Bêyî parêzerê rojnameger Ceylan Şahînlî, îfadeya wê hatiye girtin

NAVENDA NÛÇEYAN – Piştî 5 sal şûnde bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê”, derbarê nûçegihana ajansa MA’yê Ceylan Şahînlî ya li Girtîgeha Sîncanê tê girtin de doz hat vekirin. Hat hînbûn bêyî parêzerê rojnameger Ceylan Şahînlî, îfadeya wê hatiye girtin.

Derbarê nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Ceylan Şahînlî ya di 29’ê cotmehê de di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve hatiye destpêkirin de hatibû girtin, piştî 5 salan doz hate vekirin. Danişîna ewil a doza bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” derbarê Ceylan a li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tê girtin de hatiye vekirin dê di 7’ê adarê de bê lidarxistin. Ceylan di nameya ku şandî de diyar kir ku derbarê wê de doz hatiye vekirin û anî ziman ku dozgeriyê bêyî parêzerê wê îfadeya wê girtiye.

Ceylan di nameya xwe de ev tişt gotin: “Tevî ku bi israr min parêzer xwest jî dozger got ‘hewcehî bi parêzer’ nîne. Ev yek jî asta ku em hatinê nîşan dide. Dadger xwest ez bêm cezakirin. Daraza ji bo Sîbel Tekînê ‘rêxistin’ nedît, ez kirim endama PKK’ê û propagandîsta Hêza Azadiyê ya Yekbûyî (BOG). Dê di 7’ê adarê de danişîna doza min bê lidarxistin, ez ê ji dadger bipirsim ‘ka we çi kir’. Di vê navberê de lêpirsîna ku bû sedemê doza li min hatiye vekirin ya sala 2017’an e. Lêpirsîneke ku 5 sal in haya min jî jê nîne her çi tesaduf be piştî ez hatim girtin ji min re teblîx kirin.”

Ceylan di nameya xwe de qala binpêkirinên li Girtîgeha Jinan a Sîncanê ku du mehan zêdetir e lê tê ragirtin kir û da zanîn ku piştî saet 16.00’an kalorifer tên girtin. Şahînlî, diyar kir ku mafên wan ên bingehîn hatine sînorkirin û anî ziman ku destûr hatiye dayîn ku tenê bi kesên qawişa xwe re derkevin “aktîvîteyên civakî” û nahêlin bi girtiyên din re derkevin.

Ceylan, bi lêv kir ku di çarçoveya dosyaya hatine girtin de du caran girtina wan li ber çavan hatiye derbas kirin û got ku cara sêyemîn “Dadgerî beyî ku li rûyê me binere dîsa biryara girtinê da.”

Nivîskar Leyla Saraç a di çalakiya greva birçîbûnê de ye bang kir

NAVENDA NÛÇEYAN – Nivîskara girtî Leyla Saraç têkildarî binpêkirina mafan, îşkence û zextên li girtîgehan ragihand ku gardiyan bi kêfî bi ser qawişên wan de digirin. Leylayê bang li gel û raya giştî kir ku li girtiyan xwedî derkevin û got:Gardiyanên bi ser qawişan de digirin bi ser girtiyan diqêrin. Loma me li dijî vana dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiriye. Em bang dikin ku gel, malbat û raya giştî li dijî van binpêkirinên mafan xwedî li me derkevin.”

Li Girtîgeha Jinê ya Şakranê tecrîd, hejmartina li ser piyan, sînorkirina pirtûkan, dernexistina qada hevpar a hewadankê her ku diçe zêde dibin. Li dijî binpêkirina mafên li girtîgehê girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya 10 rojî ya bidem û dorveger kirin. Nivîskar Leyla Saraç a li Girtîgeha Jinê ya Şakranê girtiye û dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiriye bi rêya telefona bi malbata xwe re, bal kişand ser zextên li girtîgehê û behsa sedema çalakiya greva birçîbûnê kir.

‘Xwedî li me derkevin’

Leylaya banga xwedîderketinê kir wiha got:”Girtiyan bi hev re dernaxin qurs, werzîşê. Ji bo nexweşxaneyê sewqên girtiyan nayên derxistin. Malbat jî bi girtiyan re tên mexdûrkirin. Her hefte di bin navê lêgerînê de bi ser qawişan de tên girtin. Gotinên nîjadperest ji girtiyan re tê kirin, alavên wan tên belavkirin û pê li alavên wan dikin. Gardiyanên bi ser qawişan de digirin bi ser girtiyan diqêrin. Loma me li dijî vana dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiriye. Em bang dikin ku gel, malbat û raya giştî li dijî van binpêkirinên mafan xwedî li me derkevin. “

Nivîskar Leyla Saraç dest bi greva birçîbûnê kir

NAVENDA NÛÇEYAN – Li Girtîgeha Jinê ya Şakranê li dijî tecrîd, hejmartina li ser piyan, zêdebûna binpêkirina mafan greva birçîbûnê ya dorveger a 10 rojî dest pê kir. Di destpêkê de nivîskar Leyla Saraç dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir.

Li Girtîgeha Jinê ya Şakranê li dijî tecrîd, hejmartina li ser piyan, zêdebûna binpêkirina mafan greva birçîbûnê ya dorveger a 10 rojî dest pê kir. Her wiha her pirtûk ji bo girtiyan nayên dayin, girtiyan dernaxin cihê hewagirtinê.

Di destpêkê de nivîskar Leyla Saraç dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir.

Pirtûka nivîskarê girtî Mahîr Bagok a ‘Henaseya Jiyanê’ derket

NAVENDA NÛÇEYAN – Romana Nivîskarê di zindanê de Mahîr Bagok a bi navê “Henaseya Jiyanê” derket. Pirtûka Mahîr a “Henaseya Jiyanê” ji aliyê weşanxaneya Na’yê ve hat çapkirin.

Pirtûka nivîskarê girtî Mahîr Bagok a bi navê “Henaseya Jiyanê” ji aliyê Weşanxaneya Na’yê ve hat çapkirin. Mahîr Bagok vê romana xwe di girtîgehê de nivîsandiye. Mahîr Bagok ji xeynî romanê helbest û kurteçîrokan jî dinivîse.

Mahîr Bagok kî ye?

Mahîr Bagok di sala 1981’ê de li Nisêbîna Mêrdînê ji dayik dibe. Ji ber têkoşîna azadiyê niha girtiye.

