4 rojnameger hatin binçavkirin

NAVENDA NÛÇEYAN – Polîsan bi ser mala Rojnameger Evrîm Kepenek, Delal Akyuz, Firat Can Arslan û Sibel Yukler de girtin û ew binçav kirin.

Edîtora Jinê û mafên LGBTÎ+ Evrîm Kepenek dema li mala xwe ya Çukurcuma ya Stenbolê bû polîsan bi ser mala wê de girtin. Piştî satekê lêgerîna malê polîsan kelepçe kirin destên Evrîmê û ew kirin bin çavan. Derbarê hinceta binçavkirinê de tu agahî nehat dayin.

3 rojnameger hatibûn binçavkirin

Her wiha di saetên serê sibehê de bi lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê dabû destpêkirin polîsan bi ser malên nûçegîhanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Delal Akyuz, Firat Can Arslan û Rojnameger Sibel Yukler de girtin û ew kirin bin çavan.

Li Tirkiyeyê ‘Roja Çapemeniyê’: Girtin, sansur, şîdet, binçavkirin

NAVENDA NÛÇEYAN – Rojnameger 24’ê Tîrmehê Roja Têkoşîna ji bo Azadiya Çapemeniya, bi binçavkirin, sansur, tundî û girtinan pêşwazî dikin. Rojnamegerên di şopa heqiqetê de israr dikin jî tu carî pênûsa xwe li erdê nehiştine.

Rojnamegeran di dîroka 24’ê Tîrmeha 1908’an de dema ku Meşrûtiyet hat îlankirin, biryar dan ku ew ê rojnameyên xwe nîşanî “Desteya Sansurê” û karmendên sansurê nedin. Haman roj a 24’ê Tîrmehê di sala 1948’an de ji hêla Cemiyeta Rojnamegeran a Tirkiyeyê ve wek “Roja Têkoşîna ji bo Azadiya Rojnamegeriyê” hate ragihandin. Lê belê ji wê rojê heta îro ne sansur ne zextên ne jî binpêkirinên mafan ên rojnamegeran, qet bi dawî nebûn.

Li gorî rapora Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) ya meha hezîranê, ji 1’ê tîrmehê ve 75 rojnameger girtî ne. Di danişîna 11’ê tîrmehê hatiye lidarxistin de 15 rojnamegerên kurd hatin berdan. Li gorî vê encamê hejmara rojnamegeran ku tên girtin daket lê bele li gel hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglû, edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Sedat Yilmaz, Gerînendeyê Giştî yê Weşana TELE1’ê Merdan Yanardag, gelek rojnamegerên din ji ber xebatên xwe yên rojnamegeriyê hê jî girtî ne.

Êrişên li dijî rojnamegerên jin didomin

Di vê rojê de jî zext, zordestî, tundî, êrişên li ser jinên rojnameger didomin. Jinên rojnameger gelek caran li qadan dema nûça şopandine bi êrişên sîstematîk ên zayendî rû bi rû mane û heqaret li wan hatiye kirin. Tevî vê zordestiyê jî jinên rojnameger li berxwe didin û dev ji têkoşîna xwe bernadin. Ew ji bo heqîqet û rastiyê ragihînin civakê dixebitin.

Pirtûka nivîskarê girtî Hasan Kiliç derket

NAVENDA NÛÇEYAN – Pirtûka çîrokan a bi navê “Berçem” a ji aliyê Hasan Kiliç ê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Eregliyê tê ragirtin, ji bo bîranîna Cemîle Çagirgayê hatiye nivîsandin, hat çapkirin.

Pirtûka bi navê “Berçem” a Hasan Kiliç ê di Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Eregliyê de di qawîşa yekkesî de tê ragirtin û bi kurdî nivîsandiye ji Weşanên Sînê derket. Pirtûka çîrokan ji bo bîranîna Cemîle Çagirga ya 10 salî ku dema qedexeyên derketine derve ya navçeya Cizîra Şirnexê di salên 2015-2016’an hatibû qetilkirin û ji bo ku cenazeyê wê xera nebe bi rojan di sarincê de hatibû, hiştin hat nivîsandin. Di pirtûkê de çîroka “Berçem” a li Kurdistanê hatiye dinê û hê ku hînî kurdî nebûye û bi malbata xwe re diçe Stenbolê û 6 sal şûnde vedigere mala xwe û piştî tê kurdî nas dike, tê vegotin.

Pirtûka weke pirtûka çîrokan hatiye amadekirin weke ferhengeke kurdî tê xuyakirin. Di pirtûkê de li hemberî gotinên rojane yên kurdî wergera tirkî jî cih digire. Pirtûk bi xêzkirina wêneyên Besna Acû û Mûstafa Temel tê vegotin.

