrî xwendin a nivîsandinê dibe, bi dorê di girtîgeha Amed, Dilok, Mus, Sêrt, Sewreg, Şakran a Îzmîr û Duzceyê maye. Resul  hîn jî di girtigehê de ye. Nivîsên wî di gelek kovar û rojnameyên wekî Azadiya Welat, Ozgur Gundem, Eylul, Şopa Rojê, Kovara W, Tîroj, Mahsus Mahalu, Yeni Ozgur Politika de derdikevin.

Berhemên nivîskar:

*Ez Penaber im (Helbest), Weşanxaneya J&J, 2015-Amed

*Rodeng (Çîrok), Weşanxaneya J&J-2019-Amed

28) Ramazan Çeper

Ramazan Çeper di sala 1980’ê de li Batmanê li navçeya Sasonê ji dayik bûye. Dema hê biçûk bû tekoşînê nas dike û tevlî xebatên politîk dibe. Di sala 1998’an de bi îddîaya “endamtiya rêxistinê” tê girtin û heta 2004’an girtî dimîne. Piştî ku ji girtîgehê dertê tevlî refên tevgera azadiyê dibe. Di sala 2006’an de li Stenbolê careke din tê girtin û bi muebbetê tê cezakirin.

Berhemên nivîskar:

*Yazde Rondikên Tenini (Helbest), Weşanxaneya Tevn-2010-Stenbol

*Etîmolojiya Çiyayên Kurdistanê (Etimoloji), Weşanxaneya Ar-Stenbol

*Şervanek Dimeşe di Dilê Me de (Helbest), Weşanxaneya Tevn- 2011-Stenbol

*Ziryan im, Weşanxaneya Ar-2013-Stenbol

*Ferhenga Etimolojiyê (Ferheng) Weşanxaneya Ar-2014-Stenbol

*Zimanê Îktidara Mîkro (Lêkolîn) Weşanxaneya 2016-Amed

*Dema Beybûn Derb Dibin (Çîrok), Weşanên Çandê yên Cerenê-2017-Stenbol

*Ferhenga Mîtolojiya Kurdî (Bi Kamuran Yitik re), Ferheng, Weşanên Çandê yên Enstutiya Kurdî-2017-Stenbol

*Sekna Polîtîk Exlaqî û Felsefeya Nirxê (Bi Ekrem Baydogan)-Lêkolîn-Weşanên Ar-2018-Stenbol

*Kenê Anahita (Çîrok), Weşanên Aryen, 2019, Enqere

*Psikopatolojiya Mêtingeriyê (Lêkolîn)-Weşanên Name-2020-Amed

*Analîza Polîtîk-Sosyo ya Wêjeya Kurdî (Bi Ekrem Baydogan)-(Lêkolîn)-Weşanên Aryen-2020-Enqere

*Ferhenga Mîtolojiya Kurd (Ferheng)-Weşanên Aryen-2020-Enqere

29) Nurullah Tutal

Li gundê Zibiniyê yê Sêwregê (Girê Sor) ya Rihayê ji dayik bûye. Dibistana seretayî li navenda Rihayê ya navîn li Tekirdagê ya amadehiyê jî li Sêwregê qedandiye. Dema beşa Harita Kadastroyê li Zanîngeha Kocatepeya Afyonê dixwînî di 2012’an de ji ber fikra xwe ya siyasî bi ser mala wî de tê girtin û tê binçavkirin. Piştre li Girtîgeha Tîpa E ya Afyonê tê girtin. Piştî demekê hat berdan lê darizandina wî dewam kir. Bi dadgehên ku dewam kirin 6 sal û 3 meh ceza lê hat birîn. Niha hîn di girtîgehê de ye. Li ser helbestê jî hinek xebatên wî hatine meşandin.

Berhemên nivîskar:

*Bilinmezliklerin Golgesindeki Umut Yolcugulu- Rêwîtiya Hêviyê ya di bin Siya Nezalaliyê de (Roman)-J&J-2022-Amed

30) Mehmet Durak Karak

M. Durak Karak li gundê Qubika Pirsusê hatiya dinê. Ji ber xizanî  û feqîriya  malbata xwe hin di 10 saliya xwe de tevî kom û kulfetê malbata xwe bi irxatî diçe Çukurovê. Karê heqê pembo kom kirin û çinîna pale jî hemaliyê etarîyê gavanî  û şivanîyê bigire bi hejmarê  naqede hin gelek xebat û karê bi dest û lepan jî kiriye. Di sala 1973yan de li gel kekê xwe Mihemed Şah foto şah bi şagirtî Dest bi kar û pîşeyê wênekêşîyê  fotokêşiyê kir û zewîcîye. Di sala 1979an de bi tekoşîna Tevgera Azadiyê nas kir. Di serê sala 1981ê de hatiye girtin. Di koma surucê de hatiye darizandin. Bi endamtiya  rêxistinê 10 sal ceza girtiye. 6 salan di girtîgeha hejmara 5’emîn a zindana Amedê de raza ye. Di sala 1991ê de hatiye girtin 3 mehan di girtîgeha Rihayê de razaye. Cara pêncemîn  a dawî de sala 1995an de hatiye girtin. Bi cezayê  muebetê hatiye cezakirin û hîn di zindanê de ye. Zindanên ku lê maye ev in: Amed, Giresûn, Meraş, Elbistan, Sêwrek û niha jî di 1’emin Tipa T a Girtîgeha Rihayê de ye. Pirtûka wî  ya destpêkê  Du Çêlikên Şêra û Çar Can Çar Ciwan bû.

Berhemên nivîskar:

* Jiyana Min – I Trajedî û Komedî [Jiyanname], J&J, 2021-Amed

* Jiyana Min – II [Jiyanname], J&J, 2021-Amed

31) Murat Turk

Di sala 1976an de li Navçeya Rezanê ya Amedê ji dayik bû. Di sala 1990’î de dest bi faliyetên siyasî kir. Di 1992’yan de beşdarî têkoşîna azadiyê bû. Di 1995’an de ket girtîgehê. Nivîsên wî di rojname, kovar û pirtûkên cuda de hatin weşandin.

Berhemên nivîskar:

*Böğürtlen zamanı 1 arayış (Dema Dirîreşkan 1 Lêgerîn)

*Böğürtlen zamanı 2 buluşma (Dema Dirîreşkan 2 Hevdîtin)

*Köprüdeki düşman (Dijminê li ser Pirê)

Dema Dirîreşkan wergera wê ya ji kurdî li Weşanên Belgeyê hat çapkirin. Dema Dirîreşkan hat qedexekirin.

Xelatên girtiye:

Di 2006’an de di beşa çîrokê de xelata Îsmet Baycan a mansiyonê girt.

Di 2008’an de di qada çîrokê de xelata yekemîn a Huseyin Çelebî girt.

Di 2010’an de di beşa çîrokê de xelata duyem a Îsmet Baycan girt.

Di 2012’an de di qada çîrokê ya Yilmaz Guney a duyemîn de xelat girt.

Bilal Turk: 0 536 951 58 50

32)Mehmet Oztaş

Mehmet Oztaş di sala 1980ê de li bajarê Rihayê, navçeya Wêranşarê hatiye dinyayê. Di sala 1997an de tevlî nava şoreşê dibe. Di sala 2004an de tê girtin û bi cezayê muebetê tê cezakirin. Li zindanên wekî Mêrdîn, Amed, Mûş û Semsûrê dimîne.  Di zindanê de bala xwe dide ser wêjeyê. Bi Kurdî û Tirkî dinivîse. Pirtûka wî ya yekemîn bi navê “Mavî Ada” (Girava Şîn) helbestên bi Tirkî di sala 2012an de tê weşandin. Her çi qas bi Kurdî û Tirkî berhemên wêjeyî diafirîne jî, ew dixwaze bala xwe bide ser Kurdî.

Berhemên nivîskar:

* Mavi Ada (Girava Şîn)-(Helbest), Weşanxaneya J&J, Îlona 2012an – Amed

* Kardelen Zamanı-(Dema Berfînê) (Ceribandin), Weşanxaneya J&J, Gulana 2013’an – Amed

* Evîna Bêzar (Helbest), Weşanên J&J, Gulan 2013 – Amed

* Ülkeye Dönüş (Vegera Welat)-2000-(Serpêhatî-Roman), Weşanxaneya J&J, Gulana 2016’an –  Amed

*Agrımdan Gul de Kokmaz (Ji Êşa Min Gul jî Bêhnê Nade)-Weşanên Ar-2019

*Evîna Bêzar (Helbest)-Weşanên J&J-2013

*Bêje Riziya Dinya Bêdil Ma (Helbest)Weşanxaneya Ar-2019

33) Sinan Sutpak

Sinan Sutpak di sala 1961’ê de li Gundê Tilê yê girêdayî Sêwrega Rihayê ji dayik bû. Dibistana seretayî li gundê xwe xwend. Di sala 1993’yan de ji ber doza siyasî cezayê muebetê lê tê birîn. Di zindanên Semsûr, Bûrsa û Elbistanê maye.

Berhemên nivîskar:

*Jûtenya (Helbest)-Weşanxaneya Aramê

34) Mahmut Yamalak

Mahmut Yamalak di sala 1969’an de li Dutaxa Agiriyê ji dayik bûye. Ji ber malbata wî koçî Stenbolê kiriye li wir mezin bûye. Di ciwantiya xwe de du salan di girtîgehê de maye û piştî derketiye tevlî têkoşîna azadiyê bûye. Di sala 1994’an de careke din hatiye girtin. Cezayê muebbetê lê hatiye birîn.

