Ji ber nexweşiya bavê wê Zara Muhamedî şandin destûrê

NAVENDA NÛÇEYAN – Mamosteya zimanê Kurdî û Seroka Komaleya Çand-Civakî ya Nozînê Zara Muhamedî ya 5 meh in li Girtîgeha Sanandajê girtiye ji ber bavê wê nexweş e ew şandin destûrê.

Mamosteya zimanê Kurdî û Seroka Komaleya Çand-Civakî ya Nozînê Zara Muhamedî ya 6 meh in li Girtîgeha Sanandajê girtiye ji ber bavê wê nexweş e ew şandin destûrê. Hêzên ewlehiya Îranê piştî xirabbûna rewşa tendûristiya bavê Zara Muhammedi, deh roj destûr danê. Mamosteya zimanê Kurdî Zara Muhamedî 5 meh in ku li Girtîgeha Sanandajê tê girtin.

Zara Muhammedi di 23’yê Hezîrana 2009’an de hat girtin û di 3’yê Kanûna heman salê de bi kefaleta 700 milyon tomarê hate berdan.

Di Tirmeha 2020’î de Dadgeha Şoreşê ya li Sanandajê bi hinceta “bi armanca zirardayîna ewlehiya neteweyî avakirina komekê” deh sal cezayê girtîgehê lê birî, lê Dadgeha Temyizê ya Çaremîn di Sibata 2021’ê de cezayê daxist 5 salan.

Endama damezrîner û dîrektora Komaleya Çandî û Civakî ya Nozînê Zara Muhamedî, di 8’ê Çileyê de şandin Girtîgeha Sanandajê.

Di dema binçavkirina kêyfî de ji bo dermankirina nexweşiyên wê yê made û ziravê mafê wê yê dermankirinê hat astengkirin û hat zanîn ku di dema binçavkirinê de hêzên ewlehiyê bi girtina endamên malbatê gef li Zara Muhamedî xwarine û ji bo li ser televîzyonê li xwe mikur bê gelek zext û êriş li ser çalakvana mafên mirovan Zara Muhamedî kirine.

Konferansa Navenda PENa Kurd pêk hat

Konferansa Navenda PENa Kurd pêk hat

Konferansa Navenda PENa Kurd li Stockholma paytextê Swêdê bi beşdariya 50 kesên rewşenbîr, nivîskar, rojnameger û endamên PENa Kurd pêk hat. Konferansa navborî 11ê Hezîrana 2022yê, li Salona Palmesalena avahiya ABF ya li Kolana Sveavagenê çêbû.

Konferansa Navenda PENa Kurd bi sernavê “Mafê Perwerdehiya bi Zimanê Kurdî û Fermîkirina Wî” û di çarçoveya amadekariyên Kongreya Navenda PENa Navneteweyî ya ku wê di Îlona îsal (2022) de li Uppsalaya heman welatî pêk were, li dar ket.

Birêveberiya Konferansa Komîteya Swêdê ya Navenda PENa Kurd ji aliyê Serkan Brûskê endamê heman komîteyê ve hate kir. Piştî bixêrhatina mêvanan û agahîdayîna li ser armancên Konferansê, Serkan Brûsk mafê axavtinê da Dilşa Yûsiva endama heman komîteyê ku Berpirsa Komîteya Jinan a Navenda PENa Kurd e.

Dilşa Yûsiv, di mafê xwe yê axavtinê de gotareke bi navê “Girîngiya Ziman, Çand û Dîroka Kurdan” xwend ku bi awayeke fermî ji aliyê Navenda PENa Kurd ve hatibû nivîsandin û pejirandin.

Piştî axavtina fermî ya Navenda PENa Kurd, akademîsyenê ji Zanîngeha Turkuya Fînlandiyayê Gewran Goyî axavtina xwe ya li ser sînevîzyonê kir. Goyî axavtina xwe bi sernavê “Zimanê Mîrasê, Perwerdehiya Zimanê Mîrasê û Perwerdehiya Zimanê Kurdî di çarçoveya Zimanê Mîrasê de” kir û bala beşdaran kêşa ser xwe.

Beriya ku navberek ji konferansê re bê dayîn, Berpirs û Xwediyê Weşanxaneya Apecê Alî Çîftçî, li ser “Danasîn û Berhemên Weşanxaneyê” axivî.

Piştî axavtina Alî Çîftçî, navbereke kurt hate dayîn û kurtedemeke ji bo xwarin û vexwarinê hate terxankirin. Di dema navbera kurt de jî beşdarên konferansê bi hev re ketin nava sohbet û nîqaşên li ser kar û barên çand, ziman, edebiyat û jiyana civakî.

Piştî navberê axavtina yekê ji hêla rojnameger û nivîskarê salan Mîrhem Yîgît ve hate kirin ku li ser navê Înstîtûya Kurdî ya Stockholmê beşdar bibû. Yigit di çarçoveya “Zimanê Însîtûyê û Zimanê Fermî” de axivî û diyar kir ku ji ber ku ew di vekirina hersê înstîtuyan de (Stenbol, Berlîn û Stockholm) amade bûye serfiraziya wî zêdetir e.