Hasan Kiliç kî ye?

Hasan Kiliç di sala 1994’an de li gundê Mistefamillik ê navçeya Qosera Mêrdînê hate dine û di sala 2016’an de tev li Yekîneyên Parastinê yên Sivîl (YPS) bû. Di encama lêketina birûskê Hasan bi giranî birîndar bû û hevalên wî ji bo dermankirina birînên wî ew birin Herêma Federe ya Kurdistanê û li wir hate dermankirin. Rewşa Hasan giran dibe û dikeve nav nivînan. Piştî ku malbatê xwest ku Hasan bişînin Tirkiyeyê û li wir derman bikin, pêşmergeyên PDK’ê Hasan li deriyê Xabûrê teslîmî Tirkiyeyê kirin. Hasan piştî binçavkirinê hate girtin. Dadgeha 3’yemîn a Cezayê Giran a Merdînê bi hincetên “Endamtiya Rêxistinê”, “Xerakirina Yekitî û Temamiya Dewletê” û sedemên wekhev, 3 caran cezayê mûebeda girankirî lê Hasan birî. Hasan niha di Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Eregliya Konyayê tê ragirtin û Hasan li girtîgehên Şirnex, Mêrdîn, Sêwereg û Kayseriyê jî maye.

Tehliyeya nivîskar Sinan Sutpak cara duyem hat taloqkirin

NAVENDA NÛÇEYAN – Cezayê girtiyê siyasî yê kurd û nivîskar Sînan Sutpak ê ku 30 sal û 3 meh in girtî cara duyemîn ji bo 3 mehan hat taloqkirin.

Girtiyê siyasî yê kurd û nivîskar Sînan Sutpak li navçeya Curnê Reş a Rihayê hat binçavkirin û di 3’yê Gulana 1993’yan de hat girtin û cezayê muebbedê lê hat birîn. Li gel ku Sinan înfaza xwe temam kiriye jî bi hinceta “Rewşa wî baş nîne” nayê tehliyekirin. Sînan heta niha li girtîgehên Riha, Semsûr, Bursa, Mereş Elbistanê maye. Herî dawî jî sewqî Girtîgeha Yozgatê hatiye kirin. Ji bo tehliyekirina Sinan demek kêm mabû, lê ji ber erdhejên Mereşê ji Elbistanê sewqî Yozgatê hat kirin. Dihat payîn ku di 3’yê Gulanê de were berdan lê ji ber rapora Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê înfaza wî ji bo 3 mehan hate taloqkirin.

Di hinceta neberdana Sinan de ev îdia tên kirin: “Rêxistinê wek ‘rêxistina terorê’ pênase nake. Poşmaniyê qebûl nake. Meyla wî ya sûckirinê heye.”

Hat zanîn ku wê parêzerê Sinan îtîrazî biryara taloqkirina ceza bike.

Nivîskar Roni Margulies koça dawî kir

NAVENDA NÛÇEYAN – Nivîskar Roni Margulies ê tedawiya nexweşiya pençeşêrê didît, di 68 saliya xwe de koça dawî kir.

Nivîskar, helbestkar, endamê Partiya Karkeran a Sosyalîst Şoreşger Roni Margulies, di 68 saliya xwe de koça dawî kir. Margulies ê di 1955’an de li Stenbolê ji dayik bû di 1972’yan de çû Londrayê û piştî gelek sala şûnde vegeriya. Margulies li dû xwe gelek berhem hiştin.

Tevî cezayê helbestkar Medya Yaklav qediyaye jî nayê berdan

NAVENDA NÛÇEYAN – Li Girtîgeha Jinê ya Sîncanê tevî helbestkar Medîne Yaklav (Medya Yaklav) a ji 30 salî zêdetir e girtiye cezayê 14 jinan bi dawî bûne lê belê nayên berdan.

Binpêkirina mafên li girtîgehan dewam dikin. Girtiyên ku cezayên wan qediyane jî bi hincetên pûç û vala nayên berdan. Li Girtîgeha Jinê ya Sîncanê jî tevî helbestkar Medîne Yaklav (Medya Yaklav) a ji 30 salî zêdetir e girtiye cezayê 14 jinan bi dawî bûne lê belê nayên berdan.

Lêpirsîna dîsîplînê

Medîne Yaklav (Medya Yaklav) di 1993’yan de li Amedê hat girtin û cezayê muebbetê ji bo wê hat dayin. Divê Medya di 1’ê Nîsanê de bihata tehliyekirin lê belê hinceta Lijneya Çavdêrî û Îdareyê wekî hincet hat nîşandan û înfaza wê hat şewitandin. Di raporê de lêpirsîna dîsîplînê ya ku berê Medya jê bereat kiribû wekî hincet hat nîşandan.