Berhemên wî:

*Deriyê Sibehê (Helbest) Weşanxaneya Lîsê, 2011
*Pênc Kulîlkên Zivistanê (Kurteçîrok) Weşanxaneya Lîsê, 2012
*Dewsa Ramûsanên Brûskan (Kurteçîrok) Weşanxaneya Lîsê, 2014
*Kefiyên Cihêreng (Roman), Weşanxaneya Lîsê, 2016
*Henaseya Jiyanê (Roman), Weşanxaneya Nayê, 2022

Rêveberiya girtîgehê pirtûk neda rojnameger

NAVENDA NÛÇEYAN – Rêveberiya girtîgehê pirtûka bi navê “Şevên Îdamê yên li Sînopê” ya nivîskar Yilmaz Sezgin a derbarê Darbeya 12’ê Îlonê de, neda rojnameger Ramazan Gecîken

Rojnameger Ramazan Gecîken ji 16’ê Hezîranê de ye girtîye. Tevî vê yekê jî pirtûka bi navê “Şevên Îdamê yên li Sînopê” ya nivîskar Yilmaz Sezgin a derbarê Darbeya 12’ê Îlonê de ya malbata Ramazan jê re şand ji aliyê rêveberiya girtîgehê ya Amedê ve hat astengkirin.

Hîn derbarê Ramazan û 15 hevalên wî yên din ên rojnameger ên girtî de tu îddianame nehatiye amadekirin. Tevî vê yekê jî Komîsyona xwendinê dest danî ser pirtûkê.

Berdana nivîskarê kurd Nîzam Algunerhan hat taloqkirin

NAVENDA NÛÇEYAN – Ji ber polîtîkayên kêfî yên li girtîgehan, berdana nivîskar û wergêrê kurd Nîzam Algunerhan bi hinceta “tev li xebatên çandî nebûye” hat astengkirin. Dê têkildarî berdana Nîzam di 15’ê adara 2023’yan de nirxandin bê kirin.

Binpêkirina mafên li girtîgehan didomin. Gelek caran bi hincetên pûç û vala înfaza girtiyan tê taloqkirin. Nivîskar û wergêrê kurd Nîzam Algunerhan li Girtîgeha Bolû ya Tîpa F’yê girtî ye. Nîzam cezayê xwe qedand û li benda berdanê ye. Nîzam ê li benda berdanê bû bi îdiaya “tev li xebatên çandî nebûye”, “di qawîşa endamên PKK’ê de ye”, “bi girtiyan re tev li xebatên werzîşê bûye” bi hinceta “halê baş nîne” berdana wî hat taloqkirin.

Nîzam Algunerhan ji 4’ê kanûna 1992’yan ve girtî ye. Ew ji aliyê Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê ya Amedê ve hatiye girtin û bi îdiaya “yekitî û tevahiya dewletê xera kiriye” 36 sal ceza lê hatibû birîn. Nîzam li girtîgehên bajarên Mûş, Amed, Yozgat, Îzmîr û gelek girtîgehên din maye. Niha herî dawî jî li Girtîgeha Bolû ye û Desteya Îdare û Çavdêriyêy a Girtîgehê berdana Nîzam taloq kir. Biryara taloqkirina berdana wî di 16’ê mijdarê de teblîxî wî hat kirin. Divê ku ew di 27’ê mijdarê de bihata berdan lê berdana wî ji ber îdiayên navborî hat taloqkirin. Dê têkildarî berdana Nîzam di 15’ê adara 2023’yan de nirxandin bê kirin.

Bila rayedarên Fransayê vê qetilxwînê demildest ronî bikin

Ji Çapemenî û Raya Giştî re

Me bi xemgînî bihîst ku di 23.12.2022’yan de, li Parîsa Fransayê, li dijî Navenda Çanda Kurdan a Ahmet Kaya êrîşek hatiye kirin. Di encama vê êrîşê de 3 Kurdan jiyana xwe ji dest dan û 3 jî birîndar bûn. Wek Navenda PENa Kurd, em vê êrîşa terorî bi tundî şermezar dikin. Di serî de ji malbat û hezkiriyên cangoriyan re, em ji tevahiya gelê Kurd re sebrê û sersaxiyê; ji bo kesên birîndar jî şîfaya xêrê dixwazin.

Ligel ku piştî vê êrîşa hovane bi demeke kin gelê Kurd ê li çar aliyê cîhanê bertekeke xurt nîşan da û berpirsên esasî yên vê bûyerê bi yekdengî destnîşan kirin jî, rayedarên Fransayê bi israr dixwazin vê yekê wek bûyereke adlî ya takekesî destnîşan bikin. Ev yek û êrîşên dijwar ên hêzên ewlehiyê yên Fransayê yên li ser Kurdên ku nerazîbûna xwe li hemberî vê yekê nîşan didin me dixin nava gumanan. Divê bê zanîn ku kiryarê vê bûyerê kî dibe bila bibe, hişmendiyeke nîjadperest a ku li çar aliyên cîhanê dijminatiya Kurdan dike, wan wek hedef nîşan dide û polîtîkayên rayedaran ên ku li hemberî van kirinên aşkere bêdeng dimînin, dikin ku bûyerên bi vî rengî pêk bên.

Fransaya ku xwe wek yek ji dayikên afrîner ên mafên mirovan, azadiya ramanê, demokrasî, hiqûq û siyasetê dibîne divê li xwe mikur were ku bi bêencamhiştina bûyera 9’ê Rêbendana 2013’an derî ji bûyerên bi vî rengî re vekirî hiştiye. Heke ku qetliyama 9’ê Rêbendana 2013’an bi awayekî berfireh bikola û berpirsên esasî destnîşan, deşîfre û ceza bikira, îro dê ev bûyera ku em wek qetilxwîneke parçeyek ji qirkirina Kurdan dibînin dê pêk nehata.

Ji lewre, wek Navenda PENa Kurd, em daxwaz dikin ku rayedarên Fransayê vê qetilxwînê bi her awayî û demildest ronî bikin, raya giştî bi awayekî zelal agahdar bikin, berpirsên esasî destnîşan û ceza bikin da ku rê li tevahiya bûyerên bi vî rengî yên ku tê xwestin li tevahiya Ewropayê çêbibin, bê girtin. Wek Navenda PENa Kurd em ê li hemberî bûyerên bi vî rengî her û her di nava liv û tevgerê de bin û li ku derê dibe bila bibe, ji bo parastin û pêşvebirina mafên gelê Kurd di nava têkoşîn û xebatê de bin.


Komîteya Birêvebir a Giştî ya Navenda PENa Kurd

25.12.2022

Saziyên ziman:Li dijî êrişên li ser ziman em pêşxistina ziman bilind bikin

NAVENDA NÛÇEYAN – Têkildarî êrişa li dijî zimanê kurdî ya bi destên berpirsên ATV’ê û pêşkêşvana bernameyê ya bi navê Esra Erol û sazkarên bernameyê saziyên ziman û wêjeyê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat gotin:”Em bang û gazî li hemû kurdên li her derê Kurdistan û cîhanê dikin ku li dijî êrişên cur bi cur ên li ser zimanê kurdî û nirxên neteweya kurd, têkoşîna parastin û pêşxistina ziman û nirxên kurdewar li her derê bilind bikin, ji bo ku zimanê kurdî bibe zimanê fermî û zimanê perwerdehiyê ji her milî ve û li her qadê bênavber têbikoşin.”