Berhemên nivîskar:

*Mermer Kantli Kuşlar (Çûkên Baskên Wan ji Mermer)-(Roman)-Weşanên Aramê-2013-Amed

*Tarîderya (Roman)-Weşanên Aramê-2013-Amed

35) Ferhan Mordeniz

Ferhan Mordeniz di sala 1978’an de li Licêya Amedê ji dayik bû. Di salên ciwantiya xwe de têkoşîna polîtîk nas kir û di sala 1994’an de beşdarî têkoşîna azadiyê bû. Di sala 1999’an de bi awayekî birîndar hat dîlgirtin û cezayê muebetê lê hat birîn. Di serî de Amed li girtîgehên cuda maye.

Berhemên nivîskar:

*Açik Yara (Birîna Vekirî)-(Helbest)-Weşanên Berfîn

*Rojên Neava (Helbest)

*Kulde Gullenen Şarkilar-(Stranên di Nava Xweliyê de Şên Dibin)-(Helbest)-Weşanên Aryen-2019-Enqere

*Li ser Bircên Dilê Min Reqsa Perperokan-Weşanên Aryen

36)  Mehmet Yavuz

Mehmet Yavuz di sala 1969’an de li Gundê Şabana yê girêdayî navçeya Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê ji dayik bûye. Dibistana seretayî li gund a navîn û amadehiyê li Qoserê xwendiye. Heta pola duduyan a zanîngehê xwendiye. Di sala 1984’an de ji gund koçî metrepolên Tirkiyeyê kiriye. Nasîna nivîskar a tevgera azadiyê berî koçkirinê dest pê dike. Di 1990’î de bi awayekî çalak tevlî xebatên tevgera azadiyê dibe û di 1994’an de tê girtin û cezayê muebetê lê tê birîn. Li girtîgehên Mêrdîn, Îzmîr-Bûca, Aydin-Nazilî, Kiriklar, Bolu, Sêrtê maye. Berhema Ax û Xwîn li Girtîgeha Şakrana Îzmîrê nivîsandiye.

Berhemên nivîskar:

*Ax û Xwîn (Roman) Weşanxaneya J&J-2016-Amed

*Xeyalên Nîvcomayî (Çîrok) Weşanxaneya Ar

*Femînîzmden Jineolojiye (Ji Femînîzmê ber bi Jineolojiyê ve)-(Lêkolîn)-Weşanxaneya Şar

37) Abdurrakip Yuksekbag

Abdurrakîp Yuksekbag di sala 1966’an de li bajaroka Comanî ya Taxa Qesrê ya girêdayî Hawêlê ya Sêrtê hatiye dinyê. Ev herêm di nava kurdan de wek herêma Xerzanê tê nasîn. Di sala 1993’yan de ji ber kar û barên xwe yên siyasî hatiye girtin û ji wê demê û vir ve hîn jî di zindanê de ye. Di zindanê de beşa Aborî û Îdarî xwendiye.

Li gel di gelek warên wêjeyî de wek roman, helbest û nivîsên curbecur berhemên wî hene jî ji ber şert û mercên ku tê de ye ew berhem heta niha nehatine çapkirin. Gulçîçeka Dilan behema wî ya yekem e ku hatiye çapkirin.

Berhemên nivîskar:

*Gulçîçeka Dilan-Çîrokên Herêma Xerzanê (Folklor)-Weşanxaneya Payizê

38) Mahmut Aslan

Mahmut Aslan di sala 1974’an de li Feraşîna girêdayî Elkê ya Şirnexê ji dayik bûye. Di temenekî nas de tevgera azadiyê nas kiriye. Di sala 1999’an de ji ber têkoşîna di rêya doza azadiyê de tê girtin û cezayê muebbetê lê tê birîn. Dema dayika wî, hevjîna birayê wî û biraziyê wî diçin serdana wî di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest didin. Du birayên wî jî birîndar dibin. Maryamê ji bo wan dinivîse.

Berhemên nivîskar:

*Maryam-Helbest- Weşanên Sîtav-2015

*Meryema Gewdan-Helbest-Weşanên Sîtav-2015

39) Erhan Kaya

Erhan Kaya li navçeya Gogsîyê ya Erziromê ji dayik bûye. Di 1995’an de ketiye girtîgehê. Ev 27 sal in di girtîgehê de ye û li girtîgehên cuda geriyaye. Berhemeke wî ya bi navê Rojnivîskên li Zindanê heye û bi tirkî ye. Bi kurdî jî nivîsiye lê hîn ew nekiriye wekî pirtûk.

Berhemên nivîskar:

*Zindan Gunlukleri 1 (Rojnivîskên li Zindanê)

40) Sertaç Kiliçarslan

Di sala 1976’an de li gundê Çorsêna Tetwanê ya Bedlîsê ji dayik bûye. Di ciwaniya xwe de tevlî nav refên azadiyê dibe. Di sala 2007’an de tê girtin û cezayê muebeta giran didinê.

Berhemên nivîskar:

* Rexneyên Civaknasiya Nûjen (Lêkolîn)- Çapa Yekem: Çileya 2022’yan-Weşanên Aramê

* Li Çiyayê Helgurdê Şerê Ronahî û Tariyê-Weşanên Kil

41) Hecî Nehsan

Di sala 1974’an li gundê Korikê ku girêdayî Kobaniyê ye hatiye dinyayê. Ji biçûkaniya xwe ve bi wêjeyê re mijûl e. Hêçan/ceribîn û helbestên wî di kovarên wekî Çirûsk, Hawara Botan, Golik, Roza, W, Eylul, Tîroj û Umuş Eylul de hatine weşandin. 22 sal in ku ji doza siyasî di girtîgehê de ye.

Berhemên nivîskar:

• Zêmarên Çûyînê (Hêçan), Weşanên J&J, 2013 – Amed

• Agrîna (Helbest), Weşanên J&J, 2014 – Amed

• Nofa (Çîrok), Weşanên Ar, 2014 – Stenbol

• Şîna Şevê (Helbest), Weşanên Ar, 2015 – Stenbol

• Arjenîka (Hêçan), Weşanên J&J, 2016 – Amed

• Maha (Çîrok), Weşanên J&J, 2016 – Amed

• Ciweyna (Helbest), Weşanên Aryen, 2017 – Enqere

42) Kerem Bîlen

Di sala 1978an de li bajarokê Hîlalê yê girêdayî Qilebana Şirnexê hat dinyayê. Ji ber bêderfetiyan bes karî dibistana seretayî bibe serî. Hîn di salên zarokatiya xwe de Tevgera Azadiyê nas kir û pêwendî pê re danî. Di sala 1994an de piştî ku gundê wan hat xerakirin, ji bêgaviyê tevî malbata xwe koçî Başûrê Kurdistanê kir. Piştî koçkirinê jî di nav refên Tevgera Azadiyê de têkoşîna xwe ya azadiyê domand. Di sala 1999an de hat girtin û bi cezayê muebetê hat mehkûmkirin. Eleqeya wî ya li ser wêjeyê di zindanê de zêde bû. Di kovar û rojnameyên cuda de nivîsên wî yên edebî hatin weşandin. “Meşa Jiyanê” berhema wî ya ewil a hatî çapkirin e. Niha  xebatên xwe yên wêjeyî didomîne.

Berhemên nivîskar:

Meşa Jiyanê, 2017, Aryen

43)Welat Esen

Di sala 1973’an de li Dêrika Çiyayê Mazî çêbûye. Dibistana seretayî, ya navîn û lîse li Dêrikê xwendiye. Di sala 1991’ê de li Zanîngeha Dîcleyê, li beşa Mamostetiya Dîrokê dest bi xwendinê kiriye lê di sala duyem de ji ber xebatên xwe yên polîtîk dev ji xwendinê berdaye. Di berfanbara 1995’an de li Îzmîrê hatiye girtin. Bêtirê nîvê temenê xwe li girtîgehan derbas kiriye. Ji hingê ve ye ku bi cezayê muebetê girtî ye. Bi dorê li girtîgeha Bûca, Konya, Sîncan, Kirikkaleyê maye û niha jî li Girtîgeha Bandirmayê ye.

Berhemên nivîskar:

*Ev Rû Ev Xerîbî (Helbest, Weşanên Sor, 2021) pirtûka wî ya yekem e û di Pêşbirka Helbestê Ya Arjen Arî de, xeleta yekemîniyê wergirtiye.

*Topa Xwedê pirtûka wî ya duyemîn e. (2022, Aryen)

44) Ali Koç

Ali Koç ji malbateke ji Şemrexa Mêrdînê ye. Di 1971’ê de li Amedê ji dayik dibe. Ji dibistana seretayî heta zanîngehê li Amedê dixwîne. Di pola 4’an a Fakulteya Perwerdeyê ya Zanîngeha Dîcleyê de ango d, 1992’yan de zanîngehê terk dike û tevlî têkoşîna çalak dibe. Di 1993’yan tê girtin û cezayê muebetê lê tê birîn. Li girtîgehên mîna Amed, Dîlok, Karabukê tê girtin. Xebatên li ser Paradigmaya Demokratîk û Anti-iktidarist ên li girtîgehê dest pê kir, hîn didomîne. Hinek gotarên wî di rojname û kovaran de tên weşandin û hîn jiyana xwe ya nivîskariyê didomîne.

