Polîpoşman

Polîpoşman

Ger ez niha bêyî te

Tenê, 

Bêkêf û cirnexweş bim.

Hatibim

Ber deriyê te

Sêwî,

Belengaz,

Aware.

Birçî bim,

Birçiyê te bim

Derî veke…

Ger vegerim

Polipoşman,

Serî li ber;

Fedîkar.

Li ser zimanê min

Stranek melankolîk,

Hûnandî bi newayên şikestî.

Mabim,

Di bin barana xapînokî;

Di nav helbestek dereng a xemgînî.

Li hêviya te bim

Derî veke…

Ger şev tarî be

Bêdengiyek yeman melisîbe himbêza şevên min ên xayin

Bêrîkirin biherike ji devê birînên min 

Û di her bêrîkirna xwe ez bi êşên te biêşim

Qedeha min li ber min

Vexwim ji çavên te

Gulpek jî Ji bona te

Bêjim noş ji dilê te re

Çavên min bigere li te

Û ez biêşim bi kilên  te

Derdora min xemilandî be

Bi rû û awirên te

Derî veke

De ji kerema xwe

Wuloneke Dînê!

Derî veke.

An jî… An jî TU were…

Bremen, Tirmeh 2016

Ronî Stêrk

Xelata Pîroz

Xelata Pîroz

Tu xweşik û bedew î

Tu spiya berfê, tîna êvarê yî

Tu yî zelaliya avê û ronahiya rojê

Tu gul î, kulîlka heftrengîn î

Tu xelatek e ji min re

Ji ezman ve hatî

Ma hewcê ye

ez pesnê bedewîya te bidim?

Çavên te yên kilkilî

awirên te yên kujer

û bedena te ya agirî

Tu, tu bê mînak î

Tu xelatek e ji min re

Ji ezman ve hatî

Tu bersiva hemû pirsan î

Tu yî rastî û qencî

Xweşî û talî

Bextewarî, êşî û janî

Tu bê mînak î

Tu xelatek e

Ji ezmanan ve hatî

Ez evdal im li ber deriyê te

Bêhn û nefesa min tu yî

Roj û şeva min

Nesîb û qedera min tu yî

Tu xelatek e ji min re

Ji ezman ve hatî

Bi Tawisê Melek tu xelatek pîroz î…

Venedig, 11-15 Cotmeh 2010

Ronî Stêrk

Stêrkên Di Kefa Destê Min De

Stêrkên Di Kefa Destê Min De

Rûniştîme li ber deryayê

Heyv çardehî ye li jor

Ez li te û heyvê difikirim dor bi dor

Ezman tijî ye bi stêrkan

Destê xwe direj dikim wan

Bişîrinek li ser rûyê min

Gazî TE dikim:

“Dînê zû!

Were!

Bilezîn!

Min ji te re stêrkan kom kir.

Wan bigre!

Berî ku bişemitin

Ji kefa destê min…”

                           Lîzabon, Tîrmeh 2015

Ronî Stêrk

Kengî em û hûn dibine bira?

Heta hebin yek leşker û topeke we
li ser xaka me û çiya
Heta sor bin destên we
ji xwîna kurên me û keça
Heta li welatê me hûn xwedî bin
û me bihejimêrin ji rêncbera
Heta hûn mêrkujan xwedî bikin
û nemirovan berdine pêsîra jina
Heta kirinên we yên hovane
li bîra xuşkên me bin û diya
Kengî em û hûn dibine bira?
Heta hûn bi wekheviyê bawer nekin
û negihine şaristaniya mirova
Heta hûn ber bi gunehên xwe neyên
ji bo xatirê gorî û cangoriya
û hûn nebêjin:
Ala we jî li ser sera
Kengî em û hûn dibine bira?


Zerdesht Haco

STRANEKE JI XEMÊN EYŞE ŞAN Ê

Temiya  min li te,ey payîz

Berî ku tu pela biweşînî

Kalekî  çîroknivîs

Straneke ji xemên Eyşe Şan ê

Û

Dîrokek  biqasî heyfa heft bavan  li benda te ye.

Tu bi ya min dikî,

Ewareyî  odê dengbêjan nebî

Navê  êş û evînên  te, di rûpelên  salnameyên jibîrkirî de heye.

Nexape bi gotinên tu kesî

Kêlîk berbe zemanêkî  kwîr  ve dimeşe .

Ji zerkaliya êvaran  bifikar im,

Xew li çivîkan diherim e.

Kund, ji kolanên  xerabe ditirs e.

digotin şîrhelalin Hechecîk !

Va ye qabqabkên Mizgeftan didizin.

Li navê  xwe miqate be!

Ya na  wê bêhna  birîna xezalan  bê  ji çîroka te.

Mija şewatê elametê xerîbiyê ye

Rê dûr e

Bar giran e

Êdî nikarim hilgirim dilê xwe.

Doza firek ava cemidî

Gunehên min xwe sipartibûn
Kulînên vala û bê perde
Bêhna binevşên di tûrikên zarokan de
Ji balîfên li ber serê me nedihatin êdî.
Xwîna xezalên çavekî xwe
Li ser feyza xwezayê, kiribûn
Li derbirîna hêşînî ya zozanan, nedikeliya.
Qaqlîbazên perîkên xwe dirûçikandin
Sirûda raza berbangê ya demsala payizê
Dikir qurbana hebek hinara bihuştê.
Derewên birûyên şivanan
Li ser çiyayên bê dar û ber diqusandin
Serî li fesadên bêtifaqiyê mezin dikirin.
Qereçiyên tiliyên wan dihatin gezkirin
Û bi zimanan dihatin daliqandin
Rûyê xwe ji tavê diguhertin
Û di tora xezebek reş de
Doza firek ava cemidî dikirin.

Ku ez mirim

Helbestên xwe,

Diyarî tu mazîçînan neke

Bila pênûsa te

Ji bo tu rûbihuşta neherike

Bila bişirînên tu kesî

Ber bi asoyên dilê te de nefûre

Û bila tu kes nebe sebra dilê te

Yê bê mecal.

Êvaran êvar e

Êvarên bavê xwe ji bîr neke
Bêhna ecûran jî
Bi serde rengê qeresiyan, yên spî
Tu car ji bîr neke
Gava tu meşiyayî ber bi mezelê bavê xwe ve
Di tahma êvaran de…

Bila her roj êvar be ji te re
Di tahma bêhna zaroktiya te de

Êvargehekê ji xwe re ava bike
Di qûçê seyidvanan de 
Benda be benda be benda be
Heta bi qep qeba xwe mêkewek
Ber bi ruhê te ve hilkişe û bêje
Êvar e êvar e êvar e

Lê 
Tu car ji bîr neke
Her bajar ne Mêrdîn e, êvaran…
Êvar e!

Arîzona

Bo Emrayê

di kozika evînê de kûzekûza dil e

tenêtî di paxilê de dikayê

ferek im

dilopek im

xwêdana paleyê navrojê

li gelawêjê

tenê me

tune me

ez dibêjim zo

tu dibêjî na

bimire Arîzona

neponijim ez ê

bi ti tiştekî de

neaxivim ez ê

bi ti êşekê re

tenê nargîlê bikişînim

û hesretê bikişkişînim

ji dil ez ê bikişînim

bi dûmana j’dilê xwe

ez ê dûristanê hilweşînim

na

na

bimire A-RÎ-ZO-NA

Kovara W, hejmar 40, Rêbendan/Reşemî, 2012, rp 9