Wek ku tê
zanîn, 19’ê Tebaxê 2019’an de hukûmetê Turk qeyûm tayînî şaredariyên bajarên
mezin yê Amed, Wan û Mêrdînê kirin, ku şaredar di hilbijartinên 31’ê Adarê ya
2019’an de bi rêjeyeke bilind hatibûn hilbijartin. Em wek Komîteya Birêveber a
Giştî ya PENa Kurd vê desteserkirina belediyeyan, vê êrîşa li dijî
demokrasiyê, vê derbeya siyasî, li ser nave
Navenda PENa Kurd bi awayekî tund şermezar dikin. Di
heman demê de em, di van rojên dawî de girtina nêzî 500 kesî, girtina nivîskar
û rojnamevanan şermezar dikin.
Binpêkirin û
bêhiqûqî gelekî zêde bûne, li vir tenê em ê çend mînaka bidin. Di roja ku qeyûm
hatin tayînkirin, li 29 bajaran operasyon pêk hatine û bi sedan kes hatine girtin. Di nav van de hevalên me
yê nîvîskar û rojnamevan jî hene. Heman rojê Edîtora Serwîsa Kurdî ya Ajansa
Mezopotamya(MA) Ziyan Karahan, xebatkarê çapemeniya HDP’ê Vedat Dag, xebatkarê
rojnameya Yenî Yaşam’ê Onder Akbûlût û rojnameger Ozgur Ulke hatine girtin û
hîn bernedane. Nivîskar û helbestkar Mehmet Akdogan jî hatibû binçavkirin, lê
piştî çar rojan hat berdan. Hevserokê Med-Derê (Komeleya Lêkolînên Ziman û
Perwerdehiyê) Mehmet Esen hatiye binçavkirin û hîna di bin çavan de ye.
Wek gelek
bajaran, di 20’ê Tebaxê de li Mêrdînê girseya ku xwest tayînkirina qeyûman
şermezar bikin bi êrîşa polisan re rûbirû ma. Di encamê de rojnamegerên ku
çalakî dişopandin; Rojda Aydin, Nûrcan Yalçin, Halîme Parlak, Ahmet Kanbal û
Mehmet Şah Orûç jî hatin binçavkirin.
Ev çend salin
di miqabil Kurdan de êrîş û kirinên gelekî xerab têne meşandin. Ji 2016’an û
vir de jî bi dehan parlementer û serokên belediyeyan yê Kurd hatine girtin û
gelek ji wan hîn di girtîgehê de ne; bi dehan nivîskar û rojnameger hatine
girtin û cezê bi salan mana di hepsê de ji wan re tê xwestin. Qeyûmên ku
2016’an de hatibûn tayînkirin ji destpêkê de nivîs û tabeleyên Kurdî rakiribûn,
qeyûmên ku niha hatine jî, di cih de zimanê Kurdî ji ser malperên belediya
rakirine. Yanî êrîş li hember hebûna Kurdan e. Ev êrîş ne tenê li Kurdên di
hundirê Tirkî de tê kirin, di heman demê de her roj başûrê Kurdistan tê
bimbekirin û insanê sivîl tên kuştin. Ji aliyê din ve gefa dagirkirinê li
Rojavayê Kurdistanê tê kirin, Kurd tên kuştin û ji cih û warên xwe tên
koçberkirin. Pir hişkere ye ku ev tevger li hember Kurdayetiyê ye, armanc
qirkirin û tunekirina milletekî ye. Ev bi tu awayê nayê qebûlkirin. Em wek
rêxistinek navnetewî,Bang li hikûmeta Turk dikin ku ji van kirinên xwe yê
bêhiqûqî vegere, tayînkirina qeyûman betal bike, nivîskar û rojnamegerên ku ji
wezîfeya xwe ya ragihandinê pêve tiştek nekirine di cih de bêne berdan.
Banga me ji
hemû mirovahiyê re ye, milletê Kurd bi kêmanî li dor 45 milyon insan in, di nav
çar dewletan de hatine perçekirin, ev dewlet hemû alîkariya hev dikin û êrîşî
Kurdan dikin. Di gel ewqas berxwedana xwe de hîn Kurd nikarin bi zimanê xwe
perwerdeyê bibînin, ji ber ku di tevgerek biçûk de jî êrîşê mezin bi ser de
tên. Ev eyb ya tevaya dewletên ku alîkariya serdestên Kurda dikin. Em hêvî
dikin her kes rewşê careke din di ber çavan re derbas bike.
Ji aliyê din
ve, em Kurd tevde, gerek em xwedî li xwe û welatê xwe derkevin, em xwe çêtir
birêxistin bikin. Em tekoşînê li hember hovitiyê û zorbatiyê dimeşînin; loma
berxwedana me her cihê serbilindiyê ye. Em xwedî dîrokeke gelekî bi rûmet in,
di tekoşîna li hember DAÎŞ’ê de jî me rûpeleke din ya hêja li dîroka xwe zêde
kiriye. Îro bi berxwedana wan insanê ku dora wan bi agir hatiye pêçan lê serê
xwe danaynin û tekoşîna xwe didomînin em serbilind in. Em niha ji gelek dema
bêhtir bi hêvî ne jî, ji ber ku îro Kurd hin destkeftin bidest xistine û di
heman rojê de li gelek bajaran, li gelek welatan, bi dehhezaran bi yek dengî
dikarin tevbigerin. Di van rojên bi xeter de jî, li hemû derên welêt, li gelek
welatên dinyayê, Kurd li ser piyan in.
Komîteya Birêveberiya Giştî ya Navenda PENa
Kurd
27.08.2019