Ji bo Rojnameger Nedîm Turfent saziyên navneteweyî banga berdanê kirin

NAVENDA NÛÇEYAN – Ji bo Rojnameger Nedîm Turfent ê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê girtiye saziyên navneteweyî banga berdanê kirin.

Saziyên navneteweyî yên çapameniyê û azadiya ramanê, ji bo Nûçegîhanê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) ku bi KHK’ê hatibû girtin Nedîm Turfent ku 2 hezar roj in li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê girtî ye daxuyaniyeke hevpar dan û banga berdana wî kirin. Di gotara ku 54 rêxistinan îmze kirine de tê xwestin demildest û bê şert Nedîm Turfent bê berdan û biryara cezayê derbarê wî de bê xerakirin.

Saziyên îmze kirine:

“Saziyên ku gotara hevpar a banga ji bo berdana Turfent îmze kirine navê wan wiha ne: “ARTICLE 19, Articolo 21, Association of European Journalists (AEJ), Cartoonists Rights Network International (CRNI), Committee to Protect Journalists (CPJ), Croatian PEN, Danish PEN, English PEN, European Centre for Press and Media Freedom (ECPMF), European Federation of Journalists (EFJ), French PEN, German PEN, Komeleya Mafê Mirovan (İHD), IFEX, Index on Censorship, Hewldana Dijî Sûcê Nêrînê, Irish PEN, Kurdish PEN, Montenegrin PEN Center, OBC Transeuropa (OBCT), PEN America, PEN Bangladesh, PEN Belgium, PEN Centre of Bosnia & Herzegovina, PEN Esperanto, PEN Estonia, PEN Georgia, PEN Iraq, PEN Latvia, PEN Malta, PEN Melbourne, PEN Moscow, PEN Netherlands, PEN Norway, PEN Portugal, PEN Québec, PEN Romania, PEN Suisse Romand, PEN Trieste, PEN Turkey, Perth PEN, CentreRussian PEN, San Miguel de Allende PEN, Slovene PEN, South East Europe Media Organisation (SEEMO), St Petersburg PEN, Swedish PEN, Pojeya Piştgiriya Dozên Mafên Mirovan ên Tirkiyeyê, Vietnamese Abroad PEN centre, Wales PEN Cymru.”

Ji ber pirtûka li ser Rojavayê Kurdistanê werger kir 11 sal ceza lê hat birîn

NAVENDA NÛÇEYAN – Ji ber pirtûka li ser Rojavayê Kurdistanê werger kir 11 sal ceza li Areş Gencî hat birîn.

Sendîkaya Nivîskarên Îranê bi daxuyaniyekê diyar kir ku rejîma Îranê ji ber ku pirtûkek ya derbarê bûyerên girîng ên navçeyê û Rojavayê Kurdistanê werger kiriye, Sekreterê Sendîkaya Nivîskarên Îranê Areş Gencî bi tawanê “li dijî komara Îslamî ya Îranê propaganda kiriye” û “Endamtiya partiyeke muxalif” hatiye sûcdar kiriye.

Sendîkayê li ser malpera xwe kurte dîmenê Areş Gencî ya li ber girtîgeha Êvînê parve kiriye ku tê de Gencî diaxive ûdibêje: “Hevalên min ên hêja, di kêliya ku waye ez diçim nizanim bê ka gelo rastê rewşeke trajedî bûme ya komîk. Sibehê zû fêr bûm ku îro roja 1’ê Mijdarê, Roja Kobanê ya Cîhanê, roja binketina teqez a DAÎŞ’ê ye. Ji min re komîk tê ku di salvegera wê serketina mezin de ez dikevim zindanê û trajedî ye ku divê bi şewqekî bê dawî ya di dilê xwe yê biçûk de dest bi pêvajoya girtîgehê bikim.”

Li gorî agahiyên Nasir Zerefşan parêzerê Gencî parvekirî hatiye gotin ku ew sûcbarî û hikmê giran tenê ji ber wergerkirina pirtûka bi navê “Mifteyek biçûk deriyekî mezin” ku di qala bûyerên girîng ên herêm û Rojavayê Kurdistanê dike hatiye ferzkirin.

Rejîma Îranê bi vê hêcetê di ser mala Areş Gencî de girtine û dest danîne ser hin belge û kel û pelên malê û Gencî rakirine girtîgeha Êvînê ku 11 sal cezaya girtîgehê lê hatiye birîn.

Hêjayê bibîrxistinê ye ku du sal ji beriya niha hêzên rejîma Îranê Areş Gencî kiribû bin çavan û piştî 4 hefteyan bi danîna 450 milyon Tûmen ji girtîgeha Êvînê serbest hatibû berdan. Doza wî sala piştî wê jî bi hêceta nezelalbûna hin mijar û delîlan dadgeh taloqî demeke din kiribû.

Dê ji bo nivîskarên di zindanan de roja îmzeyê bê lidarxistin

NAVENDA NÛÇEYAN – Dê PENa Kurd û Komeleya Wêjekarên Kurd ji bo nivîskarên di zindanan de li Amedê roja îmzeyê li dar bixe.

Bi pêşengiya PENa Kurd û Komeleya Wêjekarên Kurd dê bi beşdariya nivîskar û malbatên nivîskarên di zindanan de roja îmzeyê ji bo nivîskarên di zindanan de bê lidarxistin. Dê nivîskar pirtûkên nivîskarên di zindanan de yên Medya Yaklav, Mizgîn Ronak, Menaf Osman, Ahmed Huseyîn û Ahmedê Bilokî îmze bikin.