Bi hincetên pûç û vala nayên berdan

Li gor agahiyên malbata Medyayê parve kirin bê hincet dîsa 3 meh ceza li Medyaya ku divê derketa hatiye birîn. Li Girtîgeha Jinê ya Sîncanê tevî Medya 14 jinên din jî tevî cezayên wan xelas bûne bi hincetên pûç û vala nayên berdan.

Li Stockholmê li ser Zimanê Kurdî semîner hat lidarxistin

NAVENDA NÛÇEYAN – Bi pêşengiya Enstîtuya Kurdî ya Stockholmê, Yekitiya Mamosteyên Kurd li Swêd û PENa Kurd bi wesîleya 15’ê Gulanê Roja zimanê Kurdî semînerek hat dayin.

Li paytexta Swêd Stockholmê li ser Zimanê Kurdî semînerek hat lidarxistin. Semîner bi yek deqe rêzgirtinê dest pê kir û li pey xwendina helbest û stranê semîner bi mijarên hatî destnîşankirin, dest pê kir.

Piştî xwendina helbestek ji helbestvan Aynûr Aras, li ser mijara Ziman û Medya ev tişt hate gotin: “Ziman bi riya tv, radyo, rojname û kovara rojaneyî dibe, pêş dikeve û hemdemiya xwe distîne.”

Kurdan ji ber hezkirina xwe zimanê xwe parastine. Lê mixabin di van salên dawî de ew hezkirina kurdan jî kêm bûye. Nivîskar, dema tiştek dinivîsin, lazim e zimanekî sade û zelal hilbijêrin da ku her zarok an her xwendevanek Kurdî bikaribe bi hêsanî jê fam bike. Em weke mamoste, rewşenbîr, nivîskar lazim e her gotin, her nivîs û her tiştê ku bikin, lazim e bi zarok û ciwanên xwe bidin hezkirin, em vîna ji bo ziman xurt bikin.”

Semînera ku danê nîvro seet 13:00’an li salona ABF ya taxa Varby Gord dest pê kir, heya bi danê êvarî saet 17:00’an domand.

Rojnamegerên çapemeniya azad hatin berdan

NAVENDA NÛÇEYAN – Heyeta dadgehê di doza ku rojnameger jê dihatin darizandin, biryar da û ji bilî Hamdullah Bayram biryara tahliyeya hemû rojnamegeran da.

Di çarçoveya lêpirsîna di 25’ê Cotmehê de ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve hatibû meşandin de Midûra Karê Nivîsanê ya Ajansa Mezopotamyayê Dîren Yurtsever, nûçegîhan Selman Guzelyuz, Denîz Nalim, Bêrîvan Altan, Emrullah Acar, Hakan Yalçin, Ceylan Şahînlî û Zemo Aggoz Mehmet Gunhan ên negirtî dihatin darizandin û nûçegîhana JINNEWS’ê Habîbe Eren, Oznur Deger di 29’ê cotmehê de hatibûn girtin û nûçegîhanê Yenî Yaşamê Hamdullah Bayram yê di 20’ê Adarê de hatibû girtin û rûniştina wan a yekemîn li Dadgeha Ceza Giran a Enqereyê hat dîtin.

Heyeta dadgehê piştî navbera ku dayê, ji bilî Hamdullah Bayram, biryara tehliyeya hemû rojnamegeran da.

Nivîskar Mehmet Yavuz hat sirgunkirin

NAVENDA NÛÇEYAN – Nivîskarê girtî Mehmet Yavuz û du hevalên wî ji 2’yemîn Tîpa T a Şakranê sirgunî Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1’ê ya Tekirdagê hat kirin.

Binpêkirin, zext û zordestiyên li girtîgehan her roj zêdetir dibin. Girtiyên poşmaniyê qebûl nakin nayên berdan, gelek girtî nexweşiyên wan giran in lê belê nayên berdan. Gelek girtî jî ji ber sedemên cuda tên sirgunkirin. Vê carê jî Nivîskarê girtî Mehmet Yavuz û du hevalên wî ji 2’yemîn Tîpa T a Şakranê sirgunî Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1’ê ya Tekirdagê hat kirin.

Ji ber pêşnivîsa kurdî hatin sirgunkirin

Nivîskarê girtî Mehmet Yavuz bi rêya malbata xwe ragihand ku ji ber pêşnivîsa kurdî mudurê girtîgehê Hesen Çîmen ew ji 2’yemîn Tîpa T a Şakranê sirgunî Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1’ê ya Tekirdagê kiriye û berî bê sirgunkirin jî 15 roj cezayê hucreyê  li Mehmet Yavuz hatiye birîn.