Di konferansê de herwiha Heyder Diljen bi sernavê “Li Swêdê Pirtûkên Kurdî Yên Dersê û Weşanxaneya Diljenê”, Firat Cewerî bi sernavê “Zehmetiyên Nivîskariya bi Kurdî”, Berpirsê Weşanxaneya Sûlavê Şewket Amêdî behsa kar û xebatên xwe yên li ser perwerdehiya zarokên kurdan ku bi kurdî, swêdî û hinekî jî bi ingilîzî kirine axivî û diyar kir ku carcaran azmûna wan bi Wezareta Rewşenbîrî ya Herêma Kurdistanê re jî heye û hebûye. Li hêla din Hesîp Yanliç peyama Navenda Civaka Demokratîk a Kurdan a li Swêdê pêşkêşî beşdaran kir.

Axavtina dawî ya konferansê ji hêla Azad Josef Erdemê Endamê Komîteya Swêdê ya Navenda PENa Kurd û Endamê Komeleya Mamosteyên Kurdî li Swêdê ve hate kirin. Erdem jî di axavtina xwe de li ser “Rewşa Perwerdehiya Kurdî ya li Swêdê” sekinî û bi daneyên fermî ji salên 1980yî heta roja me ya îroyîn rewşa heyî zelaltir kir.   

Konferansa ku 1ê nîvro destpê kir, 4ê êvarê bidawî bû.

Tevî wezaretê erê kiriye jî pirtûkên girtiyan nayên dayin

NAVENDA NÛÇEYAN – Li gor rapora Şaxa ÎHD’ê ya Mêrsînê li girtîgehên Tarsûs, Aksaray û Eregliyê pirtûkên girtiyan tevî ku wezaretê erê kiriye jî nayê dayin.

Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Mersînê rapora binpêkirina mafan a li girtîgehên bi tîpên T ên Tarsûs, Aksaray û Eregliyê amade kir. Li gor rapora ji aliyê Berdevkê Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’ê ya Mêrsînê Battal Încî ve hat eşkerekirin tedawiya girtiyan nayê kirin û pirtûkên ku wezaretê erê kiriye jî nadin girtiyan. Her wiha Battal xwest ku ev pirsgirêk bên çareserkirin.

Nivîskarên kurd bal kişandin ser rewşa dagirkerî û asîmîlasyonê

NAVENDA NÛÇEYAN – Gelek nivîskarên penaber ên Kurdistan, Îran, Tirkiye, Iraq, Sûriye, Efrîkayê berhemên xwe di bernameya Erinnerungensort Badehaus de pêşkeş kirin.

Gelek nivîskarên penaber ên Kurdistan, Îran, Tirkiye, Iraq, Sûriye, Efrîkayê berhemên xwe di bernameya Wêjeya Zilmkirî Îro & Bîranîna Şewitandina Pirtûkê ya Erinnerungensort Badehaus de pêşkeş kirin. Bernameya Erinnerungensort Badehaus her sal li Wolfratshausen li nêzîkî bajarê Munchenê ji aliyê nivîskarên Elmanyayê ve tê lidarxistin. Endama PENa Kurd Anîsa Jafarî Mehr, Nivîskar Jiyar Canferd ê ku di rêveberiya PENa Kurd de cih digire jî beşdarî bernameyê bûn.

Nivîskarên kurd bal kişandin ser asîmîlasyonê

Nivîskarên Kurd Anîsa Jafarî Mehr û Jiyar Cihanferd bal kişandin ser rewşa her çar parçeyên Kurdistanê û asîmîlasyonê. Her wiha Jiyar çîrokeke xwe ya kurdî wekî beşeke ji wêjeya kurdî xwend.

Rojnameger Şirîn Ebû Akîle hat qetilkirin

NAVENDA NÛÇEYAN – Nûçegihana Al-Jazeera Şirîn Ebû Akîle, ji aliyê leşkerên Îsraîlê ve bi gulebarandinê hat kuştin.

Nûçegihana televizyona Al-Jazeera Şîrîn Ebû Akîle, di Wargeha Penaberan a Cenîn a Bati Şerîayê de di encama gule berdana leşkerên Îsraîlê de jiyana xwe ji dest da. Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê di daxuyaniya xwe de ragihand ku Şîrîn di encama guleberdanê de giran birîndar bû û pişt re jiyana xwe ji dest da.

Şirîn, serdegirtina arteşa Îsraîlê ya Wargeha Cenînê dişopand.

Ji bo mamosteyê kurdî Kiyomars Latîfî kampanyaya îmzeyê hat destpêkirin

NAVENDA NÛÇEYAN – Kampanyaya îmzeyê ji bo mamosteyê kurdî û aktîvîst Kiyomars Latîfî yê li Îranê hatibû binçavkirin hat destpêkirin.

Li bajarê Sanandajê yê bi ser eyaleta Kurdistanê ya Îranê ve di 15’ê Sibata 2022’yan de endamên îstîhbarata Îranê bi ser mala mamoste û aktîvîstê kurd Kiyomars Latîfî de girtin û ew binçav kirin. Latîfî yê 41 salî hatiye girtin. Ji bo ku Latîfî bê berdan li ser www.change.orgê kampanya îmzeyê hat destpêkirin.

Dema ku Kiyomars hatiye girtin îşkence lê hatiye kirin û ji ber girtina Kiyomars heya niha îstîhbarata Îranê tu daxuyanî nedaye. Di kêliya serdagirtina malbatê de xwişka Kiyomars, Arezou Latîfî ji ser hemdê xwe çûye û gefa destdirêjiyê li xwîşkên wî Mahtab û Haitat Latîfî hatiye xwarin. Her wiha hat gotin ku xizmê wî yê li Elmanyayê dijî Farid Latîfî bi rêya telefonê bi gefxwarinê re rûbirû maye.