Piştî roja îmzeyê dê name bên şandin

Ev bernameya îmzeyê ya ji aliyê PENa Kurd û Komeleya Wêjekarên Kurd ve dê bê lidarxistin dê di demên pêş de bi îmzekirina pirtûkên nivîskarên din ên di zindanan de dewam bike. Ew ê di 24’ê Cotmehê de saet di navbera 14.00-17.00’an de li Pirtûkxaneya Lîlavê ya li semta Ofîsê ya Navçeya Yenişehîrê ya Amedê bê lidarxistin. Her wiha dê piştî bernameya îmzeyê ji nivîskarên di zindanan de name bê şandin. Di çarçoveya vê bernameyê de ji aliyê PENa Kurd û Komeleya Wêjekarên Kurd ve serdana malbatên nivîskarên di zindanan de jî tê kirin û dê bi bernameyên kurt berhemên nivîskarên di zindanan de jî bên naskirin û li ser qenala youtubeyê ya Komeleya Wêjekarên Kurd bê weşandin.

Rojnameger û nivîskar Roza Metîna ji doza dihat darizandin berat kir

AMED – Rojnameger û nivîskar Roza Metîna ji doza di çarçoveya KCD’ê de dihat darizandin berat kir.

Di çarçoveya lêpirsîna Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) a di 20’ê Mijdara 2020’î de ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê hatibû destpêkirin de rojnameger û nivîskar Roza Metîna jî hatibû binçavkirin. 3’yemîn rûniştina doza di derbarê Rozayê de hatibû vekirin li 5’emîn Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Roza beşdarî rûniştinê nebû. Parêzerê Rozayê Resûl Temur di rûniştinê de amade bû.

Meqama îdiayê diyar kir ku Rozayê delegeya KCD’ê ye û bi hinceta sûc kiriye ji “endamtiya rêxistinê” ceza xwest.

Parêzer parastin kir û berata muwekîla xwe xwest.

Piştî parastina parêzer heyeta dadgehê biryara beratê da û tedbîra kontrola edlî ya derbarê Rozayê de hat rakirin.

PENa Navneteweyî xwest nivîskar Meral Şîmşek berat bike

NAVENDA NÛÇEYAN – PENa Navneteweyî bi daxuyaniya ku da diyar kir ku ew dixwazin helbestkar, nivîskar û endama PENa Kurd Meral Şîmşek berat bike.

PENa Navneteweyî ya li ser sîteya xwe ji bo helbestkar, nivîskar û endama PENa Kurd Meral Şîmşek berat xwest diyar kir ku endama PENa Kurd Meral Şîmşek ji ber cezayê ji bo wê tê xwestin di bin talûkeyê de ye. Her wiha hat gotin tê payin biryar di 7’ê Cotmehaa 2021’ê de bê dayin.

Dê PENa Navneteweyî rûniştinê ji nêz ve bişopîne

PENa Navneteweyî diyar kir ku ew ê rûniştina Meralê ji nêz ve bişopîne û got ji ber Meralê fikrê xwe bi awayekî azad rave dike hedef tê girtin. Seroka Komîteya Nivîskarên di Zidanan de ya PENa Navneteweyî Ma Thida da zanîn divê Meralê ji hemû sûcdariyên ku tên kirin berat bike.

Daxuyaniya ji bo endama PENa Kurd Meral Şîmşek hat dayin ji ser vê lînkê dikare bê temaşekirin:

https://pen-international.org/news/turkey-verdict-expected-in-trial-of-meral-simsek

Li derveyî welêt jî êrişên li ser nivîskarên kurd didomin

Hin kesan êrîşî mala endamê PENa Kurd Yûnis Behram kirine û agir pê xistine. Li gor ku Yûnis Behram em agahdar kirine, 25ê mehê di berbanga sibehê de li derdora katjmêr 2-3yan hin kesên hîn nehatine naskirin, şûşeyek tije sotemenî û agir avêtine mala wî ya li Elmanyayê. Agirkujê bajêr zû bi hawarê ve diherin û berîya ku ziyanek mezin bibe agir vedimirînin. Di bûyerê de dergeh û şûnka derî dişewitin lê ew û zarokê xwe bi selametî jê xelas dibin.

Ev demeke dirêj e ji bo ku dev ji çalakiyên Kurdewariyê berde Yûnis Behram dihat tehdîtkirin. Yûnis Behram polis ji rewşê agahdar kiribûn û digel tedbîran ev bûyer qewimiye. Wek ku tê zanîn di çapemeniyê de jî hatibû belavkirin ku Dewleta Tirk lîsteya înfazê amade kiriye ji bo hin kesên li derveyî welat. Jixwe gelek caran bûyerên bi vî rengî diqewimin û Kurdên ku hatine kuştin û birîndarkirin jî hene. Yanî ewlehiya kesên ku ji zor û zulmê direvin welatên biyanî jî tune ye. Ev ne tenê zirarê dide Kurdan, dema ji van bûyeran re çav bêne girtin, kes nizane bê wê dûra kî têkeve derbê. Loma herkes ji aliyê xwe de gerek li himber van bûyeran bisekinin. Em wek PENa Kurd van bûyeran şermezar dikin û bangî saziyên navnetewî dikin ku pêşiya van bêne girtin.

Yûnis Behram kî ye?

Nivîskar Yûnis Behram di roja 10.12.1967an de, li quntarê çiyayê Hûmanê ji dayik bûye. ‏Dibistana xwe bi giştî li Rojavayê Kurdistanê di navbera dibistanên Amûdê, Qamişlo û Hisîçayê de qedand. Paşê di sala 1986an de ji bo xwendinê çû Almanya-Rojhilat û li vê derê xwendina xwe ya pijîşkî beşa radyolojî qedand.

‏Piştî xwendina pijîşkî, dubare û dîsa vegeriya zankoyê û fakulteya siyaset-sosyolojî û qanûnê jî xwend. Heta niha 23 pirtûkên Yûnis Behram hatine weşandin. Yek ji wergêrê Kurdi, Erebî û Almanî ye. Zêdî 20 lib efsane û fabilên Kurdî wergerandine zimanê Almanî.

Baş tê naskirin, ji ciwaniya xwe heta roja îro her di nava tevgera kurdistanî de bi xurtî cih girtîye.