Berhemên nivîskar:

Ji Dewleta Efendî ber bi Civaka Demokratîk-Weşanxaneya Aramê-2011-Bi Umut Beyaz re nivîsandiye

Komunalist Ekonomi, 2017, Aryen

45) Sînan Salhan

Sînan Salhan di sala 1989’an de li Ebexa Wanê ji dayik bûye. Ji ber nasnameya xwe ya Kurd e girtî ye.

Berhemên nivîskar:

*Hêvîyên Bermahî (Roman)-Sîtav-2022

46)Orhan Sakci

Di 9174’an de li Gundê Zengokê yê Mûşê ji dayik dibe. Di sala 1993’yan de gundê wan tê şewitandin û koçî metropolên Tirkiyeyê dikin. Di 1994’an de tê girtin.

Berhemên nivîskar:

*Ez li Zarokatiya Xwe Digerim (Çocuklugumu Arıyorum) –Bibîranîn-2020-Weşanxaneya Nameyê

*14 Kat (14 Fîlîz)-Weşanxaneya Doyê

*Tenêbûneke Veşartî (Gizli Bir Yalnızlık)- Weşanxaneya Doyê

47)Ebedin Abi

Ebedin Abi di sala 1970’ê de li Gundê Germanê yê girêdayî Elka Şirnexê ji dayik bûye. Di sala 1996’an de dîl tê girtin. Cezayê muebetê lê hatiye birîn.

Berhemên nivîskar:

*Heliz û Hebûn-Weşanxaneya Sîtavê-2014

48)Rojhat Xemgîn

Rojhat Xemgîn di sala 1971’ê de Samûsa yê girêdayî navçeya Şaxê ya bajarê Wanê ji dayik bûye. Di sala 1993’yan de tevlî nava refên tevgera azadiyê bûye. Di sala 1997’an de jî tê girtin. Cezayê muebetê dixwe.

49)  Mustafa Geylanî

Mustafa Geylanî (Mustafa Geylan) di sala 1969’an de li Gundê Dêmana Şemzînanê ji dayik bûye. Dibistana seretayî û navîn li Şemzînanê bi dawî kiriye. Di sala 1990’î de terka zanîngehê dike û beşdarî nava refên tevgera azadiyê dibe. Di Newroza 1999’an de ji aliyê Dewleta Gurcistanê ve teslîmî Tirkiyeyê tê kirin. Li DGM’ya Erziromê bi îdamê tê darizandin. Cezayê muebetê lê hat birîn.

Berhemên nivîskar:

* Xwedawenda Min (Tanrıçam)-Weşanxaneya Sîtavê

50) Îskender Karaman

Îskender Karaman di sala 1975’an de li Gundê Kotransê yê Colemêrgê ji dayik bûye. Dibistana seretayî li gundê xwe diqedîne. Di temenekî biçûk de Tevgera Azadiyê ya Kurd nas dike. Di 1998’an de tevlî Tevgera Azadiyê ya Kurd dibe. Di sala 2001’ê de dikeve zindanê. Piştre cezayê giran lê tê birîn. 21 sal in di hucreya tecrîdê ya yekkesî de tê hiştin. Di hucreya tecrîdê ya yekkesî de dibistana navîn û amadehiyê diqedîne.

Berhemên nivîskar:

*Kısa Kurt Tarihi (Dîroka Kurdan a Kurt)

*Tecrit Hucresinden Mektuplar (Nameyên ji Huceya Tecrîdê)

*Demokratik Konfederalizm

51)Lokman Aslan

Lokman Aslan di sala 1977’an de li Gundê Feraşînê yê Şirnexê hatiye dinyayê. Di Gulana 1999’an de hatiye girtin û cezayê dardekirinê lê hatiye birîn. Ev 23 sal in di girtîgehê de ye. Heta niha li gelek girtîgehan maye.

*Axîna Bideng-2016-Weşanxaneya Sîtavê

52) Zekî Bayhan

Zekî Bayhan sala 1976’an de li Colemêrgê ji dayik bûye. Ji beşa Îktisatê mezûn bûye. Di sala 1998’an de ji ber sedemên polîtîk hat girtin. Gotarên wî di rojname û kovarên cuda de hatin weşandin.

Berhemên nivîskar:

*Sifira Yukselmek (Bilindbûyina ber bi Sifirê ve)-Lêkolîn-Weşanxaneya Aramê

*21. Yuz Yil Ozgurluk Îdeolojîsî Demokratîk Sosyalîzm (Îdeolojiya Azadiyê ya sedsala 21’emîn)-Siyaset-Polîtîka-Weşanxaneya Belge-2015

*Demokratîk Ulus (Neteweya Demokratîk)-Lêkolîn-Siyaset-Dîrok- Weşanxaneya Belge-2016

* Demokratik, Ekolojik, Cinsiyet Özgürlükçü Paradigma(Paradîgmaya Azad a Zayendî, Ekolojîk û Demokratîk)-Siyaset-Polîtîka-Sosyolojî- Weşanxaneya Belge-2011

53)Orhan Çaçan, di sala 1974an de li gundê Çorsene yê Tetwana Bedlîsê ji dayik bûye. Di sala 1991ê de hevnasîna wî bi tevgera azadiyê re çêbû. Ji wê demê û şûn ve xebatên wî yên siyasî bê navber dom kir. Çend caran hat girtin û berdan. Herî dawî di Sibata 1999an de hat girtin û ji wê rojê ve hê di girtîgehê de ye. Bi cezayê muebedê hat darizandin û bi vê mebestê ceza lê hat birrîn. Ev demek dirêj e li ser wêje û dîrokê xebatên wî didomin. Aşûda Koran, pirtûka wî ya çîrokan a sêyem e.

Berhemdarî:

* Kuştur Uçar / Çîrok 2013 /Weşanên Ceylan Stenbol (Tirkî)

* Hilmek Jiyan Hilmek Mirin (Çîrok) 2016 / Weşanên Na / Îzmîr

* Aşûda Koran (Çîrok) 2016 / Weşanên Na / Îzmîr

*Komîteya Nivîskarên li Zindanan a PENa Kurd

07.01-2023

Navenda PENa Kurd: Hewcedariya gelê kurd bi aştiyeke mayînde ya birûmet heye!

Gelê Kurd ê ku ji niştecihbûna mirovahiyê ve li Kurdistanê dijî û yek ji gelên herî pêşîn ê cîhanê ye bi daxwaza jiyaneneke birûmet, hewla jiyaneke di nava aştî û aramiyê de dide. Ligel vê daxwaz û hewla jiyaneke mirovane, sed heyf û mixabin ku ev bi salan e ji çar aliyan ve rûbirûyî gef û êrîşên qirker dibe.

Şerê heyî yê ku bi salan e li çar aliyên Kurdistanê didome, di serî de mafê hebûn û jiyînê dixe binê gef û metirsiyan û di heman demê de berdewamiya binpêkirina tevahiya mafên mirovî û rewa yên Kurdan bixwe ye. Ev gef û êrîş, hewlên tunekirinê û binpêkirina mafan, ji sed salan zêdetir e ku bi awayekî sîstematîk, saziyî û wek polîtîkayên bingehîn ên hevpar ên çar dewletên ku Kurdistan di nava hev de parçe kirine, berdewam dikin.

Cara dawîn derengiya şeva 19’ê Mijdara 2022’yan, dewleta Tirk bi balafirên şer, di serî de herêma derdora bajar û bajarokên Kobaniyê, Dêrîkê, Ebû Resenê û Til Rifetê yên li başûrê rojavayê Kurdistanê, heta 20 km’yan li biniya sînorên dewleta Sûriyeyê êrîşên dijwar ên asîmanî pêk anîn. Li gorî çavkaniyên herêmî û çapemeniyê, di encama van êrîşan de gelek kuştî û birîndarên sivîl hene. Dîsa li gorî van çavkaniyan, rojnamegerê bi navê Îsam Evdile jî canê xwe ji dest daye.

Herêmên ku ev êrîş lê hatine, ji aliyê Kurdan ve ji êrîş û dagirkeriya DAÎŞ’ê hatine rizgarkirin û piraniya niştecihên wan herêman Kurd in. Divê neyê jibîrkirin ku gelê Kurd ji 2011’an vir ve, li wan herêman, li hemberî êrîşên çeteyan, tundrewan û piştre jî li hemberî êrîşên DAÎŞ’ê yên hovane yên dermirovî, rûmeta tevahiya mirovahiyê parastiye û bi berdêlên giran li başûrê rojavayê Kurdistanê aştî û aramî pêk aniye.

Her wiha li gor gotinên rayedarên dewleta Tirk, di heman şevê de, wek domahîlka şerê ku ev demeke dirêj e li başûrê Kurdistanê diqewime, heta 140 km’yan li biniya sînorê Iraqê jî êrîşên hewayî hatine kirin û gelek deverên li Herêma Kurdistanê hatine bombebarankirin.

