PÊŞVEBIRINA ZIMANÊ KURDÎ- Rapora PENa Kurd-21.02.2021 Roja Zimanê Dayîkê

Wek PENa Kurd, ji bo 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê ya Navnetewî em karibin raporeke tevayî amade bikin, me xwest em bi kesên xemxur û zanistên civata xwe re bernameyan çêbikin, rewşa zimanê Kurdî bi tevayî derxin holê û ji bo pêşxistina Kurdî pêşniyaran bistînin. Bi vê mebestê li ser zoomê du bername hatin lidarxistin. Agahiyên herdu bername û gotarvanan, di dawiya raporê de cih girtiye. Di bernameyê de, gelek mêvanên ku ji her çar perçeyên Kurdistanê û Kurdên li Ewrûpa û Kafkasya dijîn beşdar bibûn. Piştî axaftina gotarvanan, ji mêvanan heçî xwest, di derbarê mijarê de fikar û pêşniyarên xwe gotin û her civînek li dor sê seetan dom kir. Ev rapor bi sûdwergirtina gotarên bernameyê, pêşniyarên mêvana û hin lêkolînan hatiye amadekirin. Wek ku tê zanîn, mijarên ziman gelek in, di vir de me xwest bi kurtî balê bikişînim ser çend xalên girîng. Em hêvî dikin, ji bo her xalek ji van mijaran, bi pisporên xwe ve civînên cuda bêne çêkirin û plan û bernameyên pêşxistina zimanê Kurdî bi rê ve biçe. Rewşa zimanê Kurdî yê li her çar perçeyên Kurdistan û dîyasporayê, pêşniyarên ji bo pêşxistina Zimanê Kurdî derketin pêş bi kurtasî wiha ne:

MÎRASA HERÎ MEZIN YA KU EM Ê JI ZAROKÊN XWE RE BIHÊLIN “ZIMAN” E.

Rewşa Gelemperî:

Ziman, çand û dîroka milletekî tunebe, welatê wan jî tuneye. Welatê me Kurdistan welatekî pir hêja ye û bi hezarsalan e me di ber de gelek bedel dane; ji bo em xwe û welatê xwe ji destê neyaran rizgar bikin, berî her tiştî hewce ye em xwedî li zimanê xwe derkevin. Zimanê Kurdî zimanê neteweyekî ku nêzî 50 milyonî ye û wek welatê wan zimanê wan jî di bin êrîşê de ye. Ev nêzî sed salî ye bi xeyala ku Kurdî ji holê bê rakirin ji aliyê serdestan ve gelek plan û bername hatin meşandin, lê ji ber ku xwedî bingehek xurt û dewlemend e Kurdî her xwe bi pêş dixîne. Lêkolînên salên dawî dide xuyakirin ku zimanê Kurdî, bingeha zimanê malbata Hindû-Ewrûpî ye. Loma xwedîlêderketina Kurdî ne tenê ji bo Kurdan, ji bo gelek millet û mijaran girîng e.

Ziman ne tenê amûrê têkiliyê ye, tê de dîrok û jiyana hezar salan heye; tê de erdnîgarî, aborî, hez, şer, lehengî, serkeftin, binketin, lorîkê dayîkan, hevaltiya ajalan… heye, bi kinayî ziman jiyana insan bixwe ye. Loma yên ku dixwazin Kurdan tune bikin û erda wan, nirxê wan ji wan bistînin, bi her awayî rê li ber zimanê Kurdî digrin. Bi qasî ku serdest ji ziman ditirsin, ji tu tiştî natirsin; heya bi navê gund û bajaran, navê çiya û çeman diguherin.

Kurd tevde jî hewce ye tê bigihijin ku, hebûna wan û welatê wan û berdewamiya çanda wan, incex bi zimanê wan dikare hebe. Teqez merem û hêvîya her Kurdekî dilsoz ew e ku rê li ber zimanê wan vebe û bi rehetî xwe û çanda xwe bipêş bixînin. Lê hewldanên ku hene têr nake, ji ber ku çar dewlet bi hemû hêz û qeweta xwe di qirkirina Kurdan û Kurdî de dixebitin. Serdest ji bo zimanê xwe bidin qebûlkirin bi hezaran zanîngeh, dibistan û saziyên wan dixebitin. Li hember ewqas dijberiyan, fedekarî û xebatên takekesî ya Kurdan nikare bibe bersiv, hewcedarî bi statu û fermiyetê heye. Loma rojek berî ya din, gerek em tevde berê xwe bidin azadiya xwe û bi gavên biçûk nema qayîl bibin.

Piraya Kurdan tê gihiştiye ku zimanê wan di xetereyê de ye, loma van salên dawî gelek rêxistinên ziman hatine avakirin û ji bo Kurdî bibe zimanê fermî û di dibistanan de perwerdeya bi Kurdî bê meşandin, bêsekin û bi biryar di nav hewldanê de ne. Ji bo ev armanca me pêk bê, wek gelê Kurd, gerek em tevde bihevre bixebitin û hemû derfetan bi kar bînin. Berî her tiştî gerek em zarokê xwe ji vî nirxê bêhempa bêpar nehêlin. Zimanê Kurdî mîrasa herî bêhempa ye ya ku em ji zarokê xwe re bihêlin.

Heya em nebin xwedî statu û zimanê me bi fermî di qanûnan de cig negre, bi demê re em ê her tiştê xwe winda bikin. Ziman çavkaniya aborî ya civakê ye. Heke dema kesek zanîngehê bi Kurdî biqedîne û bibe xwedî kar û meaş, heke dema nivîskarek kitêbê bi Kurdî nivîsî bê firotin, heke bi serbilindî têkiliya xwe bi Kurdî berfireh kir û karibe pê de here, helbet wê wî çaxî zimanê Kurdî bipêş keve û qedirbilind be. Ev tevde jî heta Kurd nebin xwedî dewlet, nebin xwedî statu wê nikaribin pêk bên.

Berxwedana Kurdan her berdewam kiriye, lê îro bi her awayî Kurd di qonaxeke cuda de ne. Bûne xwedî hêzeke berbiçav û bi gelek dewletan re di nav hevkariyê de ne. Kurd di rojeva dinyayê de ne, loma gerek hemû Kurd xwedî li vê derfeta ku ber bi azadiyê ve rê vekiriye xwedî derkevin û destkeftiyên çêbûne biparêzin. Li Rojava di qada şer de, di qada siyasî de tekoşîn heye. Helbet tekoşîn ne tenê di warê eskerî de ye, di vê pêvajoyê de yek ji wezîfeyên herî girîng li ser millê rewşenbîra ye. Amûra me jî ziman û qelema me ye, gerek bi nivîsên xwe, bi têkilî û hewldanên xwe, bi lêkolînên zanistî em jî berxwedana milletê xwe gur bikin û xwe bigihînin riyên pêşketin û hemdemiyê.

Ji ber ku ev sed sal in, ji her çar aliyan ve bi plan û programên şeqsiyeta Kurdan hatiye nizmkirin, dîroka wan hatiye berovajîkirin, Kurd ji heqîqeta xwe dûr xistine. Axaftina Kurdî xistin qalibê gundayetiyê, ceze ji kesê ku bi Kurdî diaxivîn hate birîn, hatin girtin, îşkencekirin û hatin kuştin. Rewşek wisa derket holê ku, ji bo jiyana zarokên wan nekeve xetereyê, Kurd mecbûr man zarokên xwe ji zimanê Kurdî û Kurdayetiyê dûr bixin. Ev jî bi xwe re gelek pirsgirêk anîn. Hewce ye em van xalan tevde li ber çavan bigrin û xebatên xwe li wê gorê bimeşînin.

Ruhê Kurdayetiyê di zimên de ye. Berî her tiştî divê em xwe bigihînin hemû Kurdan û hêjabûna zimanê xwe û dîrok û çanda xwe raxin ber çavan. Îro teknîk gelek derfetan dide me, li ku be bela bibe em karin xwe bigihînin hev. Her di çi mijarê de be bela bibe, em bi zimanê xwe şevbuhêrk û robuhêrk û sohbetên civatî li dar bixin bêgûman ji bo domkirin û pêşxistina ziman gelekî bi fêde ye. Axilbe fêrbûna zarokan ya Kurdî gerek di pêşiya hemû tiştî de be ku sibe jî hebûna xwe dom bike. Em vana dikarin bi rehetî bikin.

Ji bo pêşvebirina zimanê Kurdî bi gelemperî ev pêşniyar hene:

-Ji bo li Tirkiyê Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê, gerek bi dosyayên zanistî tevger û serîlêdan di hundir û di qada navnetewî de bêne berfirehkirin.

-Wek PENa Kurd, gerek em destekê bidin hemû rêxistinên ku ji bo zimanê Kurdî dixebitin.

-Hewcedarî bi rêxistinek wek Heyeta Ziman ya Netewî heye, ji bo bi gelemperî rewşa ziman li her çar perçeyên Kurdistanê û li diyasporayê bişopîne, koordînasyonekê di navbera wan de pêk bîne, li gor pêwîstiyan plan û programa bide amadekirin û wek pêşniyar bigihîne rayedaran.

-Ji bo bandora medîa civakî ya bi zimanê biyanî bê qelskirin, gerek di vê qadê de xebat bêne berfirehkirin.

-Divê PENa Kurd pêşkêşiya xebatê ji bona ku pêşî li ber şerê derûnê bête girtin bike û nirx û buhayê Kurdî di nav gel de bête zanîn.

-Divê em teknolojîyê bi zêdebûn bikar bînin û bi vî hawî rêlibergirtinên serdestan pûç derxin. Îro heya bi zanîngehan em dikarin li ser internetê saz bikin û birêve bibin.

-Ji bo zarokê me bi Kurdiyeke tekkûz û rengîn karibin biaxivin, hewcedarî bi belakirina

kitêbên edebî heye.
-Ji bo pêşketinê gerek mirov ji rexneyan re vekirî be.
-Divê partiyên Kurdan zêdetir girîngiyê bidin ziman.

-Hewce ye di televizyonên Kurdan de bernameyên pêwendîdar bên zêdekirin.

-Gerek em zimanê dîrok û çanda xwe, ji vegotinên çavkaniyên serdestan xelas bikin.

-Divê ji bo zarokan fîlmên karton-anîmasyon bi Kurdî bêne çêkirin/dublajkirin û bi rêya înternetê bêne belavkirin.

-Hewce ye ku kampanyayek bête vekirin ku her Kurdek hingî roj/şev ji zarokên xwe re çîrokên Kurdî, mamik, metelok û hwd bêjin û bixwînin.

-Divê komcivîneke berfireh li ser ziman bête çêkirin û ji hemû perçên Kurdistanê û diyasporayê zimanzan, akademîsyen û nivîskar tevil bibin û ji bûna zimanek yekdest di nivîsê de û di çapameniyê de bête bikaranîn biryarek bête standin.

-Ji bûna zimanekî yekdest bête axaftin, divê televizyonên Kurdan bi hev re bidin û bistînin û di nava têkiliyeke xurt de bin.

REWŞA LI BAKURÊ KURDİSTAN Û TIRKIYÊ:

Li Bakurê Kurdistan û Tirkîyeyê nêzî 25 milyon Kurd hene lê di kar û barên fermî û dezgehên dewletê de bikaranîna Kurdî qedexe ye. Bi propagandaya dewletê ya terorîzekirina Kurdan, Kurdên ku li zikakan bi Kurdî diaxivin jî bi muameleyên neyênî re rûbirû dimînin û hin ji wan têne kuştin. Ji bo Kurdî qaşo hin heq hatine qebûlkirin, lê ji bo ev jî têk herin bergirî hene. Televizyona TRT Kurdî hatiye vekirin, lê bûye cihê belakirina fikrên hukûmetê. Di nav dersê hilbijartinê de, ji bo heftê 2 seetan Kurdî heye, ew jî bi cure cure mahneyan nayê dan; mamoste nayên tayînkirin, ji ber tirsa ku di mekteban de li hember zarokên wan neyartî derkeve, dê û bav ji hilbijartina dersa Kurdî dûr disekinin.

Li zanîngehên Çewligê, Dîcleyê, Mêrdînê, Mûşê, Dêrsîmê û Wanê beşên xebatên Kurdî hene. Zêdeyî 30 weşanxaneyên Kurdan hene, lê weşana kitêbên Kurdî pir kêm in; ji ber ku Kurdî nayê xwendin. Sazîyên ziman, enstîtu û weqif hene. Kurmancî, Kirmanckî û Soranî qurs hene. Lê ji ber rewşa tund ya li ser Kurdan û Kurdî, tu sazî nagihije armanca xwe. Ji bo şaredariyên ku bi hilbijartina ketibûn destê Kurdan qeyyûm hatine tayînkirin. Navên taxên Kurmancî, navên sazîyên bi Kurmancî rakirin yan jî guhertin, wekî sazîyên Cegerxwîn û Aram Tîgran.

