Damezrînerên Navenda PENa Kurd
Di dawiya salên 1980î de nivîskarê Kurd Huseyn Erdem digel kebaniya xwe Emîne Erdem û 5 nivîskarên din pêvajoya avakirina Navenda PENa Kurd destpê kiribûn. Bi alîkariya PENên neteweyên din, di meha Nîsana sala 1988an de, li Kembrîcê (Cambridge) di Kongreya PENa Navneteweyî de avakirina Navenda PENa Kurd hatibû pêşniyazkirin. Di dengdanê de hemû beşdarên Kongreyê, ango hemû PENên neteweyî, piştgiriya avakirina Navenda PENa Kurd kirin û ev kirin endama PENa Navneteweyî.