Li hêla din, Komara Îslamî ya Îranê, ligel êrîşên xwe yên li ser kampên sîvîlan ên li Herêma Kurdistanê, êrişî xwepêşanderên li Îranê, bi taybetî jî li rojhilatê Kurdistanê dike. Ev êrîş li bajarên Sinê, Bokan, Pîranşar, Merîwan, Cewanro, Mehabad û hinek bajarên din ên Kurdan bi awayekî zindî li kolanan hatine tomarkirin. Li bajarên Kurdan, gelê sîvîl bûye armanca gule, mîtralyoz û tivingan, lewra ji 18’ê Mijdarê heta 21’ê Mijdarê, di nava 3 rojan de, 45 kes hatine kuştin û gelek jî birîndar bûne ku di nava wan de gelek zarok jî hene. Di xwepêşandanên piştî kuştina Jîna Emînî de, li gor agahiyên xwecihî, sazî û dezgehên mafên mirovan, çapemeniya herêmî û biyanî li rojhilatê Kurdistanê bi sedan kes hatine kuştin û bi hezaran kes hatine girtin ku metirsiya kuştin û darvekirinê li ser gelekan ji wan heye. Her wiha rejîma Îranê gefan li bi sedan rewşenbîr, nivîskar û hunermendên mişextî yên ji rojhilatê Kurdistanê yên ku piştevaniya van xwepêşandanan dikin, dixwe, wan tawanbar dike û doza girtin û bidarvekirina wan dike.

Tevahiya kes, kom û gelan xwedî wî mafî ne ku jiyaneke wekhev a di nava aştiyeke mayînde de bijîn. Bidestxistin û parastina vî mafî berpirsiyariya tevahiya mirovahiyê ye. Bêdengî û piştevaniya cîhanê ya li hemberî van polîtîkayên dermirovî jî dike ku agirê şer û kêşeyan ê li tevahiya Rojhilata Navîn zêde bibe û rûmeta mirovahiyê li malzaroka cîhanê bê tunekirin. Bêguman bi berdewamiya van êrîşan dê gelek sivîlên din birîndar bibin, jiyana xwe ji dest bidin û ev yek jî dê zemîna aştiyê ya di nava gelan de birûxîne, kêşe û arîşeyên heyî aloztir, kûrtir û bêdermantir bike.

Em wekî Navenda PENa Kurd, bi berpirsiyariya parastina aştiyê ya li hemberî şer, diyar dikin ku hewcedariya gelê Kurd û tevahiya gelên li Rojhilata Navîn bi aştiyeke mayînde û birûmet heye. Pêwîst e ku ev êrîşên ku xizmeta aştiyê nakin û aloziya herêmê xerabtir dikin, ji bo aştiya li Kurdistanê û Rojhilata Navîn, demildest bên rawestandin.

Wekî her carê, em piştevaniya mafên rewa yên gelê Kurd û hemû gelên bindest dikin, doza aştiyê dikin; şer, pevçûn û aloziya ku welatê me û aramiya tevahiya herêmê têk dibe, red dikin.

 

Komîteya Birêvebir a Giştî

Ya Navenda PENa Kurd

23.11.2022

Divê hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşî li kuştina nivîskar û rojnamegeran bigire

Navenda PENa Kurd kuştina nivîskar, rojnameger û akademîsyena jin Nagihan AKARSEL a ku di 4ê cotmehê de, li taxa Bextiyarî ya Silêmaniyê li nêzîkî mala xwe hate kuştin şermezar kir û bang li hikûmeta Herêma Başurê Kurdistanê kir ku sînorekê ji kuştina nivîskar u rojnamegeran re deyne.

Nagihan AKARSEL rojnameger û nivîskareke kurd a ku ji bajarê Konyaya Tirkiyê ye bû, ev demek bû ku li Silêmaniyê jiyana xwe berdewam dikir. Akarsel sernivîser û endama damezirîner a kovara Jineolojiyê, û endama lijneya birêveberiya Akademiya Jineolojiyê bû.

Kuştina nivîskar û rojnamegeran li Herêma Başurê Kurdistanê ne nû ye, lê niha bûye diyardeyek, em dibînin ku di nava 40 rojên dawî de ev bûyera duyemîn e ku nivîskarên li Başûrê Kurdistanê dibin hedefa êrîşên hovane yên çekdarî ku tê de du kes canê xwe ji dest didin.

Navenda PENa Kurd vê rewşê bi awayeke pir cidî û metirsîdar dinirxîne û dipirse: “Gelo Hikûmeta Başûrê Kurdistanê çima nikare rê li ber êrîşên li ser rojnameger, nivîskar û rewşenbîrên kurd bigire û heta kengî wê mirovên fikir û ramanê bikevin heyra jiyana xwe?”

Bi rastî jî cihê daxê û nîgeraniyê ye ku di nava 40 rojan de, piştî kuştina nivîskar û lêkolîner Suhêl Xurşîd, ev bûyera qirêj pêk hatiye û heyf û mixabin e ku dezgehên hikmî û ewlekariyê nekarîne rê li ber vê bûyerê jî bigirin û kiryarên herdu êrîşan desteser bikin û bînin ber dîwana heq û edaletê.

Navenda PENa Kurd careke din bang li Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike ku tenê li kuştina rojnamegeran nenihêre û sînorekê ji kuştina nivîskar û rojnamegeran re deyne; herwiha divê rayedar erka xwe pêk bînin, terorîstan bigirin û ceza bikin. Eger ev êrîşa terorê neyê rawestandin, li başûrê Kurdistanê tu nivîskar û rojnamegerek nikare bê tirs û xof bi aramî û keda xwe bidomîne.

Navenda PENa Kurd

Komîteya Rêveberiya Giştî

05 Cotmeh 2022

Daxuyaniya derbarê serhildana li Rojhilatê Kurdistan û Îranê de

Ji Raya Giştî re

Di encama qetilkirina jina kurd Jîna Emînî de, çend roj in li rojhilatê Kurdistan û tevahiya Îranê di pêşengiya jin û kurdan de raperînek heye û vê raperînê bandora xwe li her çar milên Kurdistan û cîhanê kiriye, milyonan kes daxwaza şoreşeke azadî û demokrasiyê dikin.

Pergala îslamî ya siyasî ya dîktator a Îranê ji şoreşeke wiha gelek ditirse. Baş dizane ku şoreşek wiha dê bibe dawiya wê. Ji ber vê bi awayekî herî hovane êrişî jin, kurd û gelên Îranê yên azadîxwaz dike, wan qetl dike û desteser dike. Di encama van êrişan de heta niha rojnameger, çalakgerên mafê mirovan jin û ciwan jî tê de bi sedan kurd û ji gelên din kes hatine qetlkirin, bi hezaran kes hatine girtin.

Pergala dîktator a Îranê wek her carê hewl dide ku bi riya Kurdistanfobîtiyê raperîna kurdan li ber çavên gelê fars û gelên din ên Îranê reş bike,  cudakar û terorîstên ku Îranê parçe dikin nîşan bide, ji bo vê jî êrişî kurdan dike. Dixwaze bala gelên din ji raperîna şoreşê dûr bixe û bî pêşî li tevlîbûna gelên din a ji bo têkoşîna şoreşê  bigire.

Bi vê armancê, herî dawiyê duh dewleta Îranê êriş bir ser başûrê Kurdistanê û di encamê zarok û jin jî tê de gelek kurd, bi awayekî hovane hatin qetlkirin, gelek kes hatin birîndarkirin û rojnameger Soran Kamêran jî bi xedarî birîndar bûye.

Rejîma Îranê dixwaze tola serhildana gelemperiya Îranê ji destpêkerê vê, anku ji kurdan hilîne.

Em wek PENa Kurd vê qirkirinê û hemû qirkirinên Îranê yên li ser gelê kurd bi tundî şermezar û mehkûm dikin. Di heman demê de, daxwaz ji hikûmeta herêma Kurdistanê jî dikin, ku ne tenê bi şermezarkirinê, li dijî destdirêjiyên rejîma Îranê bi awayekî cidî û şênber bertek nîşan bide û rê nede welatên dagîrker ên wek Tirkiye û Îranê ku li herêma başûrê Kurdistanê teror û kuştina kurdan pêk bînin.

Her wiha em bang û gazî dikin ku hemû hêzên navneteweyî, PENên hemû welatan û PENa navneteweyî jî dengê jinên azadîxwaz, neteweya kurd û hemû gelên Îranê bibihîze û li dijî tawanên dîktatoriya Îranê û hemû dagirkerên li Kurdistanê pêwîstiyên azadî, demokrasî û mafên mirovan pêk bîne.

Daxuyaniya têkildarî serhildana gel a li Îranê

Ji Raya Giştî re

Piştî qetilkirina Jîna Emîniyê, kurdên li rojhilatê Kurdistanê bi pêşengiya jinên kurd de daketin qadan û bertek nîşan dan. Ev bertek di demeke kurt de ji bo azadî û mafên seretayiyên jiyanê li Kurdistan û tevahiya Îranê veguherî serhildan û raperînê û li seranserî Îranê vegirt.

Nîşaneya vê ya herî şênber dengvedana dirûşma “Jin, jiyan, azadî” ya li rojhilatê Kurdistanê, Îran, Efxanîstan û li her çar milên Kurdistan û cîhanê ye.