Tê texmînkirin ku Kiyomars yê ku bêyî destûrên dadgehê hatiye binçavkirin, li bajarê Sanandajê li navendekî binçavkirinê tê girtin. Di nivîsa kampanyayê hat diyarkirin ku Kiyomars endamê Komeleya Mowlavî bû û ji ber vê yekê hatiye binçavkirin û niha ji jiyana wî di xeterê de ye. Di metna kampanyayê de banga çalakiya lezgîn ji bo Kiyomars tê kirin û dê di dawiya kampanyayê de îmzeyên komkorî radestî Rêxistina Efûyê ya Navnetewî bên kirin.

Lînka kampanya îmzeyê wiha ye:

https://www.change.org/p/amnesty-international-free-kiyoumars-latifi-kurdish-teacher-and-civil-rights-activist?recruiter=56255565&utm_source=share_petition&utm_medium=twitter&utm_campaign=psf_combo_share_initial&recruited_by_id=6b059130-c

Vê carê dê li Rihayê berhemên nivîskarên di zindanan de bên îmzekirin

NAVENDA NÛÇEYAN – Bi pêşengiya PENa Kurd, Komeleya Wêjekarên Kurd û Komeleya Nivîskarên Mezopotamyayê dê ji bo xwedîderketina li berhemên nivîskarên di zindanan de li Rihayê berhemên nivîskarên di zindanan de bên îmzekirin.

Di çarçoveya bernameya îmzekirina berhemên nivîskarên di zindanan de dê bi pêşengiya PENa Kurd, Komeleya Wêjekarên Kurd û Komeleya Nivîskarên Mezopotamyayê berhemên nivîskarên di zindanan de bên îmzekirin. Wê di 14’ê Gulanê de li Eywana Perwerdehî ya Muhsin Melik a Serokatiya Odeya Endezyarên Çandiniyê ya Rihayê saet di navbera 11.00-17.00’an de bernameya îmzekirina berhemên nivîskarên di zindanan de bê lidarxistin.

Vê carê wê berhemên 10 nivîskaran bên îmzekirin

Bernameya îmzekirina berhemên nivîskarên di zindanan de li Amed, Mêrdîn û Êlihê jî hatibû lidarxistin. Wê vê carê li Rihayê bê lidarxistin û berhemên 10 nivîskarên di zindanan de bên îmzekirin. Wê vê carê berhemên nivîskar Nurullah Tutal, Mehmet Durak Karak, Murat Turk, Mehmet Oztaş, Sînan Sutpak, Mahmut Yamalak, Ferhan Mordenîz, Mehmet Yavuz, Abdurrakîp Yuksekbag û Mahmut Aslan bên îmzekirin.

Endama PENa Kurd weke hevwelatiya fexrî ya bajarê Parîsê hat hilbijartin

NAVENDA NÛÇEYAN – Di Roja Azadiya Rojnamegeriyê ya Cîhanê de endameke PENa Kurd weke hevwelatiya fexrî ya bajarê Parîsê hate hilbijartin

Di merasîmekê de ku li hola şaredariya Parîs a paytexta Fransayê bi helkefta Roja Azadiya Rojnamegeriyê ya Cîhanê bi rê ve çû, şerefa hevwelatiya fexrî ya bajarê Parîsê pêşkêşî endama Navenda PENa Kurd Niyaz Ebdulah, hate kirin.

Ev merasîm ji salê carekê ji aliyê şaredariya Parîsê ve bi rê ve diçe û ev şeref pêşkêşî wan kesan tê kirin ku li welatê xwe di rewşeke dijwar de karê rojnamegeriyê kirine.

Yek ji armancên vê merasîmê piştevanîkirina ji azadiya rojnamegeriyê, her wiha çêkirina derfetên zêdetir ji bo rojnamevanan ji bo naskirina bajarê Parîsê û zagon û demokrasiya wî welatî ye. Di heman demê de vekirina deriyên çandî ji bo agahdariya rojnamevanan ji hemû çalakiyên çandî ne ku li Parîsê bi rê ve diçin.

Endama PENa Kurd weke hevwelatiya fexrî ya bajarê Parîsê hat hilbijartin.

Di Doza Geziyê de biryar hate dayîn

Li Osman Kavala cezayê hepsê ya heta hetayê hate birîn, 7 kes jî hatin girtin.

Di Doza Geziyê de ku 22yê Nîsanê roja înê destpê kir, 25ê Nîsanê roja duşemê biencam bû. Lijneya Dadgehê cezayê hepsê ya heta hetayê ango cezayê muebbedê da Osman Kavala ku 4 sal û nîv in girtî ye. 7 kesên ku ceza li wan hatin birîn ku di dema danişînê de li salonê bûn hatin girtin û şandin girtîgehê.

Dadgeha navborî li Dadgeha Cezayê Giran a 13emîn a Stenbolê pêk hat. Dadgehê, cezayê herî giran li Osman Kavala birî û bi zîndankirina heta hetayê ceza kir. Dadgeha Cezayê Giran herwiha biryara girtina 7 kesên bi navê Mucella Yapici, Çîgdem Mater, Hakan Altinay, Mîne Ozerden, Can Atalay, Tayfûn Kahraman û Yîgît Alî Ekmekçî da û her yekî ji wan 18 sal ceza li wan birî. Dema ku heyeta dadgehê xwest ku Mucella Yapici û Can Atalay li salona dadgehê bêne binçavkirin û girtin, Atalay bertek nîşan da û got: “Em dixwazin xatirê xwe ji malbat û hevalên xwe bixwazin.”