JIN JIYAN AZADÎ

DI 8’Ê ADARÊ DE JINÊN CÎHANÊ BI DIRÛŞMA “JIN JIYAN AZADΔ LI BERXWE DIDIN.

KOMÎTEYA JINÊ YA PENa KURD


Ji Komîteya Jinê ya PENa Kurd videoya 8’ê Adarê

NAVENDA NÛÇEYAN- Komîteya Jinê ya PENa Kurd bi munasebeta 8’ê Adarê vîdeoyek ku jinên cîhanê dirûşma “Jin jiyan azadî” berz dikin, weşand.

Bi munasebeta 8’ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê çalakiyên jinan dewam dikin. Komîteya Jinê ya PENa Kurd jî bi munasebeta 8’ê Adarê videoyek ku jinên cîhanê dirûşma “Jin jiyan azadî” berz dikin amade kir û ev vîdeo li ser hesabê youtubeyê yê Komeleya Wêjekarên Kurd, li ser hesabê PENa Kurd ê twittirê hat weşandin.

Jinên cîhanê dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ berz kirin

Di vîdeoya 8’ê Adarê ya ji aliyê Komîteya Jinê ya PENa Kurd hatiye amadekirin de jinên ji welatên cuda dirûşma “Jin jiyan azadî” berz kirine û bi vî rengî piştevaniya têkoşîna bi jinên kurd re eşkere kirine.

Berdana nivîskar Alî Koç hat taloqkirin

NAVENDA NÛÇEYAN – Berdana nivîskar Alî Koç ê ku ev 30 sal in girtiye, hat taloqkirin.

Înfazên gelek girtiyên siyasî bi hincetên pûç û vala tên betalkirin. Poşmanî li wan tên ferzkirin û yên vê yekê qebûl nakin jî nayên berdan. Her wiha înfaza nivîskar Menaf Osman ê ku 30 sal in di girtîgehê ye jî 6 mehan hatibû taloqkirin. Bi vê helwestê girêdayî berdana nivîskar Alî Koç ê ku ev 30 sal in girtiye jî bi hinceta “Biryara nêta girtî gelo baş e yan ne baş e” nehatiye dayin hat taloqkirin.

Alî Koç kî ye?

Ali Koç ji malbateke ji Şemrexa Mêrdînê ye. Di 1971’ê de li Amedê ji dayik dibe. Ji dibistana seretayî heta zanîngehê li Amedê dixwîne. Di pola 4’an a Fakulteya Perwerdeyê ya Zanîngeha Dîcleyê de ango di 1992’yan de zanîngehê terk dike û tevlî têkoşîna çalak dibe. Di 1993’yan tê girtin û cezayê muebetê lê tê birîn. Li girtîgehên mîna Amed, Dîlok, Karabukê tê girtin. Xebatên li ser Paradigmaya Demokratîk û Anti-iktidarist ên li girtîgehê dest pê kir, hîn didomîne. Hinek gotarên wî di rojname û kovaran de tên weşandin û hîn jiyana xwe ya nivîskariyê didomîne.

PENa Swêdî hejmarek taybet li ser Lîtertûra Kurdî bi sê zimanan weşand

Dilşa Yûsûf –Swêd

NAVENDA NÛÇEYAN – Kovara fermî ya PENa Swêdî ( PEN/OPP)di hejmara xwe ya 16 şubatê 2023 de dosyak taybet li ser Lîtertûra Kurdî weşand.

Kovar bi sê zimanan weşana xwe dike Ingilîzî, Swêdî û zimanê orîgînal yên ku tekst pê hatine nivîsîn û li zêdetirî 150 welatan tê xwendin.
Dosya taybet ku li ser Lîteratûra Kurdî ye, wê wek xelekan çend hefteyan li dûhev bê weşandin.

Di xeleka yekemîn de gotareke nivîskar û serokê PENa Navneteweyî Burhan Sonmez bi sernivîsa ( Parastina zimanekî tê wateya parastina tevayî zimanan)hatiye weşandin.

Her weha gotarek bi sernivîsa ( Rola eksîlê li ser pêşketina lîteratûra Kurdî ya modern) hatiye weşandin ku ji hêla nivîskar Firat Cewerî ve hatiye amadekirin.

Di vê xelekê de her weha 2 helbestên nivîskar Dilşa Yûsûf jî bi sernavên ( Bakurê Dil) û ( Cemserê Din) hatine weşandin.

Di vê hejmara taybet ya kovarê de wê derdora 14

babetên cûrbicûr wek gotar, helbest û çîrok yên kurdî bên weşandin.