PEN’a Melbourneyê endamtiya rûmetê da Nedîm Turfent

NAVENDA NÛÇEYAN – Komeleya Nivîskarên PEN’ê ya Melbourne ya Avusturalyayê, endamtiya rûmetê da rojnamegerê girtî Nedîm Turfent.

Komeleya Nivîskarên PEN’ê ya Melbourne ya Avusturalyayê, endamtiya rûmetê da rojnamegerê girtî Nedîm Turfent.

Hevdîrektorê bernameya “Nivîskarên Di Girtîgehan De” ya PEN’a Melbourne Jackîe Mansourian, diyar kir ku wan biryar daye endamtiya rûmetê bidin Nedîm Turfent û ev rewş ji wî re ragihandine. Jackie Mansourian, spasiya Nedîm Turfent kir ku ev pêşniyara wan pejirandiye.

Nedîm Turfent jî ji Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Wanê peyam şand û spas kir.

Par jî, endamtiya rûmetê ya Îngîltereyê ya PEN’ê ji bo Nedîm Turfent hatibû dayîn.

Ji Rojnameger Roza Metîna re heta 15 salan ceza xwestin

AMED – Di daneşîna doza derbarê Roza Metîna de hat vekirin dozger ji 7 sal û nîvan heta 15 salan cezayê girtîgehê xwest.

Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hat destpêkirin de di 20’ê Mijdara 2020’î de li hemberî Kongrea Civaka Demokratîk a Gelan (KCD) operasyon hatibû destpêkirin û gelek kesên ku nivîskar û Rojnameger Roza Metîna jî di nav de bû hatibûn binçavkirin. Roza ya hat binçavkirin derbarê wê de doz hatibû vekirin. 2’yemîn daneşîna dozê îro li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Roza tevli daneşînê nebû û parêzerê wê Resul Temur tevli bû.

Dozger ceza xwest

Dozger îdîa kir ku Roza di çarçoveya çalakiyên KCD’ê de tevli çalakiyên rêxistinî bûye û wê bi endamên din ên KCD’ê re, yekîtî û yekparçebûna dewletê xera kiriye ku yekîtiya bi navê neteweyî ya kurd li ser xaka Kurdistanê mîsoger bike. Her wiha dozger îdia kir ku delegebûna wê ya KCD’ê di belgeyên ku di lêgerînê de hatine desteserkirin derketiye holê û bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” ji 7 sal û nîvan heta 15 salan cezayê girtîgehê ji Rozayê re xwest.

Parêzer Resûl Tamur ji bo bikaribe li hember mutalayê parastinê bike dema zêde xwest.

Heyeta dadgehê daxwaza parêzer Resûl Tamur a ji bo demeke zêde qebûl kir û danişîn taloqî 12’ê cotmehê kir.

Endamê PENa Kurd ji bo penaberan çalakî li dar xist

NAVENDA NÛÇEYAN – Endamê PENa Kurd Ebbas Zendî û keça wî Kurdistan ji bo balê bikşînin ser rewşa koçber û penaberan çalakiya werzîşê pêk anîn.

Endamê PENa Kurd Ebbas Zendî yê werzîşkar ku tevî keç û hevjîna xwe ji bajarê Sînê yê Rojhilatê Kurdistanê koçî Manîsayê kirineji bo bala cîhanê bikşîne ser koçberan biryar da bi keça xwe ya werzîşkar dest bi çalakiyê bike. Di heman demê de dixwazin balê bikşînin ser penaberên Kurdistanê. Ji bo balkişandina ser rewşa koçberan biryar dan ji bajarê Manîsayê baz bidin heta Îzmîrê.

Ebbas Zendî û keça wî Kurdistan dan zanîn ew heft sal in li Tirkiyeyê penaber in û bi munasebeta roja penaberan wan xwestiye çalakiyeke bi vî rengî pêk bînin. Her wiha gotin ew dixwazin peyama xwe bi rêya werzîşê bidin û piştgiriyê bidin penaberan.

Nivîskar Mujgan Kawsi ket greva birçîbûnê ya bêdem

NAVENDA NÛÇEYAN – Girtiya polîtîk Mujgan Kawsi, bi armanca şermezarkirina polîtikayên rejîma Îranê, Wezareta Dadê, rêveberiya girtîgehê di 16’ê Gulanê de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem kir.

Mujgan Kawsi ji ber aktivîst bû û li dijî mafên mirovan hestiyar bû gelek caran ji aliyê Rejîma Îranê ve hatiye binçavkirin û piştre hat girtin. Mujganê ya li Girtîgeha Evînê herî dawî ragihand ku wê dest bi greva birçîbûnê kiriye. Hat zanîn ku Mujganê di 16’ê Gulanê de bi armanca şermezarkirina polîtikayên rejîma Îranê, Wezareta Dadê, rêveberiya girtîgehê di 16’ê Gulanê de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem kir.

Li gor Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê girtiya siyasî ya kurd Mujgan ji 16’ê Gulanê vir ve li Girtîgeha Evînê ya Tehranê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem kiriye. Torê diyar kir ku daxwazên Mujganê ne takekesî ye ji bo hemû girtiyan e.

Aktivîst û nivîskara kurd Mujgan di 19’ê Gulana 2020’î de dîsa hat girtin û birin Girtîgeha Bajar Kirayê. Herî dawî jî di hezîrana 2020’î de jî Mujgana 76 meh cezayê hepsê lê hat birîn sirgunî Girtîgeha Evînê ya Tehranê hat kirin.

Jêderk: NuJinha

Salvegera koça dawî ya Helbestkar Kejal Îbrahîm Xidar

NAVENDA NÛÇEYAN – Îro salvegera koça dawî ya Helbestkar Kejal Îbrahîm Xidar e. Helbestkar Kejal Îbrahîm Xidar di 24’ê Nîsana 2018’an de jiyana xwe ji dest da.

