Ji Çepemenî û Raya Giştî re

Wek dewleteke ku hebûna xwe di tunekirina Kurdan de dibîne û li tevahiya cîhanê serperiştiya êrîşên bi her awayî yên li hemberî Kurdan dike, dewleta Tirk, ev demek e ku dîsa dixwaze bi êrîşên li hemberî Kurdan qirêja xwe ya nava xwe bi xwîna Kurdan bişo. Li başûrê Kurdistanê bi reşkujî, bombebaran û operasyonan; li başûrê rojavayê Kurdistanê bi destê çeteyên hov û bombebaranan; li bakurê Kurdistanê jî bi girtin, wendakirin û kuştinan, bi rêbazên hovane yên dermirovî û derhiqûqî tevahiya mafên Kurdan binpê dike û bi awayekî eşkere dixwaze Kurdan tune bike.

Bi taybetî jî ev çend roj in ku di tevahiya qadên cîhanê de gefan li Kurdan dixwe, bi êrîşên dermirovî û derhiqûqî li başûrê rojavayê Kurdistanê, li hemberî tevahiya nirxên mirovbûnê, di serî de mafê jiyanê, tevahiya mafên Kurdan binpê dike û dixwaze destkeftiyên Kurdan tune bike. Bi zanîn û li pêşberî çavên tevahiya cîhanê, wek ku Wezîrê Karê Derve yê Tirkan bi awayekî eşkere got, çavkaniyên jiyanî bombebaran dike, sîvîlan qetil dike û qadên ku Kurd bi awayekî azad tê de dijîn dixwaze dagir bike. Li hemberî van kirinan di serî de rejîma li Sûriyeyê, tu hêzeke xwedîgotin dengê xwe nake û ev yek jî dike ku dewleta Tirk êrîşên xwe roj bi roj gurtir bike, bi awayekî bêperwa, mafên Kurdan binpê bike û wan qetil bike.

Dîsa ligel ku di binê çavdêrî û parastina Neteweyên Yekbûyî de ye û bi her awayî qadeke sîvîl a jiyanê ye, êrîşên giran ên li ser sîvîlên li Wargeha Penaberan a Mexmûrê didomin, qadên jiyana rojane yên wek mizgeft û malên şêniyên li wir tên bombebarankirin. Di şert û mercên wiha de, di rewşeke ku mafê jiyanê di xetereyê de be, tevahiya mafên din jixwe binpê û bêwate dibin.

Wek Navenda PENa Kurd, em bangê li tevahiya rayedar, berpirs, sazî û dezgehên navneteweyî, raya giştî ya cîhanê dikin ku li hemberî êrîşên dewletên dagirker, piştgiriyê bidin Kurdan û ji bo girtina qada hewayî ya li başûrê rojavayê Kurdistanê dengê xwe berz bikin. Her wiha em bangê li tevahiya Kurdan dikin ku ji bo xurtkirina yekîtiya Kurdan bixebitin, hêviya xwe ji hevdîtinên bi dijminên Kurdan re qut bikin, li hemberî qetilkirina Kurdan li tevahiya cih û warên ku lê ne hevgiriya xwe xurt bikin, bi sekneke neteweyî û niştimanî dengê xwe bilind bikin.

08.10.2023

 

Komîteya Birêvebir a Giştî

Ya Navenda PENa Kurd