Firat Cewerî ku bi erkê redaksyona vê hejmara taybet rabûye û bi insyatîfa wî ev xebat destpêkiriye di vê derbarê de weha dibêje:
“Kovara PENa Swêdê kovara Hawarê bi bingeh girtiye û ev hejmara kovara xwe ji ziman û edebiyata kurdî re veqetandiye . Em ê bi vê hejmarê çîroka xwe û zilma ku li me û li zimanê me bûye bi 3 zimanên bigihînin yên dinyayê vebêjin ” .

Hêjayî Gotinê ye ku kovara PEN/OPP ya PENa Swêdî ye, di sala 2011 an de dest bi weşana xwe kiriye. Duruşma wê ya sereke eve: “Azadiya derbirînê, lîteratûr û kulturê”.

Ev kovar platformeke azad e ji bo hemî nivîskar û rojnamevanên ku nikarin bi azadî li welatên xwe ramanên xwe biweşînin.
Heta niha têkstên 320 nivîskaran ji 55 welatan weşandiye û li 150 welatan tê xwendin.

Têbînê:Hûn dikarin li ser van linkên xwarê her 3 babetan xeleka yekemîn bişopînin.

-https://www.penopp.org/sv/artiklar/exilens-roll-i-den-moderna-kurdiska-litteraturens-utveckling?language_content_entity=sv
-https://www.penopp.org/sv/artiklar/dikter-av-dilsha-yusuf?language_content_entity=sv
-https://www.penopp.org/articles/defend-one-language-means-one-defends-all-languages

Rojnamegerên nûçeyên erdhejê çêdikirin tên binçavkirin

NAVENDA NÛÇEYAN – Nüçegîhana JINNEWS’ê Sema Çaglak û nûçegîhanê MA’yê Mahmût Altintaş ên li Rihayê nûçeyên erdhejê dişopandin hatin binçavkirin. Piştî îfadeya hat girtin nûçegîhan hatin berdan.

Nüçegîhana JINNEWS’ê Sema Çaglak û nûçegîhanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Mahmût Altintaş ê li Rihayê nûçeyên erdhejê dişopandin hatin binçavkirin. Polîsên ku li qertên nûçegîhanan nihêrtin bi sûcdariya ku di belgeyê de sextekarî kirine herdu rojnameger jî binçav kirin. Nûçegîhanên ku nûçeyên erdhejê dişopînin û ne alîgirên îktidarê ne tên astengkirin.

Piştî îfadeya hat girtin nûçegîhan hatin berdan.

Cezayê girtîgehê li rojnamegera bi bavê Jîna Emînî re axivî, hat birîn

NAVENDA NÛÇEYAN – Rojnameger Nazîla Marûfiyan a ji ber hevpeyvîna bi bavê Jîna Emînî re kiribû weşand hatibû girtin û di 9’ê çileyê de bi kefaletê hatibû berdan 2 sal cezayê girtîgehê lê hate birîn. Rojnameger Nazîla ji ber zextan du caran aciz bûbû û sewqkiribûn nexweşxaneyê û hatibû dermankirin. Her wiha 5 salan cezayê qedexeya derveyî welat hat birîn.

Rojnameger Nazîla Marûfiyan a li bajarê Seqîz ê Rojhilatê Kurdistanê dijî, ji ber ku di 13’ê cotmeha 2022’yan de hevpeyvîna bi bavê Jîna Emînî ya li paytexta Îranê Tehranê ji aliyê polîsên Geşt-î Îrşad ve di bin çavan de hate îşkencekirin û di 16’ê cotmehê de jiyana xwe ji dest da kiribû weşand, 2 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn.

Cezayê qedexeya derveyî welat lê hat birîn

Rojnamegera Seqizî Nazîla ya 23 salî ji aliyê Şaxa 26’emîn a Dadgeha Şoreşê ya Tehranê ve bi sûcê “propagandaya li dijî rejîmê” û “weşandina nûçeyên derew ên ji bo sorkirina raya giştî” ceza girt. Rojnameger Nazîla Marûfiyan a biryar li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal ragihand, da zanîn ku di 28’ê çileyê de ji aliyê Şaxa 26’emîn a Dadgeha Şoreşê ya Tehranê ve hatiye vexwendin û biryar bi awayekî fermî ji wê re hatiye teblîxkirin. Nazîla, anî ziman ku 2 sal cezayê girtîgehê yê lê hatiye birîn hatiye taloqkirin û 5 salan cezayê qedexeya derveyî welat lê hatiye birîn.

Gef lê hat xwarin

Rojnameger Nazîla Marûfiyan piştî weşandina hevpeyvîna bi bavê Jîna Emînî re ya di 30’yê Cotmeha 2022’an de bi fermana Serdozgeriya Polîsan a li Girtîgeha Evînê hat girtin û di dema lêpirsîna li navenda girtîgehê de zext lê hat kirin û gef lê hat xwarin.