Helbestkara kurd a xizmeteke mezin ji bo ziman û wêjeya kurdî da Kejal Îbrahîm Xidar di 24’ê Nîsana 2018’an de îro jiyana xwe ji dest da. Îro salvegera koça dawî ya Helbestkar Kejal Îbrahîm Xidar e.Kejalê xwîn diçe ser mejiyê wê û li Nexweşxaneya Şar a Silêmanî tevî hemû mudaxaleyan jiyana xwe ji dest dide.

Kejalê di 1968’an de li Qeladizê ji dayik bû û ji 1990’î ve li Silêmanî dijiya. Di 1987’an de dest bi nivîsandina helbestê kir. Berhemên wê bi zimanê Farisî û Erebî hatin wergerandin. Du berhemên wê bûn mijara şanoyê. Kejalê endama Lijneya Nivîskarên Kurd bû.

PENa Navneteweyî ji bo nivîskar Gulgeş Deryaspî kampanya dest pê kir

NAVENDA NÛÇEYAN – Bi piştgiriya PENa Kurd, PENa Navneteweyî ji bo nivîskar û endama PENa Kurd, Gulgeş Deryaspî ya 6 sal û 3 meh ceza lê hat birîn, kampanyaya piştgiriyê dest pê kir.

Nivîskar û endama PENa Kurd Gulgeş Deryasî ya ku di 25’ê Mijdarê de bi ser mala wê de hat girtin û piştre hat binçavkirin bi idiaya “endamtiya rêxistinê” hatibû girtin û şandibûn Girtîgeha Tipa E ya Bedlîsê. Di dirûşmeya Gulgeş Deryaspî ya biryarê de 6 sal û 3 meh ceza lê hatibû birîn. Bi piştgiriya PENa Kurd, PENa Navneteweyî ji bo nivîskar û endama PENa Kurd, Gulgeş Deryaspî ya 6 sal û 3 meh ceza lê hat birîn, kampanyaya piştigiriyê dest pê kir. PENa Navneteweyî da zanîn ku divê binpêkirina mafên li ser nivîskaran bi dawî bibe. Her wiha PENa Navneteweyî diyar kir ku divê mehkûmiyeta li ser Gulgeş Deryaspî bê rakirin û got ji meqamên tirkî re nerazîbûnên xwe bi rê bikin.

Ji ser vê lînkê hûn dikarin bigihêjin naveroka kampanyayê:

https://pen-international.org/campaigns/turkey-conviction-of-kurdish-pen-member-must-be-overturned.

Kampanyaya PENa Navneteweyî ya ji bo Selahattin Demirtaş dewam dike

NAVENDA NÛÇEYAN – Di çarçoveya azadiya ramanê û avakirina serdestiya hiqûqê ya PEN’ê de, PENa Navneteweyî ji bo Selahattin Demirtaş jî kampanyaya piştigiriyê dabû destpêkirin. Kampanyaya PENa Navneteweyî ya ji bo Selahattin Demirtaş dewam dike.

Di çarçoveya azadiya ramanê û avakirina serdestiya hiqûqê ya PEN’ê de, PENa Navneteweyî ji bo Selahattin Demirtaş jî kampanyaya piştigiriyê dabû destpêkirin.Kampanyaya PENa Navneteweyî ya ji bo Selahattin Demirtaş dewam dike. PENa Navneteweyî di çarçoveya kampanyayê de diyar kir ku ew ji warê destdirêjiya li ser nivîskar, rojnameger û azadiya darazê ya li Tirkiyeyê bi fikar in. Her wiha PENa Navneteweyî diyar kir ku divê Tirkiye demildest li gor biryara 2020’î ya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê tev bigere.

Nameya Victor Sahuatob

Di çarçoveya vê kampanyayê de, di 9’ê Nîsanê de Cîgirê Serokê PENa San Miguel, Victor Sahuatoba ji Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul re name nivîsandibû. Tê de dihat gotin ku; pabendî pêşniyara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa, PENa Navnetewî bi riya vê nameyê doza azadkirina tavilê û bê merc ya Selahattîn Demîrtaş dike, ku serokê berê yê Partiya Demokrat a Gelan bû û bi tawanbariya terorîzmê di 4’ê Çiriya Paşiyê ya 2016’an de hatibû girtin. 10’ê Nîsana rojbûna Demirtaş e, ev wê bibe pîrozkirina pêncemîn ya rojbûna wî ya di girtîgehê de; em bawer dikin ku dê diyariyek baş be ji bo Wezareta Dadê ya Tirkîyê ku azadiya wî bide wî, ev dê gelekên din jî kêfxweş bike…

Di derbarê kampanyayê de hûn dikarin ji vê lînkê xwe bigihînin agahiyên berfireh.

https://pen-international.org/news/turkey-free-selahattin-demirtas

PENa Romanyayê ji bo nivîskar û rojnamegerên girtîgehan name şand

NAVENDA NÛÇEYAN – PENa Romanyayê bi armanca hevkariya bi nivîskar û rojnamegerên di girtîgehên Bakur û Tirkiyeyê de dest bi kampanyayê kir. PENa Romanyayê di çarçoveya kampanyayê de name ji 11 nivîskar û rojnamegeran re şand.

Bi armanca piştevaniya bi nivîskar û rojnamegerên di girtîgehên Bakur û Tirkiyeyê de PENa Romanyayê dest bi kampanyaya piştevaniyê kir û di çarçoveya vê kampanyayê de 11 nivîskarên Romanyayê ji 11 nivîskar û rojnamegeran re name şandin. Ev name ew ê her roj li ser malpera xwe ya înternetê û rûpela xwe ya facebookê biweşînin.

Celadet Elî Bedirxan ê ku mîrateyeke mezin li dû xwe hişt îro koça xwe ya dawî kir

NAVENDA NÛÇEYAN – Mîr Celadet Alî Bedirxan ê ku di 1893’yan de li Stenbolê ji dayik bû di 15’ê Tîrmeha 1951’an li Şamê jiyana xwe ji dest da. Mîr Celadet Alî Bedirxan zimanzan, nivîskar, dîplomat û siyasetmedar bû. Mirovekî gelekî zîrek û jêhatî bû û Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Stenbolê qedandiye. Di heman demê de Celadet Elî Bedirxan serokê yekem ê Rêxistina Neteweyî ya Xoybûn e.