Ev serhildan û raperîn, herçiqas di encama qetilkirina jineke kurd de pêk hatibe jî di bingeha xwe de, encama zilm, zordarî, zext, êriş, girtin, îşkencekirin, recmkirin, darvekirin û qirkirinên ji 40 salan zêdetir ên pergala dîktator, totalîter û kujer a Komara Îslamî ya Îranê li hember hemû gelên Îranê ye.

Pergala îslamî ya siyasî neyarê hemû kesên azadîxwaz û gelên azadîxwaz e. Piştî serhildan û raperîna seranserî li Îranê gelek berxwedêr û serhildêr hatine qetlkirin, birîndarkirin û girtin. Gelek rojnameger, xebatkarên çandê û çalakgerên mafê mirovan, rastî êrişan û girtinê hatine, agahiyek ji wan nayê hildan û jiyana wan di xeterî de ye.

Divê hemû cîhan dengê gelên Îranê, bi taybetî jî dengê jinan ku di 40 salên desthilatdariya Komara Îslamiya îranê de hatine tepeserkirin û ji biçûktirîn mafên însanî bêpar mane bibihîze û ji bo pêkhatina armancên wan ên herî mirovîn û xwezayî çi pêwîst be bike.

Em weke Navenda PENa Kurd, bi awayekî gelek zelal diyar dikin ku weke roja pêşîn, niha jî heya dawiyê bi daxwazên rewa û demokratîk ên gelên Îranê yên azadîxwazane re bin.

Herwiha em bang li û gazî li hemû tevger, sazî, dezgeh, platform, rewşenbîr û kesayetiyên gelê kurd, gelên Îranê û tevahiya azadîxwazan dikin ku bi hiş û giyanê homanîte û demokratîk, li her derê pêşengî û piştevaniya vê serhildan û raperîna dîrokî bikin.

Erk, peywîr û berpirsyariya nivîskarî û rewşenbîriyeke rasteqîn a mirovî, wijdanî, civakî, rewşenbîrî, neteweyî ew e ku ji bo azadiya gel û neteweya xwe li pêşiyê be, ji her milî ve bibe pêşeng û têkoşer.

Em ji nivîskar, hunermend û rewşenbîrên kurd li Kurdistan, Ewropa û cîhanê, PENên hemû welatan, PENa Navneteweyî dixwazin bi têkoşîn û çalakiyên xwe yên cur bi cur pêşengiya vê serhildan û raperînê bikin û bi rengekî herî çalak bi gelê hemû gelên Îranê yên azadîxwaz re bin.

Daxuyaniya derbarê Jîna Emînî de

Azadî mafê rewa yê her mirovî ye û ger jin azad nebe civak jî azad nabe.

Rejîma Komara Îslamî ya Îranê di heyama desthilatdariya xwe de berdewam êriş biriye ser nêrînên cuda yên siyasî, olî, zayendî, zimanî û…hwd û jin jî kirine armanc. Vê rejîmê ji bo berdewamiya desthilatdariya xwe gelek tawan encam dane û îro civaka me ji ber kuştina “Jîna Emînî” yê şînê digire.

Çend roj berê Jîna Emînî (22 salî) xelkê Seqizê li Tehranê ji aliyê hêzên tepeserker ên rejîma Îslamî ya Îranê ve bi hinceta hicabê hatibû girtin û kuştin. Ji bo vê jî gelê Rojhilatê Kurdistan û Îranê li piraniya bajar û bajarokan û bi taybet li Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandanên xwe yên sivîl nîşan didin û rejîma çekdar êrîşî xwepêşanderan dikin, gelek kes hatine binçavkirin û civanekî kurd jî hatiye kuştin.
Di sînorên desthilatdariya vê rejîmê de jin bi awayên cuda tên çewisandin û her roj di bin metirsiya girtin, destavêtin û kuştinê de ne.
Em hevxemiya xwe bi malbata Jîna Emînî û gelê azadîxwaz ên Kurdistanê re parve dikin, xwepêşandanên sivîl û kolanan ên xelkê rewa dibînin, rêzê li bersiva xelkê dijî zilm û zordariyê digrin û piştevaniya greva giştî ya roja duşemê 19.09.2022’ê dikin.

Azadiya derbirînê li seranserê cîhanê di bin xeterê de ye!

Azadiya derbirînê mafê herî bingehîn ê her kesayetiyeke civakê ye. Li ku dera dinyayê azadiya derbirînê hebe, li wê derê civak bi ser dikeve. Lê mixabin em şahid in ku azadiya derbirînê, bi taybetî jî ji bo nivîskaran di xeterê de ye û nivîskar li her derê bi teror, gef û kuştinê re rûbirû ne.

Bi vegera Ayetûllah Xumeynî bo Îranê re, sala 1979ê; bi giştî civaka Îranê, bi taybetî jî civaka rojhilatê Kurdistanê bû şahidê gelek bûyerên dijwar, dirinde û dijmirovane. Ji çewisandin, pest û kotekiya li ser gelê bêguneh û dijberên rejîma îslamî bigire heta darvekirin û kuştinên komî, li herêmê bû sedema bingeheke xurt ji bo berzkirin û ferzkirina ramana îslamî ya tûndrew.

Sala 1989ê, piştî belavbûna romaneke Selman Rûştiyê nivîskarê Brîtanî-Hindî, Ayetûllah Xumeynî ferman û fitûya kuştina wî derxist, ji bo vê helwesta hovane gazî hemû misilmanên dinyayê kir û ji bo pêkanîna vê yekê xelateke mezin a diravî eşkere kir. Tevî ku ji bo çareseriya têkiliyên xerab ên di navbera Îran û Brîtanyayê de, rêveberiya Îranê biryara kuştinê bi daxuyaniyekê rawestand jî, Serokê Olî Yê Demê Elî Xemaney bi dijwarî li dijî vê yekê derket û diyar kir ku bi tenê kesê ferman û fitûya kuştinê dabe, dikare rawestîne. Ev jî dihat wateya ku ev biryar wê neyê rawestandin û bi ser de jî xelata kuştina Rûştî hate zêdekirin.

Piştî wê fitû û fermana fikra îslama tûndraw ango radîkal, hewlên ji bo çewisandin û kuştina nivîskar, helbestvan û rewşenbîrên li herêmê her ku çû zêdetir bû. Piştî serhildana Başûrê Kurdistanê û geşedan û berzbûna tevgerênn îslamî yên tûndraw, mixabin li Kurdistanê jî fitû û fermana kuştina helbestvanê navdar Şêrko Bêkas hate dayîn. Ji bilî vê, sala 2005ê ji ber pirtûkeke wî, fermana kuştina Merîwan Helebceyî hate dayîn. Herwiha di çend salên borî de ji bilî fermana kuştinê, nivîskarê navdar û endamê me yê hêja Şêrzad Hesen gelek caran rastî gefan hatiye û li dadgehan doz lê hatine vekirin.

Heyf û mixabin ku di serdema îroyîn a modern de jî tu tirsa xwediyên hizra îslama radîkal ji civaka navneteweyî nemaye û heta niha gelek caran nivîskar, rojnameger û rewşenbîrên li sernaserê dinyayê, ji aliyê wan ve hatine terorîzekirin û hewla kuştina wan hatine dayîn. Vê gavê jî, tevî ku 33 sal di ser fitû û fermana Xumeynî a li dijî Selman Ruşdî derbas jî bûne, nivîskarê navdar rastî hewla kuştinê hatiye, bi awayeke dijwar birîndar bûye û vê gavê li ber mirinê ye.

Bi sedema vê êrîşa hov a dijmirovane, em dibêjin ku tevgerên wiha azadiya derbirînê û fikra hibir û pênûsa nivîskaran dixe nava metirsiyeke kûr û dijwar.

Em wekî Navenda PENa Kurd, kiryarên terorîstane yên fikra îslama radîkal rûreş û şermezar dikin û bang li raya giştî ya navneteweyî dikin ku li dijî kiryarên wiha bêdeng nemînin û dengê xwe bilind bikin.

Navenda PENa Kurd

Komîteya Birêveberiya Giştî

15 Tebax 2022

Rapora binpêkirina mafên li dijî rojnamegerên jin

RAPORA BINPÊKIRINA MAFÊN LI DIJÎ ROJNAMEGERÊN JIN A KOMÎTEYA JINÊ YA PENA KURD

Li Bakurê Kurdistanê û li Tirkiyeyê êriş, destdirêjî, tundî û astengkirina li dijî rojnamegerên jin her diçe zêde dibin. Qeyrana aborî, siyasî ya Tirkiye din av de ye raste rast bandorê li ser karê rojnamegeriyê jî dike û herî zêde jî rojnamegerên jin ji vê yekê bi bandor dibin. Herî dawî li Amedê di 8’ê Hezîranê de 20 jê rojnameger 22 kes hatin binçavkirin û di 16’ê Hezîranê de jî 16 rojnamegerên kurd hatin girtin. Ji van 16  rojnamegeran 4 jê, jin in. Li dijî hemû êrişan têkoşîn û berxwedana rojnamegerên kurd dewam dike. Ew li dijî êrişan pênûsa hempîşeyên xwe li erdê nahêlin û karê wan di nêvî de nahêlin.

161 binpêkirina mafan

Li gor rapora Binpêkirina Mafan a 7 mehan a sala 2022’yan a Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) di meha çile, sibat, adar, nîsan, gulan, hezîran, tîrmehê de herî kêm 161 binpêkirina mafan li dijî rojnamegerên jin pêk hatine.