Bi kefaletê berdan

Rojnameger Nazîla ji ber zextan du caran aciz bûbû û sewqkiribûn nexweşxaneyê û hatibû dermankirin.

Têkildarî giliyê ji bo ferzkirina lêgerîna tazî, biryara neşopandinê hat dayin

NAVENDA NÛÇEYAN – Ji ber ferzkirina lêgerîna tazî ya li ser rojnamegerên jin, li Serdozgeriya Komara Enqereyê gilî hatibû kirin. Lê belê Serdozgeriya Komara Enqereyê derbarê vê yekê de biryara neşopandinê da û îtiraza derbarê neşopandinê de jî red kir.

Di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Enqere de di 29’ê Cotmeha 2022’yan de Nûçegîhana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Bêrivan Altan hatibû girtin û ew şandibûn Girtîgeha Jinê ya Sîncanê. Li vir lêgerîna tazî li ser Bêrîvanê hatibû ferzkirin. Her wiha lêgerîna tazî li ser Nûçegîhana JINNEWS’ê Derya Ren jî hatibû ferzkirin. Li ser vê yekê jinên rojnameger li Serdozgeriya Komara Enqereyê gilî kiribûn. Lê belê Serdozgeriya Komara Enqereyê derbarê vê yekê de biryara neşopandinê da.

Îtiraza li dijî redkirinê ya Bêrîvan Altan a li 2’yemîn Dadgeriya Cezayê Sulhê hat redkirin.

Rojnameger Murat Verim ê teslîmî Tirkiyeyê hat kirin, hat girtin

NAVENDA NÛÇEYAN – Rojnameger Murat Verim ê 4 sal cezayê girtîgehê lê hatibû birîn û çûbû Yewnanîstanê teslîmî Tirkiyeyê hat kirin. Murat li sînorê Tirkiyeyê dîsa hat binçavkirin û ji ber cezayê wî hatibû teqezkirin, ew şandin Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê.

Rojnameger Murat Verim ku li Mêrdînê bi îdiaya “alîkariya rêxistinê” 4 sal ceza lê hatibû birîn, li Yewnanîstanê hat binçavkirin. Yewnanîstanê piştî binçavkirinê, Murat radestî Tirkiyeyê kir. Murat li sînorê Tirkiyeyê cardin hat binçavkirin û ji ber cezayê lê hatiye birîn hatiye pesendkirin hat girtin û ew şandin Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê.

PENa Kurd di civîna Turkey Action Groupê de qala binpêkirina mafan kir

NAVENDA NÛÇEYAN – Di 23’yê Çileya 2023’yan de, bi rojeveke dagirtî civîna Turkey Action Groupê pêk hat û Hevserokê PENa Kurd Omer Fîdan tevlî vê civînê bû. Ji PENên Norway, Swêd, Swîssre, Meksîka,

Emerîka, Hollanda, Îngilîstan, Tirkiye û çend welatên din beşdariyeke xurt pêk hat. Omer Fidan di civînê de bal kişand ser binpêkirina mafên nivîskar, rojnameger û rewşa Kurdistanê.

Di 23’yê Çileya 2023’yan de, bi rojeveke dagirtî civîna Turkey Action Groupê pêk hat û Hevserokê PENa Kurd Omer Fîdan tevlî vê civînê bû.Di civînê de gelek mijar hatin nirxandin, mijara pêşîn jî, hilbijartinên bê

yên li Tirkiyeyê û bandora wan a li ser rewşa civakî, rewşenbîrî, çapemenî û hwd bû. Di vê xalê de Hevserokê PENa Kurd Omer Fîdan du caran mafê axaftinê wergirt û bi berfirehî axivî. Omer, xetereya girtina

partiya Kurdan, astengkirina siyasetkirina nêzî 500 siyasetmedarên Kurd, pêkûtiyên li Kurdistanê û bi taybetî li ser çapemeniya Kurd, êrîşên ku li çar aliyê Kurdistanê tên kirin çawa ji bo hilbijartinan tên kirin, hwd

bi berfirehî vegot. Her wiha Omer got; Opozîsyona li Tirkiyeyê jî mixabin di bin nîrê Erdogan de ye, li gor tekên wî bertekên xwe nîşan didin, bandora rastgirên di opozîsyonê de dike ku çepgir bêdeng û bêbandor

dimînin. Bi awayekî giştî ji bo Kurdan her du alî jî heman tiştî difikirin û yekgirtinek di navbera wan de heye. Bi derxistina pêş a Meralê, Erdogan kir ku CHP bi Kurdan re neyê gel hev, hwd.”