Biryara dadgehê di salonê de bû sedema nerazîbûneke mezin. Ji ber vê yekê heyet ango lijneya dadgehê neçar ma ku di ragihandina biryarê de du caran bisekine.

Osman Kavalayê ku bi riya tora ragihandinê beşdarî dadgehê bibû, gava lijneya dadgehê biryara xwe eşkere dikir, milên xwe gihandibûn hev, pişta xwe dabû dîwêr û dikeniya.

Şayanê gotinê ye ku biryara dadgehê hem li nav Tirkiyê hem, li Ewropa û hem jî li Amerîkayê ji aliyê rayedarên siyasî û dezgehên sivîl ve bi tûndî hat pêşwazîkirin.

Roja yekem a danişînê, beriya ku dadgeh destpê bike, Navenda PENa Kurd li hewşa mezin a Dadgeha Çaglayana Stenbolê pêşwazî li Serokê Giştî Yê PENa Navneteweyî Bûrhan Sonmez, Rayedarên Komîteya PENa Navneteweyî, Sekreter û rayedarên PENa Norwecê kir û beşdarî li dadgehê kir. Di hevdîtina li dadgehê de Seroka PENa Tirk Zeynep Oral û rayedarên wê jî hebûn. Helbet gelek parlamenterên ji HDP, CHP û TÎPê, gelek rêveberên ji sendîka û saziyên demokratîk û nivîskar, şaîr û rojnameger jî li dadgehê ji bo piştgiriyê amade bûn.

Serokê PENa Navneteweyî Bûrhan Sonmez, ji Rêveberiya PENa Navneteweyî Eugine Schoulgin, Sekretera Giştî ya PENa Norwecê Hege Newth, Cîgira Sekretera PENa Norwecê Agnete Haaland, Sekreterê Giştî yê Berê yê PENa Norwecê William Nygaard ku niha di nav rêveberiya PENa Navneteweyî de kar dike, Ji Rêveberiya PENa Norwecê û Berpirsa Ofîsa Tirkiyê Carolîne Stockford, Şaîr û Endama PENa Norwecê Karîn Henderson û ji Rêveberiya PENa Tirkiyê Halîl Îbrahîm Ozcan û ji Navenda PENa Kurd Salih Kevirbirî beşdarî li vê danişîna dadgehê kir.

PENa Kurd, heman roj û roja din çar caran li deverên curbicur ên Stenbolê bi Serokê Giştî yê PENa Navneteweyî Bûrhan Sonmez, rayedarên PENa Navneteweyî, PENa Norwecê û sazî û dezgehên demokratîk re hevdîtinên sûdewar û bikêrhatî kir.

Navenda PENa Kurd

Rewşa tendurustiyê ya 3 rojnamegerên li girtîgehê giran e

NAVENDA NÛÇEYAN – Li gor agahiyên Hevserokê DFG’ê Serdar Altan dan niha rewşa tendurustiyê ya 3 rojnamegerên di girtîgehê de tên girtin giran e.

Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) di girtîgehan de 605 jê giran hezar û 605 girtiyên nexweş hene. Li gorî Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUHAY-DER) ya Marmarayê jî ji wan nexweşan 68 jê giran in. Li gorî rapora Cîgira Serokê Giştî yê CHP’ê Gulîzar Bîçer a di 28’ê Kanûna 2021’an de aşkera kir jî di 5 salên dawî de 100 girtiyên tevî nexweşiyên xwe ve nehatin berdan jiyana xwe ji dest dan û 91 girtî jî ji ber şertên giran ber bi întîharê ve hatine dehfdan. Li gorî daneyên HDP’ê di 21’ê Sibatê de parve kirin jî di 5 salên dawî de 89 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dane. Raporên ku hatine aşkerakirin rewşa girtîgehan radixe ber çavan û her roj di girtîgehan de mirineke din çêdibe. Piştî raporan jî herî kêm cenazeyê 8 girtiyan ji girtîgehan derket. Mirinên li girtîgehan û daneyên li ser girtiyên nexweş ji parvenekirina daneyan a hikumetê pêk tê. Desthilat şûna li nexweşxaneyên baş raporan esas bigire, raporên Saziya Tiba Edlî (ATK) ku zanîstî û bêalîbûna wê ji aliyê derdora tipe yên serbixwe ve bi guman tê pêşwazîkirin esas digire.

Li gor agahiyên Hevserokê DFG’ê Serdar Altan bi Ajansa Mezopotamyayê re parve kir jî niha rewşa tendurustiyê ya 3 rojnamegerên di girtîgehê de tên girtin giran e.

Navên 3 rojnamegeran wiha ne: Xebatkarê Kovara Gelê Azad Devrîm Ayik, Nûnerê rojnameya kurdî Azadiya Welat a bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de (KHK) hatiye girtin ê Dîlokê Ferhat Çîftçî, Yek rojnamevanê din ê nexweş jî Ziya Ataman e. Ziya dema nûçegihanê stajyer ê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê ku bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de hatibû girtin bû bi îdiayên “agahiyên dewletê ji hin deren din re biriye” û “kesekî ku ji rêxistinê reviyaye girtiye û radestî rêxistinê kiriye” di 11’ê Nîsana 2016’an de hatibû girtin.

Salek û 6 meh ceza li nivîskar Yavuz Ekîncî hat birîn

NAVENDA NÛÇEYAN – Ji ber parvekirinên li ser medyaya dîjîtal salek û 6 meh ceza li nivîskar Yavuz Ekîncî hat birîn.