Di gel ku perçeya herî mezin ya Kurdistanê ye, rewşa Kurdî ya li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê bêhtir di xetereyê de ye, bandore pişaftinê pir zêde ye. Li Başûr, Rojhilat, Rojava û li diyasporayê li gelek qadan û bi taybetî li malê, piraya Kurdan bi zimanê xwe diaxivin; lê li Bakur, axilbe li bajaran bi gelemperî Kurdî di nav nifşê nû de, ji dê û bavê xwe fêmkirin hebe jî axaftin kêm bûye.

Gel jîyana civakî, karmendî û her qadên din bi Tirkî birêve dibe. Pişaftinê, bi gelemperî bixwebawerîya gel şikandîye. Ev jî pirsgirêkek derûnî ya encama zordariya serdestan e. Ev xalek girîng e ku bi serê xwe xebat û berfirehkirina têkiliya bi gel re dixwaze. Ziman asta çanda neteweya diyar dike. Çand her tiştên ku civakê afirandiye digire nava xwe. Adet, rêzik, wêje, her cureyên hilberînê, avahîsazî perçeyek ji çandê ne. Bêguman zimanê Kurdî zengîn e û Kurd xwediyê çandeka kevnare û dewlemend in. Lê ji ber ku Kurd ji zimanê xwe dûr dikevin, nirxê çanda xwe jî winda dikin.

Kesên di nava civakekê biyanî de bijî, gerek bi têgîhîştin û nêrinê wê civake re lihevhatî be.  Ev rewş ji bo wan kesan nêrîna gelemperî jî diafirîne. Ev kes di vê çarçoveya têgihiştina civakî de li dinyayê dinêrin. Ger kesek zimanekê din gelek baş bizanibe û bixwaze derbasî nava civakeka din bibe, nikare bi hesanî xwe bigîhîne têgîhîştina gelemperî ya wê civaka nû. Têgîhîştina gelemperî ya civakê li pêşiya wan her asteng e. Hinek tevger û têgihîştinên taybet yê civakê hene. Mirov dikare wan wekî “kod“ binav bike. Her kes bi kodên civaka xwe dihizire, di warê ziman û çandê de berfireh dibe û li pêş dikeve. Îca dema Kurd kodê zimanê xwe terk dikin û dixwazin di civatek din de cih bigrin gelek pirsgirêk derdikevin pêşiya wan. Axilbe çandeke ku ne nêzîkî çanda wan be, tê de diteqinin. Wek mînak, ji çanda hezarsalan ya ku Kurd her derdora xwe xwedî kirine, mêvanheziya wan pir bi nav û deng e; herin nav kîjan civatê jî wî tebîetê xwe dom dikin. Fedakarî, merdî, mêranî xesletê wan yê kevn in; di tekoşîna welatê xwe de jî xwedî vî exlaqî ne. Lê dinyaya îro ne bi van dimeşin, loma winda dikin. Ku Kurd van taybetmendiyên xwe bizanibin, wê dengê wan bi xurtayî û bixwebawer derkeve. Ev wê tesîreke mezin li hemû xebatan bikin.

Hizir û têgihiştina civakê li gorî zengîniya peyv û têgihiştina zimanê wan e. Ango, divê ziman bi tenê ne weki amûrek agahdariyê, ji bo tevgera civakî wekî amûrek dîrokî, çandî û polîtik were dîtin. Ziman bingeha têgihîştineke hevbeş ya netewî ye. Perwerde û bikaranîna zimanê bav û kalan polîtîkayek stratejîk e.

Ji bo em xwedî li mîrasa xwe ya hezaran sala derkevin, di gel hemû astengiyan em ê xwedî li zimanê xwe derkevin. Em zanin ku heya jê bê, Dewleta Tirkiyê wê heqê fermîbûn û perwerdehîya Kurdî qebûl neke. Erka me ya pêşî têkbirina vê rewşê ye helbet, lê hewce ye îmkanên ku hene, heqê ku hatine stendin di radeya herî bilind de bêne bikaranîn. Saziyên me yê ziman, enstîtu, TV yê me hene, kovar, rojname, weşanxaneyên me hene, gelek derfetên teknolojîyê hene… Dema em van baş bikar bînin, em ê gelek serkeftinan bidest bixin. Wek mînak, em qursê zimanê Kurdî zêde bikin, medyaya xwe bihêz bikin, em xwedî li berhemên wêjeyî derkevin û xelatdayîna zêde bikin… ev gavên biçûk bin jî, wê qewetê bidine me.

Her roj em bi zarokê xwe re ne û kesek nikare pêşiya axaftina Kurdî ya di mal de bigire. Bi zarotî fêrbûna ziman hêsan e. Divê her ferdekî Kurd bibe xwedî wê têgihiştinê ku, axaftin û xwendina bi Kurdî ya di malê de wezîfeya me ya herî bingehîn e. Dema zarok bi awayekî xwezayî di mal de bi dê û bavê xwe re bi Kurdî biaxafe; stran, video, lorîk, zûgotinok û mamikan bibihîze, ew ê jê re bibe bingeheke xurt ji bo jiyana wan tevde û wê her xwedî lê derkeve. Bi hevokê herî basît be jî, axaftin û stendina sîstema ziman ya bingehîn pir girîng e. Her çiqasî kêm bin jî, gelek xebatên ku bi kêrî zarokan bên, wek çîrokên bi deng, wek videoyên strana li ber destan hene ku herkes dikare sûdê ji wan werbigre. Di têkiliya nav mezinan de jî, gerek mirov rehetiyê bîne; zimanê ku em diaxivin bila kêmanî jî, hin gotinên  biyanî jî tê de hebe xem nake. Ku em bibin xwedî xalên bingehîn, dema derfet çêbibin em karin xwe bipêş bixin.

Wekî din, li pêşiya me hin xebatên girîng yê di rojevê de hene. Wek mînak, Platforma Zimanê Kurdî û Tora Ziman û Çanda Kurdî ji bo Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê, dest bi kampanya îmzeyan kirine, em destekê didin wan û bi her awayî em ê bibin alîkar. Enstîtuyên Kurdî, Hezkurd, Komeleya Wêjekarên Kurd, Komeleya Nivîskarên Mezra Botan herkes ji aliyekî de di nav xebatan de ne. Wek PENa Kurd, em karibin qeweta van saziya bigihînin hev û têkiliyan berfireh bikin, wê encamên baştir derkevin holê.

Ji bo Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê gerek em têkiliya navnetewî berfireh bikin.Taktîka Dewleta Tirkiyê pir zelal bûye ku, xwe gavekê bi pêş de tavêje dide xuyakirin û piştî demeke kin çend gava bi paş de diavêje; bi vî hawayî demê qezenc dike û tesîra asîmîlasyona ku bêsekin dom dike, me li ber xwe dibe. Divê em bes bên vê lîstikê û em di qada navnetewî de jî gavên berbiçav û bi biryar bavêjin. Bêyî statuya siyasî, ziman jî rizgar nabe. Ji vê re hewcedarî bi dosyak zanistî û têkiliyên bi saziyên pêwendîdar yê navnetewî heye. Ji bo mînak, em ê bi kurtasî li ser çend mijarên ku binpêkirinên heqê Kurdan didin xuyakirin û gerek di dosya de cih bigrin bisekinin:

Di gelek belgeyan de tê îspatkirin ku di avakirina Tirkiyê de, Kurd û Tirk du eslî ûnsûr hatine qebûlkirin û li ser wê bingehê Kurdan alîkarî bi Tirkan re kirine. Di gelek belgeyên wê demê de çendîn car hatine îfadekirin ku tu yek ji wan nikare neheqiyê li aliyê din bike. Lê gelek ji van belgeyan hatin veşartin, yan bi guhertin dane çapkirin û bi dehsalan ev rastî hatin veşartin. Ev belgeyên ku li jêr em ê bi çend hevoka behs bikin, di dosya de bi berfirehî wê cih bistînin.

Yek ji van belgeyan encamnameya Kongreya Erziromê(Temmûz û Tebax/1919) ye. Di Protokolên Amasyaye de jî mafên Kurdan pir zelal hatine diyarkirin. Biryarên di navbera Hikûmeta Osmanî û Heyet-î Temsîlîye de, yê li Amasya di 22.10.1919’an de hatin stendin wek “Protokolên Amasyayê” tên zanîn. Di protokola diduyan de tê gotin ku, “Sînorên Dewleta Osmanî yên ku hatine pejirandin ew erdên ku Tirk û Kurd li wan bi cih bûne digire nav xwe… ji bo bi awayekî serbest pêşketina Kurdan bê temînkirin û bibin xwediyê destûra mafên nîjadî û civakî û bikevin rewacê û ji bo ku rê li ber tovên nîfaqê yên biyaniyan bê girtin, ku ew di bin navê serbixwebûna Kurdan de vê yekê dikin, minasib hat dîtin ku ev yek ji niha ve ji aliyê Kurdan ve jî bê zanîn.”

Di Konferansa Aştiyê ya Sewrê de jî heqê Kurdan hatibû pejirandin, lê ji ber ku dihat xwestin Kurdistan bê perçekirin û her perçeyekî di bin hukmê dewletin cuda de bimîne, Kurdan qebûl nekirin û bihevrebûna xwe ya bi Osmaniyan re ya ku wekheviyek dipejirand domandin. Li gor Peymana Sewrê ku Dewleta Osmanî qebûl kiribû, sê behrê erda îro derî sînorên Tirkiye dima, ne bi alîkariya Kurdan ba Dewleta Tirkiyê nikarîbû bi şeklê niha bihata damezirandin. Padîşah bi zanebûn, ji bo desteka Kurdan bistîne M. Kemal şand bajarên Kurdan û kongre hatin lidarxistin, meclisek nû hate avakirin ku gelek Kurd di wan de hebûn. Nufûsa Kurdan jî ji ya Tirkan zêdetir bû. Lê ka îro rewş çawa ye, dema em bidin ber hev em ê bêhtir windahiyê xwe bibînin.

Meclîsa Mebûsan a Osmanî ya dawî ku bi hilbijartinên nû hatibû ser kar, di civîna 28’ê Çileya 1920’an de rîayetkirina li Mîsaqî Millî (Peymana Millî) pesend û qebûl kir. Di Meclîsê de gelek mebûsên Kurd hebûn û daxwazên xakê yên ku di Mîsaqê Milî de tên diyarkirin, herêmên Kurd û Tirkan digirt nav xwe; yanî dewletek hevpar ya Kurd û Tirkan dihat damezirandin.

Hewce ye bi zêdebûn em li ser Makeqanûna 1921’ê bisekinin, ji ber ku Kurdan ew qebûl kiribûn û tê de otonomiya wan hebû. Qanûna Esasî ya 1921’ê destûra yekemîn ya Tirkîyê ye û cih dide xweserîya herêmî, yanî otonomîyê. Ji heyama Dewleta Osmanî û heya niha qanûna herî demokratîk ev e. Ji mebûsên ku li bajaran hatibûn hilbijartin, di 1920’an de li Enqereyê “Meclisa Mezin ya Millet” ava kiribûn û mebûsên Kurdan jî wek mebûsên Kurdistan dihatin binavkirin. Meclîsa nû, ji bo kar û barê dewleta nû “Qanûna Teşkilata Esasîye” îlan kir û 20’ê Çileya 1921’ê ket merîyetê. Dewleta nû ji bedêla navê “Dewleta Osmanî” “Tirkîye” bikar aniye, lê di tu xalan de “Tirkitî” nexistiye pêşiya neteweyên din. Benda yekem wiha dibêje;

“Hakimîyet bê qeyd û şert ya millet e. Bingeha esasî ya kargerîyê ew e ku, xelk qedera xwe bixwe û bilfîîl tayîn bike.”

10’ê Sibata 1922’yan de jî bi pêşnûmaya qanûnekê di meclisê de otonomiya Kurdan hate qebûlkirin. M. Kemal di axaftina xwe ya bi rojnamevanan re ya roja 16.01.1923 li İzmîtê jî otonomiya Kurdan aniye ziman.