26 rojnameger hatin binçavkirin

Dîsa li gor rapora binpêkirina mafên li dijî rojnamegerên jin a Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) di nava 7 mehan de herî kêm 18 rojnameger dema li qadan nûçe dişopandin, bi êrişa fîzîkî ya polîsan rû bi rû mane. Her wiha li qada medyaya sanal bi gotin û heqaretên zayendperest ên mêran rû bi rû mane. Li 14 rojnamegeran tundî hatiye kirin, dema 6 rojnamegeran pîşeya xwe kirine jî gef li wan hatine xwarin.  Bi ser mala 10 rojnamegeran de hat girtin, 26 rojnameger hatin binçavkirin, destdirêjî li dijî rojnamegerekê hat kirin. Mafê 31 rojnamegeran ê şopandina nûçeyan a li qadan hat astengkirin. Her wiha mafê rêwîtiyê yê rojnamegerekê jî hat astengkirin. 6 rojnameger ji ber faliyetên xwe yên rojnamegeriyê hatin girtin. Ajantî li ser rojnamegerekê hat ferzkirin, rojnamegerek jî ji ber zarok anî dinê, ji kar hat derxistin. 

Herî kêm 10 jinên rojnameger li girtîgehên cuda yên welêt girtîne

Ji ber faliyetên pîşeyî derbarê 10 rojnamegeran de lêpirsîn hat destpêkirin û derbarê 12 rojnamegeran de jî doz hat vekirin. Li 12 rojnamegeran cezayê girtîgehê yê 23 sal, 10 meh  û 27 rojî, hat birîn. Di heman demê de jî li 4 rojnamegerî cezayê pere yê 190 hezar û 250 TL’yî hat birîn. Di çarçoveya 73 dosyayên hatine vekirin de darizandina 105 rojnamegerî dewam kir. Hîn herî kêm 10 jinên rojnameger li girtîgehên cuda yên welêt girtîne.

Komîteya Jinê ya PENa Kurd

10.08.2022

Daxuyaniya Pena Kurd a ji bo bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî

Navenda PENa Kurd ku şaxek ji PENa Navnetewî ye, bi armanca ku “Bela Zimanê Kurdî li Tirkiyê, Îran û Sûriye Bibe Zimanê Fermî û yê Perwerdehiyê” dest bi xebatek berfireh kiriye. Nifûsa herî zêde ya Kurdan li bakurê Kurdistan û li Tirkiyê ye, loma pêşî wê giranî têkeve ser dosyeya Tirkiyê. Ji ber ku Kongreya 88emîn ya PENa Navneteweyî di dawiya Îlonê de wê li Uppsala çêbibe, PENa Kurd xwest vê tevgerê ji Swêdê dest pê bike; bi gelek saziyan re têkiliya deyne û bi bingeheke xurt vê mijarê veguhêze rojeva Kongreya PENa Navnetewî.

Ji bo berî kongreyê bi rêxistinên Kurdan û yê Swêd yê pêwendîdar re hevdîtinan bikin û hevkariyekê saz bikin, Komîteya Swêd a Navenda PENa Kurd wê civîn, semîner û konferansa li dar bixe, da ku bi yekîtiyeke netewî û bi destekek xurt ya navnetewî ev tevger bê meşandin. Ji aliyê din ve, di Temmûza 2023yan de sed salên Peymana Lozan diqede, ya ku Kurdistan perçe kir; loma di têkilî û civînên xwe de em ê balê bikşînin ser û vê peymanê jî têxin gengeşiyê.

Navenda PENa Kurd, ji bo di civîna Komîteya Mafê Ziman û Wergerê û di Kongreya 88emîn ya PENa Navnetewî de karibe rewşa zimanê Kurdî raxe ber çavan û destekê bixwaze, serî li PENa Navnetewî da û amadekariyên xwe yên ji bo beşdariyê didomîne. Di kongreyê de wê bê xwestin ku komîteyek bê avakirin da ku bibe alîkar di danûstendina navnetewî de ya ji bo vê xebatê. Piştî kongreyê, em ê mijarê bibin parlamentoyên dewleta û alîkariya wan bixwazin. Piştî van gavan em ê mijarê bibin sazî û mehkemeyên navnetewî yê pêwendîdar.

Wek destpêk Komîteya Swêd, li Stokholmê(di 11.06.2022yan de), bi alîkariya Komela Kurdî Kulturî-Borlänge û ABF/Stockholm, bi beşdariya sazî û kesayetiyên li jêr konferansek pêk anî. Ev sazî û kesayet piştgirî dane vê xebatê û di vê konferansê de, mijarên cur be cur yê bi zimanê Kurdî ve girêdayî  pêşkeş kirin. Bi demê re em ê têkiliyên xwe berfireh bikin û hewl bidin bi destekek xurt em bigihîjin armanca xwe. Bi hêviya serkeftinê.

Sazî û kesayetên beşdar û mijarên axaftvanan:

1- Peyama Navenda PENa Kurd/Dilşa Yûsif, Seroka Komîteya Jinên Nivîskar ya PENa Kurd

“Girîngiya Ziman, Çand û Dîroka Kurdan”

2- Gewran Goyî/Rêvebirê Pedagojî&Lêkolînerê Perwerdê /Zanîngeha Turku, Finlanda

“Zimanê Mîrasê, Perwerda Zimanê Mîrasê, Perwerda Zimanê Kurdî di Çarçoveya Mîrasê de”

3- Instutîta Kurdî Li Stockholmê / Mîrhem Yigît / “Xebatên Instutîyê û Zimanê Fermî”

4- Weşanxaneya Apec/ Alî Çiftçî/ “Danasîn û Berhemên Weşanxaneyê”

5- Komeleya Mamosteyên Kurdî li Swêdê/ Azad Josef Erdem

“Rewşa Perwerdehiya Kurdî Li Swêdê”

6- Heyder Diljen/ Weşanxaneya Diljen

“Li Swêdê Pirtûkên Kurdî Yên Dersê û Weşanxaneya Diljen”

7- Hakî Balta/Weşanxaneya Kurdped / “Weşangerî û Ziman”

8- NCDK – Swêd / “Danasîn û Xebatên li Ser Ziman û Çandê”

9- Firat Cewerî/ Nivîskar û Wergêr / “Zehmetiyên Nivîskariya Bi Kurdî”

10. Weşanxaneya Kîtabî Erzan/Namo Alî Mûradî / “Danasîn û Berhemên Weşanxaneyê”

11- Şewket Amîdî “Weşanxaneya Sîlav, Berhem û Xebatên ji bo Pêşxistina Zimanê Kurdî”.

Navenda PENa Kurd/Komîteya Swêdê

Stockholm

11.06.2022

Girtina rojnamevan Kadrî Esen şermizar dikin

Ev çend salên dawî, bi îmkanên teknîkî rojnameger û rewşenbîr gelek rastiyên veşartî û rûdanên çewt ên ku li 4 aliyên welatê me Kurdistan li pey hev diqewimin radixînin ber çavan. Bi hişkerekirina bûyeran, êrîşên li himberî Kurdan di raporên navnetewî de jî têne ziman. Loma, girtin û gefên li ser rojnamevan û nivîskarên Kurd li hundir û derveyî welat, bêsekin û bi zêdebûn berdewam dikin.

Li Tirkiyê girtin, îşkencekirin û bergiriya nasname, dîroknasî û kevneşopiyên gelê Kurd gihaye lûtkeya herî bilind. Her çend rojan qefleke bijartî yên Kurd têne girtin, di zindanan de muameleyên hovane têne meşendin; lê dîsa jî nikarin doza Kurdan ya xwedî bingeheke xurt bisekinînin. Bi wateyek din em bi kiryarên wiha re pê dihesin ku bi hişkerebûna rastiyan re “bêhêziya dewletên dagîrker” û ji hêla din jî “bihêzbûna doza Kurd a hemû alî” bi zelalî tên xuyakirin.

Herî dawî yek ji kesê ku hatiye girtin rojnamevanê Kurd û xwediyê rojnameya XWEBÛN rêzdar Kadrî Esen e. Navenda Pena Kurd bi tundî girtin û zilma ku tê meşandin şermizar dike û daxwaz ew e ku di dema herî nêz de ew bê berdan. Weke gelek caran, em dîsa bang dikin ku rayedarên dewleta Tirkiyê li cihê “înkar, girtin û gefên xwe yên dehan salan” hebûna Kurd û Kurdistan bipejirînin da ku dawî bi van kiryarên antîdemokratîk were. Ew ê wiha nikarîbin rastiyên heyî veşêrin.

NAVENDA PENA KURD

2022/04/16

Em êrişên dewleta tirk şermezar dikin

Bi berdewamiya êrişên ne rewa û dagirkeriya Dewleta Tirkiyeyê di navxwe û derve, bi taybet êrîşên ser Rojava û Başûrê Kurdistanê, ku bi dehan car tê de kesên sivîl bûne qurbanî; armanc, qirkirin û neqebûlkirina nasname, hebûn û statûya Kurdan e û ji her awayên êrişên hovane dest ranagire.

Pêla girtin û givaşa li ser nivîskar, rojnamevan û siyasetmedaran ên li Tirkiyeyê jî, tabloya nebûna azadiya raderbirînê bi ronî radixe ber çavan.