Bi hinceta 8 sal berê têkildarî Kobanê li ser medyaya dîjîtal peyam parve kirine, derheqê nivîskar Yavuz Ekîncî de bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê” doz hatibû vekirin. Rûniştina biryarê ya dozê îro li 34’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Çaglayan a Stenbolê hat dîtin. Di rûniştinê de nivîskar Yavuz, parêzerê wî Can Ekîncî û Serokê Baroya Êlihê Erkan Şenses amade bûn.

Di rûniştinê de dozger, daxwaza xwe ya berê dubare kir û anî ziman Yavuz were cezakirin. Yavuz jî di parastina xwe de got ku her nivîskar divê xwedî fikr û wijdan be û wî jî li dijî neheqiyê dengê xwe derxistiye. Yavuz, da zanîn ku mafê wî yê azadiya fikr û raman tê darizandin û beraeta xwe xwest. Piştre jî parêzerê Yavuz parastina miwekîlê xwe kir û beraet xwest.

Piştî parastinan, dadgehê ji bo biryarê navber da. Dadgehê, bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê”, salek û 6 meh û 22 roj ceza da Yavuz. Dadgehê ev ceza jî taloq kir.

Têkildarî pirtûkên nivîskarê di zindanê de doz hat vekirin

NAVENDA NÛÇEYAN – Têkildarî pirtûkên nivîskar Abdullah Yilmaz ê li Girtîgeha Tîpa F ya Kirklar a Îzmîrê, A 31 Bûca Îzmîr tê girtin, doz hat vekirin

Derbarê pirtûkên nivîskar Abdullah Yilmaz de ku li Girtîgeha Tîpa F a Kirklari A 31 Bûca Îzmîr tê girtin, doz hat vekirin. Li gor agahiya malbatê ragihand têkildarî du pirtûkên nivîskar ên bi navê Rêça li ser Berfê, Wêneyek Veşartî bi hinceta “propagandaya rêxistinê” doz hatiye vekirin.

Nivîskar avêtin hucreya yekkesî

Li gor agahiyên malbata nivîskar Abdullah Yilmaz ê di zindanê de ye ragihand rêveberiya girtîgehê berê Abdullah kiriye hucreya yekkesî û piştre jî bi hinceta “propagandaya rêxistinê” doz derbarê pirtûkên wî de hatiye vekirin.

Pirtûk li Abdullah Yilmaz hatibû qedexekirin

Ligel rêveberiya girtîgehê destûra çapê ya pirtûka “Wêneyek Veşartî” dabû jî destûr nehatibû dayin ku pirtûk bigihêje ber destên nivîskar û xwendekaran.

Cezayê girtîgehê yê 6 sal û 3 mehan li endamê PENa Kurd Azad Zal hat birîn

NAVENDA NÛÇEYAN – Cezayê girtîgehê yê 6 sal û 3 mehan li endamê PENA a Kurd, Nivîskar û weşanger Azad Zal hat birîn.

Rûniştina doza ku di çarçoveya lêpirsîna Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de li nivîskar û weşanger Azad Zal (Mehmet Gungormuş) hatibû vekirin, li 8’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê hat dîtin. Azad tevlî rûniştinê nebû, lê parêzerê wî Abdullah Çager lê amade bû. Dozger, mutalaaya xwe ya rûniştinê beriya niha dubare kir û bi sûcdariya “endamtiya rêxistinê” xwest ceza li Azad Zal bê birîn.

Parêzer Abdullah Çager li dijî mutalaayê parastin kir û sûcdariyên li muwekîlê xwe qebûl nekir û daxwaz kir ku Azad bê beraetkirin.

Heyeta dadgehê, piştî parastinê biryar da ku 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Azad bê birîn û ji hin mafan bêpar bê hiştin.

Sîrwart Melikiyan koça dawî kir

NAVENDA NÛÇEYAN – Sîrwart Melikiyan a dildarek doza gelê kurd bû û di heman demê de hevjîna Hunermend Aram Tîgran koça dawî kir.

Sîrwart Melikiyan a dildarek doza gelê kurd bû û di heman demê de hevjîna Hunermend Aram Tîgran koça dawî kir. Sîrwart a ku di 1941’ê de li Qamişloyê ji dayik bû û di 81 saliya xwe de li Brukselê do jiyana xwe ji dest da di karê pêşkeftinên hunerî yên Aram Tîgran de xwedî rolek mezin û ji “doza Kurdistanê” re jî wefdar bû. Sîrwart Melikiyan ji 2009’an û şûnde heya roja îro ku wê jî çavên xwe ji jiyanê miçandin, ne doza Aram berda ne jî ji kurdan dûr ket.

Derbarê endamê PENa Navneteweyî Gokhan Yavuzel de doz hat vekirin

NAVENDA NÛÇEYAN – Bi hinceta ku endamê PENa Navneteweyî Gokhan Yavuzel derbarê Deniz Poyraz de parvekirin kiriye lê doz hat vekirin.

Lêpirsîna ku ji ber parvekirina wî ya têkildarî Denîz Poyraz a li avahiya HDP’ê ya Bajar a Îzmîrê hatibû kuştin li Endamê PEN’ê Gokhan Yavûzel hatibû destpêkirin, temam bû. Serdozgeriya Komarê ya Rihayê, ji ber parvekirina wî ya “Tetikkêşê Poyraz Dewlet Bahçelî û pêdankirin jî Erdogan e. Erdogan dewleta çete veguherand dewleta mafyayê.” bi angaşta”heqareta li serokkomar” derbarê Gokhan de doz vekir. Doznameya ku hat amadekirin ji aliyê 4’emîn Dadgeha Cezayê Esliyeyê ya Rihayê ve hat qebûlkirin.