Herî dawiyê di bernameyeke kanala televîzyonê ya bi navê ATV’yê de, berpirsên tv’yê û pêşkêşvana bernameyê ya bi navê Esra Erol û sazkarên bernameyê bi hest û ramanên nîjadperest û faşîst, bi rengekî li dijî mirovahiyê nehiştin ku dayikeke kurd bi kurdî axîn û nalîna xwe bine zimên, pêşî li ber vê yekê girtin. Têkildarî mijarê gelek sazî û dezgehên ziman û wêjeyê bi daxuyaniyeke nivîskî bertekên xwe nîşan dan û gotin:”Li her qadê bênavber têbikoşin, li her derê û her kêliyê bi kurdî biaxivin, bi kurdî bixwînin, bi kurdî binivîsînin û bi kurdî bijîn; her derê bikin dibistan û zanîngehên kurdî.”

Di dewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Ji Çapemenî û Raya Giştî re

Nirxekî herî pîroz ê neteweyekê zimanê wê ye. Bikaranîna zimanê dayikê ya li her derê ku jiyan lê hebe tiştekî herî xwezayî ye. Ji ber vê hemû helwest û astengiyên li pêşiya bikaranîna zimanê dayikê sûcekî herî giran ê li dijî mirovahiyê ye, bêexlaqî, bêrûmetî û bêbextiya herî mezin e. Sed mixabin ev sûc û bêexlaqî, ev bêbextî û bêrûmetî her roj, ji aliyê desthilatdarî û derdorên nîjadperest û faşîst ve bi awayên cuda, li dijî zimanê kurdî û neteweya kurd tên meşandin.

Herî dawiyê di bernameyeke kanala televîzyonê ya bi navê ATV’yê de, berpirsên tv’yê û pêşkêşvana bernameyê ya bi navê Esra Erol û sazkarên bernameyê bi hest û ramanên nîjadperest û faşîst, bi rengekî li dijî mirovahiyê nehiştin ku dayikeke kurd bi kurdî axîn û nalîna xwe bine zimên, pêşî li ber vê yekê girtin.

Em vê nêzîkatiya bêexlaq, bêbext, hov, faşîzan û neyarane ya kanala faşîst a ATV, Esra Erol û sazkarên bernameyê bi tundî şermezar û nelet dikin. Divê ew û yên wek wan baş bizanin ku kurdî bext û rûmeta me ye, yê destdirêjiyê li rûmeta me dike ew bêrûmet û bêbext e, ji mirovahiyê derketiye. Divê berpirsên kanala ATV û pêşkêşvan Esra Erol demildest lêborîna xwe ji neteweya kurd bixwazin. Nexwe neteweya kurd dê heta hetayê wan nelet bike, axîn û nalînên dayikên kurd dê xwe li qirika wan bide.

Bêguman divê tu kurd dernekevin kanalên televîzyonên ku neyartiya me kurdan dikin û pêşî li ber bikaranîna ziman û nirxên me yên kurdewar digirin. Û divê kurd wan kanalên temaşe nekin. Divê kurd kanalên kurdî yên kurdewar û azadîparêz temaşe bikin.

A herî girîng jî divê baş bê zanîn ku ev nêzîkatiyên hovane û faşîzane ne takekesî ne, nêzîkatiyên serdest, desthilatdar û hevkarên wan ên li dijî kurdan e. Armanc jiholêrakirina nirxên neteweya kurd ên bingehîn in, ku ev kurdkujî bi xwe ye.

Bi vê boneyê em bang û gazî li hemû kurdên li her derê Kurdistan û cîhanê dikin ku li dijî êrişên cur bi cur ên li ser zimanê kurdî û nirxên neteweya kurd, têkoşîna parastin û pêşxistina ziman û nirxên kurdewar li her derê bilind bikin, ji bo ku zimanê kurdî bibe zimanê fermî û zimanê perwerdehiyê ji her milî ve û li her qadê bênavber têbikoşin, li her derê û her kêliyê bi kurdî biaxivin, bi kurdî bixwînin, bi kurdî binivîsînin û bi kurdî bijîn; her derê bikin dibistan û zanîngehên kurdî.

*Komele û saziyên kurdî ku îmzeya wan li bin daxuyaniyê heye wiha ne;

*Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê

*Kovara Destar

*Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê

*Enstîtuya Kurdî ya Amedê

*Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Arî

*Komeleya Wêjekarên Kurd

*Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Arsîsayê

*Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Botanê

*Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Avestayê

*Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Ankayê

*Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Feradê

*Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Birca Belekê

*Înstîtuya Kurdî ya li Stockholmê

*Înstîtûya Kurdî ya li Elmanyayê

*Enstîtuya Kurdî ya Brukselê

*Enstîtuya Kurdî ya Swîsreyê”

Jinên nivîskar li ser têkoşîna jinê ya li dijî tundiya li ser ziman û wêjeyê axivîn

AMED – Jinên helbestkar, nivîskar û zimanzan bi munasebeta 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê bi rêya medyaya dîjîtal di bernameya bi navê “Têkoşîna Jinê ya li dijî Tundiya li ser Ziman û Wêjeyê” hatin gel hevdu. Jinan li ser mijara tundiya li ser ziman û wêjeyê, parastin û girîngiya zimanê kurdî axivîn.

PENa Kurd, Komeleya Wêjekarên Kurd û Komeleya Lêkolînê ya Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) ya Amedê munasebeta 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê Komxebatek li ser medyaya dîjîtal pêk anî. Gelek jinên nivîskar, zimanzan û helbestkar li ser “Têkoşîna Jinê ya Li Dijî Tundiya Li Ser Ziman û Wêjeyê” nirxandin kirin. Moderetoriya komxebatê nivîskar û rojnamevan Roza Metîna kir.

‘Dibistanên bi zimanê tirkî bi zaneyî zêde kirin’

Piştî axaftina vekirinê nivîskaran bi dorê ve li ser mijarê nirxandinên xwe kirin. Jinan gotin: “Ji dema avabûna komara Tirkiyeyê ve bi awayekî bernamekirî û êrişek taybet re gavên bişaftina çand û zimanê kurdî hatin avêtin. Bi riya leşkeriyê û rêyên wekî din tirkî xistin nava jiyana me. Sedema zêdekirina dibistanên bi perwerdeya bi zimanê tirkî jî di eslê xwe de bişaftin bû. Ji wê rojê ve ev hate bihêzkirin û em encamên wê dibînin. Mixabin êdî zimanê me gelek hatiye bişaftin. Lewra ev tundî ji her alî ve li ser me pêk tê. Li ser bedena me, jiyana me, biryarên me, zimanê me û çanda me ev êrişên bişaftinê pêk tên. Pêwîst e em gelek şiyar bin. Di her aliyê jiyana xwe de destdirêjiyên pêk tên asteng bikin. Ev berpiryariya me hemûyan e.”

