Navenda PEN
a Kurd li Kongreya 85’emîn a PEN International de raporên xwe pêşkeş kir
Rapora kar
û xebatên PEN a Kurd a roja yekem a di kongreya 85’emîn a PEN a Internationalê
ya li Manîla ya Fîlîpînê pêk hat, hat parvekirin.Kongreya 85’emîn a PEN
International di roja 30.09.2019’an li bajarê Manîla, paytexta Fîlîpînê dest pê
kir û wê heta 3’yê Cotmehê roja pêncşemê bidome. PEN a Kurd, îsal jî weke salên
berê bi awayekî çalak beşdarî kongreyê bû û mijarên pêwendîdar bi ziman, çand û
wêjeya kurdî û rewşa giştî ya Kurdistanê anî rojeva PEN a Internationalê.
Endamê PEN a Kurd, Abdullah Hicab îsal nûnertiya PENa Kurd di kongreya Manîlayê
de kir.
Her wiha 85’
emîn kongreya PEN a International di roja duyem a karê xwe de, bi xebata fermî
ya Civata Giştî dest pê kir. Rûniştina yekê ya Civata Giştî bi raporên kar û
xebata komîteyên girêdayî PEN International û axaftinên hin navnedên PEN ên
welatên cuda, taybet bû. Her wisa rapora darayî û rapora serokatiya kongireyê
hatin pêşkêşkirin, nirxandin û pejirandin.
Di roja
sêyem a xebata PEN International de jî koma giştî ya pêşniyaran, 9 ji wan weke
biryarên PEN International hatin pejirandin ku yek ji wan pêşniyara PEN a kurd
bû. Pêşniyar û biryar ku di derbarê rewşa zimanê kurdî û zextên rêjîma Îranê
yên li ser nivîskar, rewşenbîr, rojnamevan û mamostayên kurd hatibû amadekirin,
bi tevahiya dengan hat pejirandin.
Rapora kar
û xebatên roja yekem a nûnerên PEN a Kurd di kongreya 85’emîn a PEN a
Internationalê de wiha ye:
Daxuyaniya
hevbeş a PEN a Kurd û PEN a International ji bo serbestberdana Nedim Tufent hat
pêşkêşkirin
Kongre saet
09:00 bi dema Manîla, bi 3 work shopên cuda yên komîteyên girêdayî bi PEN
International li zanîngeha ”La Salle” ya Manîlayê dest pê kir. Work Shop a li
ser ”civaka sivîl” û xwedîderketina ji ziman û wêjeya neteweyên ku di bin gefa
heliyabûnê de ne di rojeva sereke ya karê kongreyê de bû. Nûnerê PEN a Kurd, di
wê work shopê de, di kesayetiya nivîskar û rojnemavanê girtî Nedim Tufent de,
rewşa girtiyên kurd û astengiyên li ser rêya ziman û wêjeya kurdî anî rojevê.
Di wê çarçoveyê de, daxuyaniya hevbeş a PEN a Kurd û PEN a International ji bo
serbestberdana Nedim Tufent hate pêşkêşkirin û kete nava belgeyên fermî yên
kongreyê. Di daxuyaniyê de tê gotin ku Nedim tenê ji ber karê xwe yê
rojnamevanî û raporên li ser şerê dewleta tirk li dijî gelê kurd hatiye girtin
û divê demildest û bê merc were berdan.
Kar û
pirojeyên navendên endamên di PEN International de hatin nirxandin
Di beşek
din a xebatên îro ya kongreyê de, kar û pirojeyên navendên endamên di PEN
International de hatin nirxandin. Di wê beşê de nûnerê PEN a Kurd, behsa
pirojeya “Em Êzidî ne” kir ku PEN a Kurd bi alîkariya PEN International bi rê
ve biriye. Piroje weke yek ji karên serketî yên PEN a Kurd bi alîkariya PEN international
hate pênasekirin. Pişt re aliyên hevbeş yên bandora ziman li ser pirsên siyasî
kete ber base, ku tê de PENa kurd û PENa Hong Kong bi awayek hevbeş bandora
zimanê “Cantonese” li ser berxwedana xelkê Hong Kong li dijî serweriya Çînê û
ya zimanê kurdî li ser xebata neteweya kurd ji bo azadiyê nirxandin. Naveroka
wê base ew bû ku heke derfet û îmkanên nû hebin, PEN a Kurd wê bikare
pirojeyekê ji bo xwedîderketina zimanê kurdî li Bakûrê Kurdistanê amade bike.