Wê danişîna yekemîn a dozê di 10’ê gulanê de li 4’emîn Dadgeha Cezaya Esliyeyê ya Rihayê bê dîtin.

Rojname û ajansan bal kişandin ser kuştina rojnamger Gungor Aslan

NAVENDA NÛÇEYAN – Gelek rojname û ajansan bal kişandin ser kuştina rojnameger Gungor Aslan û dan zanîn ku kujerê wî hatiye girtin. Her wiha di rojnameyan de hat gotin ku Gungor Aslan herî dawî piştî êrişa lê hatiye kirin gotiye ‘Ez ê nebim rojnamegerê ewil an jî yê dawiyê yê ku êriş lê hatiye kirin, ketiye girtîgehê û bi çekê hatiye kuştin’.

Rojnameger Gungor Aslan ê ku berê gelek carî bi êriş û sûîkastan rû bi rû mabû piştî êrişa dawî li Kocaeliyê jiyana xwe ji dest da. Li ser gelek ajans û rojnameyan behsa êrişa li Rojnameger Gungor Aslan hat kirin. Her wiha aktivîst û parêzvanê mafê mirovan jî nûçeyên derbarê Gungor de rtwit kirin û bertek nîşanî kuştina wî dan. Her wiha gelek navendê PEN’ê jî liser rûpelê twittirê hatin etîketkirin.

Federasyona Rojnamegeran a Ewropayê cihekî berfireh ji bo nûçeya rojnameger Gungor Aslan veqetand.

21 Pirtûkên Hîndekariyê yên Kurdî

NAVENDA NÛÇEYAN – Ji bo 11 salên bingehîn ên destpêka hîndekariya kurdî bi rêkûpêk werin meşandin 21 pirtûkên dersdanê bi xebata Komeleya Hîndekariya Kurdî di nav weşanên Instîtuta Kurdî ya li Swîsreyê de hatin çapkirin.

Bi piştgirî û hevkariya Xwendegeha Bilind a Pedagojî ya Zurichê, Wezareta Çandê ya Swîsre BAKê û bi xebata 5 salan a Komeleya Hîndekariya Kurdî ya li Swîsreyê bi piştgiriya PENa KURD û Yekîtiya Mamosteyên Kurd a li Ewropayê ji bo hîndekariya Kurdî 21 pirtûkên dersdanê di nav weşanên Instîtuta Kurdî ya li Swîsreyê de derketin.

Ev pirtûk wiha ne:

Ji bo asta berî xwendegehê 2 pirtûk

Ji bo hînbûna Kurdî wek zimanê duyem pirtûkek

Ji bo sê salên asta jêrîn 6 pirtûk, her saleke hîndekariyê du pirtûk, pola 1,2,3

Ji bo sê salên asta navîn 6 pirtûk, her saleke hîndekariyê du pirtûk, pola 4,5,6

Ji bo sê salên asta jorîn 6 pirtûk, her saleke hîndekariyê du pirtûk, pola 7,8,9

Deftera ji bo mamosteyan

Bi tevahî 21 pirtûkên li pey hev rêz dibin ji asta temenê zarokê 5 salî heta bigihe 15 saliya xwe, dikare li ser van pirtûkan hînî ziman, çand, kevneşopî, dîrok, erdnîgarî, huner, jiyana civakî û gelek zanînên girîng ên welatê lê dijî û welatê jê hatiye, yan welatê dê û bavê zarok jê hatiye -ku ev ji bo piraniya zarokên Kurdan Kurdistan û zimanê Kurdî-Kurmancî ye- bibe.

Di nivîsîna van pirtûkan de ji kesên pispor ên wek şarezayê ziman, dîdaktîk, metodîk û pedagogik komisyon hatine sazkirin û pirtûk bi erêkirina van komiyonan gihiştine asta çapê. Her wiha pirtûk ji aliyê olî û siyasî ve bêalî hatine amadekirin.

Di naveroka pirtûkan de sazûmana perwerdeyiyê ya zimanê dayikê û çanda welêt a li Swîsre û li Almanya wek bingeh hatiye girtin.

Di her pirtûkekê de bi kêmayî 22 mijarên têrî du seetên perwerdeyê bikin, hene. Saleke xwendegehê wek 44 hefteyan hatiye hesibandin. Ji bo her saleke perwerdeyê du pirtûkên bi kêmanî ji 22 mijaran pêk tên, hatin çêkirin. Zagonên hîndekariya zimanê dayikê û çanda welêt li derveyî welêt destûrê dide, ku di hefteyekê de du seetan perwerde were meşandin. Bi vê armancê pirtûk li gor vê zagonê hatine amadekirin.

Hûn dikarin hemû agahiyên li ser pirtûkan, naveroka pirtûkan, riya bidestxistina pirtûkan û lênêrîna mijarên di pirtûkan de hene, li ser malpera Komeleya Hîndekariya Kurdî ya li Swîsreyê www.zimanekurdi.ch û li ser malpera Instîtuta Kurdî ya Swîsreyê www.institutkurdi.ch bibînin, bixwînin û bikirin.

Li diyasporayê cara yekem e ji bo zarokên Kurdan û giştiya Kurdan xizmeteke wiha bi rêk û pêk û bi nirx, di encama xebateke bi roj û şevan, meh û salan de tê kirin. Ev xebata 21 pirtûkên hîndekariya Kurdî li zarokên Kurd û li gelê me pîroz be.