Di berdewamiyê de bi zaravayên Kurdî yên kirmanckî û kurmancî gotûbêjên komxebatê berdewam kirin.

Rapora MKGP’ê ya binpêkirina azadiya raman û derbirinê

STENBOL-MKGP’ê Rapora Binpêkirina Mafan, azadiya raman û derbirinê ya 3 mehî ya li dijî rojnamegerên jin eşkere kir.

Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) Rapora Binpêkirina Mafan a 3 mehî ya li dijî rojnamegerên jin bi civîna çapemeniyê li avahiya ÎHD’ê ya Stenbolê eşkere kir. Di civînê de wêneyên rojnamegerên jin ên girtî hatin hildan û dowizên “Çapemeniya azad nikare bêdeng bimîn”,”Çapemeniya azad serî natewîne”,”Em pênûsa Gurbetelli ya nayê tewandin in” hatin hildan.

Kurdiya raporê ji aliyê endama MKGP’ê Dûrket Suren a tirkî jî ji aliyê endamên MKGP’ê Nezahat Dogan û Hayam Bulut ve hat xwendin.

Di dewamiya raporê de wiha hat gotin:

“Weke Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê em rapora xwe ya 3 mehan a binpêkirinên mafan ên di sala 2022’yan de li dijî rojnamegerên jin pêk hatine diweşînin…

Ji 2015’an vir ve li dijî zext, tundî, girtin, binçavkirin û hepskirinan rojnameger, di berdewamkirina kevneşopiya çapemeniya azad de ji bona ku civak bigihêje nûçeyan û rastî derkevin holê li qadan û li her deveran peywira xwe ya rojnamegeriyê didomînin.

Desthilatdariya AKP-MHP’ê bi hedefgirtina çapemeniyê û bi taybetî jî bi hedefgirtina çapemeniya azad a Kurd, bi tundî û astengkirina mafê me yê çêkirina nûçeyan zextên xwe didomîne. Bi girtina gelek rojname û ajansên muxalîf re niha jî dest bi serdegirtina saziyên medyayê kirin û bi vî awayî jî dest danîn ser kamera û alavên teknîkê û xebatkarên wan hatin girtin. Di bin çavan de rojnamegerên jin rastî îşkence û tundiyê hatin. Li erdê hatin kaşkirin, destên wan ji paş ve hatin kelemçekirin û bi îşkenceya zayendî ya polîsan re rû bi rû hatin hiştin.

Îdianameya 4 jê jin 16 rojnamgerên ku di 16’ê Hezîranê de li Amedê hatin girtin nehatiye amadekirin û ligel vê yekê rojnameger hê jî girtî ne. Hinceta girtina wan jî şopandina nûçeyan û nûçeyên ku çêkirine weke sûc tê dîtin e. Di 29’ê Cotmehê de di çarçoveya lêpirsîna Enqereyê de 5 jê jin 9 rojnamegerên ku di çapemeniya azad a Kurd de dixebitin hatin girtin.

26 rojnamegerên ku di nava 6 mehan de hatine girtin 10 jê ji wan jin in. Ev hejmar dide xuyakirin ku rojnamegerên jin ên li dijî desthilatdar û medyaya wê têdikoşin di hedefê de ne.

Di her serdemê de ji her 3 mehan carekê êrîşên li ser rojnameger, binpêkirinên mafê jiyan û ewlehiyê, girtinên ji bo azadiya ramanê, mafê jiyan û ewlekariya rojnamegeran em bi daneyên ku dest dixin, dikin rapor û parve dikin. Ligel vê yekê dane û hejmarên nehatine xuyakirin jî hene.

Daneyên binpêkirinên mafan ên 3 mehên tebax-îlon-cotmehê ev in:

Tebax

Di meha Tebaxê de binpêkirinên mafên jiyan û ewlehiyê ya rojnamgeran zêde bûn. Bi vê yekê re tundiya li dijî rojnamegerên jin ên li qadan nûçe dişopandin û tundiya li ser hemû jinan jî zêde bûn. 4 jê jin 16 rojnamegerên ku di 16’ê Hezîranê de li Amedê hatibûn girtin 5’emîn Dadgeha Cezayê ya Sulhê di nirxandina xwe ya mehane de cara duyemîn biryara berdewama girtinê da. Rojnamegerek rastî êrîşê hat, 10 rojnameger rastî tundiyê hatin, 3 rojnameger hatin binçavkirin, 6 rojnameger di şopandina nûçeyan de hatin astengkirin, 2 rojnameger di girtîgehê de rastî binpêkirinan hatin.

Di binpêkirina azadiya raman û derbirînê ya li dijî rojnamegeran de; 4 rojnameger doz li wan hatin vekirin, derbarê rojnamegerekê de lêpirsîn hat vekirin, 2 rojnameger rastî zext û sansûrê hatin, 30 hezar cezayê pereyan hat birîn, hejmara rojnamegerên ku darizandina wan berdewam kir 4 û hejmara dosyayan jî weke 4 di daneyên Tebaxê de derketin holê.

Îlon

Di meha Îlonê de jî tiştek neguherî. Dîsa di hedefa zextan de rojnameger û jin hebûn. Binpêkirinên li dijî mafê jiyan û ewlehiyê de: 3 rojnameger rastî êrîşan hatin, 2 rojnameger hatin binçavkirin, 3 rojnameger di şopandina nûçeyan de hatin astengkirin, 7 rojnameger rastî tundiyê hatin, 4 rojnameger hedef hatin nîşandan û li girtîgehan 3 binpêkirinên mafan di daneyan de hatin xuyakirin.

Di binpêkirina azadiya raman û derbirinê ya li dijî rojnamegeran de; 2 rojnameger doz li wan hat vekirin û darizandina 15 rojnamegeran berdewam kir. Rojnameger bi 16 sal û 24 meh û 59 rojan hatin cezakirin. Darizandina 17 rojnameger û 13 dosyayên rojnamegeran berdewam kirin.

Di vê mehê de li Wanê 3 rojnamegerên jin di dema nûçe dişopandin de rastî êrîşa polîsan hatin û çek dirêjî serê wan hatin kirin. Ew çeka ku li rojnamegerên jin hat dirêjkirin îspata bêtehemuliya ser çapemeniya jinê ye û nîşaneya li ti qadê ewlehiya ti rojnamegeran nîn e ye.

Cotmeh

Di meha Cotmehê de binpêkirinên li ser mafê jiyan, azadiya raman û derbirinê zêde bûn. Em bi qetilkirina Nagihan Akarsel a ku di rojnamegeriya jinê de xwedî kedeke mezin e û di encama êrîşa çekdarî ya li bajarê Silêmaniye ya Herêma Kurdistana Federe de ketin vê mehê.