Celadet Elî Bedirxan ê ku li Stenbolê ji dayik bûye neviyê Mîr Bedirxan û lawê ji rewşenbîrên kurd Emîr Elî Bedirxan e. Dibistana seretayî û navîn li Stenbolê diqedîne û di serdema şerê yekemîn ê cîhanê de wekî serbaz di nava artêşa osmaniyan de cih digire û li Eniya Qefqesyayê cihê xwe digire. Piştî împaratoriya Osmaniyan hildiweşe ji bo yekîtiya eşîretên kurd dikeve nava hewildanê lê mixabin bi ser neket. Yekîtiya eşîretên kurd dê biba sedema avakirina Kurdistanê. Di 1922’yan de bi birayê xwe Kamûran Bedirxan re derbasî Elmanyayê dibe. Celadetê ku li Elmanyayê perwerdeya xwe dike piştre di 1925’an de derbasî Kahireyê dibe. Dawiyê derbasî Sûriyeya di bin himaya Fransayê de dibe. Li wir jî têkoşîna xwe ya ji bo xizmeta ziman, çand, huner, wêje û siyaseta kurd xebatên mezin dike. Li Sûriyeyê bi Heco Axa û pêşengên kurdan re di avakirina Xoybûnê de roleke çalak dilîze.

Di qada ziman de xebatên giranbiha kir

Celadet Elî Bedirxan di warê pêşketina Zimanê Kurdî de mohra xwe li rûpelên serkeftinê yê dîrokê xist. Ji 1930’yan şûnde bêtir giranî da ser xebatên Zimanê Kurdî. Di 15’ê Gulana 1932’yan de Kovara Hewarê çap kir. Bi munasebeta 15’ê Gulanê roja çapkirina Kovara Hewarê 15’ê Gulanê wekî Cejna Zimanê Kurdî tê pîrozkirin. Di Kovara Hewarê de tîpên latînî hat bikaranînin. Alfabeya tîpên latînî bi Kurdî cara yekem di Kovara Hewarê de hat bikaranînin. Di Kovara Hewarê de nivîsên bi zaravayên Kurmancî, Dimilkî, Soranî hatin weşandin. 57 hejmarên Kovara Hewarê hatin weşandin û di 1943’an de weşan bi dawî bû.

Berî ku koça dawî bike lêkolînên xwe yên têkildarî Kurdî de anî gel hevdu

Celadet Elî Bedirxan piştî Hewarê di 1942’yan de li Şamê Kovara Ronahî çap dike. Kovara Ronahî ya ku tenê bi Kurmancî hat weşandin bi tîpên latînî hat weşandin. Celadet Elî Bedirxan ronakbirên kurd ên mîna Elî Bedirxan, Osman Sebrî, Nurettîn Zaza, Qedrîcan û Cegerxwîn gihandiye hev. Celadet Elî Bedirxan dibêje “Bêyî Zimanê Kurdî doza Gelê Kurd nayê meşandin”. Emrê xwe ji bo pêşxistina zimanê kurdî bexşand. Ji bilî derxistina kovarê ji bo standartîzasyon û pêşxistinê kurdî jî bingeke baş ava kir. Weşandina Kovara Ronahî di 1945’an de bi dawî dibe. Bi tevahî 28 hejmarên Kovara Ronahiyê tê çapkirin. Gelek nivîskarên di Kovara Ronahiyê de dinivîsandin di heman demê de di Kovara Hewarê de jî dinivîsandin. Celadet Elî Bedirxan di 15’êTîrmeha 1951’an de li Şamê jiyana xwe ji dest dide û niha gora wî li Şamê ye. Berî ku koça dawî bike lêkolînên xwe yên têkildarî Kurdî de anî gel hevdu.

Komkujiya Madimakê: Nivîskar, hunermend, rewşenbîr hatin qetilkirin

NAVENDA NÛÇEYAN – Ji ser komkujiya Madimakê ya ku 35 kes hatin qetilkirin 27 sal derbas bû. Di nava 35 kesên ku hatin qetilkirin de nivîskar, rewşenbîr û hunermend jî hebûn.

Îro 2’yê Tîrmehê ye û ji ser komkujiya Madimakê ku 35 kes hatin qetilkirin 27 sal der bas bû. Gumanbarên bûyerê jî bi efûya taybet a serokomar hatin berdan. Di nava 35 kesên hatin qetilkirin de nivîskar, rewşenbîr û hunermend jî hebûn.

Komeleya Çanda Pîr Sultan Abdal (PSAKD) a li Enqereyê di 1988’an de hat avakirin û her sal Şahiya Pîr Sultan Abdal pêk dianî û wê ya çaremîn pêk bianiya. Li gundê Banaz a Yildizelî ya Sêwasê wê bername di navbera 1-4’ê Tîrmeha 1993’an de pêk bihata. Beriya bernameyê di Nîsana 1993’an de rêveberên komeleyê nameyek nivîsandin û ji rêxistinan re, rewşenbîr, hunermend û nivîskaran re şandin.

Di 2’yê Tîrmeha 1993’yan de piştî nimêja înê êrîş dest pê dikin. Komên oldar li ber navenda çandê kom dibin û dirûşmên ‘Sêwas wê ji laîkan re bibe gor’, ‘ Komar li Sêwasê hat avakirin, wê li Sêwasê bê hilweşandin’ tên berzkirin.

Di encama êrîşa komên oldar ên tên gel hevdu de agir bi Otela Madimakê tê xistin û 33 kes ên li otelê 2 kes jî ji derve bi tevahî 35 kes tên qetilkirin.