Binpêkirina mafên rojnamegeran

Her wiha Omer kir ku rojnamegerên Kurd ên girtî jî bibin xaleke rojevê û bi berfirehî rewşa wan vegot û doza piştgiriyê kir. Omer bal kişand ser binpêkirina mafên rojnamegeran û got:”16 rojnamegerên Kurd ev

nêzî 7 mehan in ku girtî ne û hîna jî angaştname ji bo wan nehatîye amadekirin, her wiha di cotmehê de dîsa 9 rojnamegerên Kurd hatine girtin û angaştnameyên wan jî nehatine amadekirin. Îhtîmal heye ji bo

bêdengkirina muxalefeta rasteqîn a li Tirkiyeyê gelek rojnameger û çalakvanên sîvîl/polîtîk bên girtin. Heman gef li ser gelek endam û rêvebirên me jî hene. Ji bo piştgiriya van rojnamegeran divê xebatên hevpar bên

kirin.”

Înfazên tên şewitandin

Her wiha Omer li Nedîm Turfent geriya, di dema civînê de pê re axivî, silavên beşdarên civînê ragihandin wî û yên wî jî ragihandin wan. Omer got ku hîna gelek Nedîmên din hene di zindanên Tirkan de, her roj

înfazên wan tên şewitandin û bi zanîn nayên berdan. Di heman demê de jî bal kişand ser rewşa nivîskar Gokhan Yavuzel û Mîna Acer jî, hat vegotin û kîngê ku me di 26’ê mehê de ji dadgeha Mînayê agahiyekê

wergirtin, em ê wan jî agahdar bikin.

Binpêkirinên mafan ên li Kurdistanê

Omer bal kişand ser têkiliya xurt û wiha pê de çû:”Nûnerên çend PENan xwestin ku bi çend rojnamegerên Tirk re têkilî bê danîn û bi rêya wan hilbijartin bên şopandin. Min jî got ku bi çavê Tirkan rewşa Kurdan

neşopînin, werin Kurdistanê bi çavên xwe bibînin/bişopînin. Min xwest ku yan PENa Navneteweyî şandeyekê bişîne yan jî endamekî/e xwe tevlî şandeyên ku tên bike, wan jî got em ê pêşniyazê binirxînin û biryarê

bidin. Di pêvajoya hilbijartinê de divê têkiliyeke xurt a daîmî bi vê komê re hebe û ji binpêkirinên mafan ên li Kurdistanê bi awayekî rojane bên agahdarkirin.” Her wiha Omer rewşa nivîskar Kamran Simo Hedilî anî

rojevê û got:” Di nava çend rojan de agahiyên ku me dane hev em ê ji wan re bişînin. Di serî de PENa Swêdê, soz dan ku dê hewl bidin rewşa wî safî bikin. Gelek endamên me yên li wir xwe di xetereyê de hîs dikin û

divê rewşa wan bi tu awayî nebe mijara bazara di navbera wan û Tirkiyeyê de.

Rewşa Şebnem Korur Fîncancî jî hat rojevê

Omer da zanîn ku rewşa Şebnem Korur Fîncancî jî hat rojevê û wiha lê zêde kir:”Di civînê de rewşa Şebnem Korur Fîncancî di rojevê de bû, parêzera wê agahî dan û me jî vegot ku Tirkiye çima êrîşê wê dike, ew

çawa li ber xwe dide û çima divê bê parastin. Dê ji bo wê kampanya bê çêkirin û beşdariyeke xurt a dozên wê çêbibe.”

Li Îranê 2 rojnamevanên jin hatin girtin

NAVENDA NÛÇEYAN – Li paytexta Tehrana Paytexta Îranê, duh Rojnamevanên jin Saîde Şefîhî û Rojnamevan Mêhirnûş Zarayî hatin girtin.

Li paytexta Îranê Tehranê 2 rojnamevanên din hatin girtin. Ji destpêka raperînên li Rojhilatê Kurdistanê Îranê ve 79 rojnameger hatine girtin.

Hevjînê Rojnamevan Saîde Şefîhî, Hisên Homayun li ser hesabê xwe yê twitterê ragihand ku roja 22’yê Çile di encama serdegirtina li ser malê de hevjîna wî hatiye girtin.

Herwiha Ajansa Komeleya Çalakvanên Mafê Mirovan a li Îranê HERANA ragihand ku Rojnamevan û Nivîskar Saîde Şefîhî ji bo cihek nediyar hatiye veguhestin û hîn sedema girtina wê nehatiye eşkerekirin.

Ajansa Komeleya Çalakvanên Mafê Mirovan a li Îranê HERANA diyar kir ku Rojnamevan Mêhirnûs Zarayî ji bo Girtîgeha Evîn a Tehranê hatiye veguhestin.