Instîtuta Kurdî ya li Swîsreyê

Rojnameger Nûrcan Yalçin hat binçavkirin

NAVENDA NÛÇEYAN – Rojnameger Nûrcan Yalçin hat binçavkirin. Derbarê binçavkirina Nûrcanê de Koalîsyona Jinê ya di Rojnamegeriyê de daxuyanî da û da zanîn ku hemleyên li dijî çapemenî û azadiya îfadeyê nayên qebûlkirin.

Serê sibehê polîsan bi ser mala rojnameger Nurcan Yalçin de girtin. Di serdagirtina malê de Nurcan hat binçavkirin.

Nurcanê birin Şaxa TEM’ê ya Amedê û sedema binçavkirinê nehat zanîn. Her wiha derbarê hevdîtina parêzer de jî qedexeya 24 seatan hat dayîn.

Berê jî li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê salek û 6 meh û 20 roj bi iddiaya ku “propagandaya rêxistinê kiriye” û 2 sal û mehek jî bi îdiaya ku “endama rêxistinê ye û bi zanatî alîkariya rêxistinê kiriye” li ser hev 3 sal û 7 meh û 22 roj cezayê girtîgehê li Nûrcanê hatibû birîn.

Îro Koalîsyona Jinê ya di Rojnamegeriyê de (CFWIJ), bi daxuyaniya ku da bertek nîşanî binçavkirina rojnameger Nûrcan Yalçin a li mala xwe ya Amedê hat binçavkirin da.

CFWIJ’ê da zanîn ku zext û operasyonên çewisandinê yên li dijî rojnamegeran ên li Tirkiyeyê bi fikar in û got hemleyên li dijî çapemenî û azadiya îfadeyê nayên qebûlkirin.

Hevseroka PENa Kurd ji bo zarokan pirtûkên kurdî şand

NAVENDA NÛÇEYAN – Hevseroka PENa Kurd Eslîxan Yildirim, ji bo zarokên ku wê dersa bijarte ya Kurdî hilbijêrin pirtûkên Kurdî şandin.  

Hevseroka PENa Kurd û di heman demê de xwediya Weşanxaneya Azad Eslîxan Yildirim ji bo zarokên ku wê dersa bijarte ya Kurdî hilbijêrin û ji bo mamosteyan pirtûkên bi navê Fêrbûna Kurdî, Herdemciwanê û Hezar û Yek Şev yên bi zimanê Kurdî şandin Amedê, Batmanê û Mêrdînê. Têkilî berdewam in, ji bo mînakgirtinê wê belavkirina van pirtûkan ji bo hin bajarên din jî dom bike.  

Fêrbûna Kurdî-Pêngava Yekem ji aliyê nivîskarê 21 pirtûkên hîndekariyê Hesen Huseyin Deniz ve hatiye nivîsandin û amadekirin. Ev kitêb ji bo perwerdeya kesên ku nû dest bi xwendina Kurdî-Kurmancî dikin. Herdu kitêbê din, Herdemciwanê (Eslîxan Yildirim) û Hezar û Yek Şev(Wergera ji Erebî-Menaf Osman) çîrokên gelerî ne, mamoste wek materyalên alîkar dikarin wan bikar bînin. Wê ev pirtûk li hinek sazî û zarokan bên belavkirin.  Ji ber ku têra herkesi kitêb nikare bê şandin, di heman demê de Weşanxaneya Azad di malpera xwe de di gel hin pirtûkên din ev pirtûk jî wek PDF bela kirine (https://wesanxaneyaazad.net/index.php/pirtuken-pdf/ ). Çi kesê bixwaze dikare wan bê heq ji xwe re daxe, ji bo perwerdehiyê sûdê werbigire û xwendina xwe bi pêş bixîne.

Hevpeyvîna Bûrhan Sonmez a di Kovara Zanîngeha Harvardê de

NAVENDA NÛÇEYAN – Serokê PENa Navneteweyî Bûrhan Sonmez di hevpeyvîna xwe ya di kovara Zanîngeha Harvardê de da zanîn ku Diyasporaya Kurdî li seranserê cîhanê derfetên cuda bi dest xistin û rewşenbîrên Kurd li ser çand û parastina ziman û wêjeya Kurdî sekinîn.

Serokê PENa Navneteweyî Bûrhan Sonmez di hevpeyvîna xwe ya di kovara Zanîngeha Harvardê de bal kişand ser derfetên kêm ên perwerdeya bi zimanê kurdî ya li Tirkiyeyê û bi lêv kir ku nivîsandina bi zimanê tirkî ne tercîha wî bû. Her wiha Bûrhan Sonmez got ew dixwaze xeyalê xwe pêk bîne û pirtûkekê bi zimanê zikmakî binivîse.

‘Zimanê kurdî di jiyana gel de qedexe bû’

Bûrhan da zanîn ku ew neçar mane bi tirkî bixwînin û binivîsin û wiha dewam kir:” Li gund em bi Kurdî dipeyivîn û difikirîn, lê ev ziman di jiyana gel de qedexe bû, ji ber vê yekê em neçar man ku Tirkî hîn bibin û bixwînin. Bi vî awayî, Tirkî bû zimanê hatin û çûyîna me li sûk û dibistan û kargehan, lê Kurdî li gund bi çîrok û efsane û stranên me wek zimanê xeyalî bû. Hebûna wê hesta dualî, paşê rê li ber deqqên pênûsa min vekir.”