Di meclisê de parastina vilayeta Mûsil xwesteka sereke ye û li ser gelek gengeşe hatine kirin. Lê li Lozanê dema Mûstafa Kemal dît ku Ingilîz Mûsil ji dest xwe bernadin, her tişt hate guhertin û bêyî îrada Meclisa ku dewleta nû ava kiribû, riyek din da ber dewleta nû. Ji ber ku meclîsa ewil terkkirina Mûsil ya di Peymana Lozanê de qebûl nedikir, M. Kemal meclis belav kir û meclîsek nû li gorî xwe saz kir. Bi vê meclisa ku mebûs tevde bi raya M. Kemal hatin hilbijartin û çi bigota bi ya wî dikirin, Peymana Lozan hat îmzekirin. Loma Peymana Lozan ne derbasdar e. Di dosya de gerek em bi berfirehî li ser vê xalê bisekinin û gengeşeyên Meclisa Damezrîner bi belgeyan raxin ber çavan.

Windakirina Mûsil ne bes bû, Kurd negihan heqê herî biçûk yê ku di Peymana Lozan de jî derbas dibû. Gerek em li ser xalên Peymana Lozan yê di derbarê mafên ziman û çandê de jî bisekinin.

Xeletiya herî mezin, derxistina destûra 1924’an bû ku dewlet, ziman û her tişt bi Tirkitiyê ve girê dida û Kurdayetî/Kurdî dihat înkarkirin. Piştî vê qanûnê, ewqas keda Kurdan, sozê hatibûn dan û peymanên ku hatibûn çêkirin, tev hatin binpêkirin û ev sed sal in zordarî û qirkirina Kurdan dom dike.

Di dosya me de, em ê cih bidin peymanên navnetewî yê mafê mirovan, mafên zarokan yê ku perwerdehiya bi zimanê zikmakî wek heqek rewa tê qebûlkirin. Em ê têkiliya xwe bi zêdebûn bi Saziya Neteweyên Yekbûyî re bipêş xînin. Ji ber ku di destûrê wan de tê qebûlkirin ku heqê her milletî heye ku xwe bi xwe birêve bibe.

Ji ber ku heqê Kurdan di van belgeyan de, di van peymanan de eşkere ye, hewce ye em van û mijarên din tevda bi zanistî di dosyayekê de bicih bikin û bi raya giştî ya navnetewî re parve bikin. Heya niha xelkê me ji bo heqê xwe bistînin gelek xwepêşandanên girseyî pêk anîne, lê ev ne bes in; hewce ye bi rayedarên xwedî biryar re, li ser maseyan jî em karibin bi zanistî ji bo heqê xwe tekoşînê bikin.

Ji ber ku zimanê me di rewşeke nebaş de ye, ji bo em nema demê winda bikin gerek em destê xwe ji Dewleta Tirkiyê bişon û giraniyê bidin têkiliya navnetewî. Yan na, bi windakirina demê, lehîya asîmîlasyonê wê Kurdan tevda bide ber xwe.

LI ROJHILATÊ KURDISTAN(LI ÎRANÊ):

Li Rojhilatê Kurdistan/Îranê li ser zimanê Kurdî zor û zext heye û hîn nebûye zimanê xwendinê, pergaleka perwerdehiyê ya Kurdî nîne. Hinek xebat li wê derê têne kirin, weke mînak; hin pirtûk û kovar têne belavkirin. Lê hertim nivîskar û rojnamevan têne girtin, dikevin bin îşkenceyan û di hepsa de dimînin. Li Zanîngeha Sinê beşa Kurdî heye lê belê tu xebatên ji dil nayên kirin û beş sembolîk e.

Gelek kes xwe bixwe yan jî bi alikariya derdorê xwe fêrî xwendin û nivîsandina Kurdî dibin. Li Rojhilat, ziman parastina nasnameyê ye; jiyan piranî bi Kurdî ye, di nava gel de hêj baş tê axaftin. Lê belê Farisî hêdî hêdî di nava hinek qismên gel de serdest dibe û gel terka Kurdî dike. Di zaravayê Soranî de extûbar bi Latînî tê kirin û eleqeyek mezin jê re heye. Li Xorasanê, li gel ku 2-3 milyon Kurd hene, li wir jî perwerdehiya bi Kurdî nîne. Di nava gel de jî Farisî serdest e.

Kurd dikarin bi riya zimanî yekitiya xwe çêkin. Divê Kurd rûnin li ser xalên hevpar yê zimanê xwe biaxivin û yekitiya xwe jî li ser bingehê zimanî çêbikin. Heger pergalek çênebe xebat û ziman jî pêşve naçe. Divê pergala edebî bête afirandin. Torên civakî ji bo ziman hene lê têrê nake. Divê rewşenbîr yekdenk bin û li gor pergalekê raporekê amade bikin û bi riya çapameniyê jî li ser vê bi berfirehî bête axaftin. Divê pergalek ya perwerdehiyê ya netewî bête avakirin, kanalekî TV bi navê ziman bête danîn.

LI BAŞÛRÊ KURDISTAN(LI IRAQÊ):

Li Başûrê Kurdistan desthilatî di destê Kurdan de ye, di nav gel de axaftin tev bi Kurdî ye. Di dibistanan de xwendin û nivîsandin bi Kurdî ye. Lê di asta zanîngehê de qelsiyek heye, li hin zanîngehan Erebî û Ingilîzî serdest in. Ji bo pêşvebirina zimanê Kurdî derfetek zêrîn li Başûr heye, lê mixabin li wir jî kêmanî û xelitiyê me hene. Programek netewî ya perwerdehiyê li herêmê nîne. Em ne li dij fêrbûna Ingilîzî û Erebî ne, lê ji ber ku zimanê Kurdî di qonaxeke girîng re derbas dibe, hewcedarî bi qedirdayîna Kurdî heye. Hîn di mehkemeyên Herêma Kurdistanê de dokuman bi Erebî ne, ev jî kêmaniyek e. Li tevaya Iraqê jî Kurdî zimanê duyemîn hatiye qebûlkirin. Ev tev destkeftiyên hêja ne, hewce ye baş bêne bikaranîn.

Divê însîyatîfeke netewî hebe ku li ser ziman bixebite. Bi vê ji hestên netewî pêş bikeve. Ji ber ku li Başûr desthilatdarî di destê Kurdan de ye, xebatên berfireh dikare li vir bêne meşandin; enstîtu, akademî dikarin bêne xurtkirin û ji bo ziman ji hemû Kurdan re bibin alîkar. Gelek xebatên hêja hatine kirin, lê têrê nake. Hîn li Başûr bi du zaravayên cuda perwerdehî tê meşandin û yekîtî pêk nehatiye, di vî warî de hewcedarî bi xebatan hene. Ji bo bi xebatên Bakûr re jî hevgirêdanek çêbibe û ji hev sûdê werbigirin, gerek li Başûr xwendin û nivîsandina bi tîpên Latînî bipêş keve, wergerê hemû xebatên Kurdî bêne kirin. Başûr, ji her çar perçeyên din bêhtir xwedî heq û nêzîkî azadiyê ye; ev jî ji hemû Kurdan re serbilindayî ye. Ji bo heqê ku bidest ketine bêne parastin û pêşketin çêbibe, hewce ye hemû Kurd xwe berpirsyar bibînin. Dema saziyek netewî ya ziman hebe, dikare bi plan û bernameyên zanistî ji bo van xebatan bibin alîkar.

LI ROJAVAYÊ KURDISTANÊ(LI SURIYEYÊ):

Li Rojavayê Kurdistanê ev nêzî sed salî ye, bi fedakariyên şeqsî xebatên hêja yê Kurdî çêbûne. Hîn ji salên 1930’î ve, bi saya xebatên Mîr Celadet Bedirxan û dora wî ya kovara Hawarê bingehehek xurt ji bo hemû Kurdan hatiye danîn. Hewldanên xebat û avakirina sazîyên taybet ji bo parastin û bipêşdebirina zimanê Kurdî her berdewam kirine, lê ji ber zext û fişarên rejîma Sûrîyeyê derfet çênedibûn ku sazî bêne avakirin.

Di sala 2007’an de hin rewşenbîr û zimanhez biryara avakirina Saziya Zimanê Kurdî(SZK) ragihandin, lê dîsa jî xebat veşartî dihatin kirin. Bi berxwedanên takekesî, di warê çand, dîrok û edebiyata Kurdî de, xebatên perwerdeya bi zimanê Kurdî di malan de, bi awayekî veşartî dihatin kirin. Li taxan komên piçûk ava bûn û fêrî xwendin û nivîsîna zaravayê kurmancî bûn, ji bo fêrkirinê hin pirtûkên wekî hînkeran jî hatin amadekirin.

Sala 2011’an ji ber ku li tevahîya Sûrîyeyê şer û şoreşê dest pê kir, ev ji bo Sazîya Zimanê Kurdî bû derfetek ku di tevahî bajarên Kurdan de navendên xwe veke, di heman demê de li paytexta Sûrîyeyê û bajarê Helebê û Reqayê jî navendên SZKyê hatin vekirin. Êdî bi dirûşma “Zarokên xwe bi zimanê dagirkeran nelorînin.” perwerdeya zimanê Kurdî hema bibêje li tevahî tax û kolanên Rojavayê belav bû, pê re jî li bajarên Sûrîyeyê yên ku Kurdan koçî wan kiriye. Wekî gava pêşîn mamosteyên zimanê Kurdî hatin amadekirin, paşê dema ku derfet peyda bûn, yekser hin dibistanên taybet ji bo fêrkirina Kurdî vebûn. Hejmara dibistan û mamostayan zêde bû, lewra SZKyê bi piştgirîya Birêveberîya Xweser ya ku niha Rojava bi rê ve dibe, biryara derbasbûna dibistanên fermî da, yên li herêmên Kurdan ku Dewleta Sûrîyeyê tê de bû. Çar salên destpêkê Kurmancî di dibistanan de wekî hînbûna destpêka fêrbûna zimanekî bû, lê piştre meteryalên perwerdeyê ji bo zarokên Kurd bi tevahî bi Kurdî hatin amadekirin.

Wekî gava destpêkê SZKyê barê hînkirina Kurdî girt ser milên xwe, lê piştre sazî û dezgehên taybet bi perwerdekirinê ji bo dibistanan hatin amadekirin û kar û barên perwerde û hînkirinê bi rê ve birin. Loma careke din SZKyê berê xwe da şopa ku ji bo wê hatibû avakirin; navendeka taybet ji bo sazîya zimanê Kurdî di sala 2019’an de hat amadekirin. Navend li bajarê Qamişloyê ye, komîteyên girêdayî navendê li bajarên din jî hene. Niha xebatên SZKyê tev bi rêya vê navendê tên kirin. 

Armanc ji vekirina vê navendê ew e ku bi rê û rêbazên mîna komkirin, berhevkirin, lêkolîn û lêgerînên zanistî û akademîk xwe bigihîne reh û rîşên ziman û wêjeya Kurdî. Ji bin pest û pêkûtiya di bin zimanên dagirkeran de mayî derxe; ji qalibên zimanên din paqij bike. Ji bo pêkanîna vê yekê jî erk û berpirsyarîyên SZKyê yên bingehîn ew in ku xwe bigihînin her kes, sazî û dezgehên ku bi ziman û wêjeya Kurdî ve mijûl dibin. Wan li dora dirûşma “Zimanê Me Nasname û Hebûna Me ye” bîne cem hev û bi vê yekê cih û lêvegera zimanê Kurdî ava bike.

Li gor daneyên îsal, li hemû navçeyên Rêveberiya Xweser ên Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê, 4 hezar û 407 dibistan hene. Derdora 900 hezar xwendekar û bêhtirî 39 hezarî jî mamoste hene. Li gorî zanyariyên Desteya Perwerdeyê ya Rêveberiya Xweser, li tevaya dibistanên parêzgeha Hesekê 2 hezar û 423 dibistan hene. Li herdu bajarên Hesekê û Qamişlo, tenê 22 dibistan di destê perwerdeya ser bi Hikûmeta Sûriyê de ne. 2 hezar û 225 dibistan li parêzgeha Hesekê, di destê Rêveberiya Xweser de ne.

Hejmara xwendekaran li dibistanên Herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê, gihiştiye bêhtirî 230 hezar xwendekarî.  Ji bo wan 20 hezar mamoste hene.  Xwendin ji pola yekem a seretayî heta pola 12’emîn a wêjeyî û zanistî ya lîseyê ye. Bi wê yekê hemû materyalên xwendinê di hersê qonaxên seretayî, amadeyî û lîseyê de programa xwendinê ya Rêveberiya Xweser in, Zimanê Kurdî zimanê sereke ye, herwiha zimanên pêkhateyên Ereb û Kiristiyanan jî têne xwendin.  Zanîngeha Rojava û Zanîngeha Kobanê hene, ji bo berfirehkirin û xebatê zêdetir yê zanîngehan hewldanên bêsekin hene.