Doh, 1’ê Nîsanê, di encama êrişa hewayî ya li nêzî Tirbespiyê ya li Rojava de kesek sivîl hate kuştin û du kes jî birîndar bûn ku yek ji wan helbestvanê navdar ê Kurd Ferhad Merdê ye. Li gor agahiyan, rewşa tenduristiya Ferhad Merdê niha baş e. Ferhad Merdê rêheval, hevkar û yek ji kedkarên wêjeya Kurdî ye û em di vê baweriyê de ne ku hedefgirtina wî ne tesaduf, belkî bi zanebûn bûye.

Em weke Navenda PENa Kurd, van êrişan û êrişa li ser rêheval û hevkarê xwe bi tundî şermezar dikin û radigihînin ku siyaseta tunehesibandin û êrişên bi armanca tunekirina Kurdan bi ser nakeve û em ji civata navneteweyî û aliyên peywendîdar dixwazin ku rê li ber van êrişên hovane bigirin.

Komîteya Birêveber a Navenda PENa Kurd

02.04.2022

Gerek Mamosteyê Zimanê Kurdî Kiyumers Letîfî bê Berdan

Roj sêşemê mamosteyê zimanê kurdî Kiyumers Letîfî yê 41 salî, xelkê Sine ya Rojhiatê Kurdistanê ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Komara Îslamî ya Îranê ve ji ber çalakîya sivîl hate girtin. Kiyumers bêhtir ji 12 salan e li bajarê Sinê mamosteyê zimanê Kurdî ye û di NGO yên weke Mewlewiya Kurd de dersên Kurdî didan.

Yek ji sedemên gef û givaşên li dijî Kiyumers û malbata wî ji ber çalakiyên Ferîd Letîfiyê nivîskar û çalakvanê siyasî ye.

Piştî desteser kirina Kiyumers Letîfî, xwîşka wî ya bi navê Arêzû ji aliyê hêzên ewlekariyê ve rastî gef û lêdanê hatiye û ji wan hatiye xwestin ku bi tu awayî peywendiyê bi endamên malbata xwe yên li derveyî Iranê re nekin.

Wek PENa Kurd, em hertim zordariya Dewleta Îranê ya li ser Kurdan dişopînin û em van hovitiyan şermezar dikin. Û em dibêjin tavilê mamosteyê zimanê kurdî Kiyumers Letîfî gerek bê berdan.

Navenda PENa Kurd   

Komîteya Birêveberiya Giştî

04’ê Adara 2022’yan

Şermezarkirina girtina çalakvan û mamosteyên zimanê kurdî

Mihemed Muradî Nesarî (1990) helbestvan, nivîskar û wergêrê wêjeya kurdî û Berpirsyarê Navenda Çandî û Weşanên Başûr li Îlamayê ye. Heya niha 14 berhemên Mihemed Muradî Nesarî weke helbest, wergerên bi zimanê farsî û kurdî hatine çapkirin. Herwiha Nesarî di çendîn festîvalan de weke niviskarê bijare hatiye hilbijartin. Muradî Nasarî di sala 2018’ê de li Îlamayê Weşanên Başûr ava kiriye ku heya niha nêzî 100 navnîşanên pirtûkan bi zimanê kurdî û di qada wêjeyî de çap kirine û yek ji weşangerên naskirî li Rojhilatê Kurdistanê. Herwiha ev weşanxane her sal diyariyekê li ser navê “Başûr” pêşkêşî kesayetiyên diyarên qada ziman û edebiyata kurdî dike. Di sê salên derbasbûyî de, ev weşanxane hertim rastî zextên hinek saziyên ewlekariyê hatiye, û di sala 2009’an de, îstixbarata Supaya Pasdaran a Îlamê avêtin ser weşanxaneyê û dest bi ser kelûpelên wan de girtin. Herî dawî roja duşemê 7’ê Reşemiyê, hêzên Supaya Pasdarên Îlamê hevdem avêtine ser mala Mihemed Muradî Nasarî li bajarê Îvan û ofîsa weşanxaneya Başûr li Îlamê û dest danîne ser kelûpelên weşanxanê û yên şexsî weke telefona desta û kompîterê. Weke Navenda PENa Kurd êrişên li ser sazî, navend û weşanxaneyan, herwiha girtina çalakvan û mamosteyên zimanê kurdî şermezar dikin û radigihînin berpisyartiya her zext û givaşan li ser Mihemed Muradî Nesarî û nivîskar û helbestvanên kurd dikeve ser navendên peywendîdar ên Iranê.

Li dijî êrişan PENa Kurd bang li raya giştî ya navneteweyî kir

NAVENDA NÛÇEYAN – Têkildarî êrişên dewleta tirk ên li ser Mexmûr, Şengal û Dêrika Hemko PENa Kurd bang bang li raya giştî ya navneteweyî û aliyên peywendîdar kir ku gavên pratîk li dijî êrişan biavêjin.

PENa Kurd a ku têkildarî êrişên dewleta tirk ên li ser Mexmûr, Şengal û Dêrika Hemko daxuyaniya nivîskî da wiha got:”Daxwaza me ji hemû partiyên siyasî yê li “Kurdistana Mezin” jî ew e ku li hemberî xurtirkirina serweriya dewleta dagirkera Tirkiyeyê bi ser qedera gelekî derdora 50 milyonî da bibin yek û xwedî helwesteke hevgirtî. Bila hemû çînên civaka Kurdistanê haydarî rewş tije metirsî ya îro li welatê xwe û herêmê bin ku dîsa hinek alî li gor berjewendiyên xwe yên sedan salên dahatî dîsa qedera me reş nekin.”

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Ji raya giştî ya navnetewî û aliyên peywendîdar re,

Dewleta Tirk di senaryoya dawiyê da, xwest ku li Rojavayê Kurdistanê dîsa destkeftên Kurdan ji dest wan derxînin. Ji aliyekî ve rê û alîkariyê dide êrîşên DAÎŞê, ji aliyê din ve bi balafirên şer bimba bi ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê de dibarîne û di qirkirina Kurdan de berdewam e. Em bang li raya giştî ya navneteweyî û aliyên peywendîdar dikin ku li hember vê gavên pratîk bavêjin û vê hovitiyê rawestînin.

Wek ku tê zanîn 20ê meha derbasbûyî bi mebesta ku hevalên xwe berdin û herêmê dîsa bixin bin destê xwe, DAÎŞê êrîşek bir ser zindana li Hesekê ya ku endamên DAÎŞê tê de bûn û yê di zindanê de jî hin xebatkarên girtîgehê kuştin û hin hêsîr girtin. Bi vî awayî şerekî dijwar di navbera nêzî 5000 DAÎŞî û “Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD)” de dest pê kir û çend rojan dom kir; lê HSD’ê dîsa bi lehengiyek bêhempa kontrol xist destê xwe û nehişt ku êrîş bigihije armanca xwe. Di vê rûdana ku destê Dewleta Tirk li pişta wê heye; 77 xebatkarên girtîgehê, 40 kes ji şervanê Sûriyeya Demokratîk û 4 kesên sivîl bi destê terorîstên DAÎŞê hatin kuştin. Bi tevayî 121 kes feda bûn, bi sedan mal hatin wêrankirin û ziyaneke mezin a aborî jî çêbû. Dewleta Tirk dema ku li Rojava bi ser neket di 01.02.2022 de bi balefirên şer hêrişî Şingal, Dêrik û Mexmûr kir û tevî wêrankirin û şewitandina xwendingeh û saziyên sivîl gelek kesên sivîl jî hatine kuştin û birîndar kirin.

Hebûn û xurtbûna DAÎŞê xetereyek giştî ya mezin li ser asayêşa hemû cihana demokratik in, ev bi bûyerên li paytextên welatên Ewropa û deverên din ên cihanê bi zelalî hate dîtin. Loma hêzên hevpeyman bi HSD’ê re di hundirê hevkariyê de ne, lê wek ku tê dîtin alîkariya ku heye têr nake. Îro hêza ku herî zêde di himberî DAÎŞê de têdikoşe û bedelê giran dide HSD ye, qelshiştina wê, rê li ber gelek windahiyan vedike. Welatên Ewropa, Emerîka û cihana demokratîk jî haydarî van kiryarên hovane û rojane ya li ser erdnigariya Kurdistanê ne û xelitiyên Dewleta Tirkiyê ew bixwe tînin ziman. Dema dewleteke endamê NATOyê bi balefirên şer hêrişî qadên welatên din bikin, bi awayekî teknîkî ne mumkin e ku dewletên têkildar jê agehdar nebin. Li gor zagonên navneteweyî û mafên mirovan jî dewleteke ku xwedî balefirên şer û bombeyên kujer be, nikare û xwedî wê biryarê nîne ku li hemberî gel an jî hêzeke bêçek wan hêzan bi kar bîne. Mexmûr, Dêrik û Şingal bêçek, bêbalefir û îmkanên xweparstinê ne.

Em weke navenda PENa Kurd ji welatên endamê NATOyê, PENa Navnetweyî, saziyên mafên mirovan, Parlamentoya Ewropa, Rêxistina UN û …. hwd daxwaz dikin ku bi rêbazên demokratîk li dijî van kiryarên hovane yên Dewleta Tirk bisekinin, ne di gotinê de di kiryarê da helwesta xwe bidin xuyanîkirin. Em ji we daxwaz dikin ku di serî da qada Rojavayê Kurdistan, Şengal û Başûrê Kurdistanê li ber balefirên şer ên Dewleta Tirk were qedexekirin.