Ji Nûçegîhana JINNEWS’ê Bêrîtan Canozer ceza hat birîn

NAVENDA NÛÇEYAN – Ji Nûçegîhana JINNEWS’ê Bêrîtan Canozer ceza hat birîn bi îdaya “propagandaya rêxistinê kiriye” salek, 10 meh û 15 roj cezayê girtîgehê hat birîn.

Ji Nûçegîhana JINNEWS’ê Bêrîtan Canozer di navbera salên 2013 û 2016’an de bi hinceta parvekirinên wê yên li ser medya civakî û bi îdaya “propagandaya rêxistinê kiriye” li 11’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê doz hatibû vekirin û daneşîna 3’emîn a dozê hat dîtin. Daneşîna ku Berîtanê tevli nebû parêzerê wê Resul Tamur tevli bû.

Makamê Îdayê, mutalaya xwe ya daneşîna berê ku tê de ceza xwestibû dubare kir.

Parêzer Resûl Tamûr diyar kir ku ew tevli mutalaya dozger ya ceza dixwaze nabin û bal kişand ser lêpirsîna ku bêyî gumana sûc hebe hatiye destpêkirin. Resûl diyar kir ku muwekîla wî ji ber ecibandinek û 4 şîroveyên ku kirine tê sûcdarkirin. Resûl herî dawî di parastina xwe de daxwaz kir ku muwekîla wî bê berdan.

Salek, 10 meh û 15 roj cezayê hepsê

Piştî navebera ku hat dayîn, heyeta dadgehê, di çarçoveya dosyayê de bi îdaya ku Bêrîtanê “propagandaya rêxistinê kiriye” salek, 10 meh û 15 roj ceza lê birî.

Rojnameger Semîha Alankûş berat kir

NAVENDA NÛÇEYAN-Rojnameger Semîha Alankûş ji doza ku bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” dihat darizandin, berat kir.

Derbarê rojnameger Semîha Alankûş de bi îdiaya “endama rêxistinê ye” ji aliyê Dadgeha Amedê ve doz hatibû vekirin. Danişîna dozê ya 7’emîn hat lidarxistin. Semîha beşdarî dozê nebû û parêzerê wê Resûl Tamûr amade bû.

Dozger biryara xwe eşkere kir û xwest Alankûş were beratkirin.

Parêzer Resûl jî xwest miwekîla wî were beratkirin.

Şandeya dadgehê di çarçoveya biryara dozger de derbarê Semîha de biryara beratê da.

Ji bo Rojnameger Nedîm Turfent kampanyaya îmzeyê hat destpêkirin

NAVENDA NÛÇEYAN – Rêxistinên çapemeniyê yên Tirkiye û navneteweyî ji bo rojnameger Nedîm Turfent ê 1500 roj in girtî ye dest bi kampanya îmzeyan kirin. Kesên piştgirî dan banga berdana Nedîm Turfent dan.

Enstîtuya Çapemeniya Navneteweyî (IPI), Komeleya Xebatkarên Hiqûqê û Medya (MLSA) û PEN’a Navneteweyî jî di nav de 45 rêxistinên çapemeniyê yên li Tirkiye û navneteweyî ji bo Rojnameger Nedîm Turfent ê 1500 rojin girtî ye serbest bê berdan kampanya îmzeyan dan destpêkirin. Rêxistinên çapemeniyê di metnê kampanyayê de diyar kirin ku di 21’ê Hezîranê de 1500 rojên Rojnameger Turfent li girtîgehê derbas dibe û wiha got: “1500 rojin Turfend ji azadiya xwe dûr e. 1500 rojin nikare rojnamegeriyê bike. Rayedarên hikûmeta Tirkiyeyê ji ber nûçeyên ku jê bêzar dibin rojnamegeran digire. Ev demek dirêj e ev pratîk didome. Bi taybetî li dijî Medya Kurd tundî didomin. Rojnamegerên ku dixwazin pirsgirêka Kurd bikin nûçe tên girtin û dixwazin rojnamegeran ji vê meseleyê dûr bixin.

Serokê Komîteya Nivîskarên Girtî yê PEN’a Navneteweyî Salil Tripathî jî wiha got: “Diviya bû ku Nedim Turfent qet nehatibûya girtin. Lê mixabin îro ji ber bê edaletiyê 1500 rojin girtî ye. Nedim  ji ber karê xwe yê rojnamegeriyê kiriye hatiye girtin. Divê bê şert û merc serbest bê berdan.

‘Divê Tirkiye dawî li vê bê edaletiyê bîne’

Cîgirê Edîtorê IPI Scott Griffen jî anî ziman ku Nedim Turfent ji ber sûcdariya rojnamegeriyê 1500 rojin girtî ye û wiha got: “Demekê rastî tacîzê hat. Ji azadiya xwe dûr ket. Divê Tirkiye dawî li vê bê edaletiyê bîne. Divê hemû rojnamegerên din jî bi lez serbest bên berdan.”

Hevdîrektorê MLSA û parêzerê Nedîm Turfent, Veysel Ok jî anî ziman ku ji ber Nedim Turfent, tundiya li ser gelê Kurd anî ziman û kir nûçe hatiye girtin û wiha got: “Bi îşkenceyê hat binçavkirin. Bi dehan kesan bi zextan li ser wî îfade dan. Dawiya dawî 8 sal û 9 meh cezayê girtîgehê lê birîn. Diviya bû ku Nedîm ji ber nûçeyê çêkirine bihata xelatkirin, lê 1500 rojin girtî ye. Ji ber vê yekê divê ji bo Rojnamegerên Kurd ên li Tirkiyeyê torek piştevaniyê bê avakirin.”