Di vê meha ku Qanûna Sansûrê ya bi dengên AKP-MHP’ê di Meclîsê de hat qebûlkirin de, li qadê xwe bi pêşîlêgirtina nûçeyan, bi tundiya polîsan a girtina kamerayan û astengkirina nûçeyan nîşan da.

Di meha Cotmehê ya binpêkirinên mafê jiyan û ewlehiyê de; rojnamegerek rastî êrîşê hat, 3 rojnameger rastî tundiyê hatin, 13 rojnameger hatin binçavkirin, 3 rojnameger di şopandina nûçeyan de hatin astengkirin, 12 rojnameger di bin çavan de rastî muameleya xerab hatin, 6 rojnameger hatin girtin û 4 binpêkirinên girtîgehê di daneyan de xuya bûn.

Binpêkirinên azadiya raman û derbirînê ya li dijî rojnamegeran de; derbarê rojnamegerekê de doz hat vekirin, darizandina 5 rojnamegeran û 5 dosyayên rojnamegeran berdewam kirin.

Di meha Cotmehê de 6 rojnamegerên jin hatin girtin. Midûra Karên Nivîsan a Ajansa Mezopotamyayê Dîren Yurtsever û Nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê Bêrîvan Altan, Ceylan Şahînlî, nûçegihanên JINNEWS’ê Habîbe Eren û Oznur Deger li Enqereyê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatin girtin û nûçegihana JINNEWS’ê Derya Ren jî bi hinceta cezayê wê heye li Amedê hat girtin. 6 rojnamegerên jin dema hatin girtin, ji malên xwe heta birin girtîgehê rastî her cure tundiya fizîkî û psîkolojîk û îşkenceyê hatin.

Daneyên giştî

Di daneyên giştî yên binpêkirinên jiyan û ewlehiyê yên 3 mehên dawî de; 5 rojnameger rastî êrîşan hatin, 20 rojnameger rastî tundiyê hatin, 18 rojnameger hatin binçavkirin, 6 rojnameger hatin girtin, 12 rojnameger hatin astengkirin, 12 rojnameger di bin çavan de rastî muameleya xerab hatin, 4 rojnameger hatin hedefgirtin, 9 rojnameger di girtîgehê de rastî binpêkirinan hatin.

Di binpêkirina azadiya raman û derbirinê ya li dijî rojnamegeran de; 7 rojnameger doz li wan vebûn, 26 rojnameger darizandina wan berdewam kir, derbarê rojnamegerekê de lêpirsîn vebû û 2 rojnameger jî rastî zext û sansûrê hatin.

Navên hevalên me yên rojnameger ên jin ên heta meha Cotmehê girtîne:

Lîsteya rojnamegerên jin ên girtî yên heta meha cotmehê

1.Berîvan Altan – Nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê
2.Ceylan Şahînlî – Nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê
3.Derya Ren – Nûçegihana JINNEWS’ê
4.Dîlan Oynaş – Xebatkara Rojnameya Azadiya Welat
5.Dîren Yurtsever – Midûra Karên Nivîsan a Ajansa Mezopotamayê
6.Elîf Ersoy – Berpirsiyara Karên Nivîsan a Kovara Yuruyuşê
7.Elîf Ungur – Pêşkêşvana Bernameyê
8.Habîbe Eren – Nûçegihana JINNEWS’ê
9.Hatîce Duman – Xwedî û Midûra Karên Nivîsan a Rojnameya Atilimê
10.Neşe Toprak – Pêşkêşvana Bernameyê
11.Ozden Kinik – Xebatkara TRT’yê
12.Ozlem Seyhan – Rojnameger
13.Oznur Deger – Nûçegihana JINNEWS’ê
14.Remzîye Temel – Rojnameger
15.Safiye Alagaş – Midûra JINNEWS’ê
16.Sîbel Mustafaoglu – Xebatkara Rojnameya Azadiya Welat
17.Tulay Canpolat – Nûçegihana Rojnameya Sabahê ya Enqereyê

Bi vî awayî tê xuyakirin ku heta dawiya meha Cotmehê hejmara rojnamegerên jin ên girtî, bûne 17… Em ji vê derê careke din bang li kesên ku dema nikarin bi girtinan rojnamegeran ji qadan dûr bixînin û bi rêbaza îşkenceyê hewl didin wan bitirsînin dikin ku: rojnamegerên jin heta niha serî li ber we netewandin û dê netewînin jî.

Wek Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamayê, ji bona ku hemû rojnameger bi awayekî azad karê rojnamegeriyê bikin, em banga avakirina bingeheke pêkan û serbestberdana rojnamegerên girtî dikin. Rojnamegerî ne sûc e, çapemeniya azad û rojnamegeriya jinê nayên bêdengkirin…

Ev dane ji parvekirinên xebatên DFG, CFWIJ, MLSA, TGS, DÎSK Basin Îş û ji ajansan hatine berhevkirin û hejmara herî kêm temsîl dike.

Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê.”

Çalakiyên PENa Kurd û Komeleya Wêjekarên Kurd ên ji bo 15’ê Mijdarê

NAVENDA NÛÇEYAN – Komîteya Nivîskarên di Zindanan de ya PENa Kurd û Komeleya Wêjekarên Kurd bi munasebeta 15’ê Mijdarê Roja Nivîskarên di Zindanan de çalakiyên curbecur li dar xistin. Di çalakiyan de peyama divê nivîskarên girtî û hemû girtî azad bibin hat dayin.

Komîteya Nivîskarên di Zindanan de ya PENa Kurd û Komeleya Wêjekarên Kurd bi munasebeta 15’ê Mijdarê Roja Nivîskarên di Zindanan de bi beşdariya gelek sazî û kesan, çalakiyên curbecur li dar xistin. Bi beşdariya nivîskar, helbestkar û gelek kesên din bername hatin lidarxistin û daxwaza azadiya nivîskarên di zindanan de hat kirin.

Bernameyên curbecur hatin lidarxistin

Bi pêşengiya Komîteya Nivîskarên di Zindanan de ya PENa Kurd û Komeleya Wêjekarên Kurd di 13’ê Mijdarê de li Komeleya Wêjekarên Kurd panela bi navê “Wêje û Zindan” hat lidarxistin. Nivîskar Feysel Ozdemir û Firat Can ên di girtîgehê de mane wekî panelîst beşdarî bernameyê bûn. Salîha Ayata jî moderatortiya bernameyê kir. Roja 14’ê Mijdarê jî dîsa li Komeleya Wêjekarên Kurd bernameya Şeva Xwendina Helbestên li Zindanan hatine nivîsandin, hat lidarxistin. Bi beşdariya gelek kesî helbestên ku li zindanan hatine nivîsandin hatin xwendin. Di 15’ê Mijdarê de li ber Postaxaneya Ofisa Navçeya Yenişehirê ya Amedê berê pirtûka bi navê Dije Dej û name ji nivîskarên girtî re hat şandin. Piştre li ber Postaxaneyê bi beşdariya nivîskar, helbestkar û saziyan daxuyaniya çapemeniyê hat dayin. Di daxuyaniyê de hat gotin nivîskarên di zindanan de bi fikrên azad û îradeyeke xurt berhem afirandine.