Daxwaza me ji hemû partiyên siyasî yê li “KURDISTANA MEZIN” jî ew e ku li hemberî xurtirkirina serweriya dewleta dagirkera Tirkiyeyê bi ser qedera gelekî derdora 50 milyonî da bibin yek û xwedî helwesteke hevgirtî. Bila hemû çînên civaka Kurdistanê haydarî rewş tije metirsî ya îro li welatê xwe û herêmê bin ku dîsa hinek alî li gor berjewendiyên xwe yên sedan salên dahatî dîsa qedera me reş nekin.

Navenda Pena Kurd

03.02.2022″

Dersa Kurdî Hilbijêrin

Li Tirkiyê di 3yê vê mehê de serlêdanên hilbijartina dersa Kurdî ji bo perwerdeya salên 2022-2023 dest pê kir û 21ê mehê serlêdan wê biqedin. Şagirtên di polên 5, 6, 7 û 8emîn de gerek di vê demê de serlêdanên xwe biqedînin, da ku sala pêşiya me karibin heftê 2 seetan dersa Kurdî bibinin. Her çiqasî ev derfetek hindik be jî, hewce dike em xwedî lê derkevin û ev ji bo sibe bibe bingehek. Loma rayedar bixwazin çi astengîyan derxînin jî, gerek em li ser bisekinin û bigihijin encamê.  

Wek ku em tevde zanin, li Tirkiyê ev sed sal e li hember ziman û çanda Kurdan qirkirinek tê meşandin. Dema ku pir mecbûr dimînin jî, hin gavin biçûk tavêjin lê ew jî li ser kaxezê dimînin, ji ber ku hertim ji bo ew heq jî neyên bikaranîn astengiyan derdixînin.

Di Pêvajoya Çareseriyê de di 2012an de di dibistanan de hilbijartina dersa Kurdî hatibû qebûlkirin û bi dehhezaran şagirt serî lê dabûn. Lê dema siyaset hate guhertin, bergirî û astengî zêde bûn. Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyeyê di sala 2021an de ji bo dersa zimanê Kurdî tenê 3 mamoste wezîfedar kiribûn. Helbûkî bi dehhezaran şagirtên ku dixwazin perwerdeya Kurdî bibînin hene û bi sedan mamosteyên Kurd bê kar in.

Gelek saziyên Kurdan di nav hewldan û bangawaziyê de ne da ku xelkê me ji bo zarokê xwe dersa Kurdî hilbijêrin. Helbet ev ne bes e û heya Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê wê tekoşîna me berdewam bike, lê derfeta herî biçûk jî gerek em bikar bînin. Em wek PENa Kurd bang li gelê xwe dikin û dibêjin; serlêdan vê hefteyê diqede, gerek em dereng neminin û dersa Kurdî hilbijêrin.

Komîteya Birêveber a

Navenda PEN’a Kurd

Jiyanek tije têkoşîn, heya mirinê

PENa Kurd ji ber koça dawî ya helbestvan û sînemagerê Îranî Baktaş Abtîn; ji malbata wî, civaka hunermend û têkoşerên azadiyê re sersaxiyê dixwaze. Bektaş Abtîn, endamê Komeleya Nivîskarên Îranê (Pena Îranê ya li derveyî welêt), hunermendê têkoşer bû ku di dema derbasbûna hukmê xwe de li girtîgeha (Ivîn)a Komara Îslamî ya Îranê bi nexweşiya Covîd 19 ketibû û li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Mirin li pêşiya her mirovî ye, lê bîranîna rewşenbîr û têkoşerên wek Abtîn ên ji bo azadiyê têkoşiyan cawîdan e.

Cihê mamosteyên zimanê zikmakî ne girtîgeh e


Sala borî bi tawanên cur bi cur, mamosteya zimanê zikmakî li Rojhilatê Kurdistanê (Kurdistana di bin destê Îranê de) Zara Mihemedî, ji aliyê desthilatdariya Îranê ve hate desteserkirin û piştre bi danîna rehîneya madî bi awayekî demkî hate azadkirin, dadgeha bajarê Sineyê 10 salên girtîgehê ji bo wê mamosteya zimanê Kurdî diyar kir. Di pêvajoyên gilîkirin û tanlêdana dijî biryara dadgehê, desthilata Îranê çendîn caran tawanên Zarayê guhartin û her carê bi tawanekê daxwaza cezakirina wê kirine. Cara dawî ji ber nerazîbûna li dijî 10 salên girtîgehê, di dadgeha pêdaçûnê ya bajarê Sineyê de cezayê Zarayê bo 5 salan hate kêmkirin. Cardin nerazîbûn hate diyarkirin û dosyeya Zarayê ji bo Dadgeha Bilind a Îranê hate şandin.
Di dîroka 02.12.2022 de bi awayekî fermî ji Zara Mihemediyê re hatiye ragihandin ku cezayê 5 salên girtîgehê li Dîwana Bilind a Dadweriya Îranê hatiye piştrastkirin û pêwîst e Zara di nava 10 rojan de xwe teslîmî girtîgeha jinan a li bajarê Sineyê bike da ku hukmê dadgehê (5 salên girtîgehê) were cîbicîhkirin. Tevî ku çend endamên tîma dadweriyê îmze li ser biryara dadgehê nekirine û li gorî madeya 477an a yasayê dubarekirina dadgehê xwestine ku binpêkirinên yasayî yên biryarê bêne destnîşankirin û cardin pêdaçûn li ser dosyeya Zara Mihemedî bê kirin, ev yek jî hatiye redkirin û biryar ji bo dadgeha cîbicîhkirina cezayan hatiye şandin.

Em weke Navenda PENa Kurd ku parastina zimanê zikmakî yek ji erkên me ye, radigihînin ku cihê mamosteyê zimanê zikmakî ne girtîgeh e, her wiha em radigihînin ku lazim e hemû sazî û navendên nivîskarên cîhanê û parêzerên zimanê zikmakî piştevaniya me bikin da ku bi ragehandina kampaniyayeke navneteweyî em piştevaniya mamoste Zara Mihemediyê bikin.


Komîteya Rêveberiya Giştî
Navenda PENa Kurd
03.01.2022

Daxuyaniya ji bo Areş Gencî

Rejîma Îranê, roja 1ê Mijdara 2021ê bi hinceta ku pirtûkek li ser pêşhatên li Rojavayê Kurdistanê bi navê ’’Kilîla Biçûk a Deriyên Mezin-Şoreşa Rojava(A small key can open large door – The Rojava Revolution)’’ wergerandiye û bi tawanên bêbingeh ên weke “civat û lihevkirin, hewildana li dijî ewlekariya niştimanî, propaganda li dijî rêjîmê û endamtî û hevkariya bi girûpeke dijberî rêjîmê re” Areş Gencî weke bi sedan kesên din ên azad ku nexwest di rêza parêzvanên rewşa heyî de bisekine, xiste zindanê.

Bihîstina nûçeya cezakirina nivîskar an wergerek ji ber wergerandina pirtûkek li ser geşedanên li welatekî din, henekbar û bêwate ye û binpêkirina eşkere ya mafê bingehîn ê azadiya ramanê ye.

Wekhevkirin û bi hevregirêdana nerînên rexnegir û azadiya ramanê bi “tawanên ewlehiyê” xala hevpar û stratejîka sîstemên totalîter e ku nivîskar, çalakvanên siyasî û medenî ji ber ragihandina aştiyane ya nêrînên xwe pê têne tawanbar û cezakirin. Û ev mesele gelek caran li Îranê tê dîtin û roj bi roj jî bileztir dibe.

Weke PENa Kurd em dixwazin bi bîra rayedar û berpirsên dadweriya Îranê bînin ku têkoşîna azadiya derbirînê sînoran nas nake û bi girtin û cezakirina nivîskar, rexnegir û çalakvanan nayê sekinandin. Herwiha ev biryara nedadperwerane ya li dijî Areş Gencî, rasterast bi Peymana Navneteweyî ya Mafên Medenî û Siyasî, ku Îran pêgirê wê ye, nakok e.

Navenda PENa Kurd tevî şermezarkirina cezayê girtîgeha henekbar a Endamê Desteya Rêvebirê Komeleya Nivîskarên Îranê Areş Gencî û çar endamên din ên Komeleya Nivîskarên Îranê, ’’Riza Xandan Mehabadî, Bektaş Abtîn, Keywan Bajan û Gîtî Pûrfazel’’ ku ew jî bi hencetên cuda di girtîgehê de ne, ji rayedarên Îranê dixwaze ku demildest û bê şert û merc ev kes bên berdan.

Navenda PENa Kurd

Rojbûna Eskerê Boyîk

31’ê Tebaxê Rojbûna Şaîr-Nivîskar û pêşekzanê gelê kurd Eskerê Boyik e. Em bi Apê Esker û berhemên wî serfiraz in. Ew yek ji wan kesan e ku asta kurmanciya me ya şîrîn, şîrîntir kiriye. Nivîskar hene ku 24 eyar zêr in, bêguman yek ji wan nivîskaran jî Eskerê Boyik e.

Rojbûna te pîroz be Apê Esker…