Siyaseta
yekzimanî ya rêjîma Îslamî ya Îranê, hat rexnekirin
Di beşa
sêyem a xebatên komîteyên PEN International de, daxuyaniyên pêşniyarkirî ji
aliyê navendên PEN ên cuda cuda ve ketin ber basê heta ji bo Civata Giştî ya
kongireyê bêne pêşkêşkirin. Di wê beşê de, PEN a Kurd pêşniyara daxuyaniyek li
ser zextên dewleta Îranê li dijî ziman, nasname û nivîskarên kurd amade kiribû.
Di pêşniyarê de, ku ji aliyê PEN a San Miguek de Allende ve hatibû
piştgirîkirin, siyaseta yekzimanî ya rêjîma Îslamî ya Îranê, ku zimanê Farisî
bi ser hemû gel û pêkhateyên Îranê de ferz dike hate rexnekirin û basa bi dehan
nivîskar, rojnamevan û çalakvanên kurd hate kirin ku ji ber gotina raya xwe ya
azad îro di girtîgehê Îranê de ne.
Rewşa
mamosta ya xwebexş a zimanê kurdî û endama komeleya Nûjîn, Zara Mohemmedî ket
rojevê
Rewşa
mamosta ya xwebexş a zimanê kurdî û endama komeleya Nûjîn, Zara Mohemmedî ku ji
23.04.2019’an ve ji ber çalakiyên xwe yên zimanevanî û mamostatiya zimanê kurdî
hatiye girtin bi awayek berfireh kete rojeva PEN International. Mamosta Zara,
tenê ji ber ku dixwest zarokên kurd fêrî zimanê wan yê zikmakî bike, ji aliyê
rêjîma Îranê ve hatiye girtin û malbata wê ketiye bin çavdêrî û zextên rêjîmê.
PEN a Kurd ji PEN International daxwaz dike ku bi awayek cidî rewşa mamoste ya
kurd û nivîskar û çalakvanên kurd ên di girtîgehên Îranê de bişopîne û ji bo
serbestberdana wan kar bike.
Pêşniyar
biryar a PEN a kurd bi yekdengî ji aliyê Komîteya Wergêr û Zimanevanî ya PEN
International ve hate pejirandin û wê weke pêşniyar biryar a komîteyê bikeve
rojeva Civata Giştî. Tê payîn ku pêşniyar biryar di piştgiriyek mezin di rojên
pêş de bê pejirandin.
Raporek
dewlemend li ser mafê perwerdeya bi zimanê zikmakî hat pêşkêşkirin
Di beşa
dawî ya xebatên roja yekê ya kongireyê de, raporterê taybet Neteweyên Yekbûyî
di mijara Kêmîneyan de, Fernande de Varennes raporek dewlemend li ser mafê
perwerdeya bi zimanê zikmakî pêşkêş kir. Di raporê de qedexekirina zimanê
kêmîneyan
weke tawan
hate binavkirin û giringiya xebata nû ya Neteweyên Yekbûyî di wê çarçoveyê de
hat behskirin.
Rapora kar
û xebatên roja duyem a nûnerên PEN a Kurd di kongreya 85’emîn a PEN a
Internationalê de wiha ye:
Navenda PEN
a kurd di civîna Civata Giştî de, bal kişand ser rewşa Kurdistanê û bi taybet
zextên dewleta tirk ên li ser netewa kurd û hemû nirx û pîvanên neteweyî li
Kurdistanê. Di vê çarçoveyê de, êrişa polîsên tirk ên li ser navenda PEN a kurd
li Amedê ku sala 2016’an pêk hat, weke mînaka dijminkariya kûr û kor a dewleta
tirk a bi kurdan re hat binavkirin. Di wê êrişê de pirtûk, arşîv, wêne û nîgar,
peyker û hemû tiştên ku di nava buroya PEN a kurd de bûn hatin şikandin,
şewitandin û dizîn.
Civata
Giştî ya PEN International ji bo dubare vekirina buroya xwe ya Amedê hat
agahdarkirin. Lê ew xebata PEN’ê ji ber zext û zora dewletê û berdewamiya
qedexeyan hîn bê encam maye. Her wiha, nivîskar, rojnamevan û rewşenbîrên kurd
di bin çavdêrî û kontrola berdewam de ne, û her roj yek ji wan bi sûcên ku
encam nedane tên girtin û cezakirin.