‘Nivîsandina bi tirkî ne tercîha min bû’

Bûrhan bal kişand ser derfetên ku ji bo perwerdeya bi zimanê Kurdî tune bû û wiha lê zêde kir:”Nivîsandina bi tirkî ne tercîha min bû. Ji bo kesên wek min ên ku li Tirkiyeyê mezin bûne, ev tenê riya xwendin, xebat û civakîbûnê bû. Perwerdeya me ya bi Kurdî tunebû û derfet jî tunebûn. Mînak, me di dibistanên xwe de pirtûkên Kurdî nedîtin. Wexta ku min xwendina zanîngehê temam kir û dest bi karê xwe yê hiqûqî kir, pirtûkên Kurdî li Tirkiyeyê bi awayekî qanûnî peyda bûn, lê dîsa jî peydakirina wan ne hêsan bû. Ji bo vê bazarê hîn binesaziya wêjeyî tunebû. Diyasporaya Kurdî li seranserê cîhanê derfetên cuda bi dest xistin û rewşenbîrên Kurd li ser çand û parastina ziman û wêjeya Kurdî sekinîn. Niha rewş tê guhertin. Çend weşanxaneyên me yên Kurdî li Tirkiyê hene û nifşek nû ya nivîskarên Kurd ên ciwan bi serkeftin weşanê dikin. Kurdî ji bo min bûye zimanê xeyalê, lewra beşek ji hêviya min ew e ku di dawiyê de ez pirtûkekê bi zimanê xwe yê zikmakî, bi Kurdî binivîsim. Wê demê wê xewna min vegere rastiyê û ez hêvî dikim ku di demek nêzîk de wê bikim.”

Berdewamiya hevpeyvînê dikare ji ser vê lînkê bê xwendin:

Kampanyaya PENa Swêdê ya ji bo nivîskaran dê salekê bidome

NAVENDA NÛÇEYAN – PENa Swêdê ji bo balê bikşîne ser mafên nivîskaran dest bi kampanyayê kir û ev kampanya dê heta salekê ango pîrozbahiya sedsala PENa Swêdê bidome.

Kampanyaya ku PENa Swêdê ji bo balê bikşîne ser mafên nivîskaran dest pê kiribû didome. Di çarçoveya kampanyayê de di destpêkê de PENa Swêdê bal kişand ser Nivîskar Osman Kavala yê niha girtiye. Ev kampanya dê heta meha îlona 2022’yan ango heta pîrozbahiya sedsala PENa Swêdê bidome. Dê gelek pirtûkxaneyên li Swêdê jî beşdarî kampanyayê bibin. Dê çalakî jî bên lidarxistin.

Her wiha Serokê PENa Navneteweyî Bûrhan Sonmez jî bi nivîsekê banga piştevaniyê ji bo Nivîskar Osman Kavala kir.

Serokê PENa Navneteweyî Burhan Sonmez derbarê Osman Kavala de wiha got:

“Ger hûn li Tirkiyeyê ji kesekî bipirsin, dê bibêjin ku di çalakiyekê de Osman Kavala nas kiriye. Ji ber ku ew li her derê bû. Dema ku ez yanzdeh sal berê vegeriyam Tirkiyeyê, ez ketim nav Konseya Aştiyê ya ku ji bo çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd dixebite. Min li wir Osman Kavala nas kir, ez bûm şahidê dilovanî û nêzîkatiya wî ya erênî ya ji bo çareserkirina pirsgirêkan. Cara dawîn ku min ew dît, mixabin, di odeyeke girtîgehê de bû. Dema ez diçûm serdana wî, dema min jê dipirsî ka di girtîgehê de rewşa wî çawa ye, wî bal dikşand ser derve û digot:”Ya girîngtir, rewşa derve çawa ye.” û li hevalên xwe dipirsî. Ev çar sal in di girtîgehê de ye. Ew roj û salan nahesibîne, lê pirtûkan dihejmêre. Di hucreya wî de ji panzdeh pirtûkan zêdetir hebe qedexe ye, ew dixwaze ku bêhtir hebin.

Bi çendîn biryarên dadgehê hatiye azadkirin, lê heman roj beriya ku ji girtîgehê derkeve, biryarên nû yên dadgehê ji bo girtina wî hatine çêkirin. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û Konseya Ewropayê diyar kirin ku girtina Kavala di gelek biryarên wan de ne rewa ye û xwestin demildest bê berdan. Di dawiyê de, Komîteya Wezîrên Konseya Ewropayê heta 30ê Îlona 2021ê muhlet da Tirkiyeyê, lê rayedarên Tirkiyeyê nîşan dan ku ew hiqûqa navneteweyî û her wiha yasaya navxweyî nas nakin.

Kavala di nameyekê de ji rojnamevanekî re dibêje: “Ez ê li dengê baranê guhdarî bikim û li benda dîtina keskesorê bimînim ku ji me re dibêje jiyan çi mûcîze ye. Em ji bo Kavala dixebitin ku di zûtirîn demê de wê keskesorê bibîne; ji ber ku keskesor li seranserê cîhanê li benda gelek nivîskar, rewşenbîr û parêzvanên mafên mirovan e. “

Ji ser vê lînka jêr hûn dikarin xwe bigihêjin hûrguluyê kampanyayê:

https://www.svenskapen.se/senaste-nytt/2021/10/26/tolv-tystade-rster-osman-kavala-frst-ut-i-svenska-pens-nya-kampanj