Li gorî Ajansa HERANA’yê hêzên dewleta Îranê piştî serdegirtina mala van rojnamegeran û kontrolkirinê beşek ji amûrên wan ên peywendî bi pîşeya van ve heyî desteser kirine û bi xwe re birîne.

Di 21’ê Çile de, li Tehranê Nûçegihana Ajansa Şehir Milîka Haşimî jî hatibû girtin. Ji destpêka raperîna “Jin, Jiyan, Azadî” ve li Îran û Rojhilatê Kurdistanê 79 rojnameger hatine girtin ku hinek ji wan bi dayîna kefaletê hatine berdan. Lê piraniya wan hîn di girtîgehê de ne.

Rojnameger Dilan Oynaş nehat berdan

NAVENDA NÛÇEYAN – Rojnameger Dîlan Oynaş a ku 6 sal in li Girtîgeha Jinan a Sîncanê girtî ye, tevî ku cezayê wê qediyaye jî ji aliyê Îdareya Girtîgehê û Lijneya Çavdêriyê ve cara sêyemîn bi hinceta cezayê wê yê dîsîplînê heye nehat berdan.

Rojnameger Dîlan Oynaş a ku ji sala 2016’an û vir ve li Girtîgeha Jinan a Sîncanê bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” girtî ye, bi biryara Lijneya Rêvebir û Çavdêriyê li gel ku cezayê wê di 26’ê Nîsana 2022’yan de qediyaye jî di girtîgehê de tê girtin. Lijneya Îdare û Çavdêriyê di 27ê Nîsana 2022’yan de bi îdiaya ku ‘rewşa wê ya baş tune ye’ serbest berneda bû. Di 21’ê Tîrmehê de berdana Dîlan cara duyemîn ji aliyê Desteya Rêveber û Çavdêriyê ve hate nirxandin. Piştî ku Lijneya Îdarî û Çavdêriyê cara duyemîn kom bû, ji ber ku Dîlan “poşmanî” qebûl nekir, dîsa ew serbest berneda û 6 mehên din di girtîgehê de mayîna wê dirêj kir.

Lijneya Îdare û Çavdêriyê ya ku di 21’ê Çileyê da cara 3’yemîn civiya, ji ber cezayê dîsîplînê yê Dîlanê heye ew careke din serbest berneda.

Înfaza Nivîskar Resul Baltaci hat betalkirin

NAVENDA NÛÇEYAN – Lawê Nivîskar Resul Baltaci, Azad Baltaci diyar kir ku bavê wî ev 30 sal û 4 meh çêbû ku di girtîgehê de ye û wiha got:”Cezayên dîsîplîn û hucreyê yên ji bo bavê min hatine dayin ji bo tiştên vala ye. Tiştekî bi dest bê girtin tune ye. Tenê ji bo înfaza wî bê betalkirin ev cezana danê.”

Nivîskar Resul Baltaci ev 30 sal û 4 meh in di girtîgehê de ye û tevî ku nexweşiyên wî yên giran hene jî nayê berdan. Lawê Nivîskar Resul Baltaci, Azad Baltaci bal kişand ser rewşa bavê xwe û neheqiyên ku lê tên kirin.

‘Ji bo înfaz bê betalkirin ceza dan’

Azad Baltaci diyar kir ku dozger ji girtiyan re gotiye ‘ez we bi rehetî bernadim’ û wiha got:”Bavê min ev 30 sal 4 meh çêbû ku di girtîgehê de ye.
8 salê dawî li Duzce tê girtin.
Li Duzceyê gelekî bi ser bavê min û girtiyên din de diçin. Nêzîkatiya peywirdarên li vir ji girtîgehên din cudatir e. Carekê dozgerê girtîgehê gotibû ‘we bavê min kuştiye ma ez dihêlim hûn wiha bi rehetî derkevin’. Ev bi eşkere gotibû. Jixwe ev nêzîkatî her tiştî radixîne ber çavan. Ev çend sal in nexweşiya piştê, çav, mîde û ling lê zêde bûye.
Dadgehê nêzî 15 heb cezayên disîplînê lê birîbûn û piştre jî infaz şewitandin lê piştî serlêdanên me hemû hatin betalkirin lê dadgeh mudetnameyê sererast nake.
Gelek serlêdanên bavê min naxe meriyetê (daxwazname, sewq û hwd.).
Me niha serî li Dadgeha Bilind û Dadgeha Makeqanûnê jî daye. Cezayên dîsîplîn û hucreyê yên ji bo bavê min hatiye dayin ji bo tiştên vala ye. Tiştekî bi dest bê girtin tune ye. Tenê ji bo înfaza wî bê betalkirin ev cezana danê.”