Ji ber êrîşa Artêşa Tirkiyê çekdaran li Girê Spî û Serê Kaniyê, bêhtirî 9 hezar xwendekar ji xwendinê bê par man. Li Herêma Efrînê 311 dibistan hebûn, ji wan 261 ên seretayî, 38 hezar xwendekar hebûn, û 50 dibistanên amadeyî û lîseyê lê hebûn, hejmara xwendekarên wan jî 8 hezar xwendekar bûn, bi zimanên Kurdî û Erebî dixwendin. Lê mixabin îro di bin dagirkeriya Tirkiyê de ye û xwendina bi Kurdî, dibistan û Zanîngeha Efrîn jî hatiye betalkirin.

Di gel êşa Efrînê, ev daneyên li Rojava hêvî û dilxweşiyê dide hemû Kurdan. Li Rojava di gelek waran de rewşeke ber bi azadiyê ve heye, dibistan û zanîngehên bi Kurdî birêve birin. Hemû Kurd gerek bibin destek û alîkar, ji bo xwe bipêş bixînin. Axilbe hewcedarî bi xebatên zanistî hene.

REWŞA ZIMANÊ KURDÎ LI CEM KURDÊN DIYASPORAYÊ:

Kurdên Kafkasya û Asya Navîn

Ji heyama Çarîtîyê ve xebatên pir hêja yê Kurdolojiyê li Rûsya û dûra jî li Yekitiya Sovyetan hene. Li Zanîngeha Moscowayê beşa Kurdî heye. Bi avabûna Yekitiya Komarên Sovyeta Berê, di salên 1920’an de gelek derfet û destkeftiyên mezin ji bo neteweyên kêmjimar, bi taybetî ji bo Kurdan peyda dibin. Beşek ji Kurdan, li Ermenistanê di tevahiya dîroka Kurdan de roleke mezin lîstin. Bi alîkarî û piştgiriya Dewleta Ermenistanê, Kurd bûn xwedî alfabeyê; ev jî bû sedema pêşxistina zimanê zikmakî û herwiha parastina dîrok, çîrok, zargotin, stran, destan, wêje û hwd. Kurmancîaxêvên Sovyeta berê ya Ermenistanê devoka xwe ya devkî ne tenê ji tunebûnê parastin, herwiha Kurmanciyeke pêşketî û standard jî bidest xistin.

Salên 1921–1937’an, ji bo pêşveçûna çanda Kurdî û pêşketina rewşenbîriyê, mirov dikare wek demek girîng binirxîne. Li hikûmeta Sovyetan ya Azerbaycanê de, di destpêka sala 1921’ê de hinek reform ji bo Kurdan hatin kirin ku jiyana Kurdan baştir bike. Li bajarên LaçînQûbadlîKelbajarZengilî herêmeke otonom ya bi navê “Kurdistana Sor” hat avakirin. Di dibistanan de perwerdehiya zimanê zikmakî hebû, pirtûk û rojname bi zimanên Kurdî hatin weşandin, dibistana mamostetiyê ya Kurdî vebû. Radyoyeke Kurdî hate avakirin, film hatin kişandin. Li Ermenistanê dibistanên Kurdî û saziyên çapemenî û weşanê hatin damezirandin. Şanoya neteweyî ya Kurdî hebû.

Lê Tirkiyeyê nedixwast Kurd li tu dewletan bibin xwedî statû û ziman û çanda xwe bipêş bixînin, da ku tesîrê li Bakurê Kurdistan jî nekin. Bi bandora Tirkiyê otonomiya Kurdistana Sor, di 1930’î de hat betalkirin û gelek destkeftiyên Kurdan ji dest çûn.

Di heyama Stalîn de, di sala 1938’an de hejmareke mezin ya Kurdên Qefqasyayê ji aliyê Sovyetan sergumî komarên Asyaya Navîn û Kazakistanê kirin. Gelek ji wan bi mehan di riyan û halên ne xweş de man, hinan jiyana xwe ji dest dan. Yê mayî her çiqasî di halekî pir zehmet de jiyana xwe dimeşandin jî Kurdayetiya xwe û zimanê xwe parastin. Di gel ku perwerdehî bi zimanê xwe nabînin, heya vê demê jî piraya wan di malên xwe de bi Kurdî diaxivin, di kar û xebatên Kurdewarî de cih digrin.

Dema hilweşîna Yekîtiya Sovyetê jî, heqên Kurdên Sovyetê hatin paşguhkirin, ne tenê ji mafê xwe yê xwebixwe birêvebirinê, ji jîyîna li ser axa xwe jî bêpar man. Beriya dagirkirina Kurdistana Sor ji hêla Ermeniyan ve di 1992-1993 de, Kurd bi giranî li navçeyên Kelbajar, Lachin, Gubadli, Zangilan(deverên herêma Kurdistana Sor a berê), Cebraîl, Fuzûlî, Xanlar, Xûdat, Tartar, Barda, Axdam, li bajarên Baku, Ganja, Sumgait, Şûşa, û li gelek wargehên din dijiyan. Lê piştî dagirkirinê, bi hewldanên guhertina demografiyê, bi koçberî û surgunan bi dehhezaran Kurd cih û warên xwe terikandin û li gelek welatan bela bûn. Tê bawerkirin ku derdora 500,000 Kurd niha li Azerbaycanê dijîn, lê perwerdeya bi zimanê Kurdî tuneye û piraya wan hatine asîmîlekirin.

Li Ermenîstanê 21 gundên Kurdan hene û di wan gundan de zarokên Kurd heyanî pola 12’an dersên zimanê Kurdî hîn dibin. Li gundên Kurdan, Kurdî tê axaftin. Lê cihên Kurd lê kêm bin bi zimanê Ermenîkî tê axaftin. Di Ermenîstana Sovyetê de beşa Kurdnasîyê ya serbixwe hebûye, lê piştî hilweşîna Sovyetê ew hate girtin. Niha li Fakulteya Rojhelatnasîyê ya zanîngeha Rewanê/Êrîvanê de zimanê Kurdî wek ders tê derbaskirin. Dewlet ji bo material û tiştên perwerdehiyê piştgiriyê dide.

Yekitiya Sovyetan sala 1944’an de jî, Kurdên Gurcistanê sirgûnî komarên Asyaya Navîn kirin. Kurdên ku di Hevpeymaniya Dewletên Serbixwe ya îroyîn de, ya berê Sovyetî dijîn, bi qasî % 2’ê gelê Kurd in û beşa herî girîng a dîasporaya Kurd pêk tînin. Îro, Kurdên Sovyeta berê li zêdeyî hezar gund, bajarok û bajaran li ser erdek fireh dijîn. Di dibistanan de zimanê Kurdî derbas nabin. Bi tevahî, hejmarên texmînî yên Kurdên li Asyaya Navîn dijîn bi vî awayî ne:

Li Kazakistan hejmara Kurdan nêzîkî 50’î hezarî ye. Li gorî Kurdan, hejmara wan nezîkî 100 hezarî ye. Piranî li gundan dijîn. Nêzîkî 10 gundan de heftê carekê, nezîkî saetek dersa zimanê Kurdî tê dayîn. Ji sala 2020’an li bajarê Almatayê dibistana yekşemî hatiye vekirin. Li Kazakîstanê dewlet piştgiriyê nade perwerdeya bi Kurdî. Pirsgirêka kadroya mamosteyên zimanê Kurdî heye.

Li Kirgizîstanê, hejmara Kurdan li dora 30,000 tête texmîn kirin, her çend ku li gorî serjimêriya 2009’an de hejmara kesên wekî xwe qeydkirî ne, ji 13,171’an zêdetir bû. Li vir dersên zimanê Kurdî derbas nabin.

Li Turkmenistanê derdora 50,000 Kurd hene. Hebûna Kurdan li Turkmenistanê digihe çend sedsalan berê. Kurdên Tirkmenistanê, ku jimara wan digihişt 300 hezarî, hema bi tevahî hatin asîmîlekirin, zimanê Kurdî di dibistanan de derbas nabin. Li Ozbekistan derdora 10,000 û li Tacikistan jî derdora 3,000 Kurd hene. Ji bo ji hin heqqa sûd werbigrin, hin Kurd di qeydiyan de xwe wek Kurd nedane xuyakirin, loma hijmarên tekkûz di destan de tunene.

Ji bo Kurdên Kafkasya jî, têkilîdanîn û alîkariya berhemên Kurdî ji bo pêşxistina ziman wê pir bibe alîkar. Xebatên Kurdewarî yê li wir jî, gerek ji aliyê hemû Kurdan ve bêne şopandin û bêne destekkirin.

Li Awrûpa

Dema behsa rewşa zimanê Kurdî ya diyasporayê tê kirin sê ekol derdikevin pêş. Ekola Sovyeta kevin, ekola Swedê û ekola Almanya. Dema em behsa destpêka waneyên fermî bi zimanê Kurdî û nivîsandina bi Kurdî dikin, bêgûman berî hertiştî rol û bandora “Ekola Sovyeta Kevin” derdikeve pêş. Ev mijar li jor hatiye bicihkirin.

“Ekola Swêdê” di perwerdeya zimanê Kurdî de, li Awrûpayê ji destpêka salên 1970’yan heta îro rolek girîng list û hîna jî dilîze. Ev ekol bi xebatên xwe him li welatên Avrûpa û him jî li Kurdistanê di beşa perwerdeya bi Kurdî de bandorek girîng hiştiye. Li vir bi kurtayî em ê li ser vê ekolê bisekinin û hin agahdariyên înformatif bidin.

Kurtekronolojiya perwerdeya zimanê Kurdî li Swedê

Di salên 1975’an de parlamentoya Swedê “Reforma Zimanê Dayikê” pejirand û di sala xwendinê ya 1976/77an de bi cih hat. Li gora vê reformê malbatên ku di mala xwe de bi zarokên xwe re ne bi Swêdî, bi zimanek din diaxivîn; qanûnê ji zarokên wan re rê vekir êdî bi zimanê xwe, bi awayek fermi di xwendegahan de perwerdeyê bistînin. Di sala 1976’an de cara pêşî mamoste Reşo Zîlan li bajarê Upsalayê dest bi mamostetiyê dike û ders dide şagirtên ji polên 1-9’an. Ji 1976’an û heta îro jî li Swedê perwerdeya bi zimanê Kurdî heye û hejmara şagirtan her ku çûye pirtir bûye. Wekî mînak, hijmara şagirtên perwerdeya Kurdî di sala 1996/97’an de dibe 3129 û di sala 2019’an de digihê 8672’an.

Di sala 1984’an de li bajarê Tenstayê cara pêşî pêşdibistana Kurdî vebû. Hêjayî gotinêye ku di sala 1985’an de konsolosê Tirkiyê ev bi awayek fermî protesto kir. Gerek em balê bikşînin ser, li ku derê dibe bela bibe, dema derfetên herî biçûk jî ji Kurdan re peyda dibin, Tirkiye  astengîyan derdixe.

Dîsa di sala 1984’an de li Zanîngeha Stockholmê beşa mamostetiya Kurdî vebû û heta sala 1991’ê dom kir. Xwendina vê beşê 2 sal bûn. Li gora îstatîstîkên ku mamoste Haydar Dijle (di LeMonda Kurdî, hej.57, 2020 de) dide, di sala xwendinê ya 2018/19an de, li Swedê di polên 1-9’an de 15.629 zarok û ciwanên Kurd hene û ji wan 8672 şagird beşdarî perwerdeya Kurdî dibin. Herweha li gora statîstîkên di destê me de hene, 200 -250 mamoste dersên Kurdî didin.

Li Swedê rewşa pirtûkên dersên Kurdî

Di bavbera salên 1975-1985’an de li Swedê, pirtûkên ku meriv bêje pirtûkên Kurdî yên dersê ne, tune ne. Di sala 1985’an de yekem pirtûka Kurdî ya Kurmancî “Em Bixwînin” ji aliyê Enstituya Dewletê ya ji bo Materyalên Hîndekariyê derçû û dûra jî “Em Binivîsin” derdiçe. Pirtûka yekem ya lîseyê jî bi navê “Dergûşa Nasnameyê” di sala 2003’an de derdikeve.

Di navbera salên 1980-81’an de kovarên zarokan bi navê KULÎLK, HÊLÎN û HÊVÎ bi alîkariya Dewleta Swedê ji aliyê komelên Kurdan ve derdikevin. Herweha gelek pirtûkên zarokan jî, di sala 1982’an de ji zimanê Swedî bo Kurdî hatine wergerandin.