Di beşek
din a axaftina xwe de, nûnerê PEN a kurd behsa konferans û xebatên PEN a Kurd
li hember îdeolojiya tundiya DAIŞ’ê kir.
Axaftin bi van gotinan bi dawî bû: Nivîskar û rojnamevanên kurd, di gel zext û
zora dewletên dijberî kurdan, bi taybet Turkiye ya di bin destên Erdogan de,
xebatek berfireh û bê westan li hember tundiya DAIŞ û Îslama siyasî berdewam
dikin. Di vê xebatê de nivîskar û rojnamevanên kurd li benda piştgiriya
navneteweyî û ya PEN International in.
Piştî
axaftina nûnerê PEN a Kurd, Carles Torner birêvebirê giştî yê PEN
International, ji bo piştgiriya PEN a Kurd axaftinek kurt pêşkêş kir. Carles di
axaftina xwe de, piştgiriya PEN International û hemû navendên endam ji bo PEN a
kurd di dema êrişa dewleta tirk de bi bîr xist û got: Hemû malbata rewşenbîriya
cîhanê dizane ku gelê kurd bi zordariyek çawa re rû bi rû ye. Wî dubare
piştgiriya xwe ji gelê kurd re da xuyakirin.
Di beşek
din a xebata Civata Giştî de seroka PEN International, Jennifer Clemet
axaftinek kir û di axaftina xwe de bi taybet bal kişand ser rewşa gelê kurd.
Jenniferê romana nivîskarê kurd Bêhrûz Boçanî ya bi navê; “Bê heval, tenê çiya
nebin” ku li grava Manus a Australia nivîsandiye weke mînak anî û ji kongireyê
re got: Weke hûn dizanin kurd dibêjin tenê çiya hevalên me ne. ew tê wateya ku
baweriya wan bi çiyayên wan tê, ji ber ku cîhanê ew ji bîr kirine.
Rapora kar
û xebatên roja sêyem a nûnerên PEN a Kurd di kongreya 85’emîn a PEN a
Internationalê de wiha ye:
Di roja
sêyem a xebata PEN International de nirxandina pêşniyar û biryarên ku ji aliyê
PEN ên endam ve hatibûn amadekirin û di komîteyên PEN International de hatibûn
pejirandin, hatin rojevê. Ji koma giştî ya pêşniyaran, 9 ji wan weke biryarên
PEN International hatin pejirandin ku yek ji wan pêşniyara PEN a kurd bû.
Pêşniyar û biryar ku di derbarê rewşa zimanê kurdî û zextên rêjîma Îranê yên li
ser nivîskar, rewşenbîr, rojnamevan û mamostayên kurd hatibû amadekirin, bi
tevahiya dengan hate pejirandin.
Di biryara
PEN International de, piştî behsek kurt li ser siyaseta tekzimanî ya rêjîma
Îranê, girtina mamostaya xwebexş a zimanê kurdî Zara Muhemedî tê şermezar kirin
û ji rêjîma Îranê tê xwestin ku di demek zû de mamostaya kurd serbest berde.
Xala dawî ya biryarê, pêwîstiya danîna çarçoveyek destûrî ji bo parastin û
pêşxistina zimanê kurdî tîne ziman û ji rêjîma Îranê tê xwestin ku zagonek taybet ji bo statuya ziman û
perwerdeya kurdî amade bike. Divê bê gotin ku ew xal di civîna Civata Giştî de
ji pêşniyar a biryara PEN a Kurd hat zêdekirin.
Di beşa
dawî ya kombûna Civata Giştî ya kongreyê de, kar û xebatên hin nivîskarên ku di
girtîgehên rêjîmên diktator de girtî ne kete rojevê. Di wê beşê de jî,
birêveberiya PEN International bi awayek berfireh bal kişand ser rewşa
siyasetvanê bi nav û deng ê Kurd, Selahetin Demîrtaş û nivîskar Nedim Tufent û
girtin û ragirtina wan di girtîgehê de şermezar kir.
Li gel
xebata nûneritiya fermî ya PEN a Kurd, endamê birêveberiya PEN International
Burhan Sonmez, ku di heman demê de endamê PEN a kurd, PEN a ingilîs û PEN a
Turkiyeyê ye jî di hemû axatinên xwe de, bal kişand ser rewşa nivîskar û
rojnamevanên Kurd ên li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê.
Civata
Giştî ya kongreyê saet di 18:00’ande bi dema Manîla xebata xwe bi dawî anî.