Rêxistinên kampanya dane destpêkirin

IPI, MLSA, PEN’a navneteweyî, Article 19, Articolo 21, ECPMF, Komeleya Lêkolînên Çapemeniyê / Press In Arrest, Danish PEN, Basin Îş a DİSK’ê, English PEN, Freedom House, French PEN, Georgia PEN, German PEN, Icelandic PEN, Independent Chinese PEN Centre, Index on Censorship, Kurdish PEN, Lithuanian PEN, Moscow PEN, New Zealand Society of Authors Te Puni Kaituhi o Aotearoa (PEN NZ) Inc, Norwegian PEN, Osservatorio Balcani e Caucaso Transeuropa (OBCT), PEN America, PEN Belgium/Flanders, PEN Center for German Language Writers Abroad, PEN Eritrea, PEN Netherlands, PEN Nicaragua, PEN Québec, PEN Suisse Romand, PEN Turkey, PEN Ukraine, Punto24 Bağımsız Gazetecilik Derneği (P24), Romanian PEN, San Miguel de Allende PEN, Scottish PEN, South East Europe Media Organisation (SEEMO), St Petersburg PEN, Swedish PEN, Swiss-German PEN, Türkiye İnsan Hakları Vakfı (TİHV), Uganda PEN, Wales PEN Cymru, Yaşam Bellek Özgürlük Derneği.”

Ji bo kampanyayê hûn dikarin lînga   bitiqînin.  

Hûn dikarin xwe bi lînga .pdf bigînin pirtûka helbestan a Turfend. 

Bariyê Bala koça xwe ya dawî kir

NAVENDA NÛÇEYAN-Helbestvan, nivîskar, şanoger û karkerê civaka kurd yê navdar Barîyê Bala Bariyê Bala koça xwe ya dawî kir.

Di 25’ê Gulanê de Helbestvan, nivîskar, şanoger û karkerê civaka kurd yê navdar Barîyê Bala çû ser dilovanîya xwe. Yekîtîya Kurdên Qazaxistanê ‘Berbangê’ têkildarî koça dawî ya Bariyê Bala de diyar kir ku Bi wefata Bariyê Bala stêrkeke geş ji esmanê çand û wêjeya kurdan vemirî.

Yekîtîya Kurdên Qazaxistanê ‘Berbangê’ wiha dewam kir:

“Di 25’ê Gulana 2020’ an de helbestvan, nivîskar, şanoger, prozaîk, Endamê PÊNa Kurd û Endamê PENa Navneteweyî Barîyê Bala di 84 salîya xwe de li Alma Ataya Qazaxistanê çû ber rehma Xwedê. Bi wefata Bariyê Bala stêrkeke geş ji esmanê çand û wêjeya kurdan vemirî.

Barîyê Bala (Barîyê Elîyê Paşê) 25’ê Tebaxa 1937’ an li nehiya Masîsa Ermenîstanê, li gundê Demîrçîyê di nav malbeteke kurdên sade de ji dayîk bûye. Bavê wî Elîyê Paşayê Miho, dayika wî Qaza Evdoyê Bişo mirovên pir sade û kedhez bûne, bi keda xwe ya helal jiyana xwe derbas kirine. Heft kur û keçeke wî çêbûne.

Barîyê Bala sala 1958’ an dibistana gundê Demîrçîyê ya navîn xilas dike û li bajarê Yerevanê dikeve Para Dîrok û Fîlolojîya Azerî ya Zanîngeha (Îînstîtûta) Dewletê ya Pêdagoiyê ya li ser navê Xaçatûr Abovyan sala 1963’yan bi dereceyeke baş xilas dike. Piştî xilaskirina zankoyê salên dirêj di dibistanê da wekî mamosteyê ziman û wêjeyê kar dike.

Ew di sala 1975’ an de li gundê Hebilkendê, Nehîya Masîsê dibe serwêrê dibistana navîn. Paşwextîyê di vê nehîyê de wekî mufetîşê (înspêktorê) perwerdeya dibistanên navîn de karê xwe dimeşîne. Salên dirêj li nehîya Masîsê bûye serwêrê sovxoza Serwanlerê.

Sala 1989’ an wextê şerê li ser Qerebaxa Çîyayî navbera ermenî û azerîya de malbata Barîyê Bala jî tevî hemû kurdên misilman ji Komara Ermenîstanê dertê, diçe Komara Azirbêcanê. Sala 1998’an tê Qazaxistanê, bajarê Alma Atayê. Li vir jî ew bi awayekî çalak tevlî karê civakî dibe. Di nav xebatên Yekîtîya Kurdên Qazaxistanê «Berbangê» de wekî mamosteyê ziman û edebîyatê kar dike.

Barîyê Bala wexta şagirtê dibistana navîn bûye dest bi nivîsandina helbestan kiriye. Helbesta wî ya ewil di sala 1957’an de bi sernivîsara «Dayika min» di rojnama «Riya Teze» de tê weşandin. Paşwextîyê helbestên wî di rojnameyên «Riya Teze», «Dengê Kurd», «Jîyana Kurd», «Ev Roj» «Dîplomat», kovara «Nûbar» û gelekên din de hatine weşandin. Helbest û nivîsên wî yên vekirî bi zimanê ûrisî, azerî, ermenî û qazaxî hatine wergerandin.Di rojname û kovarên wan zimanan de ronkayî dîtine.

Barîyê Bala xwedanê deh pirtûkên weşandî ne. Pirtûka wî ya ewil di sala 1974’an bi navê «Dinya min» li Ermenîstanê ronayê dibîne. Sala 1994’an li Azerbêycanê pirtûka wî ya dudayan bi navê «Ku da herim» tê çapkirin.

Di 2008’an de pirtûka wî ya sisêyan «Dîlbera min» ku pêşkêşî xanima xwe kiriye tê weşandin. Di 2009’an de pirtûka wî ya çara bi navê «Dayik» ku helbestvan rewayî dayika xwe ya zehmetkêş Qaza Evdoyê Bişo kiriye ronahiyê dibîne.

Salên 2011-2012’an de bi alîkariya nivîskar û lêkolînvan Hejarê Şamîl du pirtûkên wî «Kulîlkên neçilmisî» û «Deh bûyer» digihîjine ber destên xwendevanên xwe. Di 2012’an de li Kurdistana Başûr, bajarê Duhokê bi alîkarîya Yekîtîya Nivîskarên Kurdistanê pirtûka helbestên Barîyê Bala bi sernivîsara «Bijare» tê weşandin.