Li Zanîngeha Upsala Kursiyê Kurdî heye. Wergervaniya profesyonel li vir pêş dikeve. Ji bo zarokekê be ji mafê perwerdehiya zikmakî mecbûriye. Ji bilî perwerdeya Kurdî ya fermî di dibistanan de, perwerdeya mezinan û perwerdeyên ku taybet di komele û enstîtuyan de tên dayin jî hene. Dema em bi gelemperî li sîstema perwerdekirina Swêdê dinêrin, em dibînin ku ji bo pêşketin û berfirehkirina ziman dewlet ne tenê mûçeyên mamosteyan, herweha hemû xerckirina dersan wek materîal, pirtûk û hazirkirin û çêkirina wan jî dide û Kurdên li wir, hebûna van derfetan baş bi kar tînin. Berhemên nivîskarên Kurd yê li Swêdê jî, xwedî cihekî taybet ya edebiyata Kurdî ne. Em hêvî dikin, xebatê li wir bi berfirehî dom bikin.

Ekola Almanya û welatên din ên Awrûpa

Li dû derstpêkirina perwerdehiya bi zimanê Kurdî li Swêde, li Almanya jî Kurd ketin nav tevgerê. Ji bo parastin û hemû mafên zarokan di sala 1989’an de ji aliyê Dezgeha Yekitiya Netewan (UNO) peymanek hate belavkirin. Heta niha 180 dewlet, ku Tirkiyê jî di nav de ye ev peyman îmze kirine. Di vê peymanê de hemû mafên zarokan hene; wek nasname, ziman, çand, hînbûna di xwendegahan de û hwd. Ev Peyman di sala 1992’an de ji alî Almanya jî hate îmzekirin. Herweha ev buyer bû bingeha perwerdeya zimanê Kurdî di xwendegehan de.

Kurtekronolojiya perwerdeya zimanê Kurdî li Almanya

Hîna di salên 1970’an de, hin hewldanên perwerdeya Kurdî li Almanya hebû. “Federasyona Komeleyên Kurdistanê ên Demokratîk” dersên Kurdî ji bo endamên xwe wek qursên ziman didan. Lê wek perwerdeya fermî, cara pêşî di sala xwendinê ya 1992/93’yan de li Bajareyaleta Bremenê dersên Kurdî, bi navê “Dersên Zimanê Dayikê-Kurdî” dest pê kir û di 9 xwendegehan de heta îro bê navber dom dike.

Dûra di sala 1993’an de li Hambûrg, Niedersachsen û 1994’an de jî li Nordrhein-Westfalen (NRW) dersên Zimanê Dayikê/Kurdî ket nav mufredeta xwendinê. Ji sala 2019’an û vir de jî li Bajareyaleta Berlînê û di sala 2020’an de jî li Rhainland Pfalz de dersê Kurdî tên dayin.

Li Almanya ya Federal ku ji 16 eyaletan pêk tê, hukumeta navendî tevî karê perwerdehiyê nabe û her eyalet bi xwe biryarê didin. Hinek eyalet perwerdehiya zimanê dayikê napejirînin û derfet nadin, hinek eyalet jî vê yekê dipejirînin, lê tenê bi riya konsolosxanan didin kirin. Ji ber ku Kurdistan wek dewlet nehatiya naskirin, di van eyaletan de perwerdeya Kurdî jî tune ye. Di nav eyaletên ku perwerdeya zimanê dayikê nas dikin jî, îro tenê li 5 eyaletan (Bremen, Berlîn, Niedersachen, Nordrhein-Westfalen û Rhainland Pfalz) perwerdahiya bi Kurdî tê dayin. Li gora îstatîstikên di destê me de hene, îro li van her 5 eyaletan 28 mamoste bi awayek fermî hatine wezîfedarkirin û di polên 1-10’an de, dersê didin nêzîkî 3000 şagirtên Kurd.

Ji derveyî xwendegehan, li hinek zanîngehên Almanya wek Bremen, Berlin, Essen, Bielefeld û hwd. ji zû de dersên Kurdî wek “Qursên Taybet” hene. Lê hêjayî gotinê ye ku cara pêşî, ji sala 2014’an û vir de li zanîngeha Carl Von Ossietzty Universität Oldenburg (li bajarê Oldenburgê), zimanê Kurdî wek “Basis Modul” di nav modulên bijarte de tê dayin. Li vir xwendekar, di dawiya semestirê de li gora encama ezmûnê not û pûanên xwe werdigrin û Kurdî di nav wan modulên din ên Universîtê de tê hesabkirin. Em hêvî dikin, di zanîngehên din ên Almanya jî ev bela bibe. Hêlînên Zarokan yên du zimanî li Elmanya têne vekirin. Li Essenê li du dibistanan dersên Kurdî têne dayîn. Li Elmanya têkiliyek ji dil bi dewletê re lazime, heke di vî warî de hewldanên baş bêne kirin, wê encamên baştir bêne stendin.

Li Almanya Rewşa materyalên perwerdekirinê

Wezaretên perwerdehiyê, berhem û materyalên zimanê Kurdî bi xwe çap nake û tu alîkarî jî ji bo wan nade. Lê berhemên ku di dersdayinê de tên bikaranîn, ji alî komisyona wezareta perwerdehiyê ve tên kontrolkirin û tenê li dû erêkirina wan ev berhem dikarin di dersdayînan de bên bikaranîn.

Li vir pirsgirêka berhemên dersdayinê û ji aliyê wezareta perwerdehiyê pejirandinan wan derdikeve pêş me. Mamosteyên me an berhemên ku li Swêdê hatine amadekirin, an jî berhemên “Yekitiya Mamosteyên Kurd li Awrûpa“ (YMK)  amadekirine bi kar tînin. Di nav YMK de komisyona berheman heye û ev komisyon bi karê afirandina berheman ji pola 1 heta 10’an mijûl dibe û heta niha bi dehan berhemên perwerdekirina ji bo şagirtan amade kirine.

Şert û mercên perwerdekirinê

Li her eyaletekê şert û mercên perwekirina bi zimanê dayike dikare cûda be, lê bi gelemperî ji bo ku dersên zimanê dayikê were dayin prosedur wusa ye:

Di destpêkê de di xwendegeha ku dersa zimanê Kurdî ew ê lê were dayîn, dive dê û bav ên şagirtan Forma Serlêdanê ya zimanê dayikê dagirin û vê formê bidin rêveberiya dibistanê.  Ji bo ku serlêdan were pejirandin, divê bi hindikayî 12 şagirt li xwendegehê de qeyidkirî bin. Rêveberiya dibistanê formên serlêdanê dişîne wezareta perwerdehiyê. Karmendê beşa zimanê dayikê ya wezareta perwerdeyê bi rêveberiyê xwendegehê dikeve pêwendiyê û ger şert û mercên dersdayinê (wek hejmara şagirtan temam be, polek ji bo dersdayinê hebe û rêveberiya dibistanê jî bipejirîne) êdî bi fermî daxuyaniyek li ser portala wezareta perwerdehiyê tê dayin ku hewcêdarîya mamosteyek ji bo zimanê Kurdî heye û serlêdan tên kirin. Di vê daxuyaniyê de şert û mercên mamostetiyê tê ravekirin ku bi gelemperî wusa ye:

Mamosteyê ku dixwaze serî lê bide dive:

  1. Xwedî diplomeya mamostetîyê; an jî dîplomeyak ji beşek wek mamostetiyê be.
  2. Zanîna zimanê Kurdîya xwe îspat bike ku di asta gelek baş de ye û dikare dersê bide.
  3. Kesekî ji welatê ku jê hatiye mamostetî xwendibe, mamostetî kiribe, xwedî zanîna Kurdîyek baş be û ligel wan jî li Almanya xwedî mafê karkirinê hebe û herweha jî zimanê Almanî bi hindikayî di asta C1 zanibe.

Rola malbat, dezgeh û saziyan

Ji bo ku dersên zimanê dayikê/Kurdî li xwendegehekê were dayin, pêdiviya xebatek muşterek bi malbat, dezgeh û saziyên fermî re heye. Berî her tiştî divê tekiliyek xurt di navbera malbatan de hebe. Ya baş ew e ku dezgehek malbatan hebe ku karibe di beşa perwerdeyê de temsîlkariya hemû malbatan bike û li gor pêwistiyê bi dezgehên fermî re têkeve têkiliyê. Herweha têkiliyek xurt di navbera malbat û mamostan de jî hebe. Mamoste divê bi awayek sîstematîk di xwendegehê de civînan bi dê û bavan re çêbike û wan di derheqê metod û awayên dersdayinê de agahdar bike. Ji aliyê pedegojîyê gelekî girîng e ku, dê û bav xwe di nav perwerdehiya Kurdî ya bi zarokên wan re heye de his bikin, da ku ew jî karibin alîkariya zarokên xwe bikin û bandorek erênî li ser wan bihêlin.

Di asta dersdayinek serkeftî de rol û fonksiyona komel û dezgehên Kurdî jî gelek girîng in. Ew dikarin çi di mijara komkirina navan, çi jî di destpêkirina xebatên perwerdeya Kurdî de, bi rêya semîner û konferansên înformatif de dê û bavan di derheqê mafê zimanê Kurdî de agahdar bikin. Herweha ew jî wek komel, dikarin rola xwe ya civakî û perwerdeyê bi kar bînin û şopînerê dersdayinên Kurdî bin.

Pêwendiyên di navbera mamoste, malbat, dezgehên kurd û saziyên fermî; bi hevre karkirina wan di asta perwerdeyê de pêwîst e. Ji ber vê yekê jî divê ev pêwendî mayinde be û danûstendin taybetî bi senatorîya perwerdeyê, bi sendîkaya perwerdeyê (GEW) û Landes Institut fur Schule hebe.

Rewsa Swisre û welatên din

Mixabin li derveyî Almanya û Swêdê tenê li Swîsrê wanêyên Kurdî bi rêk û pêk tên dayin. Karê perwerdeyê di bin sîwana “Komeleya Hîndekariya Kurdî li Swîsrê” dimeşe û hemû mamosteyên ku kar dikin tê de cîh digrin.

Hêjayî gotinê ye ku li wir ji bo amadekirina materyalên perwerdekirinê jî hewldanek hêja heye. Bi hevşirîkiya Instituta Kurdî li Swîsrê, Komeleya Hîndekariya Kurdî li Swîsrê, Yekitiya Mamosteyên Kurd li Awrûpa, PENa Kurd û dezgeha Kantona Zurichê, bi kordinasyon û amadekirina Hesen Huseyin Deniz 21 pirtûkên perwerdekariya Kurdî tên amadekirin.

Bi salan e Enstîtuya Kurdî ya li Parîs, di warê ziman de gelek xebat kirine û karên di vî warî de destek kirine, loma xwedî cihekî taybet e. Bi tevayî li Fransayê jî qedirdayîna Kurdî û Kurdayetiyê heye û di hin zanîngehan de xebatên li ser Kurdolojiyê têne meşandin. Li Zanîngeha Inalcoyêbeşa Kurdolojî heye. Sala 2020’an de, di mufredata perwerdeya Fransa de bi navê “Kurd: Netewek bê Dewlet” li mekteban ji bo sinifên 11’an, dayîna dersekê hate qebûlkirin. Evê jî tevaya Kurdan gelekî bextewar kir û alîkariya Fransa ya ji dema Mîr Celadet Bedirxan û heya bi Daniella Mitterand anî bîra wan. Ku Kurd bi jêhatîbûn xwe bidin kar û xebatên ziman, li wir jî dikare gelek encamên baştir bêne bidestxistin.

Ji bo agahdarkirina riya xebatan hebekî bê zelalkirin, me hin dane li vir bi cih kirin. Bi piştgiriya her ferdekî û dezgeh û saziyên Kurdan em bi hêvî ne ku em ê karibin zimanê xwe pêşve bibin. Çiqasî em bi rêxistinî û bi zanebûn tevbigerin, ji hev haydar bin û piştgiriyê bidin hev, em ê ewqasî biserkevin.

Zaravayên Kurdî

Em Kurd miletekî pir-zarave û pir-dîn in. Hemû dînên sereke, li Kurdistan şax û perê xwe berdane û xwedî civat in. Û Kurmancî, Soranî, Kirdkî(Zazakî), Hewramî û Lûrî zaravayên me yên sereke ne. Herwisa Kelhûrî, Lekî û Şêxbizeynî jî zaravayên me ne, ku tev bihevre dibin Kurdî. Miletên kevnare hemî her wekî me çend zaravayên cihê qise dikin.

Swêd û Norveç ji ber ku di bin hukumdarîya kralîyetekê de mane, ji hev fêm dikin. Başûr û bakûrê Swêdê ji hev fêm nakin û îro wekî heman zimanê te qebûlkirin. Li Almanya kesên ji hin eyaletan ji eyaletên din fêm nedikirin, lê îro gihiştine zimanekî hevpar.