‘Wêjeya li zindanan bi mêjiyekî azad û îradeyek xurt tê hilberandin’

AMED 

Komeleya Wêjekarên Kurd û PENa Kurd bi boneya “Roja Nivîskarên di Zindanan de” ji nivîskarên girtî re name û pirtûk şandin û wiha hat gotin: “Wêjeya li zindanê, bi mêjiyekî azad û bi îradeyekî xurt tê hilberandin.”  Komeleya Wêjekarên Kurd û PENa Kurd bi boneya “Roja Nivîskarên di Zindanan de” komxebatên li dar dixe, didomîne. Saziyên navborî îro jî li ber deriyê Postexaneya (PTT) Semta Ofîsê ya Amedê daxuyanî da. Beriya daxuyaniyê nivîskaran ji nivîskarên girtî re kart, name û pirtûk şandin û piştre daxuyanî hat dayîn. Rêveberên Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER) ya Amedê, Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER) û Komeleya 78’an piştgirî dan çalakiyê.

‘AZADIYA KELEMÇEKIRÎ DIBE RONAHIYA CIVAKÊ’

Nivîskar Adil Qazî daxuyanî xwend û da zanîn ku mirov li rewşa cîhanê dinêre rêya hemû şoreşger û wêjekarên navdar di zindanan de derbas bûye. Qazî diyar kir ku gelek nîviskarên kurd jî ji ber doza xwe ya azadî û rizgariyê bi salan di girtîgehan de mane û wiha got: “Wêjeya li zindanê, bi mêjiyekî azad û bi îradeyekî xwirt tê afirandin. Her tim dibe tovê guherîn û pêşveçûna civakê. Azadiya kelemçekirî dibe ronahiya jiyan û civakê. Di van pêncî salên dawiyê de li welatê me Kurdistanê jî nivîskariya bi helwesteke xurt a li zindanê bûye rûyê berxwedana li dijî bindestiyê.”

ROJNAMEGER JI BER RASTIYAN HATINE GIRTIN 

Qazî bal kişand ser girtina rojnamevanan û wiha domand: “Em rojnamegerên di girtîgehan de jî ji bîr nakin û wan wek nivîskar dibînin. Em zextên di van demên dawiyê de li ser rojnamegeran jî şermezar dikin. Li gor daneyên Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), niha li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê 87 rojnameger di girtîgehan de ne. Tenê di van pênç mehên dawiyê de 26 rojnameger ji ber nûçe çêkirin û rastiyan ragihandin civakê hatin girtin. Li girtîgehan rojnameger, nivîskar, rewşenbîr, parêzvanên mafên mirovan bi neheqî û bi binpêkirina mafên mirovan re rû bi rû dimînin. Dîsa li gor daneyên Komîteya Nivîskarên di Zindanan de ji sedî zêdetir nivîskar di girtîgehan de ne. Ji sedî zêdetir pirtûk hatine qedexekirin. Di nava van pirtûkên hatine qedexekirin de pirtûkên nivîskarên di zindanan de jî hene.

” ‘1517 GIRTIYÊN NEXWEŞ NIHA DI GIRTÎGEHAN DE NE’

Qazî bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Li girtîgehan mafên jiyanê nayê parastin û li gor daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya nîsana 2022’yan, 651 bi giranî, bi tevahî jî 1517 girtiyên nexweş hene. Di bin şert û mercên giran de jiyana xwe didomînin. Li dijî bêhiqûqî, bêedaletiyê em ê bibin wijdanê hemû girtiyên azadiyê û li ber xwe bidin.” Çalakî bi çepikan bi dawî bû.

PENa Navneteweyî: Divê li Tirkiyê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê

PENa Navneteweyî 88emîn Kongreya xwe li bajarê Uppsalayê li dar xist. Kongreya ku 27ê Îlonê destpê kir, 1ê Cotmehê bidawî bû. Herwekî gelek carên van salên dawiyê, Navenda PENa Kurd careke din bi awayeke fermî beşdarî kongreyê bû.

Di kongreya navborî de du pêşniyarên Navenda PENa Kurd jî hatin pejirandin û bûn biryar ku ev herdu biryar gelekî girîng û watedar in. Li gorî pêşniyara Navenda PENa Kurd, PENa Navneteweyî biryar girt ku divê li Tirkiyê zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û divê piştgiriya gelên kurd û îranî bê kirin.

Şayanê gotinê ye ku Navenda PENa Kurd bi awayeke fermî beşdarî kongreya 88emîn bû. Seroka Rûmetê ya Navenda PENa Kurd Dr. Bêrîvan Doskî û endamê salan ê Navenda PENê Abdullah Hîcab bi awayeke fermî beşdarî kongreyê bûn.

Bêrîvan Doskî li kongreyê, piştî van biryaran ji Radyoya Swêdê Beşê Kurdî bi Beşîr Kavak re axivî û diyar kir ku pejirandina vê biryara daxwaza perwerdehiya zimanê kurdî li Tirkiyê, tê wê wateyê ku qadeke navneteweyî ya nivîskarî û rewşenbîrî ya girîng piştgiriya vî mafê te yê rewa kiriye û daxuyaniya vê biryarê bûye milkeke saziyeke navneteweyî û ev dokûment tiştekî gelekî biha ye ji bo bikaranîna pêşvebirina mafên rewa yên gelê kurd.

Di kongreyê de herwiha pêşniyaza ku PENa Kurd tevî çend navendên PENên din anîbû rojeva delegeyên civînê daxwaza piştgiriya gelê kurd û gelên îranî bû. Ev pêşniyaz jî bi awayeke fermî hate pejirandin.

Derbarê van biryaran de derket holê ku PENên cîhanê li Uppsalayê piştgiriyeke gelekî xurt nîşanî xebat û çalakiyên Navenda PENa Kurd dane û ev yek bi axavtin û daxuyaniyên şandeya Navenda PENa Kurd jî hatiye selmandin.

Kongreya PENa Navneteweyî hat lidarxistin

Li bajarê Uppsala yê Swêdê bi beşdariya şandeya PENa Kurd û 150 navendên din 88’emîn Kongreya Pênûsa Navneteweyî hat lidarxistin.

Kongreya 88’emîn a Navenda PENa Kurd li bajarê Uppsala yê Swêdê ji 27ê Îlonê heta Cotmehê hat lidarxistin.

Seroka rûmetê ya Navenda PENa Kurd Bêrîvan Doskî, Abdullah Hîcab û Sarkan Brûsk weke şandeya Navenda PENa Kurd beşdarî konferansê bûn.

Di berdewamiya kongreyê de, şanda Pena Kurd bi awayekî çalak beşdarî civînan bû û bi şandên welatên din re behsa rewşa rojnamevan û nivîskarên Kurd û azadiya derbirînê li Kurdistanê kir.

Nûnerên PENa Kurd beşdarî her çar komîteyên jin, nivîskarên girtî, aştî, ziman û wergêran bûn û rewşa Kurdistanê gotûbêj kirin.
Di encama van gotûbêjan de wan karîn daxwaza fermîkirina zimanê kurdî li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê bixin kongreyê û bi piraniya endamên kongreyê hat pesendkirin.

Her wiha şandeya mêvan behsa kuştina Jîna Emînî û serhildanên Rojhilatê Kurdistan û Îranê û êrişa rejîma Îranê li ser baregehên partiyên Rojhilatî li Başûrê Kurdistanê û şehîdkirina 17 endamên partiyên Rojhilatî ku di nav wan de jin û zarok jî hebûn, gotûbêj kirin. Herî zêde hat nîqaşkirin.

 

Piştre jî daxuyaniya PEN’ê ya ku helwest û piştgiriya xwe ya ji bo serhildanên Rojhilatê Kurdistan û Îranê nîşan dide, ku ji aliyê nûnerê PEN’a Awûstralyayê Mensûr Rezaqî yê ji bajarê Seqizê yê Rojhilatê Kurdistanê ve hatibû amadekirin, kete dengdanê û dengên hemû endamên kongreyê bi dest xist.

Di daxuyaniyê de zext û zordariya rejîma Îranê, kuştina Zîna Emînî, êrîşa bi roket û bombekirina baregehên partiyên Rojhilatî, şehîdkirina endamên wan û hemû êrîşên rejîmê yên li dijî xwepêşanderan hatin şermezarkirin.

Di dawiya kongreyê de dirûşma ‘Jin, Jiyan û Azadî’ ku li ser dehan pan

kartên bi zimanê Îngilîzî hatibû nivîsandin û ji aliyê heyeta PENa Kurd ve hatibû amadekirin, li beşdaran hate belavkirin.

 

Em pênûsa Apê Mûsa li erdê nahêlin

Îro salvegera 30’yemîn a şehadeta nemir Apê Mûsa Anter e. Em di serî de wî û di kesayeta wî de hemû rojnameger, hunermend, nivîskar û rewşenbîrên kurd ên di riya gelê xwe û mirovahiyê de can û jiyana xwe bexşandine bi rêzdarî bi bîr tînin…

Apê Mûsa, wek nivîskar û rewşenbîrekî kurd, di tevahiya jiyana xwe de, ji bo parastina nirxên kurdewar û nirxên mirovahiyê têkoşîneke civakî, polîtîk û rewşenbîrî meşand. Bi gotinên xwe, pênûsa xwe, sekn û kiryarên xwe, ne tenê ji bo me kurdan, ji bo mirovahiya azadîxwaz jî bû nivîskar û rewşenbîrekî pêşeng ê mînak…

Wî, serdestî û dagirkeriya ku ew li dadgehên xwe yên faşîst û bi zagonên xwe yên faşîst darizandî bi fikr û ramanên xwe yên azadîxwaz û mirovahîparêz darizand û mehkûm kir.

Dagirkerên welatê wî baş dizanîn ku tu car nikarin wî ji riya rewşenbîrî û kurdbûna azad vegerînin. Ji ber wê ew şehîd kirin… Nemir Apê Mûsa piştî şehadeta xwe jî, bi fikr û raman û jiyana xwe bû ronahî û rênîşanderê me kurdên azadîxwaz û hemû mirovahîparêzan. Bi taybetî jî bû çavkanî, xet û bext û rûmeta têkoşîna nivîskar û rewşenbîrên kurd. Îro jî ji bo hemû nivîskarên kurd û ji bo neteweya kurd a azadîxwaz wisa ye. Û dê her dem jî wisa be. Ji ber vê yekê nemir Apê Mûsa her dem bi me re, bi têkoşîna me ya rewşenbîriyê re dijî û dê her bijî.

Bi van hest û ramanan, em nemir Apê Mûsa careke din bi rêzdarî bi bîr tînin û soz didin giyanê wî ku em ê pênûsa wî tu carî li erdê nehêlin û bibin şopdar û pêkanînerên armancên wî yên rewşenbîrî, neteweyî û gerdûnî…

Muruvvet Cacim nîşaneya xebata kurdewariyê bû

Me bi dilekî xemgîn û şikestî bihîst ku endama me ya hêja Muruvvet Cacimê xatirê xwe ji hezkiriyên xwe xwestiye û koça xwe ya dawî kiriye.

Xanima Muruvvet a kurdewara dilsoz ku di salên 90an de, di riya welatperweriyê de berdêlên giran dane, mixabin ji neçarî terkeseriya welatê xwe kiribû û li Almanyayê  bi hesreta warê  xwe hewla jiyanê dida. Her çiqas ew îro ne li nav me jî be, cihê xwe di nava bîranînên me yên birûmet de qewîn û saxlem kiriye.

Ji avakirina xwe heta roja îro, Navenda PENa Kurd gelek endamên xwe yên hêja û bêhmapa winda kirine. Helbet ew bi awayeke fizîkî ji nav me çûbin jî, bi giyanên xwe yên edebî, civakî û kurdewariya rengîn di dil û mejiyên me de mane û wê ji niha û pêve jî bimînin.

Xanima hêja, endama me ya xebata bêrawaestan Muruvvet Cacimê jî yek ji wan kesatetiyên girîng bû ku ked û emega wê di kar û xebatên Navenda PENa Kurd de zelal û eşkere ye.

Em wekî Navenda PENa Kurd xemgîniya xwe diyar dikin, sebir û sebatê ji hezkiriyên wê hêvî dikin û sersaxiyê ji malbatê re dixwazin.

Navenda PENa Kurd

Komîteya Birêveberiya Giştî

Nivîskar Nevzat Çapkin jiyana xwe ji dest da

NAVENDA NÛÇEYAN – Nivîskar Nevzat Çapkin ê nexweş û 8 meh berê ji Girtîgeha Beşîkduzu ya Tîpa T’yê hatibû berdan, li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da.

Nivîskar Nevzat Çapkin ku nêzî 8 meh berê ji Girtîgeha Beşîkduzu ya Trabzonê ya Tîpa T’yê derketibû, li Amedê li nexweşxaneyeke taybet ku lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Nevzat Çapkin piştî li Goristana Yenîkoyê hat şuştin, ber bi gundê Hecîreşê yê Farqînê ve hat birêkirin. Cenazeyê Nevzat li gundê Hecîreşê hat definkirin.

Nevzat 29 salan di girtîgehê de maye û di wê dema li girtîgehê de gelek berhemên hêja nivîsandiye. Ji ber pençeşêra qirikê pê re hebû û giran bû hat berdan. Lê belê jiyana xwe ji dest da.

Ji rojnamegerên girtî re name û pirtûk hatin şandin

AMED – PENa Kurd û Komeleya Wejekarên Kurd ji bo 16 rojnamegerên li Amedê girtî, name û pirtûk şand.

PENa Kurd û Komeleya Wejekarên Kurd ji bo piştevaniyê îro ji Postexaneya Yenişehirê ya Amedê, name û pirtûkên Kurdî ji bo 16 rojnamegerên li Amedê di 16’ê Hezîranê de hatibûn girtin, şand. Her wiha ji nivîskar Leyla Saraç a ku înfaza wê hat şewitandin û şandin Girtîgeha Jinê ya Şakranê jî name û pirtûk hatin şandin.

Nivîskar Mizgîn Ronak, hat berdan

NAVENDA NÛÇEYAN – Nivîskar Mizgîn Ronak a 30 sal in girtîbû hat berdan. Mizginê azadiya xwe diyarî kesên têkoşînê dikin, kir.

Nivîskar Mizgîn Ronak a 30 sal in girtîbû ji Girtîgeha Jinê ya Gebzeyê, hat tehliyekirin. Di sala 1992’yan de hîn 19 salî bû li Amedê li Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) hat darizandin û bi iddiaya “endamtiye rêxistinê” 30 sal ceza lê hat birîn. Mizgin Ronak îro hat berdan.

Tedawiya pençeşêra memikan dibîne

Mizginê ya li girtîgehên Êlih, Sêwas, Mêrdîn, Elbistan, Çewlig û Girtîgeha Jinê ya Gebzeyê ma gelek caran ket greva birçîbûnê. Tansiyonê bilind ê Mizginê heye, nerehetiya wê ya gurçikan heye û emeliyeta guatirê derbas kiriye. Her wiha tedawiya pençeşêra memikan dibîne.

Bi çepik û kulîlkan hat pêşwazîkirin

Malbata Mizginê, rêveberên MATUHAY-DER’ê, Însiyatîfa Dayikên Aştiyê, xizmên girtiyan ên Nobeda Edaletê digirin Mizginê pêşwazî kirin. Mizginê bi çepik û kulîlkan hat pêşwazîkirin.

Azadiya xwe diyarî kesên têkoşer kir

Mizginê ya li ber girtîgehê axaftineke kurt kir azadiya xwe diyarî kesên têkoşer kir. Mizginê got:”Her hevalekî me heta di girtîgehê de bin azadî ne azadî ye. Em dixwazin her hevalên me serbest bên berdan.”

Mizgina ku bi malbata xwe ji ber girtîgehê veqetiya wê sibehê were memleketê xwe Amedê.

Antolojiya Çîrokên Kurdî ya PENa Kurd hat çapkirin

NAVENA NÛÇEYAN – Antolojiya Çîrokên Kurdî ya PENa Kurd a bi navê “Dije Dej” a çîrokên 54 nivîskarî di nav de cih digire hat çapkirin.

Bi amadekariya Anîsa Caferî Mêhr û Jiyar Cihanferd Antolojiya Çîrokên Kurdî ya PENa Kurd a bi navê ‘Dije Dej’ a çîrokên 54 nivîskarî di nav de cih digire hat çapkirin. Çîrokên 54 nivîskaran ên di nava Antolojiya Çîrokên Kurdî ya PENa Kurd de bi zaravayên kurdî yên bi navê kurmancî, kirmanckî, soranî, kelhorî, lekî, hewramî hatine nivîsandin û ev antolojî ji aliyê Weşanxaneya Sîtavê ve hat çapkirin. Her wiha dê  wergera “Dije Dej” a bi Îngilizî jî bê kirin.

Anisa Caferîmehr: Tirkiye çekên kîmyewî bi kar tîne û cîhan bêdeng e

NAVENDA NÛÇEYAN – Di bernameya wêjeyê ya li Hambûrgê de nivîskara kurd Anisa Caferîmehr bal kişand ser êrişên dewleta tirk ên li ser gelê kurd û got: Bi salan e li Kurdastanê şer heye û Tirkiye çekên kîmyewî bi kar tîne û cîhanê jî ji vê ya re guhê xwe girtiye.”

Ji bo bernameya li Hambûrgê ya Elmanyayê ya ku ji du beşên wêje û siyasetê pêk dihat û ji aliyê Enstîtuya “Korber” ve hat organîzekirin ji Kurdistan, Tirkiye û Efganîstanê 3 jinên nivîskar hatin vexwendin. Ev nivîskarên jin yek ji Kurdistan yek ji Efganistan û yek jî ji Tirkiyeyê bûn . Her yekan berhemên xwe xwendin. Berhemên nivîskara kurd Anîsa Caferîmehr jî bi Elmanî hatin belavkirin. Piştî pêşkêşkirina kurteçîrokeke nivîskara kurd Anisa Caferîmehr, fi beşa siyasî ya bernameyê de axivî û behsa şer û bikaranîna çekên kîmyewî ya li Kurdistanê kir.

‘Li Kurdistanê jiyana hemû kurdan di metirsiyê de ye’

Anîsayê dijberiya xwe ya li dijî şer a li her derê cîhanê anî ziman, nîqaşa li ser şerê li Ukraynayê ji beşdarên din re hişt û bi xwe şerê li Kurdistanê nirxand û wiha got:”Li Kurdistanê jiyana hemû kurdan di metirsiyê de ye. Sed sal in em di nava şerekî hemû alî de ne. Ji komkujiya fizîkî, kolonyalîzm û bişaftinê ev şer tê kirin. Cîhan jî ji ber berjewendiyên xwe ji şerê li hember kurdan bê deng e. Di şerê li dijî DAÎŞ’ê de YPJ û YPG’ê şerekî mezin kir. 11 hezar kesî jiyana xwe ji dest dan û bi hezaran kes birîndar bûn. Loma em rexne dikin ku şervanên kurd wekî ‘terorîst’ tên binavkirin.”

Firotina çekan a bi hevkariya welatên cuda ya ji bo Tirkiyeyê

Anîsayê di dawiyê de bajar û gundên her çar parçeyên Kurdistanê bi nav kir ku çawa ji aliyê Rejîmên Iraq û Tirkiyeyê ve bi çekên kîmyewî hatine bombebarankirin. Her wiha hejmara kesên hatine kuştin û birîndarkirin eşkere kir. Anîsayê di heman demê de bertek nîşanî bombebarana kîmyewî ya Tirkiyeyê ya li dijî xwezaya Kurdistanê û Partiya Karkerên Kurdistanê da û firotina çekan a bi hevkariya welatên cuda ya ji bo Tirkiyeyê rexne kir.