2014-2015’an de bi alîkarîya endamên Yekîtîya Nivîskarên Ermenîstanê û endamên PENa Kurd Nûrê û Zera Serdaryan li bajarê Yêrêvanê du pirtûken wî «Ez û kevokê tenê», «Zerdeştê kal» neşir dibin. Di 2016’an de pirtûka wî ya bi navê «Dilê şikestî (Разбитое сердце)» ronahî dibîne. Di 2005’an de şaîr, nivîskar û dramatûrg Barîyê Bala tê hilbijartin wekî endamê PÊNa Kurd. Di 2014’an de bi xelata ser nave Ehmedê Xanî tê rewakirinê.

Barîyê Bala Pênûsa xwe di hemû mijaran de- helbest, nivîsara vekirî, bîranîn û dramatûrgîyê de ceribandîye. Mijarên helbest û poêmên Barîyê bala cuda-cuda ne: Evînîya du dila, hubhizkirina de û bava, gel û welat, hizkirina mirovahîyê û tebîyetê, rexne, şîret û yên din. Lê helbestvan di helbestên xwe de fikra hîmlî datîne ser welathezî, hub û hezkirinê. Koletî û bindestîya welatê kal û bava Kurdistanê, par-parîbûna gelê kurdi axîn û kedereke giran dixe dilê şaîr. Zilm û komkujîya li Helepçeyê, Şengalê, Kobanîyê, li bajar û gundên kurdên wêranbûyî dilê wî dişewitîne:

Barîyê bala gelek nivîsarên vekirî jî nivîsîne: «Nado û Narê», «Bila dilî dilbe», «Ez û kevokê tenê», «Gelto», «Paşa û Belgîzar», «Çar emir çar demsal», «Cemîle», «Zerdeştê kal», «Ez û kale welathezî pir bi derdî kul», «Kew, bilbil û sorgula tengezar», «Deh buyer»; bîranînê xwe- «Seyda Şamîl» (Şamîl Eskerov), «Bîranîn derheqa Mehmedê Siloyê Bava da», «Mehmedê Sloyê Mihoyê- Îsa Begê Rewanî» ku pêşkêşî pismamê xwe Mehmedê Silo Miho kirîye.

Em wekî Yekîtîya Kurdên Qazaxistanê «Berbangê» bi wefata Şaîr û Nivîskarê kurd Bariyê Bala gelekî xemgîn in. Windabûna Bariyê Bala dibe ku bi awayekî fizîkî be, lê ew ê her dem bi fikir, raman, helbest û nivîsarên xwe, ne tenê li Qefqasyayê û Sovyeta Berê, em di wê baweriyê de ne ku wê li seranserê welatê me di dilê her neferê kurdan de bijî.”

PENa Kurd sersaxî ji malbatên kedkarên hunerê re xwest

26.02.2020, di vê rojê de Kurdistanê sê kesayetê xwe yê payebilind winda kir, hersê jî bi xem û xeyalên welatê xwe, li ji dervî welêt çavên xwe dan hev; Zeynel Abîdîn Xan, Seîd Yûsiv û Dr. Ciwan Heqî (Batû). Em wek PENa Kurd pir xemgîn in û em dibêjin; bila serê milletê me, bi taybetî serê malbatên wan sax bin, cihê wan bihuşt be.

Nivîskar, helbestvan û weşanger Zeynel Abîdîn Xan, ji ber fikarên welatparêziyê li Tirkiyeyê gelek caran hatiye girtin û dûra çûye Almanyayê. Bi dehan berhem û wergerê wî hene. Endamê PENa Kurd Zeynel Abîdîn Xan, di heman demê de edîtoriya kovar û weşanxaneyan jî kiriye û bi vî awayî xizmeteke mezin ji çand û edebiyata Kurdî re kiriye. Mixabin, li Almanya, bajarê Berlînê jiyana xwe ji dest da, lê li bajarê ku ji dayik bûye, li Mûşê wê bispêrin axê.

Hunermend Seîd Yûsiv, ji Rojava ye, li Qamişloyê ji dayik bûye, lê bi deng û tembûr û berhemên xwe di dilê hemû Kurdan de cihekî taybet ava kiriye û wek Şahê sin’etkaran hatiye qebûlkirin. Derdora 50 salî xizmeta muzîka Kurdî kiriye, stranên ku nivîsîye ji alî gelek sin’etkaran ve hatine gotin. Wî jî li Stenbolê çavên xwe li jiyanê girt, lê li ser wesiyeta wî wê li Qamişloyê bê definkirin.

Dr. Ciwan Heqî (Batû) ji Şirnexê ye, zanîngeha tibê li Bûlgaristanê qedandiye. Piştre derbasî Swêdê bûye. Dr. Ciwan li gel doktoriya xwe bi karê nivîskariyê re jî mijûl bûye. Bi navê quncikê ”Şûjin” di Kurdistan Press, Berbang û kovara xwe ya Rojbaş de nivîsiye û ev nivîsên wî wek kitêb bi navê “Şûjin” hatiye çapkirin. Pirtûka wî ya duyemîn jî bi navê “Xeta Sor” hatiye çapkirin. Her wiha xwediyê  MediaKurd.com  û  serwext.com bû. Li Stockholmê jiyana xwe ji dest da û li wir wê bê veşartin.

Helbet her yek ji wan hêjaye bi serê xwe kitêb li ser wan bên nivîsandin, ev lehengên Kurdistanê li gel hemû astengî û bêderfetiyan mîraseke giranbuha ji milletê xwe re hiştin. Em minnetdarê ked û xebatên wan ên bêhempa ne û wê ew her di dilê welat û milletê xwe de bijîn.

Komîteya Birêveberiya Giştî ya Navenda PENa Kurd

28.02.2020