Ji ber ku desthilatdariyek û perwerdeya bi Kurdî ya hevpar li Kurdistanê tune, pirsgirêkên zimanê me bi demê re zêde bûne. Ku dewleteke me jî hebûya, helbet wê zimanek yekdest pêk bihata û gelek pirsgirêk ji holê rabûna. Îro herêm bi herêm devokê cuda jî di nav Kurdan de hene. Ji bo em ji vê karesatê xelas bibin, perwerdeya bi zimanê Kurdî şert e.

Lêbelê em dikarin di vê rewşê de jî xwedanê fikrekî maqûl bin û li gorî vê fikrê em dikarin ji bo zimanê xwe polîtîkayekê diyar bikin. Ev mimkun e. Yanî aqilekî stratejîk ji me re pêwîst e.

Di çêkirina peyvan de divê em temamîya Kurdî, yanî hemî zaravayan bigirin ber çav û peyvan hilbijêrin, yan çêbikin. Di sadekirina ziman de divê em gelekî hişyar bin û xerabiyê bi zimanê xwe nekin. Bi temamî derxistina peyvên biyanî ji zimanê Kurdî ne rast e, ji tecrûbeyên milletên din em digihin vê encamê. Îro ji nîvî bêhtir peyvên Ingilîzî ji zimanin din hatine girtin. Fransî jî, Almanî jî di heman rewşê de ne. Helbet bi guhertina jiyanê re wê hin peyvên nuh derkevin, wê hin yên nuh bêne afirandin; le gerek mirov zorê li ziman neke. Yan na dê û zarok wê nema ji hev fêm bikin, ev jî ne qencî ye ji ziman re.

Di rastîya xwe de tu zimanek bi peyvan nabe ziman. Ziman bi sîstema xwe dibin ziman. Jixwe tu zimanek ku ji alîyê peyvan ve homojen be tune. Zimanekî wek Farisî, % 70 peyvên wê biyanî ne. Ji aliyê din ve, etnîsîte û pasaporta peyvan nîne, dikarin li hemî zimanan bigerin. Her ziman dikare ji zimanên din peyvan bigire û li gorî sîstema xwe kedî bike û bikar bîne. Jixwe ziman sîstema xwe diparêzin û rê nadin kes li ser sîstema wan destkarî bike.

Cudakirina Zazatiyê ji Kurdî, ew tişt e ku sîh salên dawîn derketiye meydanê û hin ji wan dibêjin em ne Kurd in. Bêguman li paşxaneya vê cereyanê polîtîkaya neteweya serdest heye. Lê Kurmancên me jî bi vî awayî ji wan re rê xweş dikin. Ji nezanî em hin peyvan bikar tînin ku em xwe bixwe zirarê didin ziman û netewa xwe. Kurmancên Bakur jî ji bo Kurmancî dibêjin “Kurdî”. Û dibêjin Kurdî û Zazakî… Hingê xelkê sade yê Kurdên Zaza jî di şûna ku bibêjin em ne Kurmanc in, dibêjin em ne Kurd in. Yek ji faktorên ku cereyana Zazacîtî xwedî dike ev e. … Bi vî awayî li ber asîmîlasyona Tirkî heta dawîyê derî vedibe.

Her wiha, tu zarava gerek xwe serdestî zaravayek din nebîne. Em Kurd di têkilîyên navxweyî de xwe wek Kurmanc, Soran, Zaza, Hewramî, Lûr, Kelhûr, Lek… bi nav bikin, hîç kêşe nîye. Belam rast nîne ku Soranên Silêmanîyê bo xwe tenê bibêjin Kurd, lê ji bo Kurmancan bibêjin Badînî. Herwisa, hîç rast nîne ku Kurmancên me tenê ji bo xwe bibêjin Kurd û ji bo Kirdan (Zazayan) bibêjin Zaza. Yanî, dema ku Kurmancek ji min re bibêje “Ez Kurdî diaxifim, tu Zazakî diaxifî…” Hingê otomatîkman min ji nav Kurdbûnê veder dike! Ji bo ku em van tiştan bizanin, pêwîstî pê nîye ku îlla dewleteka me ya yekgirtî hebe.

Îro gelek kanalên televîzyonê yên Kurdan hene. Gerek ziman û xebatê ziman di pêşiya nerîna siyasî de be, ji ber ku Kurdî neteweya Kurd tevdan temsîl dike. Wekî din di van saziyan de rîayetkirina qaîdeyên zimanî yên Kurdî şert e, lê ji ber ku di hin xebat û bernameyan de fikar bi zimanekî din e û werger li gor qalibê wî zimanê tê kirin, Kurdiyek çewt derdikeve holê.

Meseleyên zimanê Kurdî û mijarên bi ziman ve girêdayîne gelek in. Çi kesê ku bikaribe, herkes ji aliyê xwe de ji bo xebatan hewl bide, em di nav têkiliyê de bin û bihevre bibin alîkar, tu astengî nikare ber me bigire.

Agahiyên herdu bernameyên ku ji bo vê raporê bûne bingeh wiha ne:

Civîna 1’emîn/06.02.2021 Şemî

Seet 18:30 Ewropa/ 20:30 Amed 

Birêvebir: Sîpan Şînda

Gotarvan:

Viyan Cûdî: (Rojava- Yek ji kesên pêşî yên ku Zanîngeha Rojava qedandîye. Mamosteya zimanê Kurdî ye. Di heman demê de, di rêveberiya Saziya Zimanê Kurdî ya Rojava de ye.)

Fadil Emer: (Başûr-1962’yan li Zaxo li gundê Kolîca hatiye dinyaye. Noşdarî(bijîşkî) xwendiye. Gelek xebatên hêja li ser zimanê Kurdî kirine û hetanî niha 35 pirtûkên wî derketine.)

Resûl Geyîk:(Bakûr- Li Zanîngeha Artûklû di beşa Kurdî de mamostetiyê dike. Li ser “hînkirin û wergirtina zimên” dixebite, li ser zimanê Kurdî/Kurmancî lêkolînan dike. Nivîskar e, endamê Rêveberiya PENa Kurd e.)

Tengîz Siyabendî:(Kafkasya- Kurdekî ji Ermenistanê ye, li ser zimanê Kurdî lêkolînan dike. Helbestvan e. Niha li Zanîngeha Rewanê/Yêrîvan di Fakûlteya Rojhelatzaniyê de li ser “Kurmanciya Wêjeyî a Nûjen” masterê dike.)

Ronî Stêrk:(Almanya- Bi heslê xwe ji Xursa Qoserê ye. Li Elmanya di Zanîngeha Carl Von Ossietzkie li Oldenburg ê lîsans û mastera xwe qedandiye. Ji 2014’an ve ew li Elmanya mamostetiya Kurdî dike. Heta niha du jê helbest û yek ji li ser ziman, tevahî 3 berhemên wî derketine. Ew di heman demê de him rêveberê PENa Kurd e û him jî rêveberê Yekitiya Mamosteyên Kurd yê li Ewropayê ye.)

Civîna 2’yemîn /13.02.2021 Şemî

Seet 18:30 Ewropa/ 20:30 Amed

Birêvebir: Sîpan Şînda

Gotarvan:

Îrfan Gîlayî (Rojhilat- Ji Ûrmiyê ye. Bi Kurdî perwerdehî daye. Helbestan dinivîse. Xebatên wî yên ji bo zarokan hene. Ev 3 sal in li Ewûstûrya dijî.)

Yusuf Bîlgîç (Almanya- Ji Çewligê ye. Ev 20 sal in li Elmanya di dibistanan de waneyên zimanê Kurdî dide. 2 pirtûkên wî hatine weşandin. Rêveberê Yekitiya Mamosteyên Kurd yê li Ewropayê ye.)

Roşan Lezgîn/Ji ber hin pirsgirêkan nikarîbû beşdarî civînê bibe, lê gotara xwe ji me re şand û me sûd jê wergirt. (Bakûr- Ji Licê ye. Ji sala 1996’an ve li ser zaravayê Kirdkî dixebite. Gelek nivîsên wî di rojname û kovarên cuda de derketine. Heta niha 32 pirtûkên wî derketine û 16 ji van pirtûkan wergerin. Yekemîn rojnameya Kirdkî Newepel derxistiye. Dîsa kovara edebî, hunerî Şewçila safî bi Kirdkî derxistiye(16 hejmar). Niha hêj him karê weşanxaneyê dike û him jî malpera zazaki.net birêve dibe.)

Ebdulxaliq Yaqubî(Başûr- Li Zanîngeha Tewrîzê beşa Ziman û Edebiyata Îngilîzî xwendiye. Mastera xwe li Hewlêrê li Zanîngeha Kurdistanê qedandiye. Heta niha gelek xebatên wî yên zanistî li ser zimanê Kurdî çêbûne û tevî wergeran 15 pitûkên wî belav bûne.)

Komîteya Rêvebir a Navenda PENa Kurd

21.02.2021

Rapora Binpêkirina Mafên Nivîskar û Rojnamegerên di Girtîgehan de

Binpêkirina mafên nivîskar û rojnamegeran ên li Bakur û Tirkiyeyê didomin. Zextên li ser zimanê Kurdî her roj zêdetir dibe. Şanoya bi navê BÊRÛ, wergera berhema Dario Fo, ji ber ku bi zimanê Kurdî bû ji aliyê Şaredariya AKP’ê ve hat qedexekirin. Li girtîgehan pirtûk, kovar û rojnameyan nadin girtiyan. Bi taybet jî dema bi zimanê Kurdî bin nadin. Di 9’ê Çileya 2021’ê de girtiya bi navê Sadet Akin a li Girtîgeha Jinê ya Sîncanê ya li dijî binpêkirina mafên li girtîgehan di greva birçîbûnê de ye bi rêya malbata xwe peyam şand. Di peyama xwe de binpêkirina mafan ragihand. Sadetê da zanîn ku rojname û kovaran nadin wan. Her wiha 4 pirtûkên ku ji bo girtiya bi navê Reyhan Çoşmuşlu ya li girtîgeha Jinan a Bakirkoyê dimîne hatin şandin, ji ber ku bi Kurdî bûn ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve hatin desteserkirin.

Li gor daneyên ji Weşanxaneyên Kurdî hatine girtin, li dora 73 nivîskar di girtîgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê de ne. Pirtûkên nivîskaran li wan tên qedexekirin, rayedarên girtîgehan 39 qolî pirtûkên girtiyan nedan wan û paşve şandin. Pirtûkên nivîskarên girtî Kerem Bîlen/Meşa Jiyanê, Firat Can/Ji Hêviyê Welatek li wan bixwe hatin qedexekirin.

Rêvebera PENa Kurd Nivîskar Roza Metîna, di 20’ê Mijdara 2020’î de hat binçavkirin. Roza Metîna di 23’ê Mijdara 2020’î de bi şertê kontrola edlî serbest hat berdan. Dadgeha nivîskar Adil Qazî yê ku hatibû girtin û piştre hatibû berdan berdewam dike. Darizandina nivîskar Azad Zal ê ku hat girtin û piştre bi şertê kontrola edlî hat berdan, didome. Nivîskar Bahaddîn Robar bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de (KHK) ji karê xwe hat avêtin. Di heman demê de 7 sal û mehek ceze lê hatiye birîn. Ger li dadgeha bilind jî ev ceza bê erêkirin ew ê Bahaddin Robar bişînin girtîgehê. Nivîskar Nezîr Çakan jî di 18’ê Mijdara 2020’î de hat girtin û niha li Girtîgeha Sîncanê ya Enqereyê tê girtin. Rûniştina yekem a doza Nezîr Çakan ew ê di 26’ê Nîsana 2021’ê de bê dîtin.

Gulgeş Deryaspî ya ku di 25’ê Tîrmeha 2019’an de hatibû girtin û di 30’yê Adara 2020’an de ji Girtîgeha Bedlîsê ya Tîpa E’yê hatibû berdan, 6 sal û 3 meh ceze lê hatiye birîn. Niha li hêviya biryara îstinafê ye. Dibe ku Dadgeha Îstinafê jî vî cezeyî erê bike.

Ji bo aktivîst û nivîskar Ayşe Gokkan a ku di 2013’an de li dijî dîwarê di navbera Nisêbîn û Qamişloyê de hat lêkirin, ket rojiya mirinê salek û 8 meh ceza lê hat birîn. Her wiha, ji bo li dadgehê parastina xwe bi Kurdî kir, 250 TL ceze lê hat birîn.

Her wiha Komeleya Rojnamegeran a Dîcle û Firatê (DFG) ya ku rapora binpêkirina mafên rojnamegeran a 2020’an aşkere kir da zanîn ku, Tirkiye di warê azadiya çapemeniyê de di rêzên dawiyê de cih digire. Li gorî raporê di sala 2020’an de 79 rojnameger hatin binçavkirin û 24 rojnameger hatin girtin. Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglu, anî ziman ku ji bo rastî negêje gel, di sala 2020’an de zextên li ser çapemeniya azad derket asta herî jor. DFG’ê di rapora xwe de bal kişand ser zextên li dijî rojnamegerên Kurd û diyar kir ku li Tirkiyeyê 90 rojnameger di girtîgehan de ne. Rojnameger bi sûcdariyên bêbingeh tên girtin. Heya bi parvekirinên li ser medyaya civakî dibin sebebê cezayan; rojnameger Sabîha Temîzkan yek ji van e ku salek û 3 meh ceze danêyê.

Li navçeya Şaxê ya Wanê, welatiyên bi navê Servet Tûran û Osman Şîba di serî de hatibûn binçavkirin û piştre ji helîkopterê hatibûn avêtin. Nûçegîhanê MAyê Adnan Bîlen, ev bi belgeyan aşkera kiribû. Servet Turan ê ji helîkopterê hat avêtin piştî dermankirina bi rojan, jiyana xwe ji dest dabû. Ji ber ku nûçeya van bûyera çêkirin Adnan Bilen, Cemil Ugur, Şehriban Abi, Nazan Sala yên rojnameger hatin girtin, hîn di girtîgehê de ne.

Hin lînkên agahiyên ku li jor in:

Lînka nûçeya rapora DFG’ê: http://jinnews16.xyz/kr/search/content/view/154424?

page=1&key=625e29bdfce7e403ae361cb618f54388

Lînka nûçeya pirtûkên hatine qedexekirin: http://jinnews16.xyz/TUM-HABERLER/content/view/155412

Rayedarên girtîgehan 39 qolî pirtûkên girtiyan nedan wan û paşve şandin:

http://mezopotamyaajansi25.com/kr/HEM-NCE/content/view/111269

Pirtûkên nivîskarên girtî yê hatin qedexekirin:

https://artigercek.com/haberler/yazarlara-kendi-yazdiklari-kitaplar-yasaklandi
http://mezopotamyaajansi25.com/kr/HEM-NCE/content/view/112623

Lînka nûçeya avêtina 2 girtiyan ji helîkopterê: http://jinnews10.xyz/kr/HEMU-NUCE/content/view/148085.

Nûçeya rojnameger Sabîha Temîzkan:

http://jinnews9.xyz/TUM-HABERLER/content/view/149305

Nûçeya ku şanoya bi zimanê Kurdî ya bi navê Bêrû hat qedexekirin:

https://kazete.com.tr/haber/sehir-tiyatrolarinda-ilk-kez-oynanacak-oyuna-saatler-kala-yasak-geldi–64689

Lînka rapora rojnamevanên girtî:

http://mezopotamyaajansi25.com/kr/search/content/view/120665?page=1&key=d0fd097424ac544a5ccee07b484d21f1

Agahiyên Hin Nivîskaran:

Bahaddîn Robar(Yê ku ji kar hate avêtin û 7 sal û mehek ceze danêyê. Ger li dadgeha bilind jî ev ceza bê erêkirin wê Bahaddin Robar bişînin girtîgehê.):

Nivîskarê Kurd Bahaddin Robar di sala 1977’an de li gundê Robarê yê girêdayî Cizîrê ji dayik dibe. Di sala 1989’an de ji ber sedemên tundiyê malbata wî ji gund koçî Cizîrê dike.

Di sala 2007’an de ji ber sedemên siyasî tê girtin û 8 mehan li zindanê dimîne. Di sala 2008’an de dest bi xebatên li ser zimanê Kurdî dike, di 2009’an de şaxa Komeleya Lêkolîn û Pêşvebirina Zimanê Kurdî ya Cizîrê vedikin û ew weke serokê komeleyê tê hilbijartin. Di sala 2011’an de dema ku ew serokê komeleyê bû careke din ji ber ew mafê ziman, wêje û çanda xwe diparêze tê girtin û sê sal û nîvan di zindana Amedê de dimîne. Ew di tevahiya jiyana xwe de nêzî 30 caran hatiye binçavkirin û ji dehan zêdetir doz lê hatine vekirin û hê jî hin ji wan dozan berdewam dikin. 2015’an dema ji zindanê derdikeve, piştî demek kin di şerê bajaran de li Cizîrê mala wî tê şewitandin û hilweşandin.

Di kovara Hawara Botan, kovara W û di Rojnameya Azadiya Welat de gelek nivîs, gotar û helbestên wî hatine weşandin. Di gelek mîhrîcan, kartêgerî û di roj û mijarên taybet de weke panelîst û axaftvan beşdarî kiriye. Li Cizîra Botan dijî û ew niha nûnerê Şirnexê yê Komeleya Nivîskarên Mezopotamyayê ye û her wiha rêveberê Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek û endamê PENa Kurd e. Di heman demê de zêdetîrî deh salan e ku mamosteyê ziman Kurdî ye. Li ser gelek mijaran lêkolînê dike.

Heta niha çar berhemên wî hatine çapkirin:

  • Cizre’de Sensiz, Helbest, 1999 Weşanên Mendeş
  • Ferhenga Botan, Ferheng, 2013 – Weşanên j&j
  • Dilopek ji Dîroka Zimanê Kurdî, Lêkolîn, 2017 Waşenên J&J
  • Birca Belek, Helbest, 2020 Weşanên Ar

Xebatên didomin:

  • Antolojiya Dengbêjên Botanê
  • Xebata “Ferhenga Kulîlkan” a bi “Kurdî-Tirkî-Latînî”
  • Ziman û Zimanê Kurdî
  • Ferhenga Peyvên Winda ya Botanê Kurdî-Kurdî (çapa berfireh)

Nezîr Çakan:

Di sala 1976an de, li Gundê Salhiyê yên navçeya Erxeniya Amedê hatiye dinyayê. Piştî wê, 1995’an de ji ber sedemên polîtîk û ximeta ziman û çanda xwe hate girtin. 9 sal û 4 meh di zindanê de ma. Li zindanên wekî Amed, Mereş, Elbistan û li Hîlwanê girtî ma. Piştî ku ji zindanê derket karê nivîsandinê, ziman û wêjeyê dewam kir. Nivîskar Nezîr Çakan di 18’ê Mijdara 2020’î de dîsa hat girtin û niha li Girtîgeha Sîncanê ya Enqereyê tê girtin. Rûniştina yekem a doza Nezîr Çakan ew ê di 26’ê Nîsana 2021’ê de bê dîtin.

Berhemên wî:

  • Dilopên Rojê (Jînenîgarî), Weşanên J&J, 2017 – Amed
  • Demojîn (Helbest)
  • 33 Kurşundan 33 Şiire (Helbest)

Feratê DENGİZÎ

Navê wî di nasnameyê de Mehmet Aydın ALÖKMEN e. Di 30’yê Kewçêra 1949’an deli gundê Dengiza ya girêdayî Stewrêya Mêrdînê ji dayik bûye. Di sala 1971’an de dibe mamosteyê matematîkê û demek dirêj li gelek cîhan mamostetiyê dike. Ji biçûktiya xwe de têkilî û hezkirina wî li ser Zimanê Kurdî hebû. Cara yekemin di sala 1989’an de ya duyemîn jî di sala 1995’an de ji ber ramanên xwe yên siyasî û bi daraza endamtiya PKKê bi tevahî 10 salan di girtîgehên cur be cur dimîne. Kurteçîrok, helbest û gotaran dinivîse. Gelek pirtûk ji Tirkî wergerandinê Kurmancî, lê ev wergerên wî hê nehatinê çapkirin. Bêhtir hişê wî li ser werger, felsefe û mantiqa zimên e. Gotar, helbest û kurteçîrokên wî di malper, kovar û rojnameyên wekî Kovara W, Zend, Çirûsk, Azadiya Welat, Şopa Rojê, Amîdakurd, Diyarname de hatine weşandin. Demek dirêj nivîskariya rojnameya Azadiya Welat kiriye. Xwedî, berpirsiyar û yek ji edîtorê Kovara Wyê ye.

Di salên 1991-1992’yan de seroktiya NÇM-MKM Şaxa Amedê û Gerînendetiya Belavkariya Ozgur Gundem û Welatê Me bi cîh aniye. Dîsa ji 2005’an heta 2012’an çend caran Berdevk û xebatkarê Enstîtuya Kurdî ya Amedê, endam û rêvebertiya Komeleya Nivîskarên Kurd li Amedê, aktivîstê Tevgera Ziman û mamosteyê Zimanê Kurdî bû. Endamê Kurdî-Der Navend e. Di sala 2014’han de wek Hevserokê Şaredariya Stewrê ya Mêrdînê hat hilbijartin, di 24’e Reşemiya 2017’an de hat girtin, qayim hat dewsa wî, 6 meha di Girtîgeha Mêrdînê de ma, 10 sal û 6 meh ceze wek endamê rêxîstînê lê hat birîn, darizandin didome… Li gundê xwe, li Delavê Dengiza ku mezra Dengiza ye, dijî… Zewiciye, 4 zarokên wî hene.

Niha Rêveber û Endamê Komeleya Nivîskarên Mezopotamyayê ye, di Rojnameya Xwebûn û Mardin Roj de dinivîse.

Berhemên wî;

  •  Zimanê Zimên; Ceribîn, Weşanên Belkî, Reşemî 2009- Amed
  • Kêzê û Mişko; Berhevkarî, Weşanên Şaredariya Peyasê, Gelawêj 2009- Amed
  • Tisê; Berhevkarî, Weşanên Şaredariya Peyasê, Gelawêj 2009- Amed
  • Zîzanê; Berhevkarî, Weşanên Şaredariya Peyasê, Gelawêj 2009- Amed
  • Belgeyên Komcivîna Tenduristiyê; Werger(Ji Tirkî), Weşanên Aram, 2012- Amed
  • Bi Heft Dengan Gazî Dikim; Çîrok, Weşanên Lîs, Rêbendan 2013- Amed
  • Qêrîna Dilê Min; Helbest. Weşanên J&J, Rezber 2014, Amed
  • Metelokên Kurdî; Zargotin, Weşanên J&J, Rezber 2014, Amed
  • Zarê Dilî; Çîrok, Weşanên J&J, Rezber 2014, Amed

KOMÎTEYA NIVÎSKARÊN DI ZINDANAN DE

A PENA KURD

09.02.2020

Qirkirina Kurdan a li Îranê/Rapora PENa KurdD

Zêdî du mehan e Dewleta Îranê li dijî Kurdan operasyonek nu daye destpêkirin û tenê hijmara girtiyên meha derbasbûyî sed derbas kiriye. Di nav wan de nivîskar, aktivîst, endamên rêxistinên sivîl û şagirt hene û bêyî ku tu sebep bên diyarkirin hatine girtin. Yek ji van nivîskar, serokê Enstîtuya Çand û Perwerdeyê ya li Bokan Mûstafa Ilkhanizadeh e ku di Zindana Bokan de girtî ye. Nivîskar Seyid Erdeşêr Mûsevî, nivîskar Mustefa Bagirî Aşna û çalakvan Xelîl Esedî Bojanîlî yê ku berê hatibûn girtin, 30.01.2021’ê de ceze xwarin û ew derbasî zindana Kirmaşanê kirin. Lê gelek malbatên girtiyan nizanin ka zarokên wan li ku ne û pir bi tirs in, ji ber ku hin girtî bi îşkenceyan hatine kuştin. Wekî tê zanîn Dewleta Îranê zirtan li malbatê girtiyan jî dikin û dibêjin; gerek hûn tu agahiyan nedin çapemeniyê, televizyonan, yan jî rêxistinên mafê mirovan. Loma bêgûman, hijmara girtin û bûyeran ji yê tên zanîn pir zêdetir in.

Li Îranê Kurdbûn û xwedîlêderketina zimanê Kurdî bi serê xwe suc e. Mamosteya Zimanê Kurdî û çalakavana sivîl a ji Rojhilatê Kurdistanê Zara Mihemedî, cezayê 10 sal zindanê bi ser de hat sepandin. Zara Mihemedî, ji bilî mamostetî û fêrkirina zimanê Kurdî, tu çalakiyeke din nekiriye, lê dezgehên ewlehiyê yên Komara Îslamiya Îranê, bi tohmeta pêkanîna kom û desteyan bi armanca têkdana asayişa netewî ev ceze lê birîne. Zimannas û nivîskar Anîsa Ceferîmehr li 23.11.2020’an li Kirmaşanê hate girtin, 10.12.2020’an bi kefalet bi awayekî demkî hatiye berdan û mehkemekirina wê berdewam dike. Berî bi du hefteyan jî helbestvana Kurd, şagirta zanîngeha Mahabad ya 21 salî Taraneh Mûhammed, ji aliyê istihbarata Îranê ve hatiye revandin, bi seetan nebedî maye û jê re gotine “Heke tu careke din helbestan binivîse û bixwîne wê zimanê te bê jêkirin.”

Sin’etkara Kurd Perîsa Seyfî ya 31 salî, bi sûcdariya ku tev çalakiya bûye, li bajarê Sine ji aliyê Dewleta Îranê ve 12.11.2019’an de hatiye girtin û di zindanê de îşkence dîtiye. Wê jî ji bo vê rewşê protesto bike dest bi greva birçîbûnê kiriye û jiyana wê ketiye xetereyê. Di nûçeyên 24.02.2020’an de hatibû diyarkirin ku piştî xwîn avêtiye, ew rakirine nexweşxaneyê û dûra ew bi kefalet hatiye berdan. Di nûçeyên 03.09.2020’an de jî Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihand ku girtiyên siyasî yê Kurd, nivîskar Mujgan Kawsî û Sekîne Perwane, ji ber rewşa xerab ya li zindanan li Girtîgeha Êvîn a Tehranê dest bi greva birçîbûnê kirine.

Dewleta Îranê ev sed sal in li Rojhilatê Kurdistanê zordariyê li ser Kurdan dimeşîne, wan digre, dixe bin îşkenceyan, dadiliqîne, bi salan di hepsa de dirizîne. Ev hemû ji bo ku Kurd têkevin bin tirsê û li ber xwe nedin, nikaribin mafê xwe biparêzin. Lê ji ber ku Kurd van salên dawî di rojeva dinyayê de ne û hewl didin bigihijin mafê xwe, ji Rojhilat heta Rojava, ji Bakur heya Başûr her çar dewletê ku Kurdistan parve kirine êrîş û operasyonê xwe yê li ser Kurdan zêdetir kirine.

Wek ku tê zanîn, li dinyayê yek ji dewletên ku herî zêde insana darvedike Îran e û axilbe yê ku tên darizandin Kurd bin, ceze zêdetir dibe. Di raporeke ku ji aliyê Yekitiya Neteweyan hatiye amadekirin, tê diyarkirin ku “Di 2019’an de nîvê girtiyên siyasî yê li Îranê Kurd in.” Li gor navên ku zelal tê zanîn di 2017’an de zêdeyî 110 Kurd hatine darvekirin. Li gor daneyên Dezgeha Mafê Mirovan ya Rojhilatê Kurdistanê HENGAV, di sala 2018’an de jî herî kêm 70 Kurd hatine darvekirin. Gerek em balê bikşînin ser ku, hingî bi destê dewletê li dij Kurdan propaganda hatine kirin, civatê mixalif jî li hember neheqî û zordariya li Kurdan tên kirin bêdeng dimînin. Ev civatê tevdî dirizîne, rê li ber çavgirtina neheqiya vedike û civateke bê nirx derdixe holê.

Tenê di meha Nîsanê ya 2020’an de li Kirmaşan, Birûcerd, Sine ve Urmiyê di zindanan de herî kêm 13 Kurd hatine îdamkirin. Ji aliyê rêxistinên mafê mirovan yê navnetewî tê îfadekirin ku gelek caran îfadeyên tên stendin jî di bin îşkenceyên giran de didin îmzekirin. Di nûçeyên roja 14.07.2020’an de dihat diyarkirin ku li Rojhilatê Kurdistan di hepseke bajarê Ûrmiyê de du xortên Kurd yê bi navê Diyako Resûlzade û Sabîr Şêx Ebdullah hatine daliqandin. Rêxistina Efûyê ya Navnetewî(Amnesty International) ji bo wan digot: “Ev herdu xort jî qurbaniyên sîstema dadgeha xerab ya li ser derewan dimeşe ku li Îranê her di meriyetê de ye. Îfadeyên ku tên stendin jî di bin îşkenceyên giran de didin îmzekirin…”

Heman demê li ser sînoran gelek Kurd têne kuştin. Roj namîne ku di çapemeniyê de em rastî nûçeyên li ser kuştin û birîndarkirina Kurdan yê li ser sînoran nayên. Xelkê feqîr ji bo debara xwe pê bikin ji mecbûrî mirina xwe didin ber çavê xwe û dirin barek qaçax tînin. Di gel ku hewce dike Dewleta Îranê aboriya van welatiyan baş bike da ku qaçaxçîtî neyê kirin, berovajî ev bûye mahneyek ji bo Kurd bêne kuştin û tunekirin. Li gorî rêxistina mafên mirovan ya Kurdistan, tenê di meha Temmûza 2020’an de 10 kolber hatine kuştin û 14 kolber jî birîndar bûne. Hijmarek zelal ya di derbarê kuştinên ser sînoran de tunene, lê li gor raporên saziyên sivîl di 3 salên dawî de 245 kolber(barkêş) hatine kuştin. Ev jî bi serê xwe qetlîam e!

Li gorî rapora Komeleya Mafên Mirovan ya Kurdistan ya 2020’an, 70 kolber(barkêş) hatine kuştin, 176 hatine birîndarkirin, 44 kes hatine darvekirin, 263 kes bê huqûqî hatine girtin û 84 kes jî, ji ber pirsgirêkên heyî ber bi xwe kuştinê ve hatine ajotin. 14 kes jî bêsebeb ji aliyê eskerê dewletê ve hatine kuştin.

Tenê bi çend hijmara îfadekirina ewqas kuştin, birîndarkirin, îşkencekirin, malwêrankirin û bûyeran me pir diêşîne, gerek jiyana insanan ne wilo erzan be. Her yek ji van insanan xwedî cihekî taybet e, xwedî malbat, zarok, dost û heval in. Bi van bûyera tahrîbata ku di civatê de tê kirin gelekî kûr û berfireh e.

Yê dixwazin ji vê rewşa xerab xelas bibin û bi dizî berê xwe didin Ewrûpa jî, geh di keştiyan de noqî binê avê dibin, geh gelek pere ji wan tê stendin û tên xapandin, geh li ser sînoran têne kuştin. Wek mînak; li Gola Wanê roja 27.06.2020’an de 61 penaber xeniqîn. Di derbarê çeteyên ku van îşa dimeşîne û eskerên ku dibin alîkar jî tu dadgehiyek rasteqîn nayên meşandin. Îran û Tirkiye di vî warî de jî bihevre dibin alîkar; li kîjan aliyê sînor Kurd bêne kuştin ji wan re ne xem û ne cihê lêpirsînê ye. Şefîk Baxa(50 salî) şeva 05.10.2020’an, li sînorê Çaldirana Vanê bi destê eskerê Îranê hate kuştin. Biraziyê wî Heqqî Baxa yê bi apê xwe re bû, dibêje: “Heya ku apê min mir esker li ser serê wî sekinî, digel ku eskerê Tirkî bûyer didît, mudaxele nekir.” Berî bi du mehan jî Azad Baxa, layê Şefîk Baxa dema heywanê xwe diçêrîne ji aliyê mûşeyeke zirxî ya sînorê Tirkiyê gule lê hatibû barandin û birîndar bibû.

Heta, Îran Kurdên ku direvin welatê din jî rehet nahêle, geh wan tehdît dike, geh wan direvîne û îşkence dide wan, yan jî wan dide kuştin. Nivîskar û rojnamevanê Kurdê Rojhilat Îsa Bazyar zêdeyî heft salan e ku wek penaber li Tirkiyê dijî. Gelek caran hatibû tehdîtkirin û di sala derbasbûyî de jî ji aliyê çend kesên nenas ve hate revandin û dest û lingê wî hatin şikenandin.

Di vê navberê de gelek rêxistinên mafê mirovan yê navnetewî ev rewş bi caran şermezar kirine, kampanya ji bo girtiyan meşandine, gelek rewşenbîr di nivîs û axaftinên xwe de ev anîne ziman; lê Dewleta Îranê di zordarî û bêhuqûqiya xwe ya li hember Kurdan zêde kiriye, kêm nekiriye.

Di nûçeyên 02.02.2021’ê de hatibû nivîsandin ku Rêxistina Efûya Navnetewî ji bo siyasetmedara Kurd Zeynep Celaliyan a ku li Îranê girtî ye were berdan, name ji Îbrahîm Reîsî yê Serokê Dadgeha Bilind a Îranê re şand. Zeynep Celaliyan ya ku cezayê girtigehê yê muebbetê danêyê, ev 14 salin di girtîgehê de ye, îşkenceyê dibîne, sihheta wê ne li cih e û nahêlin ji xizmetên tenduristiyê sûde werbigire. Berê jî Rêxistina Torên Mafên Mirovan a Kurdistanê ji bo azadkirina Zeyneb Celaliyan kampanya dabûn meşandin.

Em vegerin ser nûçeyên du mehên dawî ku dîsa li Îranê binçavkirin û gazîkirina Kurdan li bajarên wek Mahabad, Merîvan, Rebet, Sine, Bokan, Sewlava, Nexede, Pîranşehr, Seqiz, Kirmaşan, Şino, Ciwanro, Pawe û Tehranê ji aliyê hêzên ewlehîyê ve zêde bûye. Tenê hijmara girtiyên meha 1emîn ya 2021’ê yê KurdênRojhilatê Kurdistanê sed kes derbas kiriye, piraya wan bê hebûna tu belgeyên yasayî hatine binçavkirin, hin ji wan jî piştî gazîkirinê bo îdareya Îtilaatê hatibin berdan jî, lêkolîn digel wan hatiye vekirin. Di dema girtina ser malan de derî û pencereyê hin ji wan hatine şkenandin û bi lêdanê dest bi binçavkirinê kirine. Di heman demê de cihê piraya girtîyan ne diyar e û malbatê girtiyan jî di bin tehdît û zordariyê de ne.

Binçavkirin, girtin her roj bi zêdebûn dom dike. Li gor nûçeyên dawî, 20.01.2021/ Li Tehranê welatiyekî Kurd yê bi navê “Sakar Eynî” xelkê bajarê Mahabadê girtine û veguhastine girtîgehek bajarê Urmiyê. 31.01.20217/ Li bajarê Şinoyê, welatiyê Kurd Mamoste Ezîz Qadir Tac hatiye girtin. Herwisa 11’ê meha yekemîn jî Awat û Hisên Mihemedpûr hatibûn binçavkirin, piştî demekê hatin berdan. Sedema binçavkirina wan sê kesan hîn jî nayê zanîn. Dîsa 11’ê mehê, du Kurd yên bi navên “Wahîd Şêx Mihemedî” ji xelkê gundê “Alîavê” û “Ferdîn Bayezîdî” xelkê bajarê Şinoyê hatine binçavkirin û veguhestine cihek nediyar. Sedema binçavkirina wan nayê zanîn. Heman rojê welatiyekî Kurd yê bi navê “Feysel Elî Abadî”, kurê Yasîn û xelkê gundê “Şawanê” yê ser bi bajarê Şinoyê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin. Hêzên ewlehîyê bê hebûna tu belgeyên yasayî ew welatiyê Kurd binçav kirine û bo ciheke nexuya veguhestine.

Ji ber zordarî û bergiriyên pergalê, bêgûman bûyerên ku nayên zanîn û navên ku negihiştine ber destan hene. Rewşa ku heye me bi kurtayî nivîsîye. Her çiqasî bergirî hebe jî, ji ber îmkanên teknolojiya îro, Kurdên li her çar perçeyan û yê li dîasporayê û çi kesên pêwendîdar jî dikarin xwe bigihînin gelek agahiyan. Rewşa Kurdan naşibe tu milletan, welatê wan Kurdistan ev zêdeyî sed salî ye di navbera çar dewletan de hatiye parvekirin û hemû bihevre, bêsekin Kurdan qir dikin. Ji ber ku Kurd ne xwedî dewlet in, bêparastin mane. Dewleta Îranê rastûrê dujminaya Kurdan dike, kirinên hovane roj bi roj zêdetir dike. Dema bi deh salan e domkirina vê rewşê mirov bide ber çavan, pir zelal e ku bi hezaran Kurd hatine darvekirin, hatine windakirin û li ser sînoran hatine kuştin. Ev qirkirana milletekî ye.

Komîteya Birêveberiya Giştî ya

Navenda PENa Kurd